Serdil Roni
Komîtiye Ji Nûve Avakirina PKK’ê bi qasî 70 kesî re dest bi perwerdehiyê kir. Armanca perwerdehiyê ew e ku xêz û bingeha îdeolojîk a nû ya PKK’ê diyar bike. Her wisa mebest ew e ku modela rêxistinî ya PKK’ê û pîvan, kesayetî û taybetiyên kadroyên wê jî bên kifþkirin. Me li bi þagirtên Dibistana Ji Nûve Avakirinê re, li ser salvegera damezirandina PKK’ê ya 27’emîn axivî. Kadroyên ku tevli jiyan, þer û þoreja PKK’ê bûne û di nava bi hezaran gerîla de ji bo damezirandina PKK’ê hatine diyarkirin. Hemû þagirt niha di nava heyecan û çoþeke mezin de ne.... Avakerên PKK'a nû pirsên me bersivandin....
Ekîn Sanem, gerîlayeke ciwan e û di 25 saliya xwe de ye. Þîara wê temsîlkirina têkoþîna azadiya gelên li Tirkiyeyê dijin, a di nava PKK’ê de ye. Ew di wê baweriyê de ye ku heta mirov xwe negihîne taybetî û kesayetiya Kemal Pîr ne mimkûn e ku mirov bibe PKK’yî. Hûn sazkirina PKK’ê çawa dinirxînin?
Dema ku Serokatiyê di hevdîtinan de behsa avakirina nû ya PKK’ê kir, me bi hevalan re li ser mijarê hin nîqaþ kirin. Me hewl da ku li ser vê mijarê hinekê bibin xwedî fikr û raman. Jixwe rêxistineke me hebû. Lê pirsgirêkên ku me dijayan jî li ber çavan bûn. Her çi qas li qada ku ez lê dixebitîm çênebibin jî her tim agahiyên veqetîna kadroyan ji rêxistinê dihat guhên me. Vê yekê di aliyê psîkolojîk û hestyarî de bandor li ser me dikir. Li gel bîranîna þehîdên me ku ji me re digotin tekoþînê bilid bikin, rewþa kesên ku diketin nava xiyanetê jî hebû. Vê yekê hestên tevlihev di dilê me de çêdikirin. Dema ku Serok APO got; “Em PKK’ê ji nû ve ava dikin’ min zanîbû ku ev yek mecburiyetek an jî pêwîstiyek e. Xwegihandina giyan, çoþ û evîna azadiya ya PKK’ê dîsa çoþ û heyecanek mezin çêkir. Ev bersivek bû ji bo kesên ku digot; ‘belav bûn, qediyan’.
Serokatiya me di parêznameya xwe ya dawî de, bi perspektîfên xurt û berfireh wekî pêwîstiyeke ev peywire daniye ber me. Em di demeke ku pêwistiya me bi nûkirina kesayetî û karekterê xwe heye de dijîn. Di vê rewþa ku em ev qas pirsgirêka dijîn de divê em li gorî van perspektîfên tevbigerin.
Divê em xwe bigehînin asta rastiya cîhanê. Divê mîlîtaniya PKK’ê ya dema pêþîn bi pîvan û taybetiyên hemdem re bikin yek. Hewcedariya me bi fedekariya berê û ramana nû heye. Divê em bigihijin asta ku pêþengiyê ji gelê xwe re bikin. Di vê çarçoweyê de avakirina PKK’ê ji bo me azadiya gelê me gelek girîng e. Di demên dawî de em wekî bedeneke ku dibin êrîþên mikroban de maye bûn. Demanê me PKK ye. Û partîbûna li ser xeta PKK’ê ye.
Em bi îdîa ne ku li ser taybetiyên kesayetiya Kemal Pîr, û xeta berxwedanê ya Berîtanê giyana veþartî ya PKK’ê derxînin holê û ji nû ve bijîn. Ez bi kêf û çoþa damezirandina PKK’ê hemû kesî ji dil û can slav dikim …
‘Dema PKK’ê demeke cuda bû’
Hîvda Rûken ku bi gotina ‘heval PKK gelek cuda bû’ dest bi axaftina xwe dike û dibêje: PKK! evîn, bi zanebûn xebatkirin û belkî jî ‘Parastina Gelekî’ be. Hûn çi dibêjin?
Tevgera me gelek mezin bû. Her kes dizane ka di cîhanê de gihiþte kîjan merhelê. Lê di dema mezinbûnê de gelek aliyên wê ne rûniþtibûn. Ez gelek fikirîm ku çima Serokatiyê navê ‘Parastina Gelekî’ li parêznameya xwe ya dawî kir. Pirsa vê di nava wê pirtûkê de veþartîbû. Ji ber ku têkoþîna me parastina gelekî bû. PKK ji bo vê yekê hate damezirandin. Destpêkî jî armanca yekemîn ev bû. PKK’yiyan bi evîn û heskirin ev yek kir. Her tiþt bizanebûn kirin. Bi bi þeref çûn mirinê jî. Niha di avakirina PKK’a nû de ev giyan û çoþ pir girîng e.
