Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

Di 2006'an de rewþa kovarên kurdî
Nivîskar amedo Dîrok: ÇarŞem, 10. Çile 2007
löjl
kitap Diyarname -Kurdan sala 2006’an hema bêje bê kovaran derbas kir. Di weþangeriya kurdî de li Tirkiyeyê hejmara kovaran hema bêje ji tiliyên destan derbas nabe. Ewên ku hene jî di peryoda derketina wan de pirsgirêkên wan hene.



2006’an de kovarên nû li kovarên heyî yê bi kurdî nehatin kirin, lê di yên heyî de jî pirsgirêk derket. Li cîhanê digel kovarên li ser mijarên rojane, kovarên tenê yên helbest, çirok, hevpeyvîn, aborî û hwd. hene, lê yê kurdan di cureyên bi vî rengî de kovar nîn in. Niha li Tirkiyeyê çend kovarên wekî Zend, Tîroj, Vate, W, Nûbiharê têne weþandin lê di peryoda weþana wan de pirsgirêk hene.
 
Zend
Di dîroka 14 salan a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de yekem car kovara wan Zend di sala 1996’an de derket. Kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî Zend îsal bi awayekî peryodîk derneket, di temamê salê de du hejmarên wê hatin weþandin. Zend ku vê payîzê edîtorê wê guherî û Davut Ozalp bû edîtorê kovarê pêþî hejmara payîzê derxist û niha li ser hejmara zivistanê dixebite. Li gor agahiyên berpirsên Zendê êdî dê di 3 mehan carekê de kovarê çap bikin.

 
W
Kovara W du salan berê ji aliyê 12 wêjevan û nivîskarên kurd ve hate derxistin. Her ku çû hejmara wan kêm bû û digel vê yekê jî kovarê 2 sal li dû xwe hiþtin. Îsal herî dawî, di dawiya havînê de hejmara wê ya 12’yan derket lê hejmara wê ya 13’an hê derneketiye. Kovara du mehane ya xwerû bi kurdî, li ser çand, huner û wêjeyê weþan dikir. Li gor agahiyên ku gihîþtin ber destê me hejmara 13’an a kovarê dê meha pêþiya me derkeve lê kovar êdî ne du mehî, êdî dê bibe sê mehî û sê mehan carekê derkeve.
 
Tîroj
Kovara Tîrojê du mehan carekê bi kurdî û tirkî weþanê dike. Kovarê hejmara xwe ya 13’yan ji bo meha sermawez-rêbendanê der xist. Kovar ji bilî hefteyek, duhefteyan derengî li gor peryoda xwe weþanê dike.
 
Nûbihar
 
Nûbihar ku ev 14 sal in ku weþanê dike, niha gihîþtiye hejmara xwe ya 99’an. Kovarê ji bo 100’emîn saliya xwe pêþbaziyeke çîrok û helbestan jî daye dest pê kirin. Kovara ku li ser xeta olî xwerû bi kurdî weþanê dike, carinan bi derengî der dikeve, lê heta niha weþana xwe nedaye rawestandin. Kovar wekî sê mehî weþana xwe didomîne.
 
Vate
Kovarey Vate ke bi zazakî (kirdkî) hîrê mengan reyke neþr bena, ca dana niþtoxanê bi zazakî tenî. Kovare heta nika 27 homarey cay Ewropa de (Yînan ra 6 hebê peyînî hem Ewropa de, hem Stenbol de hamey neþrkerdin) veciyay. Vate nika hem Ewropa de hem Stenbol de vejêna. Kovare re rey erey veciyo jî veþaney xo dewam kena.
 
Di salên dawî de li Amedê weþangeriya kurdî her ku diçe xurt dibe. Îsal kovareke din jî li vê yekê zêde bû. Kovara naveroka xwe ya li ser înternetê bi navê Bername Net di payiza 2006’an de derket û wekî pêvek bi Azadiya Welat re hate belavkirin. Kovara ku ji aliyê Karger ve hate amadekirin, di warê xwe de xwedî taybetiyek e.
Her wiha kovara Mizgîn ku ew jî li ser xêza oldariyê weþanê dike li Amedê derdikeve û bi kurdî tirkî ye.
 
Digel van, kovarên wekî “Tîgrîs”, “Amîgra” jî wekî kovarên ciwanan bi kurdî û tirkî weþanê dikin.
 
Weþanger, kovarger û xwendevanên kum e bi wan re xeber da nebûna-kêmbûna kovarên kurdî wekî êþekê dibînin, lê ji ber pirsgirêkên fînans, belavkirin û xwendina kovaran kes dest navêje vê qadê.

Amadekar: Cemil Oguz

31.12.2006
5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: kitap: