ANF 23.06.2010-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku şerê heyî di asta navîn
de diqewime û pêşniyarên ji bo çareseriyê anîn ziman. Ocalan wekî
destpêk ji Meclisa Tirkiyeyê xwest ku berpirsyariyê bigire û Komîsyona
Destûra Bingehîn ya Demokratîk û Lêkolînkirina Heqîqetan ava bike.
Ocalan bal kişand ser noqteyeke girîng û got ku beriya hemû tiştan
beranberî hev hewcedarî bi hawirdoreke bibawerî û bêpevçûn heye.
Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk
anî, pêvajoya şerî nirxand û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd
pêşniyarên xwe anîn ziman.Ocalan destnîşan kir ku ji çalakiyên dawî
diyar dibe, li Botanê şerekî di asta navîn de diqewime û dûre jî bal
kişand ser girîngiya daxuyaniya hevpar ya 649 rêxistinên civaka sivîl.
KOMÎSYONA DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK
Ocalan daxuyanî wekî destpêka nirxandinek nû bi nav kir û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe anîn ziman. Ocalan wekî gava destpêkê, ji Meclisa Tirkiyeyê xwest ku berpirsyarî bigire û wiha got: "Li meclisê, ji bo çareseriya pirsgirêkê Komîsyona Destûra Bingehîn ya Demokratîk dikare bê avakirin. Ew bi awayekî karibe pêwîstiya wezîfeya Konvansiyona Destûra Bingehîn ya Dewletê bi cih bîne. Di heman demê de, wezîfeya meclisa avakar bi cih bîne. Wekî Meclisa Avakar bixebite. Wekî din, li Meclisê, Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan û Edaletê bê avakirin. Ev komîsyon dozên Silîvrî, KCK, girtinan, rewşa Îmrali û deverên din, lêkolîn bike."
GAVA DUYEMÎN A ÇARESERIYÊ PAŞDE VEGER E
Ocalan wekî gava duyemîn jî, vekirina pêşiya kesên li derveyî hiqûqê mane, anî ziman û wiha dewam kir: "Li Ewropayê, bi deh hezaran penaberên siyasî hene. Dikarin pêşiya vegera van vekin. Bila pêşiya vegera kesên ji welatîbûnê hatine avêtin, vekin. Bila pêşiya vegera penaberên Mexmûrê vekin. Bi kurtasî pêşiya vegera hemû kesên li derveyê hiqûqê mane, bê vekirin. Ez li vir gotineke din bi kar tînim. Em dikarin bêjin, 'Nexşeya Riya Projeya Destûra Bingehîn ya Demokratîk."
PÊWÎSTÎ BI ATMOSFEREKE BIBAWERÎ Û BÊPEVÇÛN HEYE
Ocalan ji bo veguherîna atmosferê ber bi aştiyê ve banga berpirsyariyê li hemû derdoran kir û wiha got: "Ez pêşniyarên rêxistinên civaka sivîl li ber çavan digirim û bi berpirsyarî tevdigerim. Divê her kes pêwîstiya berpirsyariya siyaseta demokratîk bi cih bîne. Divê qunciknûs jî, bi awayekî demokratîk û berpirsyar tevbigerin. Ez daxuyaniya rêxistinên saziyên sivîl û pêşniyarên wan girîng dibînim û bi berpirsyarî tevdigerim. Tabî beriya vê beranberî hev hewcedarî bi hawirdoreke bibawerî û bêpevçûn, bê avakirin heye. Divê riya vê yekê bê avakirin. Her kes berpirsyariya siyasî ya demokratîk ku dikeve ser milê wan pêk bîne.”