Jixwe PKK her dem hebû. Hebûna wê tiþtekî pir cuda bû. Ziyan û taxrîbat dît lê tu caran ji hole ranebû. PKK wekî giyanekî her tim di dilê me de jiya. Niha dema zindîkirina wê giyana veþartî ye. Ji ber ku ev projeya Serokatiyê ye hêj zêdetir mirov bi can û ruh hewl dide ku bi cih bîne. Rastiya ku em lê digerin ew e ku em dîsa xwe bigehînin rastiya PKK’ê. Ev yek di vê demê de pêwîstiyeke girîng e ji bo me.
Mirov nikare tengasî û aloziyên ku tevgera me dijî bi kesan an jî bi cihekî ve girêde û mirov nikare van pirsgirêkan bi mûdaxeleyên demî çareser bike. Ya esas ew e ku mirov bi xwe xwe ji nûve ava bike û mûdaxeleyî xwe û kesayetiya xwe bike. Bi awayî xwe tevli îradeya giþtî bike. Ez pêvajoya avakirinê wekî pêvajoya bihêzbûnê dinirxînin. Bi dil û bi evîn ez hewl didim ku fêm bikim. Wisa hîs dîkim ku hêza min zêde dibe. Bêguman kêmasî û qelsiyên me jî hene. Bivê û navê jî , dê kêmasiyên vê xebatê jî hebîn. Lê gelek nirx heta îro hatine afirandin. Lê gelek caran di rêbaz û þêwaza xebata me de þaþî û qelsî derdikevin. Diyar e ku hê jî me gelek aliyên vê rastiyê nezanînen û fêm nekirine.
Girîng e ku mirov xebata xwe îdealîze neke û da ku armanca mirov wekî xeyalekî nebe. Utopyaya PKK’ê îro wekî xwenekî li kêleka me be jî, sibê wekî rastiya sibê nêzîkî me ye. Em hewl didin ku bi awayekî rexneyî nêzîkî paþeroja xwe bibin. Serok APO bi xwe di parêznameya xwe ya dawîn de bi awayekî nedîtî xwe-rexneya xwe dide. Niha dora me ye. Divê em bi înkarê nêzîkî paþeroja xwe nebîn û bi rêbazên zanîstî li ser rawestin. Divê tecrûbeya kevin bi zîhniyet û zanîstiya nû bê ba heve û bibe yek. Niha armanca me ya herî mezin ev e.
Serkeftin þans û armanca ye ya bê alternatîf e.
Her wisa di nava PKK’ê de têkoþîna azadiya jinê jî hatiye afirandin. Jinê di nava PKK’ê de xwe ji nûve afirand. Niha jî divê bi hêzeke xurt tevli avakirina PKK’a nû bibe. Ji bo azadîxwaziya rêxistina ku were avakirin ev girîng e.
‘PKK’yî bûn giyanek e’
Omer Urfa, gelek salan beriya niha têkoþîn nas kiriye. Piþtî salên dirêj ên di zîndanê de xwe gihand çiyayên azadiyê. Niha ji bo vejandina giyana PKK’ê kedê dide. Me piras ‘hûn avakirina PKK’a Nû çawa dinirxînin ?’ jê kir.
PKK’yîbûn giyaneke ku di kûrahiya dilê me de pêk hatiye ye. Tevlibûna me ya têkoþînê bi nasîna PKK’ê pêk hat. Jiyana PKK’yî pir cuda bû. Axaftin, meþ, diyalog û heskirina wan cuda bû. PKK’yîtî nasnameyek e. Min wekî kesekî ji xwe re got ‘divê ez bibim PKK’yî’. Di bingeha kêmasiyên ku tevgera me jiyan de, bandora negihiþtina vê giyan û nasnameyê hebû. Mesele ne ew e ku mirov tenê li gorî tuzuk û bernameya wê tevbigere. Ev giyanek e. Þoreþa ku li Kurdistanê pêk hatî bi vê giyanê pêk çêbû. PKK’yîtî redkirina pergala heyî ye. Her rêxistin û xwediyê utopyayekî ye.
Gotineke wekî ‘þoreþê zarokên xwe xwarin’. Li cem me jî hinekê wisa bû. Bêguman me gelek nirx afirandin û e yek bi PKK’ê pêk hat. Lê niha peywira avakirina PKK’a Nû wekî acîliyetekî le ber me ye.
