NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di daxuyaniya ku li Îtalyayê dayî de, diyar kir ku di lêkolîna ku li ser mînakên porê Ocalan hatine kirin de, di asta zêde te elementên stronsîum û kromê hatine dîtin. Parêzeran wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku jiyana muwekîlê me dibin rîskek mezin û cidî de ye. Em difikirin ku daneyên di destê me de, têrî heye ku em vê îdîayê bêjin."
Parêzerên Rêberê
PKK'ê Abdullah Ocalan, têkildarî rewşa
tenduristî ya muwekîlê xwe li paytext
Roma ya Îtalyayê daxuyaniyek da
çapemeniyê. Parêzerên Ocalan
Mahmut Şakar û Îrfan Dundar,
parêzerên Ocalan ên
îtalyanî Culyano Pîsapîa
û Mario Angenellî û Dr. Dr. Paskal Kintz,
beşdarî civîna çapemeniyê ya
li Hotela Nazîonale hatiye dayîn bûn.
'Jahrîbûna kronîk'
Parêzer Mahmut Şakar, destnîşan kir ku ew
wekî parêzerên Abdullah Ocalan
ên li Tirkiye û li Îtalyayê, di
vê civîna çapemeniyê de
encamên xebatên ku wan ev 3 mehên
dimeşînin, yekem car ji rayagiştî re aşkera dikin
û wiha dom kir: "Me li ser mînakên
porê Birêz Ocalan, lêkolîn da
kirin û di encama vê
lêkolînê de derket holê ku ji
rêjeya normal pir zêdetir Stronsiyum û
elementên Kromê hatine tespîtkirin. Me ji
ber sedema ewlehiyê, navê Birêz Ocalan
neda û me bi saziyek di vê mijarê de
pispor e lêkolîn da kirin. Endamên
saziyê encamên vê
lêkolînê wekî
jehrîbûna kronîk dinirxînin."
Encam pêşkêşî
CPT'ê û Komîsyona Mafên Mirovan
a KE'yê hatin kirin
Şakar, daxuyand ku piştî wan ev dane stendin,
nêzî hefteyek beriya niha encam ragihandine
Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya
Ewropayê (KE) û CPT'yê û wiha
dirêjî da axaftina xwe: "Me ji wan xwest ku
vê mijarê desteser bikin. Heta niha tu teşebusek ku
ji me re hatiye ragihandin tuneye. Em hêvî dikin ku
ev sazî bi bihîstyarî
nêziktayî nîşan bidin û em li
benda vê nêziktayiyê ne. Me ev
mînak di bin mercên gelek zehmet de girtin
û dan lêkolînkirin.
'Jiyana muwekîlê me dibin
rîskê de ye'
Mahmut Şakar, anî ziman ku ew wekî
parêzerên Ocalan, ji ber encamên van
mînakan, bi fikar in û wiha pê de
çû: "Em nizanin ka ev metal ji ber çi
çêbûne û hatine vê
asta ku alarm dide. Em nizanin ka ji kengî ve ye di
vê astê de ye û bandorek çawa
li ser muwekîlê me dike. Lê em bawer in
ku jiyana muwekîlê me bi awayekî
cidî û di bin rîskek mezin de ye. Em di
wê baweriyê de ne ku daneyên di
destê me de, ji bo ku em îdîayek wiha
bikin, bes e. Em di mercên heyî de, me
dikarî vê asta rastiyê derxin
holê. Heyetek pispor a serbixwe û
navneteweyî van encaman test bike û di
analîzên wê di mercên guncawtir
de bêne kirin, ev yek dê ji bo
analîzkirina vana, di hêla zelalbûna vana
ya bi tevahî, girîng e."
'Berpirsyarî ya Tirkiyeyê ye'
Şakar, got ku ew bi îsrar diyar dikin ku
divê ev lêkolîn bêyî
ku dem derbas bibe, bi awayekî lezgînî
bê kirin û wiha dom kir: "Ewlehiya canê
Birêz Ocalan û tenduristiya wî, bi
tevahî di bin berpirsyariya Komara Tirkiyeyê de ye.
Birêz Ocalan ji 15'ê sibata sala 1999'an
û vir ve li Girtîgeha Yekkesî ya
Girtî ya Îmrali ye. Ev girtîgeh, di nav
herêma qedexe ku firehiya wê 5 mîl e de
ye û bi ewlehiya bilind e. Beriya
Îmraliyê, pirsgirêkek Ocalan a
cidî tuneye. Piştî vê
pêvajoyê, pirsgirêkên
tenduristiyê destpê kirine û her roj
jî şîdeta wan zêdetir dibe. Me
derheqê van pirsgirêkên
tenduristiyê yên muwekîlê xwe
de gelek caran hem rayagiştî, hem jî
rêxistinên civakî yên
sivîl ên têkildar ên
netewî û navneteweyî agahdar kirin. Me
meqamên fermî jî agahdar kirin. Em bi
xemgînî tînin ziman ku
rêxistinên tenduristiyê yên
netewî û navneteweyî li hemberî
vê rewşa mirovane, nêziktayiyek cidî
û berpirsyar nîşan nedane. Meqamên
fermî jî li hemberî van
daxwazên me, her tim diyar kirine ku Ocalan her tim di bin
kontrola tenduristiyê de tê girtin û
pirsgirêkek wî ya cidî tuneye.
