ÊLIH (DÎHA) - (23.09.2007)-
Þahidê komkujiya Amedê ku 11 sal berî niha ji aliyê gardiyan, polîs û leþkeran ve pêk hat û di encamê de 10 girtî hatin qetilkirin û 24 girtî jî bi garanî birîndar bûn, Alî Yerme anî ziman ku komkujî ji aliyê dewletê ve bi pergalî pêk hatiye.
Yerme, destnîþan kir ku polîtîkaya dewletê ya bûyî sedema komkujiyê, heta niha baþ nehatiye deþîfrekirin û wiha got: "Hingê bi dirûþmên; 'Allah Allah' êrîþî ser me kirin. Bizmarên betonê li serê darên destê xwe xistibûn. Van bizmaran bedena me, goþtê canê me perçe perçe dikir. Ji bilî yên komkujî jiyane, herkesî komkujî ji bîr kiriye. Lê ev komkujiyek ji rêzê nebû. Deþîfrekirin û derxistina polîtîkayên li piþt vê komkujiyê pir girîng e."
Ji 33 kesên Komkujiya Girtîgeha Amedê jiyane Alî Yerme, piþtî 11 salan, hovîtiya wê demê ku ji bîr nekiriye vegot. Yerme, destnîþan kir di dema komkujiyê de ew 3 sal û nîv bû bû di girtîgehê de bû. Yerme ku di 1993'yan de dikeve girtîgehê, piþtî 13 salan di 2006'an de tahliye dibe. Yerme lomeyan ji bêdengiya komkujiya pêk hatî dike, anî ziman ku ji bilî yên komkujî jiyane, herkesî komkujî ji bîr kiriye. Yerme destnîþan kir ku berî operasyonê Hikûmeta Refah-Yolê li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî konseptek taybet pêk aniye û wiha axivî:
'Berî komkujiyê zemîn ava kirin'
"Di vê demê de 'islahkirina' girtiyên siyasî dihat nîqaþkirin. Wezîrê Dadê yê Refap-Yolê Mehmet Agar bû. Agar gotibû; 'Ez dê girtîgehan sererast bikin'. Demek kin piþtre cardin li þûna Agar Þevket Kazan hate ser kar. Wê demê jî li girtîgehan grevên birçîbûnê û çalakiyên cidî pêk dihatin. Piþtî van çalakiyan gelek þoreþgeran jiyana xwe ji dest da. Em li Girtîgeha Amedê bûn. Rêveberiyê li hemberî çalakiyên girtiyan helwestek pir tûn nîþan dida. Heta wê demê Midûrê Duyemîn ê Girtîgehê yê bi navê 'Azîz' dihat ber koxûþên me re derbas dibû û çek nîþanî me dida. Di got 'ez dê guleyan berdim we' û gef li me dixwarin. Ev hêz ji hikûmetê digirt. Di demek wiha de di 24'ê îlonê de nêzî 200 xizmên hevalan hatibûn hevdîtinê. Wê demê li Girtîgeha Amedê 13 koxûþên me û 600 hevalên me hebûn. Malbatan di hevdîtinan de ji me re xwarin dianî. Dema zêde dibûn jî firaqên ku me ev tiþt dixistinê kêm bûn. Ji ber vê me xewst em ji hevalên koxûþên din firaqan bistînin. Berî hingê ji van daxwazên me re tiþtek nedigotin. Lê wê rojê bi gotina, 'Di navbera endamên rêxistinê de têkilî nabe' hate redkirin. Me jî got hûn herin bînin, bidin me. Cardin qebûl nekirin. Bingeha provokasyonê û atmosferek rageþî hate çêkirin. Heqaret li me dikirin. Bêûsûlî pir zêde bibû."
'Ku pêwist be leþker dê we îdam bike'
Têkildarî rewþê Yerme, anî ziman ku piþtî vê atmosferê ji niþka ve rêveberiya girtîgehê hemû gardiyan paþve kiþandin, korîdor vala kirin, ceryan û av birîn. Yerme bûyer wiha vegot: "Me xwest em bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. Lê her tim heqaret li me dikirin û digot ji ber ku hûn li dijî personelan rabûne, hûn dê bêne cezakirin. Ev bûyer roja komkujiyê seat 11.00'an pêk dihat. Piþtî personel derketin, koma me jî ku ji 30 kes pêk dihat û dê derketiba hevdîtinê, li korîdorê bûn. Me ji xwe re sohbet dikir. Piþtre 4 hevalên me yên çûyîn revîrê jî hatin. Di wê demê de hevalan gotin ku li ber derî lez û bezek heta niha nehatiya dîtin, heye. Seat di 14.00'an de sewqiyatek leþkerî ya mezin pêk hat. Derdorên girtîgehê hatin girtin. Polîs û hêzên çevîk jî hebûn. Gelek caran komên hevalên me sewqî girtîgehên din kiribûn. Me jî dizanî ku di dema van sirgûnan de em dê rastî îþkenceyê bên. Di dema çûyîn û anîna girtîgehê de îþkenceyek sîstematîk hebû ji xwe. Heta wê demê me ji Serokê DGM'ya Hejmara Yekem a Amedê Orhan Karadenîz re gotibû ku leþkeran îþkence li me kiriye. Karadenîz bersiva 'Ku pêwist be leþker dê we îdam jî bike. Rêzdar bin' dabû. Kesekî edalet belav dikir wiha gotibû. Ji ber wê me îþkence û sirgûn hesap kiribû."
'Mejiyê hevalê me rijiyabû erdê'
Yerme, daxuyand ku bi dirûþma 'Allah Allah' êrîþî wan kirine û ev tiþt gotin: "Li aliyê korîdorê yê nêzîkî rêveberiyê leþker, kesên kincên reþ li xwe kiribûn û îtîrafkar rawestiyabûn. Li aliyê mutbexê jî leþker û polîsên hêzên çevîk rawestiya bûn. Ji niþka ve bi dirûþma 'Allah Allah' êrîþî me kirin. Li wir dest bi îþkenceyê kirin. Bi kalas, cop û zincîran li me dixistin. Nayê bîran min ka vê îþkenceyê çiqas dom kir. Piþtre destên me girtin û em ber bi kabînin hevdîtinê re kiþandin. Li her du aliyên korîdorê polîs û leþker rex hev sekinîbûn. Di vê navberê de polîs û leþkeran jî li me dixist. Bizmar li serê kalasên di destê wan de heyîn, xistibûn. Ev bizmar diketin nav goþtê me û perçe perçe dikirin. Piþter em anîn qabînên hevdîtinê. Em li vir avêtin erdê û çûn. Her aliyê me birîn û þikestî bû. Her der bibû gol xwînê. Serê Hevalê Ahmet Çelîk þikestibû û mejiyê wî rijiyabû erdê. Li ber mirinê bû."
'An hûnê bibin îtîrafkar an jî hûn dê bimirin'
Yerme, derbirî ku piþtî nîv seatê li qabîna hevdîtinê mayîne, 5-6 sûbay hatine cem wan û ji wan pirsîne ka dixwazin bibin îtîraf kar an na. Yerme wiha pê de çû: "Lê deng ji tu kesî derneket. Li ser vê yekê cardin dest bi îþkenceyê kirin. Her tim digotin hûn dixwazin bibin îtîraf kar. Lê tu kesî dengê xwe dernedixist. Wan ji her tim îþkence dom dikir. Di gotin 'an hûn dê bibin îtîrafkar xilas bibin, an jî hûn dê bimirin'. Di vê navberê de kesek bi navê Ganî Îzgî bû îtîrafkar. Li ser gotinên wî jî hevalê me Ridvan di encama îþkenceya dît de þehîd ket. Piþtî demekê bi hesaba ku em mirine, dest ji îþkenceyê berdan û em birin morgê. Ez û çend heval em li ser hemdê xwe bûn. Ketin bin milê me em birin odeyek aliyê odeya midûrê girtîgehê. Li vir cardin pirs kirin ka em dibin îtîrafkar an na, lê kesê qebûl nekir. Li ser vê yekê cardin dest bi îþkenceyê kirin."
'Di dema sewqkirinê de û li nexweþxaneyê îþkenceyê dom kir'
Li ser hovîtiyê Yerme, anî ziman ku piþtî ew li erebeya rîngê sûwar kirine jî îþkenceyê dom kiriye û wiha axivî: "Di erebeyê de jî leþkeran ji me re gotin slogana, 'Bijî Turkeþ, bimire Apo" bavêjin. Ji ber ku me ne avêt. Îþkence domandin. Bi 7 hevalan re ez piþtî du rojan bi rewþek birîndar gihiþtim Girtîgeha Girtî ya Dîlokê. Li wir jî ji bo tedawiyê em birin Nexweþxaneya Dewletê ya Dîlokê. Lê li vir jî îþkenceyê dom kir."
Yerme, destnîþan kir ku salek berî niha ji girtîgehê derketiye, lê ji ber îþkenceya dîtî gelek nexweþiyên wî çê bûne û niha wî pir didin zorê. Yerme, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Çar tiliyên destê min ê rastê ji ber îþkenceyê sînîrên wan mirine. Nikarim pê tiþtek bigirim. Li serê min kortik çê bûne ji ber darbeyan. Serê min li ber germ û sarmayê her tim diêþe. Her tim di nav stresê de me û pir agresîf im. Ligel êþên madî û manevî bêdengiya mirovan a li hemberî vê komkujiyê jî min pir xemgîn dike. Ji bilî yên komkujî jiyane yên din teva ji bîr kirine. Lê ev komkujî komkujiyek ji rêzê nebû. Lazim e ev yek baþ bê zanîn. Li gorî vê divê piþtperedeya wê ya dîrokî bê zelal kirin. Lê hermû sazî û kesên demokratîk jî li hemberî vê mijarê bêdeng in."
(eb/ru)
ÎBRAHÎM AÇIKYER