Feedback    Send News  
Languages
Select Interface Language:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu English

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/Peace Tents

DTK Democratic Autonomy

KCK Trial and Kurds

Human Rights Violations-Iran2011

Mass Graves In Turkey

Stop Isolation!


CHEMICAL WEAPONS

Children In Turkey 2010

Proposal for a Solution of Kurds

KCK Statement 5 points

Proposals for a Solution

The Special Forces Command

The Obscure History

Abdullah Ocalan : War and Peace in Kurdistan


Dengê ji bo zarokan gur dibe
Submitted by Tsiatsan on Friday, June 11 2010
löjl
güncel Rewşenbîrên di qada navneteweyî de navdar ên wekî Chomsky, Zîzek û Wallerstein ji bo zarokên kurd li Taksîmê dikevin grevê. Çalakiya malbatên zarokên hatine surgunkirin ket roja 8’emîn
Ji bo zarokên mexdûrên Qanûna Têkoşînê ya Bi Terorê Re (TMK), ku ji aliyê raya giştî ve wekî zarokên ku keviran davêjine polîsan têne naskirin, wêjevan, nivîskar û rewşenbîrên li cîhanê yên bi nav û deng dê li Taksîmê greva birçîbûnê bikin, ku di nava wan de Noam Chomsky, Slavoj Zîzek û Immanuel Wallerstein jî hene. Çalakiya malbatên zarokên maxdûrê TMK’ê li ber Girtîgeha Amedê kete 8’emîn roja xwe. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, diyar kir ku heke heta nava hefteyekê de ji bo zarokan çareseriyek pêk neyê ew dê bi malbatan re çalakiyeke gelek mezin li dar bixin.

ÇALAKÎ KET ROJA 8’AN
Çalakiya rûniştinê ya malbatên zarokên maxdûrê TMK’ê ya li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kete 8’emîn roja xwe. Îrojî gelek kesên di nav de Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Cîgire Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Serokê BDP’a navçeya Çinarê A. Kadîr Dogan, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, Serokê Egîtîm Sen’a Amedê Abdullah Karahan û endamên MEYADER’ê hatin serdana malbatan. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, li vir ser navê komê axivî û diyar kir ku heke heta nava hefteyekê de ji bo zarokan çareseriyek neyê pêkanîn ew dê bi malbatan re çalakiyek gelek mezin li dar bixin.

DIKEVIN GREVÊ
Ji bo zarokên kurdan, ku mexdûrên tundûtûjiya polîs a ku her zêde dibe û qanûnên di serdema Hikûmeta AKP’ê de hatî derxistin in, navên li seranserê cîhanê bi nav û deng jî ketin tevgerê. Rêxistinên civaka sivîl, beriya ku parlamento bikeve betlaneyê, ji bo ku zorê bidine ser, da ku hikûmet guhertina qanûnî bike, dê li 32 bajarên ku zarokên mexdûrên TMK’ê lê girtî ne, meşan bi rê bixin.
Dê gelek kes tevî greva birçîbûnê bibin, ku dê li Taksîmê bê kirin û wêjevan, nivîskar û rewşenbîrên li seranserê cîhanê navdar ên wekî Noam Chomsky, Slavoj Zîzek û Immanuel Wallerstein, gelek kes beşdariyê lê bikin.
Bangdêrên Dad Ji Bo Zarokan (ÇİAÇ)ê ragihand, heke heta hefteya pêş ji parlamentoyê mêjûyeke teqez neyê dayîn, ew ê plana çalakiyan a ku wan amade kiriye pêk bînin. Li gorî vê yekê, berê pêşîn wê li ba rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî û parlementeran giliyê Tirkiyeyê bê kirin. Di ber vê yekê re, dê çalakên ku plan dikin li Taksîmê dest bi greva birçîbûnê bikin, hin wezîrên mafên mirovan ên ji welatên Ewropayê û Amerîkaya Başûr, serokên komîsyonên mafên mirovan ên parlemenan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl vexwendin vir.

KESÊN NAVDAR…
Tê diyarkirin, ku dê ramanwerê muxalîf û zimanzanê li seranserê cîhanê navdar, Noam Chomsky, feylesofê sloven, Slavoj Zîzek, ramanwerê amerîkayî Immanuel Wallerstein, Ingrid Newkirka Seroka PETA’yê ya rêxistina DYA’yî ya ku li ser mafên ajalan xebatan dike, muxalifê kûbayî, Guillermo Farinas, Şêrîn Ebadiya Îranî, lîstikvana îngilîz, Glenda Jackson, karîkaturîstê Brezîlyayî, Carlos Latuff û stêrkeke Hollywoodê jî, ku navê wê hê nehatiye teqezkirin, piştgiriyê bidin vê çalakiyê.
Li berûberê xwepêşandanên ku wê li 32 bajaran bêne kirin, tê plankirin, ku li ber parlamentoya tirk jî çalakiyeke rûniştinê bê kirin.
4 hezar zarokên ku ji ber firehiya çarçoveya Qanûna Têkoşînê ya Bi Terorê Re (TMK)yê ya di sala 2006’an de hatî nûkirin, bi hincetên ne tu hincet têne girtin, ku hema çi bigire hemû jî kurd in, ji ber xezeba qanûnan û ji ber ku desthilatdarî sozên xwe nagire, di nava çar dîwaran de mezin dibin.
Bi saya serê hewldanên derasayî yên Bangdêrên Dad Ji Bo Zarokên mexdûrên TMK’ê, rewşa van zarokan ev demeke dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ciyekî fireh vedigire. Desthilatdarî, her çend beriya niha bi caran soz dan jî, mijar neanî rojeva parlamentoyê, serbarê ser jî, guhertin jî ji rojevê derxistin li dihê ku guhertina û başkirina TMK’Ê bigrin rojevê xalên tîcarî birin meclisê. Hiqûqnas û çalakgerên ÇÎAÇ’ê ji ber şert û mercên ku zarok di girtîgehan de di nav de têne ragirtin û rewşa wan a derûnî bi xem û fikar in.

SP: Ji bo zakokên mexdûrên TMK’ê qanûnan biguherînin

Serokê SP’a Stenbolê Erol Erdogan, têkildarî rewşa zarokên mexdûrên TMK’ê daxuyaniyek nivîskî da.
Erdogan ji hikûmetê pirsa “Ji guhertinek der barê rewşa zarokan de tiştên lezgîn çi heye?” kir û da zanîn ku Hejmara zarokên girtî yên li girtîgehan zêdetirî 3 hezaran in û nêzî 100 zarok ji ber li bajarên cuda hatine bicihkirin ji serdanên malbatên wan jî bêpar hatine hiştin. Erdogan destnîşan kir ku cihana wan bi zarokên wekî Bedrettîn Karaduman, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Serap Eser û Muhammed Durreyan ên neparastine tijî ye.

BANGA HESTIYARIYÊ
Erdogan, sererastkirina zagonan jî rexne kir û wiha dom kir: “Gotin û kirinên hikûmeta AKP’ê ne yek in. Birêz Serokwezîr di hevdîtina bi rayedarên “Wekîlê Serokê Koma AKP’ê Bekîr Bozdag û Cigirê Serokwezîr Birêz Bulent Arinç jî bi şopdarkirinê re peywirdarkiribû. Birêz Bozdag ji raya giştî soza ‘Pêşnûme di nava meha gulanê de dê bibe zagon’ dabû, Birêz Beşîr Atalay jî duxayindibû ku di hezîranê de ‘teqez dê bibe zagon’. Lê Hikûmeta AKP’ê xuya bû ku bi van gotinan raya giştî û di serî de malbatên zarokan xapand ji xwe Serokê Komîsyona Dadê Ahmet Îyîmaya jî daxuyandibû ku ji bo rojeva Meclisê tijî ye û zagonên bi lez ên divê di nava meha hezîranê de derkevin, ev zagon ji bo dema nû hatiye hiştin. Ev helwesta hikûmetê ya bi vî rengî bi tu awayî nayê qebûlkirin.” STENBOL-AMED - ANF
last 5 Articles
Options
Article Rating
Average Score: 0
Votes: 0

Please take a second and vote for this article:
Excellent
Very Good
Good
Regular
Bad

Related Links