
Qasidên Aþtiyê yên li ser bangewaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji
Qendîl û Mexmûrê hatibûn derketin pêþberî dadgehê. Dadgeha 4’emîn ji bo
3’yan, Dadgeha 5’emîn jî ji bo 7 Qasidên Aþtiyê biryara girtinê da
Endamên Koma Aþtî û Çareseriya Demokratîk, paraznameya hevpar dan dadgehê û gotin ku ew li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi armanca piþgiriyê bidin aþtiya civakî hatine. Dadger pirsa "Gelo hûn ji ber çalakiyên xwe yên li PKK'ê ne poþman in?" kir û endamê komê jî bi gotina "Em ne poþman in û em naxwazin ji qanûna poþmaniyê jî sûde bigirin." bersiv dan. Di encama daniþînên li 4’emîn û 5’emîn Dadgehên Cezayê Giran ên Amedê pêk hatîn de biryara girtina 10 Qasidên Aþtiyê hate dayîn. Ji bo 3 Qasidên Aþtiyê yên ku beþdarî daniþînê nebibûn jî biryara girtinê hate dayîn. Di nava kesên hatine girtin de dayikeke ji Mexmûrê hatiye jî heye.
7 endamên Koma Aþtî û Çareseriya Demokratîk ên di 19'ê cotmeha 2009'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê, derketin pêþberî dadger. Di daniþîna dozê ya li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin de, endamên komê Nurettîn Turgut, Mustafa Ayhan, Haci Surgun, Kamîl Okten, Huseyîn Îpek, Fatma Îzer û Melekþah Soydan û parêzerên wan amade bûn. Her wiha, Hevseroka BDP'ê Gultan Kiþanak, Cîgirê Serokê Komê ya BDP'ê û Parlamenterê Êlihê Bengi Yildiz, Þaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Parlamenterên BDP'ê Nezîr Karabaþ û Îbrahîm Bînîcî, þaredarên BDP'î, endamên Meclisa Aþtiyê ya Tirkiyeyê, gelek nûnerên rêxististinên sivîl ên civakî û bi sedan kes bi armanca piþtgiriyê li ber avahiyê civiyan. Îfadadeyên Fatma Îzer û Melekþah Soydan, bi riya wergêr ji kurdî hatin wergerandin.
PIRSA BÊRÛMET!
Piþtî Lijneya Îdiayê mutalaya dozê xwend, Mustafa Ayhan got ku ew îfadeya wan a hevpar dubare dike. Ayhan li ser pirsa dadger a wekî "Gelo tu ji ber tevli PKK'ê bûyî poþman î?" jî got: "Ez di sala 2005'an de bi riya fermî derbasî Iraqê bûm û tevli kampên PKK'ê yên li Qendîlê ne, bûm. Min perwerdehiya leþkerî û siyasî dît. Min di nav refên PKK'ê de navê kod ê Çayan bi kar dianî. Di dema ez di nav PKK'ê de bûm, ez tevli tu çalakiyên çekdar nebûm. Ez jî heman wekî hevalên xwe ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk bi pêþ bixim, hatim Tirkiyeyê. Dema ez hatim, bi îradeya xwe ya azad hatim. Wê demê banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hebû. Wê demê li Tirkiyeyê jî pêvajoya pêþîlêvekirinê hebû. Ez ne poþman im û naxwazim ji qanûna poþmaniyê sûde werbigirim."
