
Bi berdewamkirina operasyonên dijî gerîlayên HPG` ê yên li çiyayên Munzuran, deverên Buyer Baba, Çiyayê Zelê û Sîva Kutu yê, bi balefirên Kobra tên bombebaran kirin.
Ligor agahiyên ku hatine bidestxistin, operasyona ku beriya 3 rojan li
Çiyayên Munzuran hatî destpêkirin, hêj jî berdewam dike. Ji qereqolên
nêzîkî herêmên operasyonê sewqiyata leskerî jî didome. Herwiha hat zanîn
ku, deverên, Buyer Baba, Çiyayê Zelê, Sîva Kutu yê, jî bi balefirên ku
ji 4. Lîwaya Qomando ya Dêrsimê radibin tên bombebaran kirin. Di derbarê
çêbûn yan çênebûna pevçunan di operasyonê de hêj çi agahî nehatine
standin.