Endamê Meclîsa Aþtiyê Firat: Tevgera bejayî operasyonek li dijî kurdan û nirxên
DIHA 22.02.2008 Prof. Dr. Dogu Ergîl, got ku dewlet nikare bi operasyona dersînor PKK'ê biqedîne û da zanîn ku ev operasyona 'bêwatekirina psîkolojîk e'. Endamê Meclîsa Aþtiyê Seydî Firat jî tevgera bejayî bi gotinên wekî "Ev operasyonek li dijî kurdan û nirxên wan ên demokratîk e" nirxand.
AW 14.02.2008 Serokatiya KONGRA GEL di daxuyaniya xwe ya di çarçoveya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo “li hemberî komploya navneteweyî xurtkirina yekîtiyê, bilindkirina hevgirtin û têkoþîna demokratîk” bang li gel kir û xwest ku di 9'emîn salvegera komploya navneteweyî de gel ji her demê zêdetir birêxistin be.
Serokê CIA'yê tirsa xwe ya ji PKK'ê îtîraf kir: PKK dê bersivê bide Amerîkayê
AW 07.02.2008 Serokê CIA’yê Mîchael McConnell di daxuyand ku da Komîteya Îstîxbarata Senatoyê de bi taybetî bal kiþand ser têkoþîna PKK’ê. Diyar kir ku PKK hata niha di têkoþîna xwe te bi tu awayî Amerîka û berjewendiyên Amerîkayê nekiriye hedef û li dijî me tênekoþiyaye. Lê heke operasyonên Tirkiyeyê yên bi piþtgiriya Amerîkayê pêk tên bidomin dê ev biguhere û PKK di demeke nêz de Amerîka û berjewendiyên wê bike hedef û li dijî wan têbikoþe.
Sûriyeyê Heyeta Partiyên Siyasî Yên Herêma Kurdistanê Qebûl Nekir
KSAM 28.01.2008 Heyeta ji nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Federal pêk tê û beriya niha Tirkiye û Îran ziyaret kiribûn, ji aliyê dewleta Suriyeyê ve nehate qebûlkirin.
Serokê KONGRA GEL Zubeyîr Aydar Hikûmeta Baþûr hiþyar kir û got: Dijminê bira na
ANF
Artêþa Tirk di 15’ê çileyê de dîsa destdirêjî ligel Herêma Federal a Kudistanê kir û Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.Lê hikûmeta herêmê destdirêjiya dewleta tirk þermezar nekir. Her wiha balkêþ e ku di dema Serokdewletê Iraqa Federal Celal Talabanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Condoleezza Rîce li Bexdayê hevdîtin pêk dianî ev destdirêjî pêk hatiye.
Gelê Mexmûrê: Li dijî bêrûmetiyê berxwedanê bilind bikin
DÎHA 17.01.2008 Meclisa Demokratîk a Gel a Mexmûrê bi daxuyaniyê balkiþand ser pêþveçûnên demên dawî û xwest ku gelê kurd li hemberî polîtîkaya tê meþandin bêdeng nemîne û berxwedanê bilind bike. Di daxuyaniya Meclisê de hate derbirî ku AKP dixwaze gelê kurd dest ji hemû mafên xwe berde û lazim e gelê kurd li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.
knk.org 14.01.2008 Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) polîtîkaya dewleta Tirk û hêzên navnetewî yên destekê didin vê polîtikayê bi tundî rexne kirin. KNK banga konferanseke netewî li hêzên kurd kir û ji gelê kurd jî xwest, ji bo hemû lîstîk û konseptên dijber vala werin derxistin pêgava “Êdî Bes e” bê berfirehkirin.
DTP ber bi herêmên operasyonan ve meþê li dar dixe
DÎHA 11.01.2008
DTP ji bo rawestandina operasyonan, ji çar aliyên Tirkiyeyê ber bi heremên pevçûnan ve meþê li dar dixe. Meþa ku dê di navbera 4-6'ê Sibatê de bê li darxistin, dê li Þirnexê bi dawî bibe. Ji meþvanan hate xwestin ku li gorî ku dê þevekê li cihê girse gihîþtiyê bê mayîn amadekarî bê kirin.