Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

Cemil Bayik: AKP li gorî bejewendiyên lobiya şerê taybet tevdigere
Geschrieben von Tsiatsan am Montag, 14. Juni 2010
löjl
güncel Şerê taybet-qirêj bi hemû hêza xwe didome. Şerê taybet-qirêj bi hemû hêza xwe didome. Tevî tevgera leşkerî ya li herêmên çolterê, li bajaran jî êrîşên tevkujiya siyasî didomin.  Di encama vê yekê de jî rojane ji organên weşan-çapemeniyê nûçeyên kuştin û girtinê kêm nabin. Bêguman bersûcê van tiştên tên jiyîn tevan hikûmeta AKP'ê ye.
Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd di 13'ê nîsana 2009'an de pêvajoya bêçalakîbûnê ya yekalî dabûn destpêkirin. Bersiva dewleta tirk a ji bo vê yekê berfirehtirkirina êrîşên li qadên leşkerî û siyasî bû. Beranberî gavên ku Hêzên Azadiya Kurd avêtin derfet dayina ji bo aştiyê li aliyekî, bi tevahî bûn xwediyê helwesteke îstîsmarkirin û bikaranîna van gavan. Vê pêvajoyê heta 1'ê Hezîran a 2010'an dom kir. Bi vê yekê pêvajoyeke mîna 14 mehan ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk ve bi gelê Tirkiyeyê hate windakirin.

Hema hema li her aliyê welêt merasîmên cenaze pêk tên. Mirov rondikên çavan dibarînin. Wisa xuya dike ku hikûmeta AKP'ê ji tabloya hatiye afirandin pir kêfxweş e. Heger rewşeke cuda hebûye dê helwesetek cuda jî bihata nîşandan ji bo pêkanîna aştiyê dê gav bihata avêtin.  Avêtina gavên bi vî rengî li aliyakî, diyar e ku şerê taybet-qirêj yê dimeşîne diyar e dê xurtir bike. Ji daxuyaniyên têne dayin, peymanên ku di nav de cih digirin û hevdîtinên vekirî-veşartî ên bi hin dewletan re pêk tînin vê yekê radixe ber çavan.

Li Tirkiyeyê li dijî pirsgirêka kurd hikûmeta AKP'ê ya xwedî helwesteke ku di şerê taybet-qirêj de israr dike di qada navneteweyî û herêmî di polîtîkayên durû dimeşîne. Bi taybetî jî li hemberî   pirsgirêka Filistînê nêzîkahiyeke bi vî  rengî nîşan dide.

Têkiliyên dewleta tirk û bi taybetî jî yên AKP'ê yên bi Israîlê re ne tiştekî veşartî ne. Têkiliyên îstîxbaratî û leşkerî yên di navbera xwe de xurt kirine tên zanîn. Balkêş e ku tevî vê rastiya xwe jî di pirsgirêkên navbera Israîl û Filistînê de rû didin xwe mîna aligirê gelê Filistînê nîşan dide heta xwe mîna pêşengê parêzvanên filistîniyan nîşan dide. Ji bawerî dayinê gelekî dûr e. Ji ber ku gelên din jî hene ku êş û azarên ji yên gelê Filistînê di pirsgirêkên navbera Îsraîl û Filistînê de jî mezintir dijîn hene. Yek ji van gelan jî gelê kurd e. Berpirsê êşa ku gelê kurd di roja me de dijî dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê ye. Ji ber wê yekê ye ku hikûmeta AKP'ê li hember tiştên ku gelê Filistînê dijî dibêje 'êşê dikişîne' lê belê tu kes an derdor ji van gotinan bawer nabe.

Ji aliyekî ve tê mafê herî xwezayî yê gelekî yanî axaftina bi zimanê dayikê asteng bike, perwerde dîtin û jiyina bi çanda xwe re asteng bike, ji aliyê din ve tê bêje Israîl li hemberî gelê Filistînê zilmê dike. Bêguman kes vê yekê samîmî nabîne. Heta dê pê bikenin û bêjin, "Pêşî here pirsgirêkên ku tu bûye sebeb çareser bike". Rewşa ku hikûmeta AKP'ê li qada navneteweyî û herêmê ketiyê ji vê yekê ne cudatir e.

Tevî vê rastiyê jî AKP di helwesta xwe de israr dike. Ev yek jî diyar dike ku sedemên cuda di bin vê helwesta AKP'ê de hene.  Hikûmeta AKP'ê dixwaze nîşan bide ku li pirsgirêka Filistînê xwedî derdikeve û şerê taybet-psîkolojîk bi vê yekê bidomîne. Bi vî şerê psîkolojîk dixwaze gelên misilman û raya giştî ya hundir bandor bike. Mebest jî bi vê yekê ew e ku îtîbara di qada herêmî û hundirîn de winda kiriye, kêmbûna desteka digire, bêçareserî û têkçûna ku dijî asteng bike. Yanî dixwaze bi vê yekê di hilbijartineke pêşwext a bê gengaz de careke din bibe hikûmet. Ne tenê ev jî; di çarçoveya berjewendiyên  lobiya şerê taybet a bi   şerê qirêj xwedî dibe dixwaze tevbigere.

Hikûmeta AKP'ê ji ber armancên wisa kirêt dixwaze êş û azarên gelê Filistînê dijî bikar bîne.  Bêguman divê ji ber êşên gelê Filistînê dijî helwestek hebe. Yên helwesteke wisa nîşan didin jî divê yên ku êşên ku gelê Filistînê dijî bi rastî hîs dikin bin. Gelê kurd vê êşê ji her kesî bêhtir hîs dike. Diyar e ku helwesta hikûmeta AKP'ê ya dixwaze êşên gelê Filistînê bi mantiqê şerê taybet mîna amûreke siyaseta hundirîn bikar bîne dê encamê nede. Dê ji zêdekirina texrîbatên şerê taybet-qirêj ku li Tirkiyeyê tê berfirehkirin pêde tu encamê bi xwe re neyîne. Gelê kurd dê bi helwesta xwe ya li dijî şerê taybet-qirêj vê yekê pêk bîne.
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 0
Stimmen: 0

Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema güncel: