Feedback    Send News  
Languages
Arabirim Dilini Seçin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Türkçe Menü

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/Barýþ Çadýrlarý

DTK Democratic Autonomy

DTK Demokratik Ozerklik Modeli

SURIYE'nin Kürt Politikasi

Tecrite Son!

Ateskes Bitti
Yeni donem Basladi

HEDEF SIVILLER

KCK Statement 5 points

Cok Dilli Cok renkli devrim

GABB Raporu

Bolum 1, 2, 3, 4, 5

DTP Demokratik Cozum Projesi

Kurdistan Ulusal Kongresi KNK

Terör nedir?

Daristanên li Þirnexê tên þewiandin ji aliyê leþker, cerdevan û axayan ve tên fi
Yazar admin Tarih: Pazartesi, 24. Eylül 2007
löjl
toplum-yaþam ÞIRNEX (DÎHA24.09.2007 ) - ÞIRNEX (DÎHA24.09.2007 ) - Derket holê ku darên li daristanên bi hinceta 'HPG'yî tê de xwe vediþêrin' hatine þewitandin, ji aliyê leþker, cerdevan û axayên gundan ve têne berhevkirin û li bajarên rojavayê têne firotan.
DÎHA'yê, wêneyên qocikên daran ku bi wesayîtên fermî tînin datînin kêleka rê, kiþandin. Tê diyarkirin ku ji sedî 35’ê pereyê ji daran tê ji leþkeran re ye, yên mayî jî di nav axayê gund û cerdevanan de tê parvekirin.

Li Þirnexê derket holê ku bi hezaran darên ji serê sala 2006'an û vir ve li bi sedan donim daristanên hatine þewitandin dimînin, ji aliyê leþker, cerdevan û axayên gund ve têne firotan. Digel 169'emîn xala Makezagonê ya ku tê de tê gotin 'kesên zirarê bidin daristanan, divê bêne pirsyarîkirin û darizandin', ji adara sala 2006'an û vir gelek daristan ji aliyê leþkeran ve hatin þewitandin, lê heta niha tu pêvajoyeke hiqûqî nehatiye destpêkirin. Bi taybetî jî ji qada daristanî ya ku di navbera Dihê û Þirnexê de ye û ji aliyê gel ve bi nave Mergu Mar tê zanîn, para xwe ji vê pêkanînê digre. Darên wekî berû û ben ku tên birîn, bi wesayîtên fermî tînin gundên Bena Botiyanî (Guneyce) , Navyan (Guneyçam) û li kêleka rê kom dikin. Ji bilî darên ku di daristanên hatine þewitandin de hiþk bûne, yên ter jî tên birîn. Leþker û cerdevan, bi xîzara daran dibir, datînin ber tavê û li hêviya hiþkbûna wan disekinin.

Gabar û Cûdî ji însafa cerdevanan re hatin hiþtin

Yekîneyên TSK'ê havînê qadên daristanî yên li deverên wekî Gabar, Cûdî, Damlica û Findiq, bi hinceta 'ewlekariyê' gelek caran þewitandin. Piþtî bûyera ku rayedar bêdeng dimînin, niha jî cerdevan ketin dewreyê. Darên zeytûnê yên tê diyarkirin ev 400 sal in li wir in û neþewitîne, tên birîn. Hate hînbûn ku ev dar li qada vala ya li ser rêya di navbera Þirnex-Cizîrê tên hiþkkirin, li qamyonan tên barkirin, piþtre ji bo firotanê dibin bajarên cuda.

Gel nerazîbûn nîþan dide

Welatiyên ku newêribûn navê xwe bêjin, destnîþan kir ku li çiyayên Gabar û Cûdiyê ku ji aliyê leþkeriyê ve wek herêma tampon tên bikaranîn, cerdevan bi rihetî daran dibirin. Welatiyan got ku gundî nikarin bikevin cihên ji aliyê Serfermandariya Giþtî ve wek 'Herêma Ewlehiyê ya Taybet' hatine îlankirin û wiha dom kir: "Gundî ji ber vê hincetê, nikarin herin zozanan. Lê cerdevan bi hêsanî diçin û dar dibirin. Ew dar jî tên firotan. Gundên ku berê hatine valakirin hene. Þêniyên gundan nikarin ji bo zeviyên xwe jî bikevin gund, lê cerdevan bi hêsanî diçin wan herêman. Divê ev pêkanîn bidawî bibe."

Di sêgoþeya leþker, cerdevan û axa de parvekirin

Welatiyê bi navê M.T ku li herêma Mergu Mar rûdinê diyar kir ku daristan ev bi salan e bi heman awayî tên birîn, îsal bi biryareke taybet, bi taybetî jî herêmên ku HPG'yî lê çalakî lidar dixin û tê re derbas dibin, bi tevahî hatine þewitandin. M.T diyar kir ku þewata di 25'ê Hezîranê de li herêma Navyanê derketiye, ji aliyê leþker û cerdevanan ve bi taybetî hatiye derxistin. M.T da zanîn ku hemû darên li vê qadê, bi alîkariya ekîbên Midûriyeta Daristanan hatine birîn û teslîmî cerdevanan hatine kirin. M.T diyar kir ku dahata daran ji sedî 35 dibe para leþkeran û wiha pê de çû: "Pereyê ku dimîne jî di nav cerdevanên ku êzingan berhev dikin û li bajarên rojavayê difroþin û axayan de tê parvekirin. Bi hezaran YTL pere heye di vî karî de. HPG'ê wek mane nîþan didin, lê di binê bûyerê de rant heye."

Akademîsyenan li herêmê lêkolîn kiribû

Par di çarçoveya 'Projeya Îslah û Rêya Seleksiyonê ya Darên Zeytûnê ya Herêma Baþûrêrojhilat û Herêma Akdenîzê' de ji zanîngehên cuda cuda akademîsyen hatibûn û li herêmê lêkolîn kiribûn. Akademîsyenan gotibûn ku darên zeytûnê yên li Çiyayê Gabarê, herî kêm 400 saleyî ne.

(xo/ru)

KEREM ÇELÎK / MEHMET CEVÎZCÎ
son 5 Haber
Seçenekler
Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

İlgili Bağlantılar