Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

BAZARA XWÎNÊ: Dê jehr bixista semawerê çayê 6
Geschrieben von admin am Mittwoch, 03. Oktober 2007
löjl
özel dosyalar BEHDÎNAN - 3.10.2007 Keça kurd ya bi navê Necla MAY 18 salî ye. Ew ji gundê Elîvêrena Qerqeliya Wanê ye. Necla MAY li gund dibe hevala kesa bi navê Hulya CAR. May ji aliyê Hulyayê ve tê xapandin, dibe ajan û diçe Herêmên Parastina Medyayê. Li qada gerîla ligel Xeyrî (Erdal) û Cîhan kar û barê ajaniyê dike. Xeyrî û Cîhan jî beriya Necla May ji aliyê Hulyayê ve ji bo ku ajaniyê bikin hatine þandin.
Piþtî ku ajanê bi navê Xeyrî û Cîhan tên girtin di lêpirsînê de navê Neclayê jî didin û ew jî her tiþtî îtîraf dike. Di lêpirsînê de derdikeve holê ku Necla May bo ku jehrê bide Alî Haydar Kaytan bi hin tiþtan hatiye xapandin û þandine qadên gerîla. Demeke kin ku ji jehrdayîna Alî Haydar Kaytan poþman dibe û dev ji jehrdayinê berdide. Necal May aþkera kir ku ew hatiye xapandin.

‘KES NIZANE EW ÇI KARÎ DIKE’

Necla May di sala 1989’an de li gundê Elîbelena Qerqeliya Wanê hat dinê. Diya wê dimire û piþtî ku bavê wê dizewice gelek berpirsyarî li ser wê dimîne. Di vê demê de jî Hulya Car nas dike. Her ku diçe pirtirê dema xwe bi wê re diborîne. Hulya 22 salî bû, lê hê zêdetir nîþan dida. Ew li ber malbata xwe dima. Destpêkê de ji min hez nedikir. Lê di nava demê de hezkirina wê ya bo min pir zêde bû. Demekê birê Hulyayê yê mezin neclaa.jpgmal terikand. Wî zanibû ku Hulya kar û barên xirab dike. Ligel îtîrazên birê wê jî malbat xwedî li Hulyayê derdiket û digot em bi xêra wê bûne dewlemend. Lê kesê nedizanî ka Hulya çi karî dike.

EROÎN VEDIXWAR Û DIGUHERÎ

Jina bi navê Hulya Car di nav gund de jineke pir esrarengîz bû. Li gund pir nedima. Diçû navçeyên Wanê digeriya. Gelek kesên biyanî û navdar bi wesayîtên taybet dihatin dîtina Hulyayê. Pereyê wê pir bû. Pir û pir dewlemend bû. Carna pere didan min jî. Narkotîk bi kar dianî û heb dixwarin. Dixwest ez jî narkotîkê bi kar bînim. Digot mirov rehet dike. Hin caran jî reng û bergê xwe diguherandin û perûk dida serê xwe. Carna ez diçûm mala Hulyayê. Heke mêvan heba nedixwest ez herim mala wê. Digot ‘here piþtî ku mêvan herin careke din were.” Carna jî rûyê Hulyayê wekî ku lêdan xwaribe reþ dibû. Birayekî wê yê bi navê Erdal, ku navê wî yê rast Sezai ye hebû. Têkiliyên wî bi Hulyayê re pir germ bûn. Her tim bi hev re bûn.

‘QÎZÊ ÇAVÊ TE LI JOR E’

Piþtî ku têkiliya min a bi Hulyayê re xurt bû bala malbata min û gundiyan kiþand. Ji ber vê têkiliyê malbat û gundî ji min dûr ketin. Çiqas ez çûm cem Hulyayê, gundiyan êdî ji min nefret dikir. Bavê min, birayê min ên biçûk jî nedixwest ez bi Hulyayê re rabim û rûnim. Ez hiþyar dikirim û digot ew jineke xirab e. Lê min guh nedida wan û Hulya diparast. Ji ber vê çend caran min û bavê xwe li hev xist. Min ji bavê xwe re digot ma çima mêvanê me jî wek ên Hulyayê nayên û pereyê me tune ye. Bavê min ji min re digot ‘qîza min çavê te li jor e.’

