DTP Projeya Çareseriya Demokratîk |
|
|
Kongra Netewiya Kurdistan-KNK |
|
|
|
201 Nûçe (26 Rupel, 8 Tevayî nûçeyên ku di rupelekî de)
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
.. 26
|
|
|
|
Uçer: Ger Erdogan bixwaze wê bi hevokekê aþtiyê pêkbîne |
 WAN/ AGIRÎ - Parlamenterê BDP'ê yê Wanê û Endamê Lijneya Rêveberiya Koordînasyonê ya KCD'ê Ozdal Uçer diyar kir kû, heke Serokwezîr Tayyîp Erdogan bixwaze wê bi hevokeke aþtiyê pêk bîne. Uçer wiha got: "Heke îro Serokwezîr derkeve û bi gotina aþtiyê bi kar bîne û operasyonan rawestînê wê aþtî pêk bê."
|
|
|
Demîrtaş: Êdî tehemûl nema bila hemû kurdan bigrin |
 AMED - Serokê Koma BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ser 24'emîn rûniştina doza KCK'ê ku jê 104 girtî bi tevahî 152'ê siyasetmedarên kurd tên darizandin û diyar kir ku ne dadgeh divê dewlet biryarê bide, an hemû kurd bên girtin û bişînin girtîgehê, an bi telên dorpeçkê û bikin girtîgeha vekirî.
|
|
|
|
Koçalî: Êdî AKP û Artêþ yeke |
 ENQERE - Hevseroka Giþtî ya BDP'ê Filiz Koçali, anî ziman ku êdî Þûreya Leþkerî ya Bilind (YAÞ) di bin kontrola hikûmeta AKP'ê de pêk tê û êdî Artêþ û leþkerî yeke. Koçalî, anî ziman ku êdî hikûmeta AKP'ê serdestî li ser hemû beþên artêþ û polîsan kiriye û hemû artêþ û polîs kiriye bin kontrola xwe.
|
|
|
Rayedarên Herêma Kurdistana Federal tehamulî konferansa kurdan nekirin |
DIHA 21.08.2008-Konferansa ku wê ji hêla Komîteya Tenduristî û Azadiya Ocalan ve bihata lidarxistin, ji hêla asayîþa Hewlêrê ve hate astengkirin. Endamê Komîteya Tenduristî û Azadiya Abdullah Ocalan Dr. Fayîk Gulpî bang li rayedarên Herêma Kurdistana Federal kir ku ev gava wan ya li dijî demokratîkbûnê, ya dawî be û bihêlin ku gel biryara xwe bide. Endama Komîteya Amadekar Necîbe Omer jî diyar kir ku ji ber ku dengê wan dengê gel e, bi astengiyên bi vî rengî re rû bi rû dimînin.
|
|
|
|
Ji Uras banga yekîtiya çepgir |
|
DIHA 22.06.2008 Serokê Giþtî yê ODP'ê U********* Uras ku beþdarî panela bi navê 'Ji bo Tirkiyeyek din alternatîfa çepgir' bû, balkiþand ser yekîtiya çep û wiha got: "AKP piþtgiriya xwe ya di nav civakê de winda dike. Divê muxalefeta kurd, tevgera elewî û heta beþên sosyolîst hemû beþ bêne cem hev. Pêwîst e ku muxalefetek çepgir a nû ava bikin. Ev vexwendina me ye, teqdîra wê jî aydî we ye."
|
|
|
DTP'ê paraznameya xwe da Dadgeha Makezagonê |
|
DIHA 12.06.2008 Partiya Civaka Demokratîk (DTP) paraznameya li hemberî doza der barê wê de hatiye vekirin amade kir, pêþkêþî Dadgeha Makezagonê kir. Ji parêzerên DTP'ê Bayram Bahrî Belen, diyar kir ku daxwaza girtina DTP'ê ji hêla hiqûqî ve ne mumkun e. Parêzer Fatma Mebuse Tekay jî, da zanîn ku bawer dikin biryara dadgeh bide dê bibe gava yekem a ji bo projeya aþtî û biratiyê.
|
|
|
|
Geylanî: Êdî em dixwazin bi zimanê dayîka xwe bi a |
|
DIHA 10.06.2008 Parlamenterê Colemêrgê yê Serbixwe Hamît Geylanî ku di mitînga 'Êdî bes e em perwerdehiya bi zimanê dayîka xwe dixwazin' de axivî, bal kiþand ku kurdî bi salane tê înkarkirin û got, "Êdî em dixwazin bi zimanê dayîka xwe bi axivin."
|
|
|
Serokê Koma DTP'ê Turk bersiva 'Vandal, yên ku gule berî welatiyên xwe didin in' |
DIHA 01.04.2008
Serokê Koma DTP'ê Ahmet Turk ku di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de axivî, diyar kir ku sedema krîza siyasî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, bêçareserbûna pirsgirêka kurd e. Turk, li hemberî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ê di bûyerên Newrozê de gel bi "Vandaltiyê" sûcdar kir, nerazîbûn nîþan da. Turk got: "Bi rastî Vandal, yên ku li wan jinên ku bi kincên rengîn ên cejnê de bûn xistine, li wan zarokên biçûk xistine, cop li wan xistine û îþkence kirine nin! Yên ku gule berî welatiyên xwe didin in. Yên ku welatiyên xwe dikujin in. Gelê me, hiqûqnasên me, civaka me ya sivîl, pir baþ dizanin ku kî Vandal e, kî demokrat e."
|
|
201 Nûçe (26 Rupel, 8 Tevayî nûçeyên ku di rupelekî de)
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
.. 26
|
|
|