
Bi nêzîkbûna referandûma guhertina makeqanûna 12’ê Îlonê kesên ku
dibêjin ‘erê’ û kesên dibêjin ‘na’ di qadan de kurdan dikin hedef. Ev
yek jî dibe sedema nijadperestiya li hemberî kurdan bê zêrandin. AKP,
MHP, CHP di hedefên wan de siyasetê li ser nijadperestiyê dikin û civakê
li hemberî kurdan dizêrîne. Kesên êrîş dikin jî aliyê AKP û MHP’ê ve
mafdar têne dîtin.
Mînaka herî dawî ya zêrandina li hemberî kurdan li taxa Orhaniye ya navçeya Înegolê pêk hat. Li navçeyê bi hezaran kesî xwestin 50 kurdan lînç bikin. Kurdên ku derdora wan hate dorpêçkirin xwe avêtin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û bi hezaran êrîşkaran heta serê sibê navçe zivirand qada şer. Pêr şevê din li taxa Orhaniye ya navçeya Înegolê ajokarê mînîbusê ji aliyê komek nijadperest ve hate astengkirin. Koma ku navçe li ketina mînîbusa kurdan qedexe kir, di demek kin de navçe zivirandin qada şer. Hate hînbûn ku piştî mîtînga MHP'ê ev bûyer pêk hatiye. Ajokarê mînîbusa di navbera bajaroka Kehla û Înegolê de sefer dikir, ji aliyê komekê ve rastî gefan hat. Piştî demekê kom mezin bû û bi dar û kêran êrîşî ajokaran kir. Piştî ajokaran jî xwe parastin di bûyerê de kesek birîndar bû. Di bûyerê de 3 kurdên rastî êrîşê hatin, hatin binçavkirin. Piştî bûyerê nêzî 50 kurdên xizmên kesên hatin binçavkirin li ber Midûriyeta Polîsan kom bûn.
POLÎSAN MUDAXALE KIR
Piştî gotegota 'Kurdan êrîşî tirkan kir' bi hezaran kes li hev kom bûn û dirûşmên ku neheqiyê li kurdan dikin berz kirin. Nêzî 10 hezar kesên li navçeyê kom bûn hewl dan kurdan lînç bikin. Ji ber vê yekê kurdên li ber Midûriyeta Polîsan neçar man xwe avêtin Midûriyeta Polîsan. Girseya xwest kurdan lînç bike piştre derî û camên kargeriyen kurdan şikandin û êrîşî wesatiyên polîsan kirin. Di bûyera ku polîsan mudaxale nekir de 10 polîs jî birîndar bûn.
Li aliyê din jî li Bajaroka Kelha ya Înegolê kurd li hev kom bûn û riya Bûrsa Enqereyê li trafîkê girtin û xwestin çalakî bi dawî bibe. Li ser vê yekê polîsan saet li dor 04.30'an kom belav kir û kurdan jî riya Enqere Bursayê li trafîkê vekir. Di bûyera ku jê 10 polîs bi tevahî 11 kes birîndar bû de 3 jê kurd bi tevahî 6 kes hatin binçavkirin.
WALÎ GEF LI KÊ XWAR?
Li aliyê din Waliyê Bursayê Şahabettin Harput jî hate navçeyê û diyar kir ku bûyer ji ber kesên alkol bikar aniye pêk hatiye û provakasyon e.
