
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Nûredîn Sofî ji bo sala 2010'an
diyar kir ku hêz û derfetên wan ji her demê zêdetir e û bi tecrûbeya bi
dehan salan dê li nirxên gelê kurd xwedî derkevin û bi her awayî
mezintir bibin
* Sala 2009'an ji bo HPG'ê çawa çû?Ez berî her tiþtî hêvî û daxwaz dikim ku sala 2010'an ji bo Rêber Apo bibe sala azadiyê. Sersala nû di serî de li Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û li hemû gelê me pîroz be. Em salekê li paþ xwe dihêlin. Sala 2009'an ji bo gelê kurd salek pir pir tijî derbas bû. Di vê salê de hêviyên gelê kurd pir zêde bûn. Di 10'emîn kongreya PKK'ê û 7'emin kongreya PAJK'ê de ji bo azadiya Rêber Apo biryar hatibûn dayîn. Li ser vê bingehê me sala 2009'an ji bo Rêber Apo wekî sala azadiyê bi nav kiribû. Wekî tê zanîn Rêber Apo 10 sal in li Zîndana Îmraliyê bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de li dijî êrîþên fîzîkî û psîkolojîk têkoþîneke pir dijwar meþand. Rêber Apo, li dijî tecrîdê berxwedanek bêhempa meþand. Em wekî gel û tevgêrê tu carî vê pêkanîna li dijî Rêber Apo qebûl nakin. Ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin. Ji ber vê yekê di sala 2009'an de ji bo azadiya Rêber Apo biryar hate standin. Me Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo em bigihêjin vê armancê me xwe bi rêxistin kir.
Par di van deman de me civîna fireh ya Konseya leþkerî ya HPG'ê pêk anîbû. Me di vê civînê de plansaziya sala 2009'an çêkiribû. Li gorî vê planê, di nava HPG'ê de dîsa plansazî pêk hatibû. Piþtî hemleya 1'ê Hêzîranê di xeta Parastina Rewa de HPG di azmûnek girîng re derbas bûbû. Di þexsê hevalên Adil, Gulbahar, Nuda, Kurtay, Sîdar û dîsa di þexsiyeta bi dehan þehîdên 1'ê Hezîranê de HPG bû xwediyê pratîkek serkeftî. HPG'ê hêza xwe nîþanî hemû cîhanê da û diyar kir ku HPG hêzeke serkeftî û bi rêxistin e. Da xuyakirin ku her tim xwe nû dike û tu carî têk naçe. Ligel hemû êrîþên dewleta tirk, ligel dîplomasiya Tirkiye û Amerîkayê û dîsa ligel hemû teknîk û teknolojiya di destê Tirkiyeyê de di nava þert û mercên zivistanê yê dijwar de bi balafirên þer ên teknolojiya pêþketî li dijî gerîla þer kir.
Di du salên borî de dewleta tirk gelek êrîþên dijwar pêk anîn. Lê ligel têkoþîn û berxwedana gerîla û pêþengiya hevalê Adil de bi berxwedanek mezin di xeta berxwedana Oramar û Zapê de bersiv da êrîþê dewleta tirk. Dîsa li dijî êrîþa Tevzan a Erziromê, di çalakiya Hezan a Amedê de, di êrîþa Pulumur a Dêrsimê de û gelek êrîþên din de hêzên me yên gerîla bi berwedaneke bêhempa bersîv da dewleta tirk. Di van êrîþan de HPG'ê diyar kir ku êrîþên dewletê çi dibin bila bibin gerîla têk naçe.
Çima? Ji ber ku HPG li ser bingehê felsefeya Rêber Apo de bûye hêza fedaî. Di vê çarçoveyê de xwe perwerde kiriye. Dîsa bi hêza þehîdan xwe kiriye hêz û xwedî îrade. HPG'ê di berxwedanên xwe de diyar kir ku êdî bûye hêzeke pir mezin ku têk naçe.
Ligel hemû van êrîþan pir aþkera xuya bû ku di van êrîþan de a têk çû dewleta tirk e. Hemû çapemeniya cîhanê jî nîþan da ku dewleta tirk di êrîþa Zapê de darbeyek mezin xwar û têk çû. Dewleta tirk ji ber di qada leþkerî de darbe xwar, di qada derûnî jî kaosek çêbû. Em wekî HPG'ê ji vê kaosa Tirkiyeyê ne pir kêfxweþ in. Di serî de jî me got armanc û peyvirên me yên pir mezin hebûn. Peyvira me ya bingehîn Azadiya Rêber Apo û gelê me bû. Me ev peyvira xwe baþ bi cih neanî. Ev peyvir hîn li pêþ me sekinîne. Her çiqas HPG'ê performans û serkeftinek baþ nîþan dabe jî, armanca ku me dixwest me bi dest nexist. Ji bo em van astengên li pêþiya xwe rakin û gêrîlayên hemdem biafirînin, ji bo li gorî pîvanên gerîlatiyê tevbigerin û her tim serkeftîbin, her wiha ji bo em bibin temînata azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û gelê kurd, divê em xwe dîsa di ber çavan re derbas bikin. Ji ber vê yekê di civîna par de HPG'ê dîsa biryara xwe ji nû ve ava bike da. Ji bo jiyandina vê biryarê jî ev 12 meh in HPG di nava hewildanan de ye. Di qada hakîmiyeta teknîkê, þerê serkeftî û qada fermandariyê de me perwerdehî dîtin. Di akademiyên M. Korkmaz, Þ. Berîtan û H. Karer de HPG'ê di avakirina nexþeriya nû de perwerdehiyên serkeftî dîtin.
Li gel biryara sala 2009'an a bêçalakiyê operasyonên li dijî gerîlla dom kirin. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?Wekî tê zanîn îsal di hilbijartina 29'ê Adarê de piþtî gelê kurd serkeftina îradeyê di dest xist, Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo diyar kir ku pêvajoyek nû dest pê kiriye. Li gorî vê pêvajo û serdemê hêza me ya gerîla biryara bêçalakîtiyê da. Me, di serdema ku em xwedî hêz bûn û me dikarîbû li gelek qadan çalakiyên mezin pêk bianiyana ev biryar da. Ji ber ku Rêberê me bi boneya pêþketina aþtiyê û çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk israr kir, dîsa ji ber serkeftina DTP'ê ya di hilbijartinê de pêvayonek nû dest pê kir. Me wekî HPG'ê ji hilbijartina 29'ê Adarê heta niha bi cidiyetek mezin û dîsîplînekê ev biryar xist jiyanê. Li hin qadan jî ji ber operasyonên dijwar ji neçarî me çalakiyên berxwedanê pêk anîn. Di van deman de hevalên me þehîd ketin. Li hemberî van hevalên me yên þehîd ketin diviyabû bersivek xurt bihata dayîn. Li ser vê bingehê 7-8 çalakî bi plankirî li dijî dewleta tirk pêk hat. Ev çalakiyên pêk hat tev bersiv bûn.
Di qada siyasî de jî di vê serdemê de pêþketinên girîng derketin holê. Gelê kurd bi coþ û moralekî mezin ku ji rêbertiya xwe girt bi samîmiyetek mezin tevli pêvajoyê bû. Bi eþqeke mezin girêdana xwe ya Rêber Apo anî ziman. Nexþeriya Rêber Apo ya hate astengkirin hate fêmkirin û qebûl kirin. Di vê serdemê de gel ket nava întîfadayê. Serhildan pêþ xistin. Li dijî van serhildan û pêþketinan dewlet pir ket zorê. Ev zorlêhatina dewletê pir zelal diyar bû. Dewleta tirk, hem li hundir hem ji li derve salek pir dijwar derbas kir.
Kes ne berxê ber kêrê ye.Bêguman em hemû fedaiyên Rêber APO ne. Bêyî Rêber APO kes ne muxatabê vê pirsgirêkê ye. Dema ku em îsal li þehadetên xwe dinêrin û leþkerên tirk ku hatine kuþtin dinêrin, li gorî salên borî ji nîv kêmtir in. Bêguman ev yek bi fedakariya gerîla pêk hat. Gerîla ji bo nekeve pevçûnê bi rastî jî fedakariyek pir mezin nîþan da. Ligel vê yekê operasyonên li ser me kêm nebûn û li aliyê din her roj di televîzyonan de dibêjin "Em dê wan îmha bikin" Li gorî wan qetilkirina kurdan rewa ye. Her tim xwe mafdar dibînin. Operasyonên xwe rewa û mafdar dibînin. Dixwazin her kes jî qetilkirina kurdan rewa bibînin. Li hemberî vê yekê kurdek di ber xwe bide ango gerîlayek di ber xwe bide ferman radibe. Dema ku li dijî êrîþên wan berxwedanek çêdibe jî dibêjin "Xayin pêvajoyê xira dikin" Lê li dijî vê yekê yên herî zêde aþtiyê dixwazin û bingeha aþtiyê ava dikin em in. Ên êrîþê me dikin ew in. Em tenê li dijî êrîþên wan xwe diparêzin. Dîsa çapemeniya tirk li hemberî vê yekê bêexlaqiyek mezin dike. Hemû kurdên kurtêlxur û hevkar li dora xwe kom kirine. Wekî bi rastî dewleta tirk mexdûr bibe didin niþan. Wekî bi rastî aþtî pêk hatibe û em vê yekê asteng dikin nîþan didin. Di vê pêvajoyê de 90 hevalen me ji ber operasyon û êrîþên wan ên bê qûral þehîd ketin. Çima rastiyê nabînin.
Li gel vê yekê dîsa ji bo ev pêvajoya aþtiyê serkeftî derbas bibe em di nava fedakariye pir mezin de ne. Dewleta tirk mecbûr e ji bo vê yekê ji Rêber Apo minetar be. Ev hemû bi keda Rêber APO pêþ ketiye.
