Feedback    Send News  
Languages
Select Interface Language:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu English

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/Peace Tents

DTK Democratic Autonomy

KCK Trial and Kurds

Human Rights Violations-Iran2011

Mass Graves In Turkey

Stop Isolation!


CHEMICAL WEAPONS

Children In Turkey 2010

Proposal for a Solution of Kurds

KCK Statement 5 points

Proposals for a Solution

The Special Forces Command

The Obscure History

Abdullah Ocalan : War and Peace in Kurdistan


'Qirika dengbêjan' çanda Kurdî xwedî dike
Submitted by Tsiatsan on Thursday, April 29 2010
löjl
güncel ANF 25.04.2010-Saet çawa ku tam dibû ses, gujîniya li nava gund dikete dilqekî din: Kafirkeratiyê datanî, ji dengine diyar ên ku dibûne lawij, newa û teqil û pê ve tistek nedima li naverastê. Pez, berx, zarokên çûçkanok û yek jî çirrîniya gava ku biskokên gilover î terrikî yên radyoyên Delta dihatine zivirandin derdiket, li ser serê gund dibû serdest.
Destan bi nefsbiçûkiyeke kûr dizivirandin biskok. Va ye, wê çaxê radyoya kîjan malê hebûya, hewsa wê dibû peristgeh... Wê hingê, kalemêran te didît titûna xwe pêçane, pîrikan te didît xwe dane ser jûniyên xwe û destên xwe birine ser tepa xwe, te didît keçên xama û lawikan xwe dane kêleka civatê. Lewma te êdî dizanibû di Radyoya Yêrêvanê de saeta dengbêjan hatiye... Garabêtê Xaço, Seroyê Biro, Efoyê Esed, Pasîkê Efo, Memoyê Pîr, Keremê Anqosî, Ehmedê Têcir, Mecîdê Silêman, Aramê Dîkran û hê gelekên din...

Va ye, di wê saetê de, ev dengên zîz ên ku dest pê dikirin di giyanê gund û navçeyên Kurdan de digeriyan, di qirikan de dema xwe digirtin û vediguherîn senfoniyeke xurt a ku giyanê mirov hildida binê mihesereyê. Ji ber ku dîrok, erdnîgarî û misextiya Kurdan a hezar salî, evîna wan a dilsoj î mirov dike dîn û bengî, derd û kulên wan, çîleya wan, cos û perosa wan bû ew hewar û gaziyên di wan qirikan, di wan dengan de...

Bas e, gelo her Kurdek dengbêj bû? Heylo gava ku behsa Kurdên Kavkazan dikirin, ji çi re tistê ku pêsî dihate bîra mirov dengbêjî bû? Gava ku digotin Ermenistan, çima bi tenê “Radyoya Yêrêvanê” dihate bîra Kurdan? Û çawa çêbûbû, wekî heyama Sosyalîzma Reel a li Sovyetan pê ve, Kurdan derfet peyda kiribûn, ku li welatên Kavkaz, çanda xwe û dengbêjiya xwe biparêzin û bi pês ve bibin?

Lê Kurdên Kavkazî bi tenê bi Radyoya Yêrêvanê dihatine naskirin û wê hê gelekî pasê hîn bibûna, wekî li cîhanê Kurdên din jî dijîn û têkosînê dikin. Ji ber ku Kurdên Kavkazî wê encax pistî Sosyalîzma Reel bidîtana, wekî delîl hene ew pê bawer bibin, ku ew ji herêma Serhedê ya li aliyê din ê Çemê Erezê de hatine van deran. Dîsa wekî paradokseke dîrokê ya ecêba giran, Kurdên li ser erdên xwe jî wê bikaribûna bi tenê bi saya serê van dengên Kurdên Kavkazê yên ku wan bi çanda xwe, bi dengbêjiya xwe û bi nasnava xwe zindî histine, hebûna xwe heta radeyeke girîng biparastana. Û Kurdên Kavkazê, li ser erdnîgariya ku bi xwe di rewsa kêmnetewebûnê de bûn, dîroka xwe, çanda xwe û hunera xwe ji bîr nekirin. Berevajî vê yekê, sert û mercên ew tê de histin, ku ew nirxên xwe yên zargotinî û wêjeya xwe zindî bihêlin. Bi vî awayî jî, mezintirîn nivîskarên Kurd ên serdemê, mezintirîn dengbêj, mezintirîn wêjevan li Kavkazê, bi taybetî jî li Ermenistan û Gurcistanê, xwe gihandin û bi pês ve çûn.

