ZAXO (DÎHA) - Hikûmeta Iraqê ya Navendî 3 yekîne leþkerên xwe þandin ser sînorî Tirkiyeyê. Yekîneyên ji 300 leþkeran taybet pêk tên li ser sînorê Tirkiyeyê hatin bi cihkirin.
Tenduristiya rojnamevanên kurd me dixe nava fikaran
Politika-Meclîsa Parastina Mafên Girtiyên Siyasî ya Tehranê, eşkere kir ku ji ber rewşa tenduristiya rojnamevanên kurd Adnan Hesenpur û Abdulvahid Hiwa Botimar ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn, di nav fikaran de ne.
Politika-Bi belgeyan derkete holê ku MÎT’a tirk li Tirkiyeyê perwerdehiya sûîkastê dayê 44 tirkmenan û ew ji bo kuştina Celal Talabanî û hevsera wî Hîroxan şandine başûrê Kurdistanê. Îtîrafkar got ew li midûriyeta polîsan a Vatanê perwerde bûne.
Azadiya Welat-Pastarên Îranê ku li hemberî gerîlayên PJAK’ê şikestekên mezin dixwin, ji bo ku têkiliya gel û gerîlayan ji hev qut bikin, zilm û zordariya xwe ya li ser gundiyan zêde kirin. Dewleta Îranê ku bi biryara darvekirina rojnamegerên kurd û endamê PJAK’ê Hîkmet Demîr êrîş û zextên xwe yên li ser kurdan bilind dike, niha jî ambargo datîne ser gundiyan.
Politika-Li bajarên Almanya Gîesse û Malburgê polêsan doh serê sibê ser komeleya Navenda Çanda Kurd a Mezopotamya û gelek malên kurdan ve girt. Di encama serdagirtinan de serokê komeleyê Alî Aktaş û yek ji endamê komeleyê Ekrem Eşîyok û li Malburgê jî Abdurrahman Demîr hate binçavkirin.
Politika-Hêzên Partî Jiyanî Azad a Kurdistan (PJAK)’ê ku ji bo azadiya Rojhilatê Kurdistanê tê dikoşin, kete navenda bajarê Merîwanê. Gerîlayan li nava bajêr belavok belav kirin, bi gel ra danûsandin pêk anî û propanganda kirin.
Politika-Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ku Serokatiya Demê ya Yekitiya Ewrûpayê dike, diyar kir, ku rewşa Ocalan ji aliyê Elmanyayê ve ji nêz ve tê şopandin. Merkel xwest, hemû girtîgehên li Tirkiyê di çarçoveya peymanên navnetewî de ji kontrola heyetên serbixwe re werin vekirin.