‘NAVBERA WE ÇÊKIM’

Hulyayê her tim qala mêran dikir. Dixwest bala min jî bikiþîne ser mêran. Rojekê ji min re got ku keçê tu xweziya xwe bi kîjan xortî tînî ji min re bêje ku ez navbeyîna we çêbikim. Li gundê me Erdalê kurê Ferzende hebû û pir li gund nedima. Diçû Bodrûmê, Stenbolê dixebitî. Gundiyên ew pir nas nedikir. Heta 22 saliya xwe li derve ma. Min li dikanê mêze dikir. Dihat dikanê û diçû. Bi min re diaxivî. Digot Hulya pir qala te dike. Ez ê li gund pir nemînim. Jixwe li Bodrûmê karê min heye. Piþtî ku bizewicim ez ê herim. Dema ku cigareyek bikiriya bihayê du cigaran dida min. Min ew hiþyar dikir lê wî digot ne xem e. Ez dixwazim zêde bidim te. Bi vî awayî Hulyayê ew bi min da nasandin û digot mêze Erdal ji te hez dike û dixwaze bi te re bizewice. Hulya bi Erdal re axiviye û xwestiye ew jî li dora min bigere û têkiliya xwe û Neclayê baþ bike. Erdal çend caran bi telefonê li min geriya min çêr lê kirin. Lê Hulyayê ez hiþyar kirim û bi nêzîkahiyên xwe hewesa mêran di dilê min de zêde kir. Piþtî demekê Erdal doza zewacê li min kir. Hat ez ji malbatê xwestim. Lê malbata min nerazîbûn nîþan da. Got ev zûpeyek e û ez qîza xwe nadimê. Lê min got na ew mirovekî baþ e. Lawê malbateke dewlemend e. Heta Erdal ji dûr ve xizmê Hulyayê bû. Hulya jî hate mala me. Lê bavê min ew jî qewirand. Lê roja din ez çûm ji ber vê ji Hulyayê lêborîn xwest. Piþtî vê jî Erdal li min geriya û got were bi min re em birevin. Lê min qebûl nekir.”

‘EW JI BER DERDÊ TE ÇÛ’

Rojekê Hulyayê bi mesajê xwest ku ez herim mala wan. Hulyayê got ji ber ku bavê te, tu nedayî Erdal ew sibê diçe. Diçe çiyê. Roja din li nav gund belav bû ku Erdal çûye. Ez li birê Erdal geriyam, lê ew jî ji min xeyîdî û telefon li rûyê min girt. Beriya ku telefon bigirta ji min re got ku ‘Erdal ji bo te çû’ û ez naxwazim careke din te bibînim. Piþtî vê ez ji bavê xwe aciz bûm. Min bi wî re xeber neda. Nan nedixwar. Lê bavê min digot min ev hemû ji bo te kirine. Di nava demekê kin de tu dê min fêm bikî.

TU DIXWAZÎ HERÎ NAV PKK’Ê?

Li ser daxwaza bavê xwe ez bûm destgirtiya lawê xaltîka xwe. Hulyayê ji min re digot heke Erdal pê bihese dê întîxar bike. Min jî bawer dikir. Hulyayê paþê nimareyeke telefonê da min. Ji min xwest ku ez li wî bigerim. Ez geriyam. Got navê min Behmen e. Lê dema bavê min ez dîtim, min got bi destgirtiyê xwe re diaxivim. Roja din careke din li min geriya û ji min pirsî da ku ez dixwazim biçim PKK’ê ? Piþtî vê ez çûm min ev tiþt ji Hulyayê re gotin. Hulyayê jî got baþ e, va ye gelek kes diçin, tu jî here. Lê min ew red kir.”