REFERANDÛMA DESTÛRA BINGEHÎN A AKP'Ê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, behsa referandûma AKP'ê ya 12’ê Îlonê jî kir. Ocalan, xwest ku bila gel bixwe guftûgo bike û biryarê bide û wiha axivî: "Gelê me, li her deverê, her herêmê û bajarî dê kom bibe, guftûgoyan bike û biryara xwe bide. Em îradeya tu kesî ji destê wan nagirin. Lê dema ku em dibêjin 'em azad dihêlin' bila şaş nayê fêmkirin. Dîsa dibe ku boykot be. Beriya referandûmê gelê me divê kom bibe û bi berfirehî guftûgoyan bike, li gorî pêvajoyê biryara xwe dê bixwe bide. Ez ne şaş bim, di referandûmê de, hema bêjin Na û Erê dê mîna hev bin. Rola BDP'ê di vir de gelek girîng e. Bandora helwesta wan, dê encam li referandûmê bike.
DIVÊ GELÊ ME GUH NEDE PÊVAJOYA REFERANDÛMÊ
Ocalan, diyar kir ku pêvajoya referandûmê dikare veguhere pêvojoya Destûra Bingehîn a Demokratîk. Ocalan bang li BDP'ê kir û wiha got: "BDP, dikare vê pêvajoyê veguherîne pêvajoya Destûra Bingehîn a nû. Divê bi ruhê seferberiyê heta hilbijartinan kar bikin. Dikarin gelê me ji bo daxwaza 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' amade bikin.
Ocalan, polîtîkayên referandûma AKP'ê jî bi van gotinan anî ziman. "Em polîtîkayên AKP'ê yên di wateya qezayeke rê de bişibînin gotina ' Dînekî kevir avêtiye birêke, 40 biaqilî nekariye ji bîrê derxe" Tam jî wisa ye. Divê ev yek li pêşiya gelê me nabe asteng û ji bo destûra bingehîn a demokratîk lezê bide xebatên xwe. BDP û rêxistinên civaka sivîl, dikare amadekariyên destûreke bingehîn bike û bi ronakbîr, nivîskar û rewşenbîran re par ve bike.”
PAKÊTA REFERANDÛMA AKP’Ê KOMPLOYA HERÎ MEZIN E
Ocalan, careke din dubare kir ku pakêta referandûma AKP'ê, li dijî kurdan komploya herî mezin e û pêşketinên piştî Destûra Bingehîn a 1921'an bi bîr xist û wiha got: “Di Destûra Bingehîn a 1921'an de hin xalên demokratîk hebûn. 10’ê adara 1922'yan bi civîneke veşarî li dijî kurdan komployek hate amadekirin. Di salên 1924-25 û 26'an de timî li dijî kurdan komplo afirandin, kurd li derveyî hiqûqê hate hiştin, bi hiqûqê hatin înkarkirin û hiqûq ji destê wan girtin. Ji sala 1922'yan vir ve tam 88 sal in kurd li derveyî hiqûqê hatine hiştin.
Suîqesta li hemberî Mustafa Kemal, serhildana Şex Seîd, serhildanên din û Dadgehên Îstîklalê ev hemû parçeyên komploya li dijî kurdan a bi zanebûn hatin pêşxistin in. Hin serhildan provoke kirin. Îsmet Înonu û Fevzî Çakmak ev komplo zêrandin û domandin.
Yên ku kurd derveyî hiqûqê hiştin, yên ku li dijî kurdan komplo pêk anîn piraniya wan jî ne tirk in, Li ser navê tirkbûnê vê dikin. Ev tirkên spî ne. Mîna gotina ‘çi bextewar im ku ez tirk im.’ Komkujiya li hemberî kurdan hatiye pratîzekirin ji bo faşîzma alman û Hîtlerê bûye çavkaniya feyzê.”
Ocalan, di van komployan de bal kişand ser rola CHP, DP, AP, Partiya Komunîst û partiyên siyasî yên din jî, û got, rola kê çiqas heye, kê ev gel ev qas li derveyî hiqûqê hişt, divê bê ronîkirin. Ocalan, ji bo vê jî girîngiya Akademiyên Siyasetê dest nîşan kirin û got: “Ev tiştina di akademiyên siyasetê de divê bi awayekî berfireh bêne nîqaşkirin”.
