Azadiya Welat-Pastarên Îranê ku li hemberî gerîlayên PJAK’ê şikestekên mezin dixwin, ji bo ku têkiliya gel û gerîlayan ji hev qut bikin, zilm û zordariya xwe ya li ser gundiyan zêde kirin. Dewleta Îranê ku bi biryara darvekirina rojnamegerên kurd û endamê PJAK’ê Hîkmet Demîr êrîş û zextên xwe yên li ser kurdan bilind dike, niha jî ambargo datîne ser gundiyan.
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li
herêma Urmiye û Selmasê, bi hinceta ku
alîkarî didin gerîlayên
PJAK’ê dewlet nahêle ku zexîre
bikeve 70 gundan. Her wiha dewleta Îranê li 3
gundên herêma Şipranê jî
ambargoya zexîreyê danî ser gundiyan.
Heta niha dewletê li hemû gundan şekir,
rûn, mazot û gelek zexîre belav dikir.
Lê ev 10 roj in ku dewlet êdî
zexîre nade gundiyan û dixwaze wan bi
birçîbûnê terbiye bike.
QEDEXE ZÊDE
DIBIN
Riyên çiyê ku gundî ji bo
anîna zexîr û
pêdiviyên xwe bi kar tîne jî
hate qedexekirin. Her wiha wesayîtên ku ji bo
lazimiyên gundiyan berê xwe didin navçe
û bajarokan jî têne astengkirin. Heta
niha bi dehan wesayît ji aliyê pastaran ve paşve
hatin vegerandin. Gundiyên ku ji bo jiyana xwe
bidomînin pêdiviya wan bi ka, ce, giya,
çîmento û pirêketan heye
jî têne astengkirin. Dewletê van tiştan
jî li gundiyan qedexe kir. PJAK’ê der
barê mijarê de nirxandinek kir.
PJAK’ê bal kişand ku Îran dixwaze
gelê kurd bi
birçîbûnê terbiye bike.
TOPEBARAN DIDOME
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin
pastarên Îranê bi bi katûşayan
herêma navçeyên Xatûn,
Derî Melazede, Serî Paye û
Warşengêya Haci Umranê da ber topan.
Artêşa Îranê ku topebarana li
hemberî gerîlayên
PJAK’ê didomîne, di vê
topebaranê de hin qaçaxçî
xistin kemînê. Ji ber ku di topebaranê de
tiştek bi gerîlayan nebû, leşkeran kerb û
hêrsa xwe ji serê qaçaxçiyan
derxistin û hespek gulebaran kirin.
09.08.2007