DEM DEMA TOLHILDANÊ YE

Hulyayê rojekê ji min pirsî; ‘tu dizanî em ji bo çi te diþînin çiyê.’ Min got çima? Got ku ne ji PKK’ê bûya dê bijîþk bihata gund û dê diya te nemiriba. Ji ber hinceta ‘terorê diya te mir. Yên ku jiyana te xira kirine ew in.’ Min jî ji diya xwe pir hez dikir. Ji ber vê yekê di dilê min de ‘dijberiya PKK’ê’ zêde bû. Hate asteke wisa ku êdî min ji PKK’ê nefret dikir. Lê ez ji PKK’ê jî pir ditirsiyam. Birê min qaçaxçîtî dikir. Hespê me dihat girtin digot PKK wisa dike, PKK destûr nade. Piþtî ku hêrsa min zêde dibû bala min dikiþand ser Erdal. Digot ku Erdal bo te çûye. Tu jî here cem wî. Li dû wê jî digot tu naxwazî bibî weke min. Tu naxwazî weke her kesî bê nasîn û dewlemend bibî. Min jî got belê ez dixwazim. Wê jî careke din bal kiþand ser mijara diya min û got: “Dem dema tolhildanê ye. Here û tola xwe hilde. Heke tu tolê hildî dê dewlet destekê bide te. Here cem Erdal. Ew ê rê nîþanê te bide.”

‘HULYA BI MIN DIKENÎ’

Hulya þevek hat malê got haydê em derdikevin. Mêze Dogan vaye li paþ e. Dogan mirovê me ye. Wî ez birim. Min di ser dîwar de xwe avêt. Li hespê siwar bûm. Hulyayê bala min kiþand û wiha got: “ Tu here ez va ye têm:” Em bi hespê 3 an jî 4 saetan meþiyan û hatin gundekî. Hulya jî li wir bû. Bi wesayîtê hatibû. Ji wesayîtê peya bû. Mirovek din jî li kêleka wê hebû. Careke din þîret li min kir. Got Erdal ji te çi bixwaze divê tu wisa bikî. Ji gotina Erdal dernekeve. Ji min re got tu dê dîsa vegerî. Min got dibe ku malbata min qebûl neke. Lê wê got ku malbata te dê bi te rûmetdar be û dê Tirkiye alîkariya malbata te bike. Piþtre kesekî bi navê Behmen hat û ew kesê ku ez pê re bi telefonê axivîm ew bû. Em bi erebeyê 3 saetan çûn. Cilên îraniyan li min kirin.”

QÎZA DEVÊ WÊ GIRÊDAYÎ

Em derbasî hêla Îranê bûn. Em çûn malekê. Di odeyeke malê de qîzeka biçûk ku devê wê girêdayî hebû. Qîza reben di nav tirs û xofê de dixuya. Lê min nizanibû ku ew qîz ji bo çi devê wê girêdane û anîne wir. Dema ku mirovê min anî derket der û ez tenê li malê mam. Ez çûm derê odeya din vekir. Lê nihêrt ku qîza devê wê girêdayî li wir e. Derdora 12 salî bû. Piþtî ku min devê wê vekir jê pirsî tu çi dikî çima li vir î. Wê got ‘tu li vir çi dikî ev mirov mirovên xirab in.’ Lê min got ‘na’. Ev mirovên baþ in. Bi vê axaftinê re mirovê ku ez birim careke din hat û li min hêrs bû û got: “Tu li vir çi digerî?” Min bersiva ku tiþtekî nakim bi wê re diaxivim da. Li min vegerand û got: “Ev qîza min e min ceza daye wê. Li ser vê keçik qîriya û got na!.. Ez ne xwîþka te me. Min jî gunehê xwe bi keçika biçûk anî û jê xwest da ku wê berde. Lê li min hêrs bû û ji min xwest da ku ez tevli wan nebim û ez ji wir derxistim.

