
Hewldana Jindana Heskîfê, cara dawî Akbank û Banqa Garantî ku ji bo
qirêdiyê bide Projeya Bendava ILisu ku dê dîrok û berhemên Heskîfê di
bin avê de bihêle bi hikûmetê re hevdîtin çêkir, hisyar kir. Hefteyek
berê hewldanê dîsa biryara boykotê bi daxuyaniyekê askere kiribû û
nameyên ku banqan hisyar dike ji banqan re sandibûn. Hewldanê ji banqan
xwestibû ku nebin sirîkê wêrankirina xweza û dîrokê.
Pistî welatên Ewropayê çavkaniyên razemenî û qirêdiyan ji ser projeya Bendava Ilisû kisandin, hikumet ji bo qirêdîe ji projeya bendavê re bibîne, bi Banqa Akbank û Garantî re ket nava bazarê. Hewldanê Jindana Heskîfê têkildarî mijarê cara dawî Banqa Akbanq û Garantî hisyar kir û diyar kir ku ger gavan pasve navê û bi hikûmetê re peymanê îmze bike dê li hemû saxên banqeyên li Tirkiyeyê boykot bikin. Hewldanê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew cara dawî banqan hisyar dikin û ger ku hisyariya wan nedin ber çavan dê hemû derdorparêz û xweza parêz banqên wan boykot bikin.
Zerara wê dê ji fêdeya wê wê gelek gelek mezintir be
Rêveberê Komeleya Pistgiriya Jiyana Biyanî, Ekolojî û Derdorê ya Mêrdîn Nusret Çakar diyar kir ku ew cara dawî banqayên ku dixwazin peymana qrêdiyê îmze bikin hisyar dikin. Çakar, anî ziman ku ew dîsa pêdiviyê bi hisyariya vegerê dibînin û ger ku ji biryara xwe venegerin dê ev projeya hemû mîrateya çand, dîrok, xweza û ekolojiyê wêran bike û zirar û ziyanek pir pir mezin bi xwe re bîne.
'Em cara dawî hisyar dikin'
Çakar, daxuyand ku wan ji 12 banqayên ku gumana wan a pistgirî û qirêdiyê bidin projeya bendavê re nameyên hisyariyê sandine û di nameyan de fikarên xwe yên derbarê zerar û ziyana Heskîfê de anîne ziman. Çakar, da zanîn ku pistî van nameyên hisyariyê tu bersîv ji banqeyan nehatiye û wiha got: "Ji ber ku Hawzeya Dîcle û Bajarê Dîrokî yê Heskîfê li gorî tê xwestin nehatiye lêkolînkirin, ger ku proje têkeve jiyanê dê bi qasî 313 km2 warê dîrokî ku nirx û bihayê wî bi tu giranbihayi nayê pîvan dê di bin avê de winda bibe û wêran bibe. Ger ku Banqa li gel hemû van rastiyan û zanîna van rastiyan disa pistgiriye bide projeya Bendava Ilisu, dê li welat û dervê welat bi çalakiyên cuda banqa bên sermezarkirin. Hemû kesên bihistiyar ku hesabên wan di banqê de hebin dê hesabên xwe ji van banqan bibirin. Em cara dawî bagn li Akbank û Garantî dikin û dixwazin nebin sirîkê wêrankirin û talankirina xweza, çand û dîrokê.
DIHA