Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

Artêþê 'Ergenekon' ava kiriye
Geschrieben von admin am Donnerstag, 24. Januar 2008
löjl
özel dosyalar Azadiya Welat 24.01.2008 Belgeyên beriya 6 mehan di Azadiya Welat de hatibûn weþandin nîþan didan ku rêxistineke bi navê Ergenekon di nava Artêþa Tirk de hatiye avakirin û lingê vê rêxistinê yê aborî û sivîl jî bi navê 'Lobî' hatiye birêxistinkirin. Di rêziknameya ji bo 'Rêxistina Lobî' hatiye amadekirin û pêþkêþî Generalên Tirk hatiye kirin de tê de dihat gotin ku wan ev rêzikname li gorî pergela Naziyan û Masonên Bilderbergê amade kiriye.
Rêxistina Ergenekon

Li gorî belge û daneyên ketine destê me di bin sîwana Artêþa Tirk de rêxistina bi navê 'Ergenekon' hatiye avakirin. Di nava xebata vê rêxistinê de dê 'rêxistinên sivîl' bêne birêxistinkirin. Ev xebat jî wekî 'Lobî' tê binavkirin. Tê gotin ku ji ber ku ev rêxistina nepenî heta niha bi awayekî çalak xebat nemeþandiye wekî bêbextiyekê tê dîtin. Mirov dikare ji xebatên 'Lobî' yê Ergenekonê van mînakan bide: "Rêxistinên sivîl ên biyanî ku xebatên xwe dimeþînin cara yekemîn tevgera kontraya sivîl derkeve. Ev bizava sivîl wê çalakiyê wan bîne merhaleya tunekirinê. Ciwanên ku nû digihîjin û ên gihîþtine li gorî xweseriya xwe wê li platformê xwe bînin ziman. Xebatên Lobiyê tevgerên rêxistinê sivîl, hevkar û otorîteyên sivîl ku girêdayî komên derve ne werin bê bandorkirin. Bizava kontraya lobiyê wê bihêle ku komên siyasî bi lobiya sivîl a Kemalîstan re bikevin nava hevkariyê."

9 departmanên rêxistinê hebûn

Gelo Ergenekon û rêxistina wê Lobî xwedî xebateke bi çi rengî ye? Bersiva vê pirsê di nav belgeyan de wiha tê vegotin: "Xebatên Lobiyê di 9 deparmanî de divê bên avakirin. Departmanên ku bên avakirin jî ev in; 'Navend, Berhevkirina agahiyan û lêkolînê, Nirxandin û analîz, Fînans û bazirganî, Zanyarî û çand, Teorî û senaryo, Ragihandin û propaganda, Hiqûq û Têkiliyên Navneteweyî'. Lobî ji bo sendîkayên mîsyona xwe temam kirine bandoreke neyînî li ser wan çênebe, sendîkayên ku hene bi rasterast wan têxe nava çalakiyan. Di Lobiya ku ji hêla Ergenekonê ve tê birêvebirin de 5 kesên sivîl ku bawerî bi wan tê dê bibin endamê navendê. Ergenekon bi van kesan re dê bikeve nava têkiliyê. Tê plankirin ku ji van kesan bi tenê 2 kes jê rasterast bi vê rêxistinê re bikevin têkiliyê. Hilbijartina serokên departmanan jî di nava þemaya ku hatiye amadekirin de heye û bi vî awayî tê xwestin ku ewlehî bê xurtkirin." 3 xalên esasî yên Ergenekonê

Belgeyên ku di encama operasyona ku li mala Muzaffer Tekîn û Kuddusî Okkir de hatine bidestxistin de 'Plana Gihaya Ayrik a Masterê' jî heye. Her wiha gelek belgeyên wekî vê hatine bidestxistin. Di belgeyan de taktîkên ku Ergenekon û Lobî bi hêzên sivîl re çêbike bi awayekî berfireh hatine gotin. Di belgeya bi ser navê 'Berîguhartina siyasî' de 3 xalên bingehîn hene.

1- Di dema pêvajoya hilbijartinê de ji bo hevkariyê divê bang li partiyên siyasî bê kirin û ji bo vê yekê çalakî bêne lidarxistin.

2- Heke bi vî awayî ser nekeve, raya giþtî ku hatiye birêxistinkirin dê berê wan bidin partiyeke siyasî.

3- Ji bilî siyasetî hiþyarkirina gel, yekbûn û li dijî parçekirinê dê hêzeke yekgirtî bê afirandin.

Amadekariya sûîkastan dikirin

Operasyona li hemberî ‘Çeteya Ergenekon’ berfireh bû. Derket holê ku operasyon ji ber amadekariyên çeteyên yên sûîkastên li dijî reveberên DTP’ê pêk hatiye. Generalê Teqawîbûyê yê ku wekî sazkarê JÎTEM’ê tê zanîn Velî Kuçuk jî di nav de 33 kes li Stenbolê hatin binçavkirin. Muzafer Tekîn, Kemal Kerînçsiz û Guler Komurcu jî di nav kesên hatin binçavkirin de ne.

Tumgeneralê teqawît Velî Kuçuk parêzer Kemal Kerînçsiz û Albayê teqawît Fîkrî Karadag, di çarçoveya lêpirsîna teqemeniyên Umraniyeyê de hatin binçavkirin. Tevî van kesan, rojnameger jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Navê Velî Kucuk ji pêkanîna êrîþa Dadgeha Þêwirmendiyê û qetilkirina rojnamegerê ermenî Hrant Dînk weke kesê ku kujer teþwîq kirine derbas dibû. Hate diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirin de Nivîskar Guler Komurcu ku gelek caran rojnameya me wekî hedef nîþan dabû jî heye.