Lê ev daneyên ku me bidest xistin, danî
holê ku agahiyên fermî rast û
pêbawer nînin. Ji ber vê
sedemê, em bang li rayedarên
hikûmetê dikin ku li hemberî van
daneyên zanistî, bi berpirsyarî
tevbigerin. Em li bendê ne ku heyetek pispor a
navneteweyî demek ji ya din zûtir ji bo ku
lêkolînek li Îmraliyê
bê kirin, hêsanî nîşan bidin.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya
Ewropayê, CPT û hemû saziyên
têkildar dikin. Em daxwaz dikin ku heyetek bijîşkan
a navneteweyî ya serbixwe demek ji ya din zûtir
herin Girtîgeha Girtî ya
Îmraliyê û analîzeke
tenduristiyê ya berfireh bikin. Em diyar dikin ku em
ê vê mijarê bişopînin
û hemû teşebusên
pêwîst pêk bînin."
Dr. Kîntz: Divê
mînakên nû ji Ocalan bêne
girtin û analîzkirin
Pisporê
Toksîkolojiyê Dr. Pascal Kîntz ku li ser
mînakên porê Rêberê
PKK'ê Abdullah Ocalan lêkolîn kir,
ragihand ku jê re 6 ta porên Ocalan birine
û di encama lêkolîna ku li ser
vêya hatiye kirin de jahr tespît kiriye. Dr.
Kîntz, xwest ku ji mînakên por
û xwînê yên ji Ocalan
bên girtin, analîzek bi selametî
bê kirin.
Pisporê Toksîkolojiyê Dr. Pascal
Kîntz ku di bin baneya Enstîtuya Tiba
Adlî ya Strassbourgê de dixebite, di
civîna çapemeniyê ya ku ji
aliyê parêzerên
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve li
paytext Roma ya Îtalyayê hate lidarxistin de
axivî, têkildarî
lêkolîna ku li ser tayê porê
Ocalan kiriye, agahî da. Kîntz, da zanîn
ku hempîşeyek wî yê ji
Ewropayê, di 16'ê rêbendanê de
di nav kaxizek de jê re 6 tayên por aniye
û xwestine ku analîz bike. Dr. Kîntz,
wiha got: "Diyar kiribû ku di vêya de jehr heye."
Kîntz, anî ziman ku jê re negotine ku
tayên por aydê kî ne û wiha
pê de çû: "Min li ser vî
porî lêkolîn kir û li
rêjeya jehrê geriyam. Kesê ku ji min re
anî, got ku mîqtarek gelek kêm e.
Divê 30 an jî 40 tayê por
hebûna. Ez neçar mam ku li ser vê
mîqtarê analîz bikim. Min di
porê Ocalan de, 32 madeyên cûda
yên jehrê dîtin û ji van
herî zêde jî, madeyên
stronsiyûm û kronê hene."
Dr. Kîntz, ragihand ku bi teknolojiyek di asta gelek
bilind û bi amûrên gelek hesas
lêkolîna li ser tayên porê
Ocalan kiriye. Kîntz, destnîşan kir ku di nav van
32 elementan de yê herî bi jehr,
elementên stronsiyum û krom in. Kîntz,
got ku her du made jî ji asta normal gelek zêdetir
in û diyar kir ku ev made, dikare bikuje jî. Dr.
Pascal Kîntz da zanîn ku, madeyên
stronsiyûm û kromê bi riya xwarin
û vexwarinê dikevin bedena mirov û wiha
got: "Ev made rê li ber nexweşiyên çerm,
ulser, pirsgirêkên bêhngirtin û
dayînê, xerabûna sîstema
parastina beden, xerabûna kezeba reş û kansera
kezebê vedike. Ev nexweşî dibin sedema
mirinê."
'Li gorî nêrîna min
hatiye jehrîkirin'
Kîntz, da zanîn ku strosiyum nifş bi nifş
genan xeradike û derheqê vê
madeyê de agahiyên berfireh da. Kîntz,
wiha got: "Dema min analîzê dikir, min
nizanibû ku ev mînakên por aydê
kî ne. Min di daxuyaniya xwe de gotibû ku
kesê ku mînakên porê
wî ji min re anîne, bi elementên
strosiyum û kromê hatiye jehrîkirin."
'Bila jinûve mînakên
xwîn û por bê girtin'
Dr. Kîntz, anî ziman ku
toksîkologek e û pêşniyarek wiha kir: "Ez
pêşniyar dikim ku di hawirek silametî de
mînakên por û xwînê
dîsa bêne girtin û bêne
analîzkirin. Ez anha, tenê dikarim wiha
bêjim."
Gotibû ku Napoleon hatiye
jehrîkirin
Dr. Pascal Kîntz, di gulana sala 2005'an de di
encama lêkolîna li ser mînaka
porê Napoleon de, tespîta 'di canê
Napoleon de ev demeke dirêj e arsenîk heye'
kiribû. Dr. Kîntz, bi vê
tespîta xwe, hêz dabû kesên ku
îdîa dikirin ku Napoleon bi jehrê hatiye
kuştin.
Stronsyum çiye?
Ceribandinên bombeya hîdrojenê
"stronsyumê" didê atmosferê. Madeya
stronsyumê dişibe kalsiyumê. Stronsyum bi
rêya baranê xwe digihîne axê,
dikeve nav xwarinên mirovan û bi taybetî
jî di zarokan de xwe di mejiyê hestî de
bi cih dike. Stronsyum dikare rê li ber
xerabûnên genetîk ên ku nifş bi
nifş dewam bike, vebike. Maddeyên di nav
Stronsiyumê de di nav avê de nahele. Lê
belê di encama reaksiyonên
kîmyewî de, dikare di nav avê de bihele.
Ev yek li gorî ya ku di nav avê de nahele, zirareke
mezintir dide tendurîstiya mirov. Ji ber vê
yekê stronsyuma ku di nav avê de dihele û
hê bi bandortir dibe, dikare avê qirêj
bike. İnsan dema ku nefes distîne yan jî toz dikeve
qirikê û dema ku xwarinê bixwe,
avê vexwe, herwiha dema bi axa ku tê de
"stronsiyum" heye temas bikin, stronsiyuma radyoaktîf dikare
tesîrê li însanan bike. Stronsiyum,
piranî bi rêya xwarin û
vexwarinê dikeve bedena mirovan. Di nav zad,
zerzewatên bi pel, şîr û tiştên
bi şîr çê dibin de, di asteke bilinde
Stronsiyum heye. Gelek çeşnên
stronsiyumê heye. Di nav çeşnên
stronsiyumê de ya herî bi talûke
"Stronsiyum kromat" e. Beşeke pir kêm ya Stronsiyum
kromatê, dikare zirarên gelekî mezin bide
tendurîstiya mirov. Pir baş tê zanîn ku,
Stronsiyum kromat rê li ber qensera cêgera
sipî vedike.
Stronsiyuma ku di nav ava vexwarinê û di
nav xwarinan de heye, bi tena serê xwe nikare rê li
ber encameke bi vî rengî vebike. Ji ber ku asta
stransiyuma ku di nav av û xwarinê de ye, pir
kêm e.
Stronsiyum dikare rê li ber
pirsgirêkên tendurîstî
yên bi çi rengî vebike?
Stronsiyum bi hin taybetiyên xwe dişibe
Kalsiyumê. Ji ber vê yekê jî,
bedena însan Stronsiyumê dişibîne
kalsiyumê û dimije. Stronsiyûm
piranî di diran û hestiyan de kom dibe. Bedena
mirov ji sedî 70-80'ê Stronsiyuma ku bi
rêya
Ji sedî 20 û 30'ê wê
di hestiyan de kom dibe. Ji sedî 1 jî dikeve nav
xwîna mirov û bi vî rengî
tevlî mejiyê hestî û
deverên hessas dibe. Stronsiyum li cihê ku
lê kom dibe, hucreyên bedena mirov dikuje
û rê li ber nexweşiyên weke: qensera
xwînê, qensera pêsîr
û prostatê vedike. Herwiha sîstema
ewlekariya bedena mirov xera dike û ev ji nexweşiya
AİDSê re dawetiye derdixe. Zirarên
stronsiyumê bi tenê ev nînin.
Stronsiyûm herwiha zirareke pir mezin dide hormanan,
pankreas, organên zayinê, sîstema
navendî ya damaran. Di encama vê yekê de
nexweşiyên weke qelewiya zêde, tansiyona bilind,
nexweşiyên dil, astim, felc û nexweşiya şekir
derdikeve holê. Stronsiyum herwiha rê li ber
nexweşiyên psîkolojîk jî
vedike. Kesên ku Stronsiyuma zêde di bedena wan de
heye, dikevin depresyonê, taybetmendiyên wan
ê fêrbûnê tune dibe,
konsantrasyona wan xera dibe û meyla wan ji bo kuştin
û xwe-kuştinê bi pêş dikeve. Stronsiyuma
ku radyasyonê belav dike, dema ku demekî pir
dirêj hêdî hêdî
bikeve bedena mirov, ji stronsiyuma ku di carekê di pir
zêde bikeve bedena mirov, bi taluketir e û
rê li ber mirinê vedike.
01.02.2007