Tevî vê yeka ku em behs dikin jî, hê jî der heqê Kurdên ku li welatên Kavkazê dijîn de pirr hindik tist hatine nivîsandin, pirr hindik tist hatine gotin; hê birrek tist hene der heqê wêjevanên wan, kedkarên wan ên çandê, hunermendên wan, jinên wan de bêne nivîsandin û bikevine binê qeftê. Ji bo ku tistek li çavkaniyên berteng ên ku li ser dengbêjiyê û dengbêjan berê hatine wesandin bê zêdekirin, me jî hevpeyvînek li gel Dilovan kir, ku bi dengbêjan re jiyaye û bi xwe jî dengbêj e. Dengbêj Dilovan ji me re qala çanda Kurdên Kavkazê û hin dengbêjan kir, ku tê heye heta niha tu kesî neaniye ser zar û zimanê xwe.

DENGBÊJÎ; DÎROK, WÊJE, HUNER...

* Tu li Ermenistanê ji dayîk bûyî û mezin bûyî û ev bi salên dirêj e tu xerîkî hunerê yî. Tu di nava pergala kevnesovyetê de jî jiyayî, te ew bi çavên serê xwe dît. Gelo tu dikarî ji me re qala çanda dengbêjiya Kurdan a di heyna Sovyetê de bikî? Dengbêjî çi bû, çawa bû?

- Dema Yekîtiya Sovyetan, ku te bixwesta tu bi hunerê rabî, diviya te di dawetan de kilam bigotana û bi te qayîl bibûna. Wê hingê, dengbêjî ew bû, wekî te di dawetan de kilam bigotana, di sînan de zêmar bigotana, çi ku sert û mercên wê hingê bi tenê rê dida vê yekê. Wekî din jî, dengbêjî ew bû, ku te kilam bavêtana ser ês û jan û sadiyên Kurdan, ew bû, ku te Kurdbûn nas bikira û dîrok bida jiyandin…

Hunermendiya Kurdî ne bi tenê ew e, wekî mirov derkeve ser dikê û kilaman bibêje; hunermendiya Kurdî, dengbêjiya Kurdî ew e, wekî mirov psîkolojî, dîrok, felsefe, erdnîgarî, ser, têkosîn û lehengiya Kurdan û jinên Kurd nas bike, kilaman bavêje ser van, van bike stran û bike malê gel.

Dengbêjên me hebûn, ku wisa pirr in, navên gisan nayên bîra me, di heyna wan de derfeta wan a xwendinê tunebû, lewma gelek dengbêjên me xwendin û nivîsandin nizanibûn, van dengbêjan bi gistî jî jiyaneke xwe ya hunerî hebû, ku bi tenê li nava gundan û malbatên wan dihate zanîn. Dewleta Sovyetê bi her awayî ji bo kêmneteweyan derfet dabîn dikirin, lê Kurdan nikaribûn ji van derfetan sûdê werbigirin. Îro, xort û xamayên me yên ku li dewletên Sovyetê yên niha dijîn, naxwînin, bi profesyonelî naxebitin, xwe bi pês ve nabin. Her wiha, jêhatîbûn ne ew e mirov bi tenê hînî muzîka me û çanda me bibe; divê mirov hînî muzîkên gelên cîhanê jî bibe.

* Di Yekîtiya Sovyetan a kevin de, dengbêjiya Kurdan bêtir bi saya serê Radyoya Yêrêvanê hate naskirin. Gelo tu yê ji me re hebekî jî behsa Radyoya Yêrêvanê û dengbêjiya di Radyoya Yêrêvanê de bikî?

- Dengbêjên mîna Garapêtê Xaço û Resîdê Baso di Radyoya Yêrêvanê de kilam gotine û radyoyê timî ev kilam danîne ser, gel li wan guhdarî kiriye. Hemû kilamên li ser heyam û serdemên berê û dengên dengbêjên me yên hêja, di Radyoya Yêrêvanê de hatine tomarkirin, radyoyê ev her tim danîne ser û ev bûne malê gel. Kilamên ku niha jî di Radyoya Yêrêvanê de datînin ser, yên zemanê berê ne û radyo dikare dengên dengbêjên me yên ku koça xwe ji nava me bar kirine bide ser, cimaet lê guhdarî bike. Kesên di Radyoya Yêrêvanê de dengbêjî kirî, di nava demeke diyar de kilam gotine, ev kilamên wan hatine tomarkirin û radyoyê ev tomar her û her danîne ser. Ango dengbêj di Radyoya Yêrêvanê de timî nexebitîne, hin ji wan salekê tê de mane, hin ji wan çend rojan, hin ji wan jî çend salan… Lê pasê, ji ber ku deng û kilamên van dengbêjan hatine tomarkirin, ev bûne nemir. Bo nimûne, di Radyoya Yêrêvanê de, Garapêtê Xaço 17, Resîdê Baso 42, Mecîdê Silêman (li Aboviyanê jiyaye) 140 kilam gotine.

Dema Radyoya Yêrêvanê hê nû hatî vekirin, van dengbêjên dengxwes kilamên gelêrî peyda kirine û gotine; wekî Seroyê Biro, Efoyê Esed (ê ku kilama “Bêrîvanê” dibêje). Bo nimûne, gava ku Efoyê Esed kilama “Bêrîvanê” digot, çi qas tistên têkildarî Kurdbûnê hene, gis di serê mirov de zindî dibûn. Her bi wî awayî, gava ku Resîdê Baso kilamên “Delalê”, “Mêvanê” û “Delalo Qurbano” digot, mirov dikaribû bigota, va ye Kurdbûn ev e, va ye ez Kurd im. Bi van kilaman ve dilê mirov dixwest bi qîreqîr bibêje, ew Kurd e. Va ye Radyoya Yêrêvanê bi saya serê deng û newayên van dengbêjên me bû radyoya Kurdan.

A rast, hin dengbêj in yên ku Radyoya Yêrêvanê kirin Radyoya Yêrêvanê. Va ye van dengbêjên nemir kirin, ku radyo bigihîje roja me ya îro û bibe malê gelê Kurd. Ev dengbêj ev in: Seroyê Biro, Resîdê Baso, Efoyê Esed, Memoyê Silo, Siblêyê Çaçan, Hesoyê Gogo, Pasîkê Efo, Memoyê Pîr, Keremê Anqosî, Ehmedê Têcir, Mecîdê Silêman û yên din. Muzîkjenên me yên ku kedeke mezin dane Radyoya Yêrêvanê jî ev in: Egîdê Cimo, Xelîlê Evdila, Samilê Beko, Elîxanê Pasîk, Saliko, Casimê Cerdo, Misayê Elîxan, Seyadê Samê, Torinê Torin, Îsxan, Ezîzê Ezîz... Dengbêjên jin jî ev in: Sûsika Simo, Fatma Îsa, Zadîna Sekir, Belgiya Qadir, Xana Zezê... Dengbêjên Ermenî yên ku bi Kurdî digotin jî navên mîna Davîdê Xilo, Aramê Dîkran, Hagop, Hîlvant û Garapêtê Xaço bûn. Van hemû dengbêjên me reng dane Radyoya Yêrêvanê û bi taybetî jî çand û hunera Kurdan.

Yek jî dengbêjine me hene, ku ked dane Radyoya Yêrêvanê û çar pênc an jî zêdetir kilam gotine. Va ye yên ku ji damezirana wê û vir ve ye kirine Radyoya Yêrêvanê ji aliyê Kurdên li çar aliyên cîhanê ve bê guhdarîkirin û bibe malê gelê Kurd, ev dengbêj û muzîkjen in. Ev dengbêj û muzîkjen hema bêje bûne nûr û nedera Radyoya Yêrêvanê, bûne hîmê Radyoya Yêrêvanê.

* Ji min we ye Radyoya Yêrêvanê ji aliyê dengbêjiya Kurdan ve bûbû keleh. Gava ku em îro berê xwe didine Radyoya Yêrêvanê, em lê dinihêrin wê popîleriya xwe ya berê winda kiriye, êdî mîna berê zêde nayê guhdarîkirin. Bi raya te, sedema vê yekê çi ye?

- Pistî qonaxeke diyar, Radyoya Yêrêvanê tu hema bêje bû mafya. Mirovan, ji bo ku di Radyoya Yêrêvanê de kilam bigotana, êdî bertîl didane hinekan, berîkên hinekan germ dikirin. Hinekan, ji bo ku bikaribûna di radyoyê de kilam bigotana, dianîn penêr, mast û pez didane rêveberiya radyoyê. Pistî salên 1970’yî, di radyoyê de hevalê kî hebûya, hogirê kî hebûya, ew dikaribûn bihatana Radyoya Yêrêvanê. Ehmedê Gogê û Xelîl Mûradov mirovên rewsenbîr î hêja bûn, ku keda wan di Radyoya Yêrêvanê de pirr bû. Wan digot, bila her kes bê kilamên xwe bibêje. Lêbelê ji ber berjewendîperestiya kesên ku pasê derbasî ser Radyoya Yêrêvanê bûn û nexasim jî pistî salên 90’î, Radyoya Yêrêvanê zindîtiya xwe ya berê winda kir, êdî wisa bû, kes nayê naçe û jixwe niha tu xebateke tu bibêjî afirîner e nayê kirin. Radyoya Yêrêvanê êdî ketiye rewseke sembolîk; bi tenê navê wê heye, lê bi xwe tuneye... Her wiha, tevî ku di Radyoya Yêrêvanê de gelek deng hatine tomarkirin, gelek kasêt winda bûne, bûne birq û birûsk.

* Tu mîna yekî ku bi gelek dengbêjan re jiyayî, te ew dîtine, bi qasî ku tu wan nas dikî, gelo tu dikarî ji me re behsa jiyan û hunera van kesên tevî karwanê dengbêjan bûyî bikî?

- Bê guman. Bo nimûne, em ji Resîdê Baso dest pê bikin:

RESÎDÊ BASO

- Sala 1927’an, li gundê Kelesbegê yê bi ser Talînê ji dayîk bûye. Ev gund di sala 1969’an de wêran bû, niha di wî gundî de tu kes namîne. Resîdê Baso devîdevî sêst salan li Yêrêvanê jiya, ev çend salên dawî ye derbasî Ewrûpayê bûye, niha 78 salî ye.

Resîdê Baso dengbêjekî Kurdan e. Mamosteyê Resîdê Baso, Neçoyê Cemal e. Ji bo ku em Resîdê Baso piçekî din nas bikin, hewce ye em Neço Baba nas bikin. Li ba Kurdên welatên Kavkazê, jê re dibêjin, Neço Baba û mezintirîn dengbêjê Kurd e, lê ji ber ku nekariye di Radyoya Yêrêvanê de kilaman bibêje, zêde nehatiye naskirin. Neçoyê Cemal (Neço Baba) di sala 1970’yî de mir. Çawa ku li herêma Serhedê Sakiro û Reso heye, Neço Baba jî mîna wan dengbêjekî dengzîz û zor bû. Bi xwe di sala 1918’an de ji Kurdistanê hatibû. Dengbêjekî wisa bû, ku li ba her kesî qedrê wî giran bû. Va ye Resîdê Baso jî sagirdê wî ye.

42 kilamên Resîdê Baso di Radyoya Yêrêvanê de hatine tomarkirin. Wî kilamên xwe yên “Ûsiv Begê”, “Peyayo Qurban”, “Felekê” û hê gelek kilamên xwe di Radyoya Yêrêvanê de gotiye. Resîdê Baso kilamên xwe bi newaya Kurdan digot, rengê dengê wî, qirika wî jî Kurdewarî bû, Kurdbûn bi zar û ziman dikir. Kilama Resîdê Baso ya bi navê “Mêvan” hê jî di nava gel de pirr tê gotin. Yê kilama “Mêvan” pêsî gotî jî, Resîdê Baso ye. Kilama “Mêvan” bi newaya xwe ve, bi ahenga xwe ve, bi sêwaza xwe ve, belê, bi her tistê xwe ve bi Kurdî bû. Ango di nava wê de tu tistek tunebû, wekî ne Erebî, ne Tirkî, ne jî Farisî bîne bîra mirov.

Heke di nava bitûnê dengbêjan de çend kesên ku bi her tistê xwe ve aidî Kurdbûnê hebin, va ye ji wan yek jî Resîdê Baso ye. Bi saya serê van dengbêjên me, çand û hunera Kurdan hate parastin û me karî em wê bigihînin roja me ya îro. Wî di salên 1964, 1965 û 1966’an de, ango sê salan pê ve di Radyoya Yêrêvanê de kilam gotine.

EGÎDÊ TÊCIR

- Egîdê Têcir ji gundê Sincaliyê yê bi ser devera Talînê ye. Bavê wî di Tevkujiya Ermeniyan de hatiye kustin. Bi xwe ji ber ku tevkujiya ku di heyna Tevkujiya Ermeniyan de anîne serê Kurdan jî ji nêzîk ve dîtibû, kilamên Kurdî avêtine ser tistên hatî sêrî, ew bi dengekî tijî derd û kul gotine.

“Siyabend dibêêê

Merûmê Xecê de rabe

Mala te xera be, ez ê ve sibê dinêrim...”

NEÇOYÊ CEMAL (BABASÎ)

- Mezintirîn dengbêjê Kurdên Sovyetê ye. Mirovê ku li dengê wî guhdarî bikira, dixwest hezar carî lê guhdarî bike. Neçoyê Babasî kilamên zehf entîqe digot. Çav bi çi biketa, ji ber xwe ve li hev dianî, kilam davête ser û pirr rind jî digot. Neçoyê Cemal di rêza Kawîs Axa, Hesen Cizrawî, Sakiro de ye, ango ji wan dengbêjan e, yên ku ji her kesî rindtir gotine, kilamên herî bedew afirandine. Neço ji Kurdistanê hatiye. Li Kurdistanê, çi qas çiya, kulîlk, bedewî, lehengî hebe, Neço temamê van wisa tevî kilaman dikir, ku mirov digot qey mirov li Kurdistanê dijî. Gelek dengbêjên me yên din li ber destên Neço bûne dengbêj.

Lêbelê Neçoyê Babasî di Radyoya Yêrêvanê de kilam negotiye. Bi raya wî, hefsarê Radyoya Yêrêvanê di destên Ermeniyan de bû û digot, “Ez naxwazim dengê min di Radyoya Yêrêvanê de derkeve”. Prensîbên Neço hebûn, bi xwe ji Qersê hatibû. Gelek kilamên ku li ser jinan û qîz û bûkan dihatine gotin rast nedidît, hizra wî ew bû, “Ev li ser navê Kurdbûnê tistên serm in” û ji ber vê yekê jî, wî kilamên niza’m evînî, niza’m dilan çu nedigot. 1918’an wan çaxan, ji Kurdistanê hat, 1970’yan wan çaxan mir. Neço dengbêjê dengbêjan bû, sahê dengbêjiyê bû. Ji bo gelek mirovan, mezintirîn dengbêjê Kurd, Neçoyê Cemal e. Neçoyê Cemal dengbêjekî profesyonel bû. Neço di nava dengbêjiya Kurdan de ji deryayê dilopek e.

Dibêjin, Neço rojekê li ser rê bûye, diçû ciyekî, çav bi sê keçan dikeve; yek jê Ermenî, yek jê Kurd, yek jê jî Qazax bûye. Neço wê hingê kal e, lê mêrikê hunermend e. Neço hema bêje bi dest xwe re Tîra Esqê li ser dilê wî dikeve, dil berdide van keçan û radibe di cî de kilamekê davêje ser wan. Pêsî pesnê keça Qazax dide, di pey re jî gotinên ku pesnê keça Ermenî û Kurd didin dike. Lêbelê wî bi gotinên ew qasî bedew çê li wan keçan dikir, gava ku mirov carekê guh bida ser, dixwest careke din guh bide ser. Ez wê hingê her çi qasî zarok bûm jî, min bi hezkirineke mezin, bi heweseke mezin lê guhdarî dikir. Ji ber ku bi wan gotinên avêtî ser keçan ve wî hewil dida welatê xwe gilî bike. Pastirê, ji ber vê kilama Neço avêtî ser wan, dilê her sê keçan jî ketiye Neçoyê kal.

“Keçê dînê de were

Kerema xwe ra

Pista min bixurîne

Hestê û çar salê min xura qîza nediye”

Li ser van gotinên ku wî avêtiye ser keça Qazax, keça Qazax tê pista Neço dixurîne. Ji ber ku neynûkên keçikê dirêj bûne, Neço pê de diçe, “weke mêrê Eceman têkeve bostanê zebesan... ez qurbana van neynûkên te bim, te xortaniya min anî bîra min...” dibêje, gotinan li ser keçikê û tevgerên keçikê diafirîne, dom pê dike dibêje hey dibêje. Û nazikiya keçikê dîsa jî derdixe pês. Neço her tistê ku çav pê biketa, di kilamên xwe de distra, hema bêje ew dikirin nemir. Yek jî, Neço nedixwest kilamên ku li ser Dîwana Sovyetê dihatine gotin bibêje, digot, heke ez herim Radyoya Yêrêvanê, ez ê bê gav bimînim kilamên bi vî cureyî bibêjim, lewma jî neçûye Radyoya Yêrêvanê.

EFOYÊ ESED

- Kesê ku Efoyê Esed nas kiribe, bi tenê ew kes dikare fam bike çi ka çand û hunera Kurdan çi ye. Efoyê Esed di sala 1976’an de miriye. Sofêrî dikir.

MECÎDÊ SILÊMAN

- Mecîdê Silêman bi tena serê xwe çand û hunera Kurdan e. Pirraniya kilamên Mecîdê Silêman kilamên dawetan, kilamên dilan û hezkirinê bûn. Mecîdê Silêman her wiha li bajarekî Ermenistanê, li Aboviyanê, endamê Koma Aboviyanê bû.

SEROYÊ BIRO

- Mirov ji dengê wî têr nedibû, lê Seroyê Biro bi qasî Neço kilam nizanibû, bi qasî wî pirralî nebû. Seroyê Biro, wexta ku mir, nêzîkî 82 salî bû, her wiha li defê jî dixist û li Tiflîsê dima. 1918’an wan çaxan, ji tevkujiyên li Kurdistanê reviyabû hatibû. 1970’yan wan çaxan mir. Dengekî gelekî xwes li ser Seroyê Biro bû. Seroyê Biro sêwaza û meqamên hunera Kurdistanê anîbû û ew didane jiyandin. Biro li gundekî Tiflîsê, di zeviyên xelkê de paletî dikir, debara xwe wisa wisa dikir.

Besa mayîn, sibehê...

TÊBÎNÎ: QEDEXE YE NÛÇE BÊ KOPÎKIRIN AN JÎ JI NÛ VE BÊ WESANDIN
last 5 Articles
Options
Article Rating
Average Score: 0
Votes: 0

Please take a second and vote for this article:
Excellent
Very Good
Good
Regular
Bad

Related Links