Heta Azerbeycanê çûbû

Dewlata Tirk Velî Kuçuk ne tenê li hemberî kurdan bi kar aniye, pêl hemû peymanên navneteweyî kiriye û ew ji bo berjewendiyên neteweperestiya tirk, li Azerbeycanê ji bo perwerdehiya leþkerî li dijî ermeniyan jî bi kar aniye.

Piþtî Oremarê dîn bûn

Piþtî þerê Oremarê li ser îdiayên ku di nava koman de teþebusên suîkastê pêk bên polîs ketin alarmê. Parlamenterên DTP’ê Ahmet Turk, Sebahat Tuncel, Parlamentera berê yê DEP’ê Leyla Zana, Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Nivîskar Orhan Pamuk û Rojnameger Fehmî Koru di lîsteya kesên hatine binçavkirin de ne û bi vî awayî hatine hiþyarkirin.

Þîfre ‘Lîsteya Xwarinê’ bû

Karadag û S.A li mala leþkeran hevdîtin pêk anîne. Karadag ji kulubeyeke telefonê, telefonî S.A kiriye û ji wî re gotiye ‘Di hevdîtina me de ez ê lîsteya xwarinê jî bi xwe re bînim’. Piþtî hevdîtinê Karadag telefonî kesekî kiriye û gotiye ‘Min lîsteya xwarinê da S.A’. Polîs wateyeke girîng li peyva ‘lîsteya xwarinê’ bar dike. Ji ber vê yekê polîs bi fikara ku plana suîkastê xistine dewreyê û S.A binçav kir. Wekî sedema binçavkirinê ‘4 sal berê 2 kes kuþtine’ kirin hincet. Biryara girtinê ya der barê S.A de hebû ji ber vê yekê hate girtin û ew þandin girtîgehê.

Li gorî agahiyan, piþtî 2 mehan endamên çeteyê hatin þopandin. Hate diyarkirin ku Hoþtan û Alî Yasak ji ber ku bi Velî Kuçuk re hevdîtin pêk anîne hatine binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de çawiþê pispor Muhammed Y. Li mala xwe yê Bursayê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Her wiha li Edeneyê jî karkerê fabrîkaya Sasa ya Edeneyê Y.A (42) jî hate girtin.

Komurcu A.Welat kiribû hedef

Navê Velî Kucuk ji pêkanîna êrîþa Dadgeha Þêwirmendiyê û qetilkirina rojnamegerê ermenî Hrant Dînk weke kesê ku kujer teþwîq kirine derbas dibû. Guler Komurcu bi nivîsên xwe rojnameya me hedef nîþan dabû.



Velî Kuçuk kî ye?

DI SALA 1944’an de li bajarê Îzmîtê li navçeya Bilecîkê ji dayik bûye. Sala 1963’yan jî Liseya Kulelî ya Leþkerî xilas kiriye. 3’yê Sermaweza 1996 dema ku qezaya Susurlikê çêbû ew Serfermandarê Leþkerî yê Îzmitê bû. Di dema lêkolîna bûyera Susurlukê de derket holê ku ew beriya qezayê bi Abdulah Çatli re bi telefonê axiviye. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Aykut Cengîz Engîn ji bo ku doz li Velî Kuçuk bê vekirin serî li Serfermandariya Artêþa Tirk da. Li ser daxwaza dozger Fermandariya Giþtî ya Tirkiyeyê komîsyoneke ku ji sê generalan pêk tê ji bo lêkolîna rewþa Velî Kuçuk ava kir. Lê ew di rapora ku amede dikin de dibêjin ku wan tiþtekî ku wekî sûc bê qebûlkirin nedîtiye. Piþtre derketibû holê ku ew ji aliyê Serfermandariya Giþtî ya Tirk ve tê parastin. Artêþê destûr neda ku ew îfade bide Komîsyona Susurlukê.



Tiliya wî di kuþtina Buldan de heye

VELÎ KUÇUK di îfadeya xwe de dibêje; ji bo ku ez agahiyan bigirim min têkilî bi Abdullah Çatli, Samî Hoþtan û Sedat Peker re daniye. Tê gotin ku Velî Kuçuk, JÎTEM ava kiriye û ji kuþtina gelek karsazên kurd ên wekî; Savaþ Buldan, Behcet Canturk û hwd. berpirs e. Lê bi xwe dibêje ku ew hebûna JITEM’ê qebûl nake û wiha dibêje: “Dewletê çi ji min xwest min pêk anî. Velî Kuçuk niha li Stenbolê bi Waliyê berê yê Stenbolê Erol Çakir re þirketeke ewlehiyê ava kiriye û di wir de perwerdehiya leþkerî dide. Piþtî kuþtina rojnameger Hrant Dînk navê Velî Kuçuk dîsa hate rojevê. Xizm û nasên Kuçuk diyar kirin ku Hran Dînk herî zêde ji gefên Velî Kuçuk ditirsiya. Ew û parêzerê nîjadperest Kemal Kerînçsîz beþdarî daniþîna doza Dînk a ji xala 301’ê hatiye vekirin bûbûn.
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 0
Stimmen: 0

Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema özel dosyalar: