ENQERE (DÎHA) - Piþtî bûyera Ugur Kaymaz (12) û bavê wî Ahmet Kaymaz ku di 21'ê Sermaweza 2004'an de li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibûn kuþtin, cara yekem dîmenên ku 2 saetan piþtî bûyerê hatine kiþandin, hatin bidestxistin.
Di dîmenan de tê xûyankirin ku hîn xwîn ji pozê Ugur Kaymaz tê û ev yek jî pirsa, "Gelo Ugur hîn dijiya?" tîne bîra mirov. Dîsa di dîmenan de tê xuyakirin ku Ahmet Kaymaz li aliyê çêpê yê Kamyoneta xwe, Ugur jî li aliyê rastê hatiye kuþtin. Ev yek jî îfadeyên þahîdên bûyerê yên wekî, "Ugur û bavê xwe ji bo ku eþyayên xwe têxin wesayitê ji malê derketin" piþtrast dike.
Dîmenên kuþtina Ugur Kaymazê 12 ku bi bavê xwe re di 21'ê Sermawêza 2004'an de li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hatibû kuþtin, ketin destê DÎHA'yê. Di dîmenên ku ji aliyê polîsan ve 2 saetan piþtî bûyerê hatine kiþandin de, li gel daxûyaniyên Walîtiya Mêrdînê ên wekî, "Dê bi ser qereqolê de bigirtana" û "Ji ber ku bi çekan bersiv dane banga 'bisekine' ya polîsan, hatine kuþtin", tê dîtin ku tu îþarêtên pevçûnê nîn in. Di dîmenan de guleyên ku hemû li derdora cesedên Ugur û bavê wî Ahmet Kaymaz berhev bûne, balê dikiþîne. Tankêra mazotê ya ku ji aliyê Ahmet Kaymaz ve dihat bikaranîn a bi plakeya 73 SD 977 ku hatibû diyarkirin Ugur û bavê xwe ji bo ku eþya deynin erebeyê derketine derve û li wir hatine kuþtin di dîmenan de cîh digire. Tê dîtin ku tu gule li erebeyê neketine. Li gel ku Ugur û bavê wî li aliyê çep û yê rastê yê erebeyê hatine kuþtin jî, tu gule li erebeyê neketine.
Ev jî îdîaya "Maktul hedef hatin girtin û hatin kuþtin, tu pevçûn derneketiye" bihêz dike.
Gelo Ugur dijiya?

Sifra li malê
Dîsa polîsan piþtî ku cihê bûyerê kiþandine, avêtine ser mala Kaymazan û ji mal jî gelek dîmen kiþandine. Di dîmenan de tê dîtin ku mal hatiye belawelakirin û li erdê jî sifreyeke ku xwarin li ser heye û hê tu kesî dest nedaye xwarinên li ser sifreyê, balê dikiþîne. Li ser sifrê, li gel tebaxeke mezin a girarê, çend tebax tirþik û 4 heb jî kevçî hene. Ev dîmen jî, îfadeyên malbata Kaymaz ku piþtî bûyerê gotibûn, "Ugur û bavê xwe çubûn ku eþyayên xwe deynin hundirê wesayîtê û dê piþtre bihatana, xwarin bixwarina" bihêz û piþtrast dike. Dîsa dîmenên wêneyê Parlamenterê DEP'î Mehmet Sîncar ji aliyê polîsan ve bi caran hatine kiþandin. Dîsa di heman dîmenan de tê dîtin ku polîs li pêþiya wesayîta Kaymazan lêgerînê dikin, ji vir çenteyekî derdixînin û encama lêgerîna di vî çenteyî de, dibêje "Ji bilî cilan tu tiþt tuneye" û vana di zabitnameyê de dinivîse.
Mehekê piþtî bûyerê dîsa dîmen
Di dîmenan de detayekî balkêþ jî ew e ku polîsan mehekî piþtî bûyerê, di 21'ê berfanbarê de di saetên serê sibê de ji mala Kaymazan û ji cihê bûyerê cardin dîmen kiþandiye. Di van dîmenan de jî ji hemû aliyên malê û ji cihê bûyerê ji derdorê, dîmen hatine kiþandin. Lê nayê zanîn ku ev dîmenên mehekê piþtî bûyerê û beriya destpêkirina daniþîna yekemîn ji bo çi hatine kiþandin.
25.09.2006
DIHA