‘LI HINCETAN DIGERIN’
Seroka BDP'a Bursayê Ayla Yildirim jî diyar kir ku piştî bûyer bihîstin hatin navçeyê û wiha got: "Me bîhist ku 50 kurd di nava girseyê de asê mane. Lê bi tirsa lîncê em neçûn nêzîkî bûyerê. Em çûn Bajaroka Kehle. Gelê wir tev di nava fikaran de bûn. Kurdên vir jî dibêjin ji bo me lînç bikin li hêmana digerin. Dîsa helwesta polîsan jî pir balkêş e. Llîncê li her dera Bûrsayê dibe ku pêş bikeve. "
Înegol dişibe bûyerên 6-7’ê Îlonê
Parlamentera BDP’ê Sebahat Tuncel der barê êrîşa ku li hemberê kurdên Înegolê pêk hatiye axivî û diyar kir ku ev bûyer dişibe bûyerên 6-7’ê Îlonê ku di sala 1955’an de li Stenbolê faşîstan li hemberî ruman pêk anî ye. Tuncel li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku der barê mijarê de li Midûriyeta Ewlehiyê û Qeymeqamtiyê geriyane û wiha got: “Midûrê Ewlehiyê matmayî mabû. Got ku zirareke mezin dîtine, wesayît şewitine û got ku ji bo ku buyer rawestin ji derve sewqiyat xwestine.” Tuncel wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çanda lînçê vê rojê tenê eleqedar nake. Ev buyer dişibe bûyerên 6-7’ê Îlonê. Berpirsyarên van bûyeran di serî de îktidar û hemû partiyên siyasîne. Peyamên serokwezîr û serokê MHP’ê pevçûnê kûr dike. Ev xetereyeke mezin e. Ewil divê rayedar pêşî li van bûyeran bigirin. Waliyê Bursayê Şahabettîn Harput der barê buyerê de dibêje ku ev mijareke girtin û dayînê ye. Aliyê balkêş yê vê bûyerê jî ewe ku tê gotin van kesên ku bûyer derxistine ji welat û gelê xwe hez dikin. Siyasetmedarên ku bi vî rengî diaxivin rola wan gelek mezin e. Her wiha medya tirk jî bi vî awayî ye. Di nûçeyan de wiha tê gotin ‘Welatî û kesên esil kurd’. Nêzîkatiyek bi vî rengî derdixe holê ku kesên êrîş dikin wekî welatparêz tê nîşandan. Em wekî BDP’ê zimanekî aştiyane bikartînin. Ji vir şûnde jî ji bo ku şerê bi vî rengî dernekevin em dê peywira xwe bînin cih.”
BDP HEYETÊ DIŞÎNE
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, li Waliyê Bursayê geriya û têkildarî bûyeran agahî girt. Sakik, bi walî re ji bilî tedbîrên ewlehî rewşa kurdên li wir dijîn jî pirsî. Navenda Giştî ya BDP'ê jî dê der barê bûyerên lîncê ya li Navçeya Înegolê ya Bursayê pêk hat dê heyetekê ava bike û bişîne Înegolê. Sakik, got heyetê dişînin navçeyê.
Nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin
BDP'a Esenyurtê, şevêdin dema xwest li Qada Cumhuriyetê daxuyaniyê bide çapameniyê, rastî mudexaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatibû. Piştî mudexaleya 10 kes tê de hatin binçavkirin, polîsên avêtin ser avahiya BDP'a navçeyê, pîştî lêgerîna 3 saetan dom kir, Rêveberê BDP'a Stenbolê Berat Anli û rêveberên navçeyê jî di nav de 38 kes hatibûn binçavkirin. Serê sibê jî polîsan avêtin ser gelek malan û 2 kesên din jî binçavkirin. 50 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa Midûriyeta Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê . Hate zanîn ku rayedarên midûriyetê, bi hinceta di "dosyayên kesên hatine binçavkirine de biryara veşartî" heye dê heta 24 saet dijê nebe bi parêzerên xwe re hevdîtinê nekin.
Di nava kesên de Rêveberê BDP'a bajêr Berat Anli, Rêveberê navçeyê Yavûz Dursun, û gelek kes hatin binçavkirin.
Atalay: Êrîş girêdayê referandûmê ye
Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay der barê êrîşa li hemberî kurdan a Înegolê de axivî û got êrîşa li hemberî kurdan wekî provakasyoneke ku li ser referandûmê pêk hatiye nirxand.
Atalay da zanîn ku beriya referandûmê tiştên wisa texmîn dikirin. Atalay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Em dê destûrê nedin provakasyonan. Lînça li hemberî kurdan girêdayê referandûmê ye. Em li bende provakasyonên wisa bûn. Em dê vê tirsê ji nava gel rakin û dê gel bi rehetî biçe ser sindoqan.” STENBOL- ENQERE-BURSA – DÎHA