Em ji gund derketin careke din derdora 4 saetan di rê de meþiyan. Em çûn malekê. Sê çar kes li malê hebûn. Ji wana yekê bi telefona destan wêneyê min kiþand. Ji wana yekî got ku birayekî wî jî li gerîlaye û navê wî jî Cîhan e û divê tu herî wî bibînî. Paþê ez hîn bûm ku Cîhan jî kesê ku bi Erdal re hatibû girtin. Yanî ew mirov jî birayê ajanê bi navê Cîhan ku ligel Erdal (Xelîl) hatiye girtin e.

POÞETA ESRAR Û EROÎNÊ

Kesê bi navê Behman di mala dawiyê de poþetek danî ber min. Ji min xwest ku ez wê poþetê bidim Erdal û Cîhan. Dema ew derketin derve û di navbera xwe de xeberdan min jî poþet vekir ku çi mêze kim… Di poþetê de esrar û eroîn hebû. Tiþtekî din ê di nav poþetê de pêçandî hebû lê min fêm nekir çi ye. Dibe ku demance be. Min ê poþet bikira çentê xwe. Lê di wê demê de jî Behman vegeriya û li min mêze kir. Behman hêrs bû û got tu çima poþetê vedikî. Ne eyb e, ew emanet e û me daye te. Lê paþê poþet hilda û bir. Em wê þevê li wir man. Bi banga sibê re em rabûn û bi rê ketin. Lê poþet nedan min. Behmanê birayê Cîhan notek nivîsand û da min. Ji min xwest ku ez wê notê bidim Cîhan û Xeyrî (Erdal). Min got ku Xeyrî kî ye. Bi min dan zanîn ku Xeyrî koda Erdal e. Ez li wê hîn bûm ku koda Erdal Xeyrî ye. Piþtre ez teslîmî yekî din kirim. Li dû vê jî em hatin Herêma Parastina Medyayê.

“HEKE EM HER SÊ YEK BIN…”

Dema Necla tê Herêma Parastina Medyayê wê dibin kampa þervanên nû. Necla diyar dike ku wê Xeyrî û Cîhan li wir di nava gerîlayan de dîtiye. Necla li wir navê Sema digire. Sema, çawa van mirovan dibîne nota ku bi xwe re tîne dide wan. Ew Neclayê (Sema) bi coþ û bextewarî pêþwazî dikin. Necla agahî dide wan ku dê Hulya 10 an jî 15 ajanên din li dû wê biþîne. Cîhan li ser vê dizivîre û ji Necla May re wiha dibêje: “Heke em her sê bibin yek em çi bixwazin dê karibin bikin. Divê kesên ku Hulya wan diþîne divê mirov ji wan bitirse.”

‘DI ÇEND DEQÎQEYAN DE DIMIRE’

Hulya Car beriya ku Neclayê biþîne pir þîretan lê dike da ku li qadên gerîla ji gotina Xeyrî û Cîhan dernekeve û gotinên wan bîne cih. Ajanên bi navên kod Xayrî û Cîhan ji Neclayê dixwazin ku jehrê bike nav çaya Alî Haydar Kaytan (Fuat) ku rayedarê payebilind ê PKK’ê ye. Necla May di deqîqeya dawî de ditirse û dev ji jehrdayînê berdide. May bûyerê wiha tîne ziman: “Xeyrî dermanek derxist û da min. Paþê min fêm kir ku ew jehr e. Ji min xwest ku ez beriya taþta sibehê, vî dermanî bixim nava semawera çayê. Min derman girt. Bi þev di nav nivînan de fikirîm. Min got ez ê vî dermanî çawa bixim nava çayê? Bi þev min xewnên xirab dîtin. Min malbata xwe dît. Di bin bandora xewnê de mam û tirsiyam. Çawa ez hiþyar bûm, min ew derman avêt.” Serê sibehê min ji bo hevalê Fuat çay bir. Xayrî û Cîhan ez diþopandim. Min ji wan re gotibû ku min jehr avête nava semawer. Ew di nava xwe de diaxivîn û digotin dê di nav çend deqîqeyan de dê îþê wan biqede. Lê roja din gotin ka tiþtek nebû û min jî ji wan re got ku min derman nekiriye nav semawerê. Ji min pirsa jehrê kirin. Xwestin ku ez cihê jehrê ji wan re bêjim da ku em herim ji wir bigirin û bînin. Lê min jî got qet nayê bîra min ku min ew avêt ku derê. Xeyrî ji ber vê ji min pir qehirî û sîleyek li min da. Ez giriyam. Ez hiþyar kirim. Li gorî gotina wan heke ez îtîraf bikim dê gerîla ez jî bikuþtama. Lê min dixwest ku hin tiþtan aþkera bikim. Lê min nizanîbû çawa aþkera bikim. Hê paþê ji min lêborîn xwestin. Lê ji bo ku Hulyayê yeka mîna min þandiye hêrsa xwe dianîn. Ji xwe re digot ku kesa ku Hulya biþîne ancax dê ew qas be.