DÊ ÇAWA KARIBIN CIVAKÊ DEMOKRATÎK BIKIN?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şîdeta li hemberî jinê û azadiya jinê jî nirxandin. Ocalan diyar kir ku riya avakirina civakeke demokratîk, di azadiya jinê re derbas dibe û wiha got:
"Zilamên nikarin ji nav kar derkevin, li jinê dixin û şîdetê pêk tînin. Yanî ne riya rizgariyê dibîne û ne jî pêwîstiyê ew tiştê dibêjin zilamiyê, pêk tîne. Helbet ez rewşa giştî dinirxînim. Ev pirsgirêkeke kûr e, heta sumeran diçe. Ji Dewleta Rahîp ya Sumeran û vir ve, 5 hezar sal in, pirsgirêka jinê dewam dike. Zilam nizanin vê pirsgirêkê çawa çareser bikin. Divê bi tu awayekî bi lêdan, sîle û çêran nêzî jinê nebin. Eger nikarin ji nav derkevin, bila bibêjin, 'kerem bike, çi dixwazî bikî, serbest î.’ Bihêlin, jin diçe ku derê û dixwaze çi bike, bila bike. Divê li hemberî rewşeke wiha hêrs nebin û nexeyidin jî."
Ocalan bi bîr xist ku ew bi prensîb nêzî jinê dibe û got, pirsa 'eger nikarin pirsgirêka malbatê çareser bikin, dê çawa karibin civakeke demokratîk ava bikin' anî ziman.
DEMOKRASÎ, NE SÎSTEMEKE DEWLETÊ YE, FORMEKE CIVAKÎ YE
Ocalan rewşa Rihayê jî wekî mînak nîşan da û wiha got: "Li wir, çima nikarin şaredariyan bi dest bixin? Xuya ye ne tenê ji ber zextên dewletê ye, li wir rewşa gelekî hatiye xistin heye. Eger karibin xebateke avakirina civakeke demokratîk, bimeşînin, dê karibin bi ser bikevin." Ocalan anî ziman ku demokrasî ne sîstemeke dewletê ye, rewşa polîtîkbûyînê ya civakê û formeke civakî ye.
Ji bo zarokên kurd qanûna şantajê ya AKP’ê
Ocalan, bal kişand ser pêşnûmeya TMK’ê ya li Parlamena Tirkiyeyê hate qebûlkirin û wiha hişyar kir: “Gelê me, bila bi polîtîkayên têkîldarî zarokên bûne mexdûrên qanûnên AKP’ê nexapin. Ya ku hikûmet ji bo zarokan dike dişibe pêkenoka Nasrettîn Xoce. Pêşî kerê Nasrettîn Xoce winda dikin, paşê jî kerê wî dibînin tînin, dibêjin ‘Xoce tu kêfxweş bûyî an na?’. Hikûmet jî, pêşî qanûnan derdixe, hemû zarokan dixe girtîgehê, paşê jî bi qanûnekê, qanûnê diguherîne û dibêje ‘we dît em demokrasiyê û qanûnên demokratîk li pêş dixin’ Ya ku hikûmet dike ev e.
Bi kurdî weşandina fikrên min gelekî girîng e
Ocalan bal kişand ser girîngiya fikrên wî ku bi kurdî bên belavkirin û wiha dewam kir: “Ez texmîn dikim, nêrîn û fikrên min, di Azadiya Welat de bi kurdî têne weşandin. Bi kurdî weşandin, tê wateya gihandina her kesî. Ez rîca dikim, parêznameya min jî, wergerînin kurdî.”Ocalan ji girtiyên siyasî, gelê Riha, Îzmîr, Îstanbul û Balikesîrê re silavên xwe şandin.Ocalan di dawiyê de jî, silavên taybet şandin zarok û ciwanên Gever û Colemergê.