Newroz 2011/ Zelte Losung |
|
|
TURKEY AND IRAN |
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN
|
Waffenstilstand vorbei |
Neue Phase hat begonnen
|
Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan. |
|
|
Stoppt die Hinrichtungen in Iran |
|
|
Schluss mit der Kriminalisierung |
|
|
|
Ciwan Haco: Tiþta ku min dît, tenê mirov dikare ji xwe re xeyal bike |
| Geschrieben von DENIZ am Samstag, 11. Juni 2005 |

PARÎS (10.06.2005) MHA- Bi hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco re berî bi sê salan di hevpeyivîna ku me pêre çekiribû de gotibû, xeyala wî ya herî mezin ewe, rojekî here Amedê. Ev xewna wî, xeyalê wî îsal pêk hat.
Ve carê jî em bi Ciwan Haco re li ser xewna wî ya pêk hatî, projeyê fîlm û albuma wî ya ku di van rojê pêþme de dê derkeve, di derbarê pêþveçûnên Baþûrê Kurdîstan û di derbarê guherîna muzîkê de axivîn.
Di hevpeyvînekê ku berî bi sê salan dîsa li Parîsê me bi werê kiribû de, wê gotibû ku xeyala tê ya herî mezin ewe ku ti rojêkî herî Amedê ye. Niha hûn wekî hunermendekî ku ev xewna xwe ya mezin pêkaniye, çi hestan dijîn?
Erê rast e. Min xewna xwe ya herî mezin bi we re parvekiribû. Bêriya mezin pêk hat. Ew mirovên ku min bêriya wan dikir, ew hiskirina mezin û ew xewn pêk hat, bû rastî. Ji bo ku ev xewna min here serî ez bi salan li bendê mam. Lê vaye pêk hat. Milyonek mirov bê guman ne kêm e. Tenê tiþtekî ku mirov dikare jixwere xeyal bike. Îro dewlet bixwe nikare milyonek mirov li hev kom bike. Di dema vegerê de li balafirgehê ez li rastê du rojnamevanan hatim. Min naskiri û hatin cem min. Li rewþa me pirs kirin. Em hinekî axivîn. Wana jî di derbarê Amedê de pirsyar kir. Min ji wan re jî got ku ev yek, ji bo min xewnek mezin bû. Wana jî kombûna milyonek mirov tiþtekî balkêþ didîtin. Digotin “ev ne tiþtekî li halê xwe ye, ne normal e.” Helbet ev yek rast e.
Hûn kombûna hewqas mirovan bi çi sedemê ve girê didin?
Qedexeyên ku ji sedsalan berdewam dikin, qedexeya li ser ziman, strana, qedexeya li ser çanda me, ne naskirina nasnameya me. Tevî van hemûyan jî cardî em ev çand, ev huner dengê gel e, dibêje em nemirî ne. Vaye em li vir in. Vaye em hene, emê hebin. Milyonek mirov li Amedê ev deng bilind kir. Îspat kirin ku em neteweyekî xwedî çand, huner û ziman in. Li çanda xwe, hunera xwe xwedî derketin. Me jî ev yek parvekir, ev bû xewna min. Bê guman pêk hatina xewnekî wiha mezin ji bo mirov tiþtekî giranbiha û xweþ bû.
Hûn çûn Kurdistanê, bi Kurdan re we hevdîtin kir, hûn çi axivîn?
Carna pêwistî bi axaftinê ne dima. Hûn jî dizanin ku Kurd bêyî ku biaxivin, li çavê hevdû, dimeyizinin û hevre pêwendiyê çêdikin. Îro Kurdên me yê Ewropa, li ser mijarek pir pûç dikarin bi saetan bi axivin, nîqaþ bikin. Lê li Kurdistanê ev ne wiloye. Dema mirov li çavê hev di meyizinin hev fêm dikin.
Hestên we çi bûn li Kurdistanê dema ku we got “mala min e, paytexta min e”? Salên dirêj e hûn li Ewropa dijîn, ma we qet biyanîtî kiþand?
Wekî ku me got. Em li mala xwe bûn. Min gelê xwe, guhdarvanên xwe dîtin. Em geriyan, me xwar, vexwar, em axivîn. Çawa biyanîbûn?
We Tirk çawa dîtin, helwesta wan çawa bû?
Li Stenbolê em li rastê hinek Tirkan jî hatin. Kesek þer naxwaz e. Dibêjin êdî divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Di wextekî wilo de, kes pirsgirekêk wilo jî naxwaz e, ne gelê Kurd, ne jî gelê Tirk. Gel êdî þer naxwaz e. Kesek naxwaze ku êdî dayik bigrîn, me pir þer dît. Kurdan jî, Tirkan jî, êþ û jana vî þerî kiþandin. Gel êdî dixwaze bi demokrasî û aþîti pirsgirekên xwe guftugo bike û çareser bike.
Hûn derketin bernameya Hülya Avþar, hinek kesan ev yek rexne kir. Hûn vê bernamê û wan rexneyan çawa di nirxînin?
Di serî de ez bêjim ku mîna Kurdan, Tirk jî dikarin pirsgirêka Kurdan nîqaþ bikin. Ev yek tiþtekî baþ e. Mîna gelê me, gelên dî yê ku li Tirkiyê dijî, Tirkan jî li wê bernamê temaþe kir. Ji ber vê yekê ev tiþtekî baþ e. Sibê eger min vexwînin, ezê cardî herim. Ji ber ku di heman demê de gelê me jî li wan bernameyan temaþe dike.
Her çiqasî ji gelê xwe dêr jî be, Hulya Awþar jî Kurd e. Hûn li ser çi axivîn?
Ji jiyana rojane. Merheba, çawayî û hwd.
Tê gotin ku bi Hülya Awþar re tê fîlmekî çêbikî...
Planekî wilo hebû, lê çênebû. Fîrmayeke Tirkan dixwest fîlmekî wilo çêbike. Ji min pirs kirin, min jî got ger senaryo û naveroka wê li gor gelê me be ger, projeyeke ku gelê me jê sûd wergire be, çima çênebê. Lê piþtre hate texîr kirin. Di mijara wext de jî tiþtekî misoger nebû. Encam dê bibê çi ez nizanim.
Ma senaryo amade bû, derfeta we yê xwendinê çêbû, an na?
Na, hîna amadekarî xelas nebibûn.
Di derbarê rexneyan de tê çi bêjî?
Her yek di þibaka xwe re rexneyên xwe dike. Min bihîst ku gelek Kurd ew bername ecibandibû. Gelekan ji Kurdan pir, hez ji wê bername kir. Ez dibêjim baþ bû.
Gelek hunermendên Kurd ku bi Tirkî stran digotin êdî hinek ji wan diçin Kurdistanê û bi kurdî stranan dibêjin. Ti vê yekê çawa dinirxînî?
Ez vêna wek pêþveçûnek êrênî dinirxînim. Hatina Îbrahîm Tatlises a Amedê, di Newroza Kurdan de derketina wî û stran gotina wî bêguman tiþtekî pir baþ e. Ger êdî Îbrahîm Tatlises hem kurdî, him jî tirkî dibêje ev yek tiþtekî pir xweþ e. Çima nebe?
Çûna we ya Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi werê çi guhertin çêkir? Tiþtekî ku we hêvî ne dikir ma çêbû, di jiyana we, xeyala we an jî di hunera we de?
Dema min ewqas mirovên Kurd li ba hev dîtin, min bawer kir ku êdî gelê Kurd jî mîna gelê dî yê rojhilata navîn jîndar e û namire. Kurd jî êdî mîna cîranên xwe Ereb, Fars, Tirk, Azerî û mîna hemû gelên rojhilata navîn zindî ne û li ser piyan e. Min ev hest di dilê Kurdistanê de, bi çavê xwe dît. Mafê me jî heye ku em jî mîna cîranên xwe çanda xwe, zimanê xwe bijîn. Mafê gelê me jî heye ku, çawa dixwaze, bila wilo bijî. Dema bixwazin avakirina dewletekî serbixwe, çarenûsa xwe bixwe nivîsandin, mafê gelê Kurd e jî. Êdî divê mirov vê yekê fêm bikin.
Di derbarê pêþveçûnên li Baþûrê Kurdistanê de hûn çi dibêjin? Xebatên federasyona li baþûr...
Bêguman pêþveçûnen girîng û erênî ne. Kurdan beþek ji welatê xwe rizgar kir,. Kurd nû nû jiyana xwe ya rojane birexistin dikin. Bi vê federasyonê li Baþûr welatek çêdibe. Ev pêþveçûn herkesî dilþad dike.
Di derbarê Baþûrê Kurdistanê de ma ti projeyên we hene?
Erê. Di demekî nêzîk de wê destpê bikê. Plan û bernameyên me hene. Ji Dihokê heta Silêmanî, bernameyekî me yê dewlemend heye.
Di derbarê wext de ma hûn dikarin tiþtekî bêjin?
Na, tenê niha ez dikarim vê yekê bidim diyar kirin. Lê ez dikarim bêjim ku di demekî nêzîk de ye.
Dema em li stran û xebata we ya albûma dimeyzinin, di dema þerê germ de stranên we yê ku berxwedan û raperînê piþtgirî dikirin hebûn. Piþtre me cûreyekî dî yê stranên we dît. Hûn dixwazin di derbarê vê guhertinê de çi bêjin?
Belê. Ez vê guhertinê bi awayekî xwezayî dibînim. Ez bi gelê xwere me. Bi wan re dijim. Ez ji gelê xwe cûda nikarim bijim, bêyî wan tevger bikim. Tiþtekî xwezayî ye ku bandora jiyana wan li min jî bibe. Wê deme strana “Sî û Sê Gule” û “Destana Egîdekî” guhdar dikirin û me bi hev re digot. Niha jî em stranên dî dibêjin, cardî diecibînin û dîsa em bi hev re dibêjin. Di jiyanê de, di mûzîkê de tiþtekî wilo heye. Hestên jînê yê her merhelê û qonaxê yê xweser ku mirov digihîne hev hene. Ev yek di mûzîkê de jî wilo ye.
Ma peywendiya vê yekê bi pevajoya þerê germ û pevajoya aþîtiyê re jî heye?
Bêguman ji sedî sed peywendiyek heye. Di dema þer de gel li tiþtên dî guhdar dike, di dema aþîtiyê de jî tiþtên dî. Hunermend jî wilo ne. Dema em îro bi gel re diaxivin gel behtir dixwaze li stranen kêfxweþiyê guhdar bike. Mirovên ku îro beramberî pirsgirekên jiyanê ne, dixwazin li van stranan guhdar bikin û hinekî ji wan pirsgirêkan dûr bikevin. Jixwe êþ û derdê mirovan pir in. Bi mûzîkê anînan ser ziman, behtir dê wan bêzar bike, ber bi reþbîniyê ve bibe. Ez wilo dinirxînim. Arþîva min a mûzîkê wilo ye. “Sî û sê gule”, “Destana Egîdekî” û parçeyên dî jî perçeyên arþîva min in. Ew dewlemendiya me ne. Em bi qasî stranên ku êþ û janê tinin ziman stranên evînî û dilþadiyê jî dibêjin. Em ciwan jî bin, extiyar jî bin, di dilê me de evînekî mezin jî heye. Ez di tevayê jiyana xwe de, tim bi gelê xwe re bûm, min xwest ku êþ û jana ku gelê me dikþînê bînim ziman. Ji ber vê yekê enîya min vekiriye û ez serbilind im ji ber vê yekê. Gel jî li piþta min e.
Em bawer dikin ku xebata we ya albûmeke nû heye. Di derbarê vê xebatê de hûn dikarin hinek agahî bidin?
Belê rast e, xebatekî me yê nû heye. Me bi Ewrupa Muzîk re hevpeymanek çêkiriye. Di meha Îlonê de albûma me dê derkeve.
Ma navê albûmê diyar e?
Na ez niha nikarim wê bêjim.
Ma hûn dikarin di derbarê naveroka Albûmê de hinek agahî bidin me, nûçeya wê di destpêkê de em bidin?
Bawer bikin ez niha nikarim bêjim. Cûre cûre ye. Him slow, him jî perçeyên bi tevger hene. Albûmek pir rengiye. Hem xîtabê ciwanan dike, him jî xîtabê beþên dî yê civakê dike. Stranên ku roja me ya îro tînin ziman hene. Di derbarê albûme de ez dikarim vana bejim.
Di vê demê de ku Tirkiye xwe ji bo endametiya Yekîtiya Ewropyaê amade dike de li hemberî Kurdan jî operasyonên berfireh ê bi armanca tinekirinê lidar dixe. Hûn vê rewþê çawa dinirxînin?
Ez mirovekî dijî þer im. Ez naxwazim ku dayik êþ û jan bikþînin. Ev pirsgirek bi þer nayên çareserkirin. Her kes dijî vî þerî ye. Dewleta Tirkiyê li herêma Kurdîstanê vî þerê gemar ku gelê herêmê naxwaze, dide meþandin. Ev pirsgirek ancex dikarin bi awayekî demokratîk û aþîtiyane werin çareserkirin. Di dawiyê de xala ku Tirkiye were ev e. Pirsgirêka Kurd ancax bi awayekî demokratîk dikare were çareserkirin. Tirk naçerê demokratîkbûnê ne. Beþek mezin ji Tirkiye dixwazin ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Lê beþekî biçûk ku naxwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin heye. Lê ez bawer nakim ku ew vê yekê demekî dirêj karibin bidin berdewam kirin. Hewldanên Tirkiyê yê ji bona ketina YE jî ez baþ dibînim.
MURAT AKTAÞ/MHA MHA NEWS AGENCY |
|
|
| Artikel Bewertung |
Ergebnis: 5Stimmen: 3
Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
|
| Verwandte Links |
Der meistgelesene Artikel zu dem Thema kültür-sanat:
|
|