BANGA OCALAN
Endamê komê Huseyîn Îpek jî got ku ew di sala 1999'an de tevli PKK'ê bûye û ew jî heman wekî hevalên xwe bi armanca piþtgiriyê bide pêvajoya aþtiyê hatiye Tirkiyeyê. Îpek got; "Ez ji ber faaliyetên xwe yên di nav PKK'ê de, ne poþman im û ez naxwazim ji qanûna poþmaniyê sûde werbigirim." Îpek da zanîn ew jî parêznameya wan a hevpar dubare dike. Her wiha, endamên din ên wekî Nurettîn Turgut, Haci Surgun, Kamîl Okten, Fatma Îzer ve Melekþah Soydanê jî gotin ew parêznameya hevpar dubare dikin. Parêzerê kome Fethî Gumuþ got ku îdianameya dozê bi giþtî li ser bangên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye sazkirin û wiha got: "Heke bangên wî nebûna, dê nebûna mijara îdianameyê. Nexwe divê em li banga Ocalan binêrin. Ocalan ji wan re negotiye ku 'biçin û þer bikin'. Di nav banga wî de tu sûcekî tune ye." Parêzerên din jî gotin ku muwekîlên wan ji bo aþtiya civakî hatine û ew dixwazin muwekîlên wan bên berdan.
‘JI BO AÞTIYÊ HATIN’
Parêznameya hevpar a 7 endamên Koma Aþtî û Çareseriya Demokratîk wiha ye: "Di 19'ê cotmeha 2009'an de, em li gel koma ji Wargehaa Penaberan a Mexmûrê hatine, di Deriyê Sînor a Xebûrê de ketin Tirkiyeyê. Kesên ji Mexmûrê hatine, ew kesên ku gundên wan hatine þewitandin û ji ber vê jî neçar mane ku koçî warên din bikin. Piþtî em hatin Tirkiyeyê, ji bo armanca xwe vebêjin em bajar bi bajar geriyan. Me li her derê got ku þer, mirin, dijiminî û xizanî ne çarenûs e. Me got ku mirov dikare aþtiyekê pêk bîne." Her wiha ji ber navê koma wan di îdianemeyê de wekî "Qaþo koma aþtiyê" derbas dibe, endamên komê dadgeh rexne kirin.
Qasidên Aþtiyê yên hatine girtin
Heyeta 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di daniþîna berî nîvro pêk hatî de der barê Nurettîn Turgut, Mustafa Ayhan û Huseyîn Îpek, bi hinceta 'dibe ku birevin', li gorî xalên 100 û 101'emîn ên CMK'ê hatin girtin. 4’emîn Dadgeha Cezeyê Giran a Amedê jî di daniþîna piþtî nîvro pêk hatî de der barê Ayþe Kara, Abdullah Yaman, Sosin Yaman, Zehra Tunç, Lutfu Taþ, Elîf Uludag û Caziye Kabul de biryara girtinê da. Her wiha ji bo Nizar Buldan, Mehmet Adanmiþ û Yusuf Þen jî biryara girtinê hate derxistin. Buldan, Adanmiþ û Þen beþdarî daniþînê nebibûn. 10 roj beriya niha jî Mehmet Þerîf Gençdal hatibû girtin.
Ji 5 bajaran ji bo 'Koma Aþtiyê' piþtgirî
Li Edene, Mêrsîn, Enqere, Antalya û Bedlîse bi boneya þermezarkirina girtina 10 endamêm "Koma Aþtî û Çareseriya Demokartîk" meþ û daxuyanî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku endamên komê yên hatine girtin di zûtirîn demê de bên berdan.
ENQERE: Tevgera Ji Bo Demokrasiyê Yekitî ya Enqereyê (DBH) têkildarî darizandin û girtina 10 endamên "Koma Aþtî û Çareseriya Demokratîk" de li avahiya BDP'ê ya Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê DBH Huseyîn Taka, li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku ev kom ji bo aþtiyê li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê. Taka, anî ziman ku ji xwe diyar bû ku ev kes endamê rêxistinê ne û girtina endamên komê wekî durûtiya hikûmetê bi nav kir. Taka, herî dawiyê xwest ku endamên Koma Aþtiyê bên berdan.
BEDLÎS: Bi nêzî 200 kes li ber avahiya BDP'a Bedlîsê hatin cem hev û bi sloganên "Ji þer re na, aþtî a niha", "Destên dirêjî aþtiyê dibin bila biþkên", "Bijî Serok Apo", "Em hemû qazidê aþtiyê ne." berz kirin û heta ber Mizgefta Mezin meþiyan. Þaredarê Norþînê M. Emîn Ozkan û rêveberên BDP'ê tevli çalakiyê bûn. Serokê BDP'a bajêr M. Can Demîr daxuyanî xwend û anî ziman ku dewletê tehemûl nîþanê coþa kurdan nedaye û xwest endamên Koma Aþtiyê bên berdan.
EDENE: Meclisa Aþtiyê ya Edeneyê, li ber Parka Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Meclisa Aþtiyê ya Edeneyê Îsmîl Bulca daxuyanî xwend û bi bîr xist ku di pevajoya "Pêþîlêvekirina" AKP'ê de di nav de gelek þaredar û nêzî 500 siyasetmedarên kurd hatine girtin. Bulca, diyar kir ku di 19'ê cotmeha 2009'an komên aþtiyê ji Mexmûr û Qendîlê ji bo pêþiya pevajoyê bê vekirin hatin Tirkiyeyê. Bulca, anî ziman ku Berdevkê Koma Aþtiyê Mehmet Þerîf Gençdal, ji ber ku hatine Tirkiyeyê hate girtin. Bulca, xwest ku dest ji polîtîkayên îmha û tasfiyeyê bên berdan û wiha got: "Daxwaza aþtiyê sûc nîn e. Ji ber vê yekê divê demildest Mehmet Þerîf Gençdal serbest bê berdan. Divê doz bi beraetê encam bibe." Bulca, bi lêv kir ku heke girtinên nû pêk bên dê darbeyekî mezin li aþtiyê bê dayîn.
MÊRSÎN: Li Mêrsînê jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Mêrsînê hatin cem hev heta Taþbinayê meþek li dar xistin. Rêveberên DOKH, DYG, GOÇ-DER, MKM, ÎHD û MEYADER'ê, Þaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî di nav de bi pankarta "Qasidên me yên aþtiyê tên darizandin, ji þer re dawetiyeyê derdixînin" vekirin û sloganên "Bila destên dirêjî aþtiyê dibin biþkên" û "Qasidên aþtiyê rûmeta me ne" berz kirin. Piþtî meþê li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Cîhan Yilmaz, axivî û wiha got: "Projeya gelê me ya samîmî hatine komên aþtiyê ji aliyê hêzên tarî ve bi taktîkên þer vergerandine pevajoya tarî. Diyar e ku ev doz bi îdîayên vala tije ye. Em sekna komên aþtiyê ya bi rûmet silav dikin."
ANTALYA: Girtina endamên Komên Aþtî û Çareseriya Demokratîk li Antalyayê jî heta protestokirin. Girseya qelebalix a li ber avahiya BDP’a Antalyayê li hev civiya nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Qasidên Aþtiyê anî ziman.
Aktar: Dadgehê got berê xwe bidin çekê
Di daniþîna doza Qasidên Aþtiyê ya di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatî de parêzeran, beriya ku dadger biryara xwe bide, encamên biryarê vegotin. Serokê Baroya Amedê Aktar, anî ziman ku ji kurdan re dibêjin ‘berê xwe bidin çekê’. Parêzer Batumlu jî got, ‘biryar siyasî ye’.
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar di daniþîna doza endamên komên aþtiyê de anî ziman ku dadgeh dê ji kurdan re bêje, ‘yan herin li mala xwe rûnin, yan siyaseta demokratîk bikin û yan jî berê xwe bidin çekê’. Aktar anî ziman ku biryara dadgehê ji bo hemû kurdan peyameke. Di daniþînê de parêzer Fethî Gumuþ jî anî ziman ku tiþtekî ew li parêznameya endamên komên aþtiyê zêde bike, nîn e. Parêzer Ayþe Batumlu jî anî ziman ku îdianameya hatiye amadekirin ji bingehê hiqûqî dûr e. Heke biryara girtinê bê dayîn ev biryar dê ne hiqûqî be, dê siyasî be. Ligel ku parêzeran parastinên bi vî rengî kirin, dadgehê biryara girtina Qasidên Aþtiyê da.
Piþtî nobetê meþiyan
Berî daniþînên Hewldana Amedê ya Meclisa Aþtiyê ya Tirkiyeyê ji Qada Derê Çiya heta Edliyeya Amedê meþekî girseyî li dar xist. Endamên koma aþtiyê yên tên darizandin jî tevli meþê bûn.
Girseya bi pankarta "Aþtî tê darizandin bibe þahid" vekirin û sloganên "Destên dirêjî aþtiyê dibin biþkên", "Bijî Serok Apo" û "Bêyî Serok jiyan nabe" berz kirin. Li ber adliyeyê gelek tedbîrên berfireh hatin girtin. Endamên "Koma Aþtiyê" piþtî meþê di nav girseyê de derketin û derbasî edliyeyê bûn. Piþtî endamên komê çûne edliyê girseyê jî dest bi çalakiya rûniþtinê kir.
17 endamên "Koma Aþtiyê" hinek li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hinek jî li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin darizandin. Hinek endamên komê tevli daniþînê nebûn. Daniþîn li 4 û 5'emîn Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Di daniþînê de gelek parêzerên Baroya Amedê endamên komên aþtiyê parastin.
NOBETA AÞTIYÊ
Beriya daniþînê ji þevê din li Parka Koþuyolu heta serê sibê "Konê Nobeta Aþtiyê" hate vedan û ji gelek bajaran aktîvîstê aþtiyê hatin kon ziyaret kirin. Dîsa Hevseroka BDP'ê Gultan Kiþanak, Parlamenterên BDP'ê, Þaredarên BDP'ê yên Amed û bajarên din, endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piþtgirî dan endamên Koma Aþtiyê. Di þevê de dengêjan jî piþtgirî dan komê û heta serê sibê bi deng û awaza xwe moral dan komê.
‘Ev yek ji bo Tirkiyeyê ne xêr e’
Parêzvanên mafên mirovan girtina 10 endamên Koma Aþtî û Çareseriya Demokratîk þermezar kirin û diyar kirin ku girtin li ser agahî û biryara AKP'ê pêk hatiye.
Parêzvanên mafên mirovan girtina 10 endamên Koma Aþtî û Çareseriya Demokratîk ku îro ji aliyê 4 û 5'emîn dadgehên Cezayên Giran ên Amedê ve hatin girtin þermezar kirin. Serokê Giþtî yê MAZLUM-DER'ê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku girtin ji bo pêvajoyê gavek pir xerab e û wiha got: "Biryara girtinê bi agahiya hikûmetê pêk hatiye"
Seroka Giþtî yê TÎHV'ê Þebnem Korur Fîncanci jî anî ziman ku wekî operasyona li dijî KCK'ê girtina Komên Aþtiyê jî xizmetê ji aþtiyê re nake û dê pêvajoya pevçûnê gûr bike. Fîncanci, da zanîn ku kesên ji bo aþtiyê hatibûn Tirkiyeyê hatin girtin û ev yek dê rê li pêþiya pevçûnên mezin veke.
Sekretera Giþtî ya Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD) Gunal Kurþun jî diyar kir ku girtina endamên Koma Aþtiyê ji bo Tirkiyeyê gavek neyînî bû û wiha got: "Bi vê girtinê derket holê ku vîna hikûmetê ji destê wê hatiye derxistin. Girtina Koma Aþtiyê xizmeta aþtiyê nake."
Serokê Giþtî yê Ozgur-Derê Ridvan Kaya jî bertek nîþanî girtina endamên Koma Aþtiyê da û fikarên xwe wiha anîn ziman: "Girtina endamên Komên Aþtiyê dê me dîsa ber bi pêvajoya salên 90'î ve bibe. Ev yek ji bo Tirkiyeyê ne xêr e.