Di sala 2009'an de beþdabûna gerîla çawa bû? Li gorî salên berê tevlêbûn çawa bû. Di pêvajoyek wisa de tevlêbûna ciwanên kurd çiqas bi wate ye?Di çarçoveya tasfiyekirina PKK'ê de fermandarê Artêþê Tirk, bi awayekî aþkera bi riya çapemeniyê got ku ew ê rê li pêþiya tevlêbûna gerîla bigirin. Lê dema mirov li tabloya îsal dinêre, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku ciwanan bi pratîka xwe bersiva fermandariyê da. Ciwan ref bi ref beþdarî qada gerîla bûn. Îsal, li gorî salên borî ciwan zêde beþdarî gerîla bûn. Divê em sedema vê yekê jî bi pêvajo û geþedanên dawî ve girêbidin. Divê ev tabloya tevlêbûnê wekî encama sedema nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî Rêber Apo û gelê kurd bê nirxandin. Ligel hemû êrîþan, dewletê tevlêbûna gerîla asteng nekiriye. Çima? Ji ber ku ciwanên kurd êdî dikarin li rastiya xwe, nasnameya xwe û namûsa xwe xwedî derkevin. Xwedî rûmet û haysiyet in. Dîsa bi çand û terbiya Rêber Apo mezin bûne. Ciwaneki ku fikr û rastiya Rêbertiyê dîtine, nikare di nava pergala Tirkiyeyê de bijî. Rêber Apo þansê azadiyê dide ciwanên kurdan. Rêber Apo riya azadiyê niþanî ciwanên kurd daye. Pratîka gerîla par nîþanî hemû cîhanê da ku ev çiya qada azadî û xwedî îradeyê ye. Derfetê jiyaneke azad li vir pêk tê. Hemû mirovên bi rûmet ji bo jiyaneke azad hilbijartina xwe bikar tîne. Dewleta tirk li gel hemû durûtiya xwe, gotinên xwe yên derew, em di pratîka wê de dibînin ku her roj ciwanên kurd rastî îþkence û kuþtinan tên. Li ser navê têkoþîna bi terorê re îro bi sedan ciwanên kurd di zindanê de ne. Li ber çavên hemû cîhanê li nava kolanan dest û milên ciwanên kurd diþikîne û li nava kolanan îþkenceyê bi ciwanên kurd dikin. Li dijî ciwanan gazên kîmyewî bikar tînin. Ji vê yekê re jî dibêjin têkoþîna demokratîk.
Li çiyayê Kurdistanê her tiþtê herî bi rûmet û paqij cih digire. Ger ku mirovak azadiya xwe, zimanê xwe û mafê xwe bixwaze ji ber xwestina van mafên xwe rastî îþkenceyê bê û tu rê ji wî re neyên hiþtin, wê demê du rê li pêþiya wî heye. An dê koletiyê qebûl bike, an jî dê riya çiyê bigire û ji bo azadiya xwe têbikoþe. Çima? Ji ber ku li cihekî îþkence hebe, li cihê din jî azadî heye, li cihekî qetilkirin hebe û li cihê din jiyan heye. Li bajaran li gel îþkence û qetilkirinê þerê taybet jî tê meþandin. Tiryakiya serxweþiyê jî polîtîkaya dewletê ye. Dixwazin vê nexweþiyê di nava ciwanên me de belav bikin. Ji bo ciwanên kurd fihûþê jî pêþ dixin. Dixwazin van polîtîkayên xwe bi televîzyon û sînemayan têxin jiyanê. Li ser vî bingehî dema ciwanên kurd fikra PKK'ê û jiyana Rêber Apo nas dikin, li dijî vê polîtikaya dewletê derkidevin û qebûl nakin. Ji bo demek demildest ji nava vê polîtîkayê derkevin dikevin nava hewildanan.
Li dijî van yekan li Çiyayê Kurdistanê jiyana herî bi rûmet û paqij heye. Hewaya wê û jiyana wê paqij e. Têkilî li ser azadiyê ava dibe. Îþkence û qetilkirin teqez tune. Ji ber vê yekê bi awayekî xwezayî ciwan hilbijartina xwe di riya derketina çiyê de dikin. Li ser vî esasî em dîsa ji Îlker Baþbug û dewleta tirk re dibêjin, her çiqas hûn riya ciwanan asteng bikin û rê li pêþiya wan bigirin jî dîsa ciwanên kurd dê xwe li azadiyê bigirin. Ev rastî, rastiya xwedîderketina li nasnameyê ye. Ciwan ji bo li nasnameya xwe, azadiya xwe û rûmeta xwe xwedî derkevin dê vê riyê hilbijêrin. Li dijî vê yekê em jî dixwazin ciwanên kurd li Tirkiyeye di nava þert û mercên demokratîk de têkoþîna xwe bimeþînin. Lê mixabin li hemberî me dewletek faþîst heye. Divê em li vê ferasetê têbikoþin. Li Tirkiyeyê ciwanek ango zarokek kevirekî jî bavêje di çarçoveya têkoþînê bi terorê re tê darizandin û rastî cezayên giran tên. Mafên mirovan ê herî xwezayî axaftina bi zimanê xwe ye. Ji bo kurdan ev maf jî qedexe ye. Bi kurtasî ji bo kurdan koletî, mirin û bindestiyê dixwazin. Lê em vê yekê ji bo pêþeroja ciwanên kurdan qebûl nakin.
