AMED (DÎHA) - DTP ku stratejiya xwe ya hilbijartinê wekî namzetên serbixwe diyar kir, di mijara îtifaqadan de jî rengê xwe diyar dike. Tê gotin ku DTP bi taybetî bi partiyên wekî KADEP û HAK-PAR'ê re îtifaqê nake. Hate hînbûn ku heke bi van partiyan re hevdîtin bêne kirin jî, dê bê xwestin ku piþtgiriyê bidin namzetên serbixwe yên DTP'ê ku vîna kurdan temsîl dike.
Li Qoserê gorek tomerî ya aydî PKK'yiyan hate dîtin
MÊRDÎN (DÎHA) - Li çoltera Gundê Ezer a li herêma Xurs a Navçeya Qosera Mêrdînê, gorek tomerî ku hate diyarkirin aydî PKK'yiyan e, derket holê. Gora tomerî yekem car ji aliyê DÎHA'yê ve hate kişandin. Hate ragihandin ku tê de 2 jê jin 3 PKK'yiyên di sala 1994'an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane hene.
ENQERE (DÎHA) - Seroka Çocuk-Der'ê Nîl Demîrkazik, ji bo berendamtiya parlementeriyê, serî li DTP'ê da. Demîrkazik bû yekemîn berendama namzetiyê ya DTP'ê.
Azadiya Welat-Civîna DTP’ê ya ku bi beşdariya endamên meclîsa partiyê, serokên rêxistinên bajaran û şaredaran li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê li dar xist qediya. Di civînê de li ser stratejiya hilbijartinê ya DTP’ê û metoda 'namzetiya serbixwe' hate sekinandin. Xalên rojevê yên bingehîn ên civînê, ‘hilbijartin û namzetiya serbixwe', 'îtifaq' û 'agirbesta PKK'ê bûn. Civîn ji rojnamevanan re girtî pêk hat.
Diyarname-Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî li Parlemena Ewropayê (PE) di Beþa Komîsyona Têkiliyên bi Derve re de axivî û li ser pirsgirêkan dîtinên xwe anî ziman. Ji axaftina Barzanî çend not:
Azadiya Welat-Bersûcê Doza Þemzînanê Serbaz Alî Kaya di girtîgehê de jî ji rojevê nakeve. Derket holê ku Alî Kayayê wekî Aliyê Mutkî tê nasîn di Girtîgeha Leþkerî ya Wanê de bi telefonê sîxurên xwe yên endamî JÎTEM’ê ne koordîne dike û talîmatan dide wan. Azadiya Welat derxist holê ku Kaya hê jî tiþtên ku dixwaze bi hevalên xwe yên li derve ne dide kirin.
LONDRA (DÎHA) - Avahiya saziya çapemeniyê ya îngîlîzan BBC, ji aliyê komek çalakgerên kurd ve hate dagirkirin. Çalakiya ku ji aliyê 15 kesên dixwazin balê bikþînin ser rewþa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, didome.