Min bi zanebûn û heskirineke mezin dest bi vê xebatê kir. Dema ez hatîm gelek hevalên bi xwestek hebûn. Hemû kes dixwaze ku PKK dîsa were avakirin. Jixwe me tu caran dest ji giyana PKK’ê berneda. Niha jî dema ku em behsa Tevgera Apoyî dikin, em dibêjin ‘PKK’. Niha bi dehan rêxistin û saziyên me hene. Lê tu ji wan qasî navê PKK’ê nêzîkî me nîne. Ez jî dixwazim xwe bigihînim vê giyanê. Ez jî dixwazim wekî nasnameyekî li vê giyanê xwedî derkevim.
Niha em dixwazin ku di çarçoweya paradîgmaya nû de û bi giyana PKK’ê ya berê ji nûve xwe bi rêxistin bikin. Hin aliyên PKK’ê hebûn ku tu carî nehatin guherîn. Wekî mînak em wekî tevger her tim antî-emperyalîst bûn û niha jî wisa ne. Me her tim têkoþîna rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn esas girt û niha jî armanca me ew e. Divê mirov aliyên kevin û nû yên ku diþibin hevdu baþ fêm bike. Di rasitiya PKK’ê de tu caran armanca sereke ne ew bû ku kurd jî bibin xwedî dewletek. Niha jî armanca sereke ne ew e. Armanca me ya sereke ne ew bû ku em bibin desthilatdar niha jî ne wisa ye. Em ji bo azadiyê derketin çiyan. Em ji bo wê ji mirinê re jî amade bûn. Em ji bo azadiyê ketin zîndanan jî. Hin kes dibêjin PKK’ê hêza xwe ya dewletbûnê winda kir û ji ber wê yekê jî îdeolojiya bêdewletiyê hilbijart. Lê rastî ne wisa ye. Ev yek di destpêkê heta niha heye. Wekî mînak; Serok APO, di salên nodî de digot ku heke ji bo berjewendî û azadiya gelan bi pêwîst be, ew dikare bi þeytanî re jî rûne. Ew kesên ku têkiliyên me yên bi dewletên cîhanê re rexne dikin divê vê gotinê bînin bîra xwe. Ango PKK bi þeytanî re rûniþtiye. Lê ev nayê wê wateyê ku dê dest ji nirxên xwe yên pîroz berde. Divê mirov gelek îdealîst nebe, lê ew nirxên ku ji bo me hatine afirandin pîroz in. Keda ku hatiye dayîn pîroz e. Niha em neçar in ku wê kedê pêþve bibin. Em niha biyar in ku emê avakirina nû pêk bînin û emê bi ser bikevin.
Cîgirê Serokê Konseya Rêvebir a Kongra Gel Duran KALKAN:
Divê kadro xwe ji bandora komployê rizgar bike
Divê her kes rêza Serokatiyê fêm bike. Divê rêza nû bê fêmkirin. Kes nikare bêje min dizanî. Serokatiyê bi rexnedariyeke bingehîn rêzeke nû ava kir. Ev ne tenê bi serê nevê PKK’ê, her wiha bi ser navê tevgera sosyalîst a 150-200 salî kir. Li tevgera sosyalîst, bi rexnedariyeke bingehîn nûbûneke xurt derxist holê. Lewma bi zanîna rêza kevin, pêkanîna kadroyî ya nû ne mimkûn e. Her wiha divê hemû kadro Paratîgmaya Civaka Azad û Ekolojîk a Serokatiyê di paraznameya xwe ya dawiyê de diyar kiriye, fêm bikin. Divê kadro xwe ji rêza netewegir, þerxwaz, nijadperest rizgar bike ango divê kadroyên dema nû xwe ji xêza mêtînger û berjewendîparêz rizgar bikin û divê rêza civaka demokratîk a azadîxwaz, wekhev ku li ser hevsenga xweza û civakê ava dibe pêk bê. Apoyî, sosyalîzma apoyî ji vê derbendê derbas bûye û xwe gihandiye rêza azadî, wekhevî û civaka demokratîk.
Her kesê ku dixwaze bibe kadroyê vê pêvajoyê divê pirsgirêkên heyama li dijî Komploya Navneteweyî çareser bike. Xala din a sêyem jî bi vê ve girêdayî ye. Karê her kesê ye ku tafsiyekarên provokatîf têk bibe. Kêm-zêde derûnî, hest, raman û rewþa manewî ya hemû kadroyan bandora xwe li ser rêza jiyana nû kiriye. Dibe ku di navbera wan de hinek cudahiya hiþmendiyê hebe, lê kes nikare bibêje ku tafsiyekariya provokatîf bandor li me nekiriye. Wê hewl daye ku hinek, bi hêrskirinê, hinek bi xapandinê, hinek bi kiþandina alî xwe ve û hinekan jî bi vederkirinê jî lawaz bike. Jixwe provokasyon jî ev e. Her wiha di maweyê du salan têkoþîn tev di nava rêxistinê de pêk tê. Her wisa ji 98’ê vir ve ye têkoþîna esas bi pêvajoya guherîn û ji nû ve sazbûn û kamploya navneteweyî re, bi kesayetiya kadroyê ve girêdayî di nava rêxistinê de pêk tê. Ev rastiyek e. Ji nû ve avabûn, guherîn pêkhatina kadro û rêxistina nû ye. Puxteya têkoþîna li dijî komployê ya îdeolojîk, siyasî, leþkerî, rêxistinî têkoþîna kadro û rêxistinê ye.