Rast e sala 2009'an tevlêbûna gerîla baþ bû, lê ev yek qet ne bes e. Divê her kurd xwe berpirsiyariyê azadiyê bibîne. Divê xwe berpirsiyariya azadiya Rêber Apo û azadiya gelê kurd bibîne. Hemû gelan bedel daye. Di cîhanê te tu welatî bêyî ku bedel bide azad nebûye. Bêguman divê herî zêde jin û ciwan ji bo azadiyê bedel bidin. Ji bo vê yekê jî divê keç û xort di nava refên Hêzên Parastina Gel de cihê xwe bigirin. Ji sala 2009'an heta niha pêþketinên erênî pêk hatin, lê divê em di sala 2010'an de parastina kurdan hîn xurtir û mezintir bikin. Divê hemû ciwan guh bidin bangawaziyê û beþdarî nava refê azadiyê bibin. Divê em karibin bi deh hezaran ciwanan beþdarî artêþa gelê kurd a rizgariyê bikin. Dikarin hem di nava HPG'ê de hem jî dikarin di nava parastina xweyî de cih bigirin. Divê hebûna xwe û têkoþîna xwe ya azadiyê nîþanî hemû cîhanê bidin.
Em HPG'ê tenê wekî hêza li çiyê nabînin. Em ciwanên kurd ên rastî zilmê û îþkenceyê tên wekî endamekî HPG'ê dibînin. Bêguman bi kevir û beran, bi molotofan bersiv didin û di ber xwe didin, lê belê ev yek tenê têr nake. Mixabin dewleta tirk ji van rê û rêbazan fêm nake. Þehîdê me yê dawî hevalê Aydin, ji bo mafê xwe yê demokratîk dixwest, dewleta tirk ew qetil kir. Li hemberî dewleteke ku tu mafê te nas neke û te li hemberî xwe wekî dijmin bibîne tu rê û rêçikê te ji derketina çiyê zêdetir namîne.
Wekî hûn jî zanin, serhildanên ku di salên 90'î de li Kurdistanê pêk hatin, sal bi sal belav bûn. Bi þehîd ketina Vedat Aydin re berxwedana Amedê gihîþt asta herî jor. Bi vê berxwedanê çanda berxwedan û serhildanê li Kurdistanê pêþ ket. Di salên dawî de gelê kurd di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de berxwedanek ku li cîhanê mînaka wê tune nîþan dide. Bi salan e gelê me li ser piyan e. Di çarçoveya hemleya Êdî Bes e de xwe li dora Rêber Apo kiriye xelek û bi kampanyaya Rêber Apo îradeya min a siyasî ye li Serokê xwe xwedî derketin. Bedelên vê berxwedanê pir mezin bûn. Di meþa Gemlîkê û meþa Amarayê de bedel hatin dayîn. Meþa Katoyê pêk hat. Gel, li dijî operasyona xwe kir xelek û li dijî operasyonan derket. Xwe li hemberî operasyonan kir mertal. Bi avêtina Rêber Apo ya Çala Mirinê û girtina DTP'ê li Kurdistanê întîfada pêk hat.
Ev mehek e li hemû bajaran gelê kurd ji zarokan heta mezinan hemû li ser piyan e. Mirov li hemberî berxwedanek bi vî rengî, li hemberî heyecan û îradeyek bi vî rengî her wiha li hemberî bîr û baweriyek bi vî rengî dibe heyran. Divê mirov li hemberî vê yekê bi hurmet be. Bi rastî jî di hemû welatên cîhanê de tu gelî bi qasî gelê kurd di salên dawî te berxwedanek bi vî rengî pêk neaniye. Hesasiyeta ji bo gerîla û Rêber Apo di xeta pakrawaniyê de tê meþandin. Gelê kurd bi vê berxwedana xwe peyamek girîng dide cîhanê.
Gelê kurd vîna xwe ya siyasî di hilbijartinê de wekî referandûmekê diyar kir. Li dijî îþkenceya li hemberî Rêber Apo seknek bi rûmet û hesas nîþan da. Nivîskarek dibêje "Rêber Apo bi bapêþê bikeve hemû gelê kurd bi bapêþê dikeve" û girêdana gelê kurd a bi Rêber Apo re tîne ziman. Gelê kurd bêhna xwe ji Îmraliyê dide û distîne. Gel ev peyam bi awayekî zelal û xurt nîþan da. Ji ber vê yekê em gelê xwe pîroz dikin. Ji ber ku Rêber Apo gelê kurd ji tunebûnê derxist asta hebûnê û ruh da gelê kurd, îro gelê kurd li vîna xwe xwedî derdikeve. Ji ber vê yekê em jî hem Rêber Apo û hem gelê kurd pîroz dikin. Her ku gelê kurd rêbertiya xwe nas dike û fêm dike, bêtir xwe li dora wî dike xelek û li rêbertiya xwe xwedî derdikeve. Wî diparêze. Di cîhanê de tu mînakeke bi vî rengî tune. Li ser vê bingehê em hemû kesên di nava vê têkoþîn û berxwedanê de cih digirin bi rêzdarî silav dikin.
Bedelên hatine dayîn pir bi qîmet û bi wate ne. Di serî de rêheval Aydin, em hemû rêhevalên xwe yên ku di van berxwedanan de þehîd ketin, ji Aydin heta Vedat Aydin, em bi hezaran þehîdên xwe bibîr tînin. Em careke din dilsoziya xwe ya bi þehîdên xwe re tînin ziman. Em þopdarên doza wan in. Dîsa dayikên kurd ên pakrewan ku di vê berxwedanê de cih digirin, heyecaneke mezin diafirînin. Dayikek 70 salî ku wekî ciwanekî bi coþ û berxwedanek mezin beþdarî çalakiyan dibe ji bo me rûmet û serbilindiyek e. Em wateyek pir mezin didin berxwedana gelê me ya li hemberî tang, panzêr û bombeyên gazê. Em hemû çalakgerên di nava berxwedanê de wekî fermandarekî ji xwe re dibînîn û dinirxînin. Ew her yek ji wan wekî fermandarekî yekîneyên HPG'ê ne. Ew generalên HPG'ê ne. Em li ser vî bingehî dîsa berxwedana gelê xwe silav dikin. Ev berxwedanên pîroz in. Her çiqas li ser gelê me îþkence û zilm hebe jî dîsa îradeya gelê me ya azad dê bi ser bikeve. Ji ber ku gelê me mafdar e.
Riya me bi fikr û ramanên Rêber Apo ronî bûye. Berxwedana þehîdên me jî bûye wekî meþaleyekê li pêþiya me. Ji ber vê yekê tu astengî li pêþiya gelê me gerek nebe asteng. Em jî wekî gerîla em dê bibin bersivên êrîþên li dijî gelê xwe. Jixwe navê HPG'ê Hêzên Parastina gel in. Her êrîþek li dijî gelê me û rêberê me ji bo me mafê parastin û bersivdayinê çêdibe. Çalakiyên HPG'ê yên sala 2009'an tev asta bersivdayinê de bûn. Bila kes hesabên þaþ neke. Ger ku tiliya zarokekî kurd jî xwîn bibe, bila her kes baþ zanibe ku dê teqez hesap bê pirsîn. Ev yek peyvira me ye. Ger ku di vî alî de kêmasiyên me hebin, em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin û em rexnedayina xwe didin. Lê bila bê zanîn hesabpirsîna êrîþa li dijî gelê me û rêberê me peyvira me ye. Ger ku helwesta dewletê ya li hemberî çalakiyên demokratîk baþ bibe em dê vê yekê biþopînin. Na ger ku dewlet bi êrîþên mezin biçe ser gelê me û ciwanên me, em jî dê bersiva vê yekê bidin. Xwîna Aydin li erdê namîne. Em serhildanên çar aliyê Kurdistanê û dîsa berxwedanên li zindanên Îran û Sûriyeyê pir bi wate dibînin. Em wan pîroz dikin û silav dikin. Di nava gelê me de çandeke serhildan û berxwedanê ava bûye. Bila her kes zanibe êdî kes nikare wekî berê nêzîkî kurdan bibe. Li hemberî her êrîþê gelê kurd dê bi dar û bêran bersivê bide.
Rêber Apo xeta kurdan a sor eÇavdêrekî ji rêzê, berxwedana gelê me ya di demên dawî de bibîne, dê bibîne ku Rêber APO ji bo gelê kurd çiqas pîroz e. Rêber Apo nûnerê hemû nirxê gelê kurd e. Dîsa ji bo gelê kurd xeta sor e. Damara gelê kurd a jiyanê Rêber Apo ye. Bêhna xwe ji wî didin û distînin. Divê hem Tirkiye û hem jî hemû cîhan vê yekê wisa zanibe û qebûl bike. Tevgêra me berê tespîtek kiribû; gotibû Azadiya Rêberê me azadiya Kurdistanê ye. Çima? Ji ber ku dema gelek azad bû, rêberê wî nikare dîl di zindanan de bijî. Sedema hebûna gelê kurd Rêber Apo ye. Kesên Rêber Apo avêtin çala mirinê û li Rêber Apo îþkenceyê dikin, ji kurdan re bêjin "Em dê we azad bikin û pirsgirêkê çareser bikin" jî ev xapandin û durûtî ye.
Azadiyek bi vî rengî azadiyek sexte ye. Ev koletî bi xwe ye. Gelê kurd bi salan e bi azadiya sexte û bi koletiyê hate xapandin. Ji ber vê yekê hemû nirxên gelê kurd di þexse Rêber Apo de li hev kom dibin.
Rêber Apo ev yek pêþxist û ruh da kurdan. Ji ber vê yekê polîtîkaya dewleta tirk a li hemberî gelê me û rêberê me pir zelal e. Rastî û durûtiya wan, bi polîtakên li dijî rêberê me diyar dibe. Ger ku dewlet bi rastî çareseriyê dixwaze divê nêzîkatî û helwesta xwe ya li hemberî rêberê me jî li gorî wê yekê diyar bike. Ger ku bixwaze gavan bavêje divê berî her tiþtî þert û mercên rêberê me baþ bike û daxwazên wî bi cih bîne. Dinya tev vê yekê zanin. Hikûmeta tirk jî vê yekê zanin. Dewleta tirk, dixwaze di þexsê Rêberê me de gelê kurd dîl bigire. Armanc û hedefa nêzîkatiya li dijî Rêberê me teslîmiyet e. Avêtina Çala Mirinê û ligel nexweþiya wî nêzikatiya bi vî rengî daxwaza teslîmiyetê ye. Ji bilî vê yekê tu wateya wê tune. Ev nêzîkatiya li dijî Rêberê me berî her tiþtî bêhurmetiya li dijî gelê me ye. Tenê wateyek gotina aþtî û biratiyê heye. Ew yek jî durûtiya wan e. Dibêjin em alîgirê çareseriyê ne. Lê li kurdan neheqiyê dikin. dixwazin kurd teslîm bibin. Di cîhanê de kesê vê helwesta li dijî kurdan fêm neke tune. Ji bo mirov nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî Rêber Apo qebûl bike divê kole be. Divê teslîm bibe û divê ehmeq be. Ji bilî vê yekê ne pêkan e ku mirov vê helwestê qebûl bike. Ji vê yekê jî xuya dibe ku Erdogan û hikûmeta xwe durû ye. Hikûmeta AKP'ê kurdan dixapîne û neheqiyê li kurdan dike. Ji ber vê yekê jî divê hikûmeta Erdogan û dewleta tirk vê yekê baþ zanibe. Dema ku der barê Rêber Apo de siyasetê diyar dike divê hezar carî bifikire.
Her kurdekî bi rûmet dê êrîþa li dijî Rêber Apo li dijî xwe bibîne û li gorî wê tevbigere. Dê bersiva pêwîst bide. Em gerîla û HPG jî bi felsefeya Rêber Apo hatin heta îro. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêber Apo deynê namûsê ye. Em xwe ji vê rewþa Rêbertiyê berpirsiyar dibînin. Ji bo vê yekê pêdivî bi ferman û talîmatê tune. Her gerîlayekî bi çek divê karibe bibe bersiv. Ji ber vê yekê divê dewleta tirk baþ hesabê vê yekê bike. Îro bi hezaran gerîlayen HPG'ê fedaiyên Rêber Apo ne.
Talîmata vê yekê Rêber Apo nade. Em li ser navê xwe û ji bo xwe vê çalakiyê pêk tînin. Ji bo vê yekê qet pêdivî bi ferman û talîmatê tune. Her yekîneyên HPG'ê divê karibe li hemberî êrîþa li dijî Rêber Apo têkevin nava tevgerê û çi pêwist be bikin. Ger ku îro bi dehan çalakiyên mîna Reþadiye pêk nayên, gelek bandora Rêbertiya me li ser vê yekê heye. Li ser vî esasî li ser Rêbertiya me gelek lîstikên qirêj têne lîstin. Dema mirov li çapemeniya tirk temaþe dike, mirov poþman dibe. Ji ber ku tu têkiliya wê û exlaq û mirovahiyê bi hev tune. Pirsgirêkê dikin pirsgirêka odeyê. Lê Rêberê me ev 11 sal in di nava þert û mercên giran de dijîn û têkoþîna aþtiyê dide. Berxwedanek mezin da. Bi vê nêzîkatiyê li dijî Rêbertiya me û gelê me bêhurmetiyek mezin nîþan dide. Pirsgirêk nêzîkatiya nirxên gelê kurd e. Gotina wan a hewildana çareseriya pirsgirêka kurd avêtina kurdan a Çala Mirinê ye. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Tenê temînatek aþtî û biratiyê heye. Ew jî Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Apo nebe ne aþtî dibe ne jî biratî dibe. Ji ber van hemûyan divê hikûmeta tirk û dewleta tirk hesabê van baþ bike û baþ bifikire.
Di sala 2009�an de hin nîqaþên ji bilî we yên ji bo bêçekirina gêrîlayan çê bûn. Di vî warî de li gorî we rol û mîsyoneke çawa ji bo gêrîlayan hatiye dayîn? Divê ku ji çalakiyên vê demê yên wekî ya li Tokatê çi bê fêmkirin? Hêzên me yên li Karadenizê, çalakiya li Reþadiyeyê bi însiyatîfa xwe pêk anîn. Hêzên girêdayî HPG�ê di vî warî de bi fermanên navendî tevdigerin. Wekî ku me gaveke din jî anî ziman, xetên me yên sor hene. Di rewþên wiha de sekna otonom a hêzên me dikevin dewreyê. Dema ku êrîþeke ya li dijî wan an jî Serokatî û gel hebe, ew mafê wan ê bersivandina êrîþan heye. Di peymanên navneteweyî de jî ev maf hatiye pejirandin û rewa hatiye dîtin. Em ji vê yekê re dibêjin parastina rewa û hemû cîhan jî wiha dinirxîne. Di vê demê de li Gabarê yek, Cûdiyê 2 û li Zagrosê jî hevaleke me þehîd ketin. Dîsa di serhildana Amedê di hevalê Aydin þehîd ket. Ew welatparêzekî me yên ku mafên xwe yên jiyanê dixwest bû. Bi guleya polîsan þehîd ket.
Dîsa îþkenceyên dewleta tirk a li dijî Serokatî hebû. Ev pêkanîn, di nav hêzên me yên Karadenizê de atmosfereke hestî afirand. Ew jî di vî warî de çalakiyeke pêk anîn. Em vê çalakiyê wekî bersivdayineke êrîþên dewleta tirk dinirxînin. Em di nav sekneke ku pêvajo û aþtiyê sabote dikin de nîn in. Me vê yekê ji hemû cîhanê re îlan kir. Divê ku kesên me rexne dikin baþ bizanibin ku; dewleta tirk tu caran bersiveke neda biryarên me. Û bi êrîþan bersiv dan biryarên me. Serokatî di sala 1999�an de pêvajoya agirbest û paþvekêþînê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de nêzî 150 hevalên me þehîd ketin. Em jî weke Hêzên Parastina Gel, ji meha adarê û vir de li gorî vê biryarê tevgeriyan. Me çend pêngavên ku mirov dikare wekî bersiveke binirxîne avêtin. Lê dewleta tirk li dijî ev biryarên me bi dehan operasyonên leþkerî li dar xistin. Me biryara bêçalakîtiyê girtiye û ji bo ku em nekevin pevçûnan fedakariyeke mezin dikin. Dîsa jî êrîþ dikin, hevalên me þehîd dixin û ji tu kesî deng dernayê. Û bi ser de þehîdketina hevalên me, ji xwe re wekî xwenîþandaneke hêza xwe bi nav dikin. Vê yekê weke mafekî xwezayî dibînin.
Ew qas êrîþ dibin û ji me re jî dibêjin ku bila em bêdeng bimînin. Tu kesekî derneket û negot da ku çima ew qas operasyon çêdibin. Di þerên nav eþîretan de jî dema ku aliyek dev ji þer berdide, aliyê din ji ber þermê be jî þer radiwestîne. Lê ev yek di Artêþa Tirk de tune ye. Ew, bêrûmetiyê hêjatir dibînin. Gerîlayên me di pozîsyona parastinê de ne lê dîsa jî êrîþên li dijî wan berdewam dikin. Divê ku kesên li ser çalakiya Tokatê þîrove dikin, bibînin ku li Cûdiyê þehîdên me li pey erebeyan di erdê re kaþ dikin. Li Tokatê erebe diqelibe û 3 leþker birîndar dibin. Hêzên me dikarin wan bikujin lê ew wan nakujin. Ji bo kesên sivîl zirarê nebînin, leþkeran nakujin. Lê Artêþa Tirk wiha nîne. Cenazeyên þehîdên me li pey erebeyan di erdê re kaþ dikin. Em bi artêþeke wehþî re rû bi rû ne. Hê jî dibêjin ku xwe neparêzin. Me, wekî aliyê ku pêvajoyê xira dike nîþan didin. Ev durûtiyeke gelek mezin e. Di vê demê de 90 hevalên ne þehîd ketin. Kesên ku me rexne dikin, divê berî her tiþtî bi edalet bin. Aliyê mexdûr gelê kurd e. Hemû mafên gelê kurd hatiye desteserkirin. Gelê kurd li dijî van êrîþan xwe diparêze lê ew hê jî gelê kurd wekî sûcdar û aliyê ku pêvajoyê xira dike nîþan didin. Bila artêþa tirk bêje ku �em agirbestê îlan dikin� heke ku em guleyeke jî li dijî wan biteqînin, bila bên hesab bipirsin. Bila tevli pêvajoyê bibin, operasyonan rawestînin heke ku em li dijî wan guleyeke jî biteqînin bila bên hesab bipirsin. Em êdî çi bikin? Em li ser çiyayê Cûdî ne, tên û dixwazin ku me bikujin. Êrîþê me dikin. Heke ku ev yek pêk bên em dê çi bikin? Di vê rewþê de pêvajo mêvajo namîne. Her wiha dîsa pêvajo bi aliyeke ve nayê meþandin. Heke ku mêranî hebûya, dema ku aliyeke agirbestê îlan kir, dê aliyê din jî agirbestê îlan bikira. Em fedakariyên mezin dikin lê ew dîsa jî êrîþê me dikin. Em dibêjin agirbest, ew ev banga me bi operasyonan dibersivînin. Em vê yekê qebûl nakin. Heke ku êrîþên bi vî rengî pêk bên, em ê jî bersiva xwe bidin. Ev yek mafê me yê xwezayî ye. Divê ku ev çalakî jî wiha bê nirxandin.
