MEHEBAD (03.07.2005) MHA- Helbstvan û stranbêja Kurd Nazê Ezîzî bi tawana strangotinê bangê îdareya ewlekariya bajar hate kirin. Nazî Ezîzî ku heya niha gelek helbest û hinek stranan belav kiriye, ji aliya Îdareya Ewlekariya Bajarê Mehabadê bangê li wê hate kirin û bi wê gotine: “Em li dijî stranbêjiya jinan in û cezaya vê recimkirin e.”
Endamekî vê Îdareyê bi navê Peyxember Nejad ku bi xwe jî Tirk e ji Ezîzî re gotiye ku çima sitranên te li televîzyonên Kurdan tê weþandin û ji wê hatiye xwestin ku þikayetek li dijî Kurdistan TVyê binivîsîne û bêje ku êdî mafê wan nîne dengê keçekî mûsilman a Îranî biweþînin.
Ezîzî di bersivê de bi tûndî li hemberî wan sekiniye û gotiye; “Ez qet vê îxanetê nakim û spasya wan jî dikim, ji ber ku dengê min belav dikin.”
Ezîzî bi lêdan û cerîmeya 600000 timenî hatiye tirsandin û jêre gotine: “Ger wiha berdaw bike emê wekî gava yekemîn wan cezayan li ser te bimeþînin û ger dîsa dewam bikî emê te bi cezaya recimkirinê tawanbar bikin.”
Ezîzî ku ji ber zextên dewletê li Tehranê dijî û di dema serlêdana malbata xwe de wê gaziyê Îdareya Îttlaat a Mehabadê kiribûn dibêje; “Dewlet ji hemû rojnameyên farisî û hinek rojnameyên kûrdî re gotiye ku helbestên min belav nekin û nêzî salekî wan rojnameyên dewletê ku berê bi telefonê her tim ji min helbest dixwestin, niha qet berhemên min belav nakin û dixwazin ez mi di tecrîdekî hûnerî û edebî de bihêlin.”
Ezîzî herwisa berdewam dike: “Huner jiyana min e. Ger helbest û stranên min nebin, bila jiyana min jî nebe. Ji ber vê yekê jî eger ez bêm recimkirinê jî dîsa dest ji hunerê bernadim.”
Endamên Îdareya Ewlekariyê jêre wiha gotibûn: “Ew stranên te di dema Xatemî de, li Kurdistana Îraqê hatibûn weþandin, lê êdî dem dema Îslama rastî ne û di zemana hikûmdariya Ehmedînejad de em rê nadin ti kesî -wekî te- ku her karekî li gor dilê xwe bike. Jin gerek karê mal bike û Îslamî be û dengê wê û rûçkê wê tenê ji bo mêrê wê derkeve, ne ji bo xelkên bîyanî.”
ÞÊRKO MEHABADÎ/ MHA
MHA NEWS AGENCY