Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

Divê şer bi merdî were kirin’
Nivîskar kadir Dîrok: DuŞem, 08. Cotmeh 2007
löjl
özel dosyalar Vana rêbazên qirêj ên şerê taybet e. Armanca dewletê, bi kevirekî kuştina du çûkan e. Berî her tiştî dixwaze bingeha civakî ya gerîla biçikîne û pêşî li tevlêbûna gerîlla bigire. Hewl dide bingeha potansiyel a gerîla li dijî gerîla bikar bîne.`
LÎSTIKA JEHRÊ YA JÎTEM’Ê Mangayên mirinê dipeyivin

Serokê Komîteya Parastina Rewa ya Koma Civakên Kurdistanê Dûran Kalkan, mikurhatinên sîxuran nirxand. Kalkan axaftina Serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan a di havîna sala 2005`an de li Amedê kiribû bibîr xist û wan ev axaftin ji bo çareseriyê girîg dîtine lê belê Serokatiya Fermandariya Giştî di civîna MGK`ê ya 23`ê Tebaxê de ev yek vala derxistiye. Kalkan diyar kir ku bi vê civînê re biryarên konsepteke nû ya şer a li dijî wan derketiye holê û zarokên baş ên Serokatiya Fermandariya Giştî ya artêşa Tirk ketiye dewrê. Dûran Kalkan destnîşan kir ku ev konspeta şer a dewleta Tirk li şemzînan, Gever, Colemêrg ê Wanê bi serhildanan hatiye pûçkirin.

Zapsû hişyariya me xurtir kir

Kalkan diyar kir, ku di vê pêvajoya amadekirina konsepta nû ya êrişan de Cuneyt Zapsû derketiye pêş û weha peyivî: `Zapsû ji Colemergê ye, netewperedestekî berê yê Kurd e. Karsazeke, wî bi xwe Erdogan bi jiyana kar ve da naskirin. Di wê demê de dest bi hevdîtinan kir, bi Sefîrên Bilind ên welatên biyanî re hevdîtin lidar xist. Piştî yek ji van hevdîtinan Zapsû, di bernameyeke televîzyonê behsa operasyoneke li hemberî PKK`ê kir. Zapsû diyar kiribû, ku operasyoneke derveyî sînor a li dijî PKK`ê nayê lidar xistin, berovacî vê yekê ev operasyon wê bi hêzên taybet were meşandin. Û destnîşan kiribû ku ev hêzên wan ên taybet gihiştine qadên xwe û wê di demeke kin de encam jê derkeve.` Kalkan anî ziman, piştî van daxuyaniyan ew bi êrişên berfireh re rast hatine û wan jî tedbîrên xwe wergirtine.

Kuştina Brahîmê Zer

Dûran Kalkan diyar kir, ku di tebaxa sala 2006`an li qada Biryargeha Navendî ya HPG`ê yek ji fermandarên gerîla Ramazan Toptaş bi navê kod Brahîm ji aliyê sîxurekî ve hatiye kuştin û ev yek destpêka operasyona Zapsû behsa wê dikir e. Di heman demê de li du deverên cûda ji Serokwezîr Tayîp Erdogan hat pirsîn ka li dijî PKK`ê planeke nû ya tinekirinê heye yan na. Erdogan li hemberî vê yekê nerazîbûneke tund nîşan da û ji rojnamevanê ev yek pirsî got `Ma tu xayin e` Rojnamevan deng dernexist. Mebesta Erdogan a di vê derê de ew bû, ku eger li xwe mikur bihata li dijî PKK`ê operasyoneke taybet heye, hingê PKK`ê jî li gorî vê yekê tedbîrên xwe werbigirta. Lewma li dijî rojnamevan nerazîbuneke ewçend dijwar hat nîşandan. Di hewldana jehrdayîna Rêber Apo de jî Rêber Apo da xuyakirin, ku dibe ku êrişeke bi vî rengî ya li dijî partiyê derkeve holê. Di vê pêvajoyê de gelek nûçeyên asparagas li çapemeniya tirk hat weşandin, ku hat gotin li Qendîlê teqîn bûye, bûyera jehrdayînê bûye hwd. Bêguman me ev rewş bi dorfirehî nirxand û di çarçove vê konsepta taybet tedbîr wergirt.`

‘Tê xwestin kaniya gerîla were çikandin’

Kalkan da xuyakirin, ku afirandina sîxuran di nava ciwanên Kurd de rêbazeke şerê qirêj e û bi vê yekê re dixwazin bingeha civakî ya gerîla tine bikin. Kalkan axaftina xwe weha dewam kir: `Yên xistin vê feqê, bi giranî bingeha gerîla ye. Pirraniya van ciwanan wê tevlî refên gerîla bibûna. Eger hinekî din jî serwext bibûna, biketina bin bandora malbata xwe wê tevlî gerîla bibûna. Berî her tiştî dixwazin bingeha civakî ya gerîla tine bikin. Bi vê yekê re xwestin pêşî li tevlêbûna gerîla bigirin. Mehmet Agar jî got: ya girîng pêşîgirtina li derketina çiyê ye. Bi astengkirina tevlêbûna gerîla re her weha hewl dan derbeyê li gerîla bixin. Bi van sîxuran re li dijî gerîla şer dikin. Ne bi polês, artêş û dewleta xwe, bi bingeha potansiyel a gerîla li dijî gerîla şer dikin.`

‘Beşek ji sîxurên hatin girtin niha gerîla ne’

Kalkan axaftina xwe weha dewam kir: `Niha hinek di nava me dene, serbest in. Me çek dan hinek ji wan. Xwestin gerîlatiyê bikin. Ew mirovên me ne. Berî her tiştî divê di vê mijarê de guman nebin. Yên divê bibin gerîlayê herî baş ev in. Em ji vê bawerin. Lê belê hinek ji wan hene, bi rastî çavsorin û zerar dane derdorê. Me hinekî bi dorfireh ev rewş lêkolîn kirin. Heta niha pûç bûn. Piştî êrişa hevalê Brahîm, ev hemû hewldanên wan têkçûn.`

‘Bila malbat hişyar bin’

Kalkan, ji bo ciwan nekevin nava van lîstikan malbatên Kurd hişyar kir û banga pûçkirina vê lîstikê kir. Kalkan bi taybetî jî bang li ciwanan kir, ku li hemberî van hewldanan derkeve serê çiyayên kurdistanê, tevlî refên gerîla bibin. Kalkan weha peyivî: `Bi taybetî dixwazim, gel, jin û ciwanan hişyar bikim. Zextê dikin, dewlet sozê dide, dibêje emê pere bide we û wan dike sîxur. Ev karê JÎTEM`ê li her qada bejahî heye. Me pê derxist, ku hînê gelek kesên bi me re di nava têkiliyê de bi awayekî ketine nava vî karî. Lê belê me ev eşkere nekir ji bo dest jê berdin. Berî her tiştî divê vana dest jê berdin. Divê zerarê nedin gerîla, eger dan ewê jî cezayê xwe bibînin. Her weha ev kar bi ti awayî ne li gorî ehlaq, welatparêzî û demokratbûnê ye. Dixwazim bi du awayî gel hişyar bikim. Ya yekemîn bila neyê lîstika JÎTEM`ê, herkes di vî warî de hişyar bin. Ya duyemîn, bila malbat hîn bêