BEHDÎNAN (27.06.2005) MHA- Encamên operasyona Çewlikê û nasnameyên 4 gerîlayên HPGê ku jiyana xwe ji dest dane hatin eþkerekirin. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPGê, encamên operasyonê eþkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, li qadên Dallitepe, Beþler, Gol û Kurtuluþê, bi beþdariya 3-5 hezar leþkerî operasyon hate destpêkirin. Hate gotin ku di pevçûna li Çewlikê de 22 leþkeran jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li 6 noqteyên cuda pevçûn çêbûne û wiha hate gotin: "Hêza operasyonê biþev, erazî dorpêç kirine û kemîn danîne. Xwestine ku tevgera gerîlayan asteng bike. Gerîlayên ku biþev hewl dane ku ji çemberê derkevin, mewziyeke kemînê ya TSK'ê ferq kiriye.
Lê xistine û bi tevahî îmha kiriye. Piþtî vê temasa kurt, pevçûn li derdorê belav bûne û heta berdestê sibeha 24ê Hezîranê dom kirine. Hevalên me yên bi nevê Sînan (Mehmet Bayar) û Harun (Tekîn Þaybak) birîndar bûne. Herdu hevalên me, heta guleya xwe ya dawî þer kirine, ji bo bi saxî bidest nekevin, dawî li jiyana xwe anîne û bi pehlewanî þehîd ketine."
Di berdewama daxuyaniya de wiha hate gotin: "Li hêla din, di pevçûnên ku heta nîvro berdewam kirine de, ji 20î zêdetir leþker hatine kuþtin. Di van pevçûnan de, hevalê me Kanî (Senar Gulukanlu) þehîd ketiye. Dîsa hevalê me Serxwebûn (Ahmet Okur) ku Fermandarê Eyaleta Erziromê ye, di hema pevçûnê de birîndar bûye û bi tena serê xwe, heta guleya xwe ya dawî, þer kiriye.
Di vê pevçûnê de sitvanek (yuzbaþi) û serpelek (ustegmen), ji aliyê hevalê me Serxwebûn ve hatine kuþtin. Hevalê me, ji bo ku bi saxî bidest nekeve, dawî li jiyana xwe aniye û bi pehlewanî gihîþtiye þehadetê. Di van hemû pevçûnên ku bi hêzên Artêþa Tirk re çêbûne de, 1 jê sitvan, 1 jê serpel, bi tevahî 22 leþker hatine kuþtin."