WAN - Bajarê wanê ku di 23'e Cotmehê de bi erdheja hêza wê 7,2 pêlan hejiya û 604 mirovan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, dîsa bi bi hêza 5,6 pêlan hejiya.
LOZAN - Serokê Berê yê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û nivîskarê Kurd ê navdar Îsmet Þerîf Vanli di 87’emîn saliya xwe de, di nexweþxaneyek a li bajarê Lozanê de çavê xwe li jiyanê girt.
Muxalefeta Stenbolê: Em bi Esad re hevdîtin pêk naynin
STENBOL - Hate diyarkirin ku Serokê Konseya Netewî ya Sûriyeyê ku li Stenbolê hate damezrandin, Bûrhan Galyon diyar kir ku ew bê Þamê re muzakere nekin.
Ji rewþembîrên Elman û Ermen bo Erdogan nameya Zarakolû
POTSDAM - Di konferansa bi navê “Gotûbêjên Bûyerên 1915-16” ya li Zanîgneha Potstam a Elmanyayê pêk hat de girtina weþanvan û nivîskar Ragip Zarakolû hate protestokirin. Ji bo serbestberdana Zarakolû biryar hate dayîn ku name ji Erdogan re bêne þandin.
ÊLIH-ÇEWLIK - Li navçeya Kercos a Êlihê li dijî wesayîta Þaxê Tevgera Taybet a Midûiyetê êriþek çekdarî pêk hat Her wiha, komek gerîla çû þantiyeya bendavê ya HES’ê û 3 wesayît þewitandin.
STOCKHOLM - Ji aliyê artêþa Tirk ve bi çekên kîmyewî û bombeyên napalmê qetilkirina 36 gerîlayan, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêþandanekê hat protestokirin. Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh got ku dê bikaranînan çekên kîmyewî bibe Parlamentoya Swêdê.
2 Gerilla, Berwar Gever û Gever Faraþîn ji aliyê 10 hezaran ve hatin veþartin
COLEMÊRG - Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Berwar Gever (Aynûr Kirbaþ) û Gever Faraþîn (Reþat Aslan) ku li navçeya Çelê bi çekên kimyewî jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Geverê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi diruþmeya "Þehîd namirin" hatin veþartin. Piþtî rêwresmê/merasimê, polêsên AKP’ê yên bi fetwaya Fetulah Gulen har bûne, êrîþî girseyê kirin. Hê jî bûyer didomin.