�Em berxwedana gelê xwe silav dikin�.Sala 2009�an ji bo kurdan salake girîng bû. Em berxwedana gelê xwe pîroz dikin. Dîsa em di þexsê hevalê Aydin û þehîdên Amarayê, hemû þehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.Dîsa em di bin ala HPG�ê de, di þexsê hevalê Hemze, Þervan Sason, Celal, Bêrîtan, Sema, Elî û Rizgar de hemû þehîdên 2009�an bi bîr tînin. Em soza xwe ya têkoþînê û sozên wan bi cih tînin. Dê çek û têkoþîna wan li erdê nemîne. Wiha dixuye ku dê bibe saleke girîng û bi tevger. Dîsa lêgerînên dewleta tirk ên ji bo îtîfaqan heye. Em dixwazin careke din bi bîr bixin ku ji bo tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê bi Amerîkayê re îtîfaq kiribû. Dixwaze ku ji Israîlê balafirên sîxur bistîne. Dixwaze ku bi têkiliyên xwe yên bi dewleta Sûriye û Iraqê re bi pêþ bixe û vê yekê jî di ser dijminatiya kurd de dike. Dîsa rûyê rastîn ên AKP�ê jî careke din wekî partiyên faþîst MHP û CHP�ê derkete holê. Wekî ku tê zanîn her roj êrîþên li ser gelê kurd berdewam dikin, li dijî siyasetmedarên kurd heqaret bi pêþ dikevin. Jixwe artêþ jî xwe ji bo operasyonên mezin amade dike. Divê ku gelê me amadekariyên mezin ji bo 2010�an bike. Ciwanên kurd bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû mane. Divê ku asta serhildanan bilind bikin asta herî jor. Em jî weke HPG�ê hedefên me yên mezin ji bo 2010�an hene. Em dê zêdetir mezinbûnê ji xwe re esas bigirin. Pir baþ tê zanîn û her roj di çapemeniyê de jî cih digire, ji bo tasfiyeya me planên mezin tê kirin. Van planan bi awayekî vekirî nîqaþ dikin. Wekî ku derket holê, ji �pêþîlêvekirinê� tasfiyeya Tevgera Azadiya Kurd û komkujiya kurdan derket. Divê ku em jî xwe li dijî van planan biparêzin. Derfet û hêza me ji hemû deman zêdetir e. Tecrubeya bi dehan salan heye. Dîsa felsefeya Serokatiyê me riya me ronî dike. Bîranînên þehîdên me yên leheng, têkoþîna me bi hêztir dike. Planên me yên ji bo sala nû hene. Em tenê nafikirin ku xwe di warê hejmariyê de zêde bikin. Ev yek jî heye lê tiþtê esas ew e ku em ji aliyê taktîkan ve jî gerîlayan xurtir bikin. Ev yek rastiyeke ku gerîlayên di taktîk û teknîk de pispor be, dê bi ser bikeve. Em xetên fermandariyê yên Egîd, Adil û Nûda ji xwe re weke esasa jiyanê dinirxînin. Divê ku perwerdehiyên wan bên zêdekirin. Em hewl didin xwe ku bi her awayî, sala nû bi hêz pêþwazî bikin. Baweriya gelê me ya ji me re tam e. Em careke din xwedî derketina li þehîdan û gêrîla û berxwedana gelê xwe silav dikin.
Hêza me ya vê demê ji hemû deman zêdetir e. Di holê de tecrubeya 25 salan heye. Xwestekên bi hezaran ciwanên kurd ên ji bo tevlibûna refên gerîlayan heye. Gerîla ne tenê li çiyayên Kurdistanê, li her derê Tirkiyeyê cih digire. Em dê hewl bidin xwe li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê gelê xwe biparêzin û êrîþên dijmin bibersivînin. Me konferansa xwe ya 5�emîn li ser van rastiyan pêk anî. Em perwerdehiyên xwe di vî warî de didomînin.