28 09.2007-Êrîþ QOSER - Dogan ÇETÎN / ANF
Mehmet Saît Yildirim ku JÎTEM’ê ew ji bo sîxuriyê þande Qadên Parastina Medya ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hate girtin. Yildirim di lêpirsîna xwe de bi berfirehî behsa detayên planên sûîkast û jehrdayîna rêveberên KCK’ê kir. Yildirim yek bi yek behsa rêbazên JÎTEM’ê yên ajantiyê kir. Yildirim got ku ew rastî gelek îþkenceyan hatiye û piþtî ku wî ajantî qebûl kiriye jî ew hatiye perwerdekirin. Yildirim aþkera kir ku piþtî hatiye perwerdekirin, cîhazekî sînyalan davêje li ser wî hatiye bicihkirin û ew çûye Qada Parastina Medya.
ÇAWA BÛ AJAN?
M. Saît Yildirim ku li gundê Uzunlara bi ser navçeya Haniya Amedê rûdine pêvajoya ajaniyê wiha vegot: “Di sala 2006’an de gerîla bi ser þantiyeyekê de girt û kesê bi navê Mehmet Kaçmaz jî esîr girt. Ez bûm navbeyinkar da ku Mehmet Kaçmaz serbest bê berdan. Dema min têkilî bi gerîliyan re danî xizmê min ê ligel min dîmenên min kiþandin û ew dan JÎTEM’ê. Piþtre ez revandim û ez tehdît kirim. Têkiliya min a bi JÎTEM’ê re dest pê kir.”
ÎÞKENCEYA GIRAN
Piþtî ku M.Saît Yildirim ajanî qebûl kir, endamên JÎTEM’ê yên bi kodên Sakalli û Doktor Ahmet tên nasîn ew birin Biryargeha Leþkerî ya li Seyrantepeyê û ji wir jî birin Fermandariya Kolorduya 7’emîn a li Ofîsê. Piþtre fermandarekî cilên leþkerî li ser ew teslîmî endamên JÎTEM’ê kir. Yildirim wiha got: “Îþkenceyên giran li min kirin. Ez ji ser xwe çûm. Dema hiþyar bûm, di nava xwînê de mabûm. Nexþe anîn û ji min xwestin ku ez cihên gerîla nîþan bidim.”
DÎMENÊN HOVANE
Li avahiya MÎT’ê ya li Amedê dîmenên hovîtiyê nîþanî wî didin. Yildirim wiha behsa van dîmenan dike: “Gerîlayên jin ên ku birîndar di dîmenan de hebûn. Leþkeran tecawizî gerîlayên jin ên birîndar an jî yên jiyana xwe ji dest dane dikir. Hin mirov zindî zindî li du erebeyan ve dihatin girêdan û rakiþandin. Di dîmenekê de hin mirov di malên wan de dihatin þewitandin û cenazeyên gerîla davêtin ser hev û pîþtî ku mazot rijandin ser, ew diþewitandin.”
OPERASYONA EWIL
Piþtî ku zelal bû ku dê Yildirim bi JÎTEM’ê re bixebite ew ji bo operasyona wî ya destpêkê tê amadekirin. Yildirim wiha behsa operasyona xwe ya yekemîn dike: "Ez teslîmî endamên MÎT’ê yên bi navên 'Ozan' û 'Kemal' kirim. Piþtre di bin fermandariya Fatîh de me xwe ji bo operasyonê amade kir. 7 helîkopter li gel hev rabûn û ez jî xistim hundirê yek ji wan. Em çûn Licê û min cihên ku dizanîn nîþanî wan didan. Li jêr jî tevgereke mezin a leþkeriyê hebû.”
BI WALÎ RE CIVÎN
M. Saît Yildirim got piþtî ajantiya wî fermî bû, MÎT’ê 3 rojan ew perwerde kirine û wiha pê de çû: “Em tevî 40-50 ajanan ketin perwerdehiyê. Min hin ji wan nas dikirin. Li ser sahneyê kesên ku perwerdehî dida hebûn. Li kêlekê jî mirovên girîng. Roja ewil Waliyê Amedê Efkan Ala jî li wir bû. Ew jî li ser tiþtên ku dê li Amedê di nava gel de bên kirin ji me re vegotin. Heta wî behsa rêbazên ketina nava çalakiyan jî kir. Li ser rêbazên tahrîkirina gel jî sekinî.”
QADA NÛ: BAÞÛR
M. Sait Yildirim piþtî ku bawerî da JÎTEM û MÎT’ê ji bo wî pasaportek taybet tê derxistin û wî diþînin baþûrê Kurdistanê. Ji Yildirim tê xwestin ku der barê tiþtên di dema dawî de li Qendîlê pêk tên agahiyan bide. Li gorî plana bi navê ‘Daralînk’ dê cihên rêveberên pêþeng ên KCK’ê bihata tespîtkirin û li dijî wan êrîþên hewayî pêk bihata. Ji bo vê yekê jî di warê teknîk de M. Saît Yildirim hate amadekirin û ew þandin Mexmûrê û derbasî Qadên Parastina Medya bû.
JI BO CIHÊ RÊVEBERAN SÎNYAL
Ajanê bi navê M. Saît Yildirim, anî ziman ku ew ji bo gelek peywiran þandine Qadên Parastina Medya. Yildirim wiha behsa peywira xwe dike: “Armanca min ew bû ku bi sînyalan cihên rêveberên KCK’ê aþkera bikim û rê li ber êrîþeke asîmanî vebikim. Her wiha cihên ku çekên giran lê hene jî min dê bi sinyalan diyar bikira. Heke ez tengav bibam jî min ê xwe bigihanda endamên JÎTEM’ê yên li baþûrê Kurdistanê. Yildirim piþtî ku çû Qadên Parastina Medya hê perwira xwe bi cih neanî ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hate girtin.