Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

2 Gerîllayên þehîd hatin veþartin...
Nivîskar ferman Dîrok: DuŞem, 22. Mijdar 2004
löjl
topics

Ajovanê kamyonê Ahmet Kaymaz û kurê wî yê 12 salî Ugur Kaymaz ku li Qosera Mêrdînê di encama operasyona polîs û leþkeran de hatin kuþtin, îro bi tevlîbûna sedan kesî hate veþardin. Di dema cenazeyê de dirûþmên wekî, "Kujerên zarokan, dê hesab bidin", "HPG biçe eniyê, ber bi misîlemeyê", "PKK, gel e, gel jî li vire" û "Kujer Dewlet" hate berzkirin. Her wiha di meþê de alên KONGRA-GEL hatin vekirin.


Cenazeyên ajovanê kamyonê Ahmet Kaymaz (31) û kurê wî yê 12 salî Ugur Kaymaz, piþtî ku duh êvarê birin Morga Adlî Tipa Amedê, îro anîn Mizgefta Ýdrîsê û li vir hatin þuþtin. Cenaze piþtre ji bo veþartinê birin Goristana Taxa Ataturkê. Bi sedan kes li Qoserê beþdarî cenazeya Ahmet Kaymaz û kurê wî Ugur Kaymaz bûn. Kesên ku beþdarî cenazeyê bûn, bi qasî 3 kîlometreyan, heta Goristana ku li Taxa Ataturkê ye, meþiyan û di dema meþê de dirûþmên wekî, "Kujerên zarokan, dê hesab bidin", "HPG biçe eniyê, ber bi misîlemeyê", "PKK, gel e, gel jî li vire" berzkirin. Di meþê de alên KONGRA-GEL hatin vekirin. Piþtî ku girsê gihiþt ser goristanê, dûriþma "Kujer Dewlet" berz kir.
'Þagirtek 12 salî kirin terorîst'
Li ser goristanê piþtî ku deqeyek rêz hate girtin, Serokê Rêxistina DEHAP'a Mêrdînê Cemal Veske axaftinek kir. Veske got: "Þagirtê me Ugur, di çalakiyên me de her tim helbestên aþtiyê dixwend. Þagirtek 12 salî çawa dikin 'terorîst'." Veske bang li raya giþtî kir û got: "Kî kujerê zarokan e, îro dîsa derket holê. Bila bên û bi çavên xwe bibînin." Veske bang li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Waliyê Mêrdînê duh êvarê daxuyaniyek da çapemeniyê û got 'Duh êvarê li navçeya Qoserê 2 terorîst hatine kuþtin'. Gelo hûn þagirtek çawa dikin 'terorîst'. Ew heta du roj berê jî, diçû dibistana we." Veske xwest ku Waliyê Mêrdînê û Parlementerên Tirkiyeyê bêne Qoserê û der barê bûyerê lêkolîn bikin.
Emîne Kaymaz: Dema ku bûyer pêk hat mamosteyê neviyê min jî li wir bû Dayika Ahmet Kaymaz, Emîne Kaymaz li ser bûyerê ji DÎHA'yê re axifî û wiha got: "Kurê min û neviyê min ji bo ku biçin Îskenderûnê alavên xwe amade dikirin. Di saet 17.00'an de derketin derve. Piþtî ku ew derketin, dengên çekan hatin. Em di heman demê de derketin derve. Li vir lawê min û neviyê min hatibûn kuþtin. Mamosteyê neviyê min jî li wir bû û ji polîsan re digot 'ev zarok þagirtê min e, hûn çawa jê re dibêjin terorîst'." Kaymaz xwest ku bila mamoste û cîranê wan ji bo vê bûyerê bibin þahîd. Kaymaz dawiya bûyerê jî wiha bi lêv kir: "Polîsan di hundirê mala me de lêgerîn pêkanîn. Ez û bûka min Makbule Kaymaz binçavkirin. Di laþên kur û neviyê min de þopa bi dehan guleyan hebûn û ew di nava xwînê de mabûn. Ez dixwazim kiryarên kur û neviyê min bêne dîtin". Du kesên ku duh êvarê di çapemeniya tirk de wekî 'terorîst' hatin nîþandan, yek jê ajokarê kamyonê yê bi navê Ahmet Kaymaz û kurê wî yê 12 salî Ugur Kaymaz e. Ugur Kaymaz, li navçeya Qoserê pola 5'emîn a Dibistana Seretayî ya Dîcleyê.

5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 5
Tevayî deng: 2


Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: :