Endamê Komîteya Zanist û Hunerê ya Kongra Gel Mustafa Karasu:
Sedama êrîþan afirandina nirxên PKK’ê ye
Sedemekî êrîþên hin derdoran li dijî Serok APO pêk tînin, afirandina giyaneke nû ya Apoyîyan û PKK’ê ye ku di nava civaka kurd de pêk anîn e. Vê yekê kesayetiya klasîk û paþverû ya di nava kurdan de têk bir. Lê hin derdorên paþverû ji vê yekê aciz in. Ji xwe dijminên gelê kurd naxwazin ku kesayetiyeke bi xwe bawer, bi vîn a ku dikare li ser lingên xwe raweste derkeve holê. Ew dixwazin ku kurd her tim bê vîn û þikestî bin. Dixwazin ku kurd her tim li ber hêzên derve destê xwe vebikin û hewceyî wan bibin. Bi taybetî axa û begên kurd jî vê yekê dixwazin. Ev têkoþîne tiþtêkî xwezayî ye. Lê PKK û Apocîtî ne wekî þoreþeke ji rêzê ye. Ji ber ku bingeheke civakî û çandî heye û xwedî kûrbûneke îdeolojîk e, ne pêkan e ku bi darbe an jî bi mûdaxeleyek tasfiyekar têk biçe. Rastî ew e ku PKK û Apocîtî bûye þêwazê jiyana gel. Ev guherîn dê hêj kurtir bibe û dewam bike. Ji ber ku tu hêz û perwerdehiyeke xurttir a hêzên ku dixwazin bibin alternatîf nîne. Ne xwedî projeyeke ku ji ya me pêþkeftîtir in. Felsefeya Serokê Gelê Kurd a dawî ku di parêznameya xwe de diyar kiriye heta niha bê alternatîf e.
Endamê Komîteya Huner û Zanîstê ya Kongra Gel Ali Haydar Kaytan:
Proje li Îmraliyê zelal bû
Peyvira ji nû ve avakirana PKK bi awayekî pratîkî bi berfirehî li ber me hatibe raxistin jî, bi esasî dema ku Serok Apo li Îmrali gihîþtiye herî zelal dest pê kiriye. Ji nû ve avakirin berî her tiþtî di asta bîrdozî û ramanî de derdikeve holê. Li hemberî hevcedariyên nû fikrên nû bi pêþdikevin, ji bo fikrên nû ji aliyê madî bibe hêz li qada siyasî û rêxistinî ji nû ve avakirin dikeve rojevê. Dema ku Serok Apo li Îmrali gihîþtiye ramana zelal, hem encama hiþmendiyeke ku komploya hate jiyandin derxistiye holê hem jî rêxistina heyî li hemberî ve komployê ji bo hevcedariyên hinek civakî û siyasî ji rastiya tam nabe bersiv derketiye holê. Serok Apo, hîn berî Kongreya Heftemîn, digot: “Emê li vir PKK’ê ye binirxînin. PKK ji navê xwe ta bernameya xwe divê bê guhartin. Bila tu kes nebêje ‘Wey PKK’yê îmha kir.’ Xweza jî tê guhartin. Li jiyanê çi tiþtên tê zayîn winda nabe, vediguheri. Di PKK de guhertin û veguherandin heye. Di diyalektîkê de qaîdeyek heye tiþtekî ku nayê guhartin guhertine… Ev qet ne tasfiyekirineke, guhartin û veguherandine. Em partiyeke rêber in. Dive em nebin tengdar, pêþiye vekin û rola katalîzor bilîzin. Ji bo vê yekê em Kongre çêdikin, plana aþtiyê bi pêþdixin.” Wekî ku ji ve dera jî tê xuyakirin, ji aliyê ramanî, rêxistinî û siyasî de rastiya xwe ji nû ve avakirin ji hîn zûtir xwe ferz kiribû. Heke ku ji niha pê ve têkoþîn bê domandin, ji bo di têkoþînê de pasîf neyê mayîn, vê demê ji nû ve avakirin xwe ferz dike. Ji vê hêlê Kongreya Heftemîn destpêka ji nû ve avakirina PKK’ê bû.