Hê paþê dema ku belav bibin hatin û bi min re axivîn. Diyar kirin ku ew diçin Behdînanê. Xwestin ku ez jî piþtî wan daxwaz bikim ku min jî biþînin Behdînanê. Lê dan zanîn ku dê li vir kesek tim min biþopîne. Ez pir ditirsiyam. Hin caran ji ber vê ez tenê newêrebûm nobedariyê bigirim. Dema cihên me hatin diyarkirin min xwe ji bo Behdînanê pêþniyar kir. Lê ez neþandim Behdînanê, þandime cihekî din.

Di nava demê de min ji hemû hevalên li wir hez kir. Min her tiþt ji bîr kiribû. Êdî min pirtûk dixwendin. Ji ber ku ez di nav hevalan de mam min her tiþt bi çavên xwe dît derewên ku ji min re hatibûn ez bi wan dikeniyam. Digotin gerîla hemû esrar û eroînê bi kar tînin.

‘LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Piþtî ku kesê bi navê Xeyrî (Erdal) û Cîhan diçin Behdînanê Hêzên Parastina Gel der barê wan de lêpirsîn dide destpêkirin û di encamê de derdikeve holê ku ew ajan in. Ajanên bi navê Xeyrî û Cîhan li xwe mikûr tên ku Necla May (Sema) jî wekî wan ajan e. Li ser îtîrafa wan Sema ji cihê dimîne tê girtin û dest bi lêpirsîna wê jî tê kirin. Sema ji serî heta dawî çi di serê wê de boriye tev ji komîsyona lêpirsînê re rêz dike.

Li qada gerîla þansekî didinê. Sema piþtî lêpirsînê diyar dike ku ew xwe pir azad hîs dike. Necla May ji bo malbatên kurd jî bang dike û wiha daxwazên xwe pêþkêþ dike: “Divê malbat baþ xwedî li zarokên xwe derên. Wek kesên mîna Hulyayê pir in. Ew ciwanên kurd dixapînin, bi gelek derewan û pêþkêþkirina hin pereyan dikin nav kar û barên pîs. Bi taybetî jî ciwanên kurd ên feqîrê wek min tên xapandin. Divê ciwan jî neyên van dek û dolaban. Wan ez xapandim. Min nizanibû Ajan çi ye û tê çi maneyê. Min digot qey tiþtekî pir mezin e. Lê bila hin kesên din neyên xapandin. Xwedê biparêze, hindik mabû ku min dê felaketek bikira. Ji bo pereyan û tiþtê eletewþ ciwanên kurd dixapînin. Ez jî ji ber ku feqîr bûm, min ji malbata xwe nefret dikir. Min biryara xwe da. Êdî ez ê li van çiyan têkoþîna gelê xwe bimeþînim. Ji bo ku ez bibim þervaneke baþ û gerîlayeke hêja çi lazim be ez ê bikim.

DOGAN ÇETÎN - ÊRÎÞ QOSER / ANF
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 0
Stimmen: 0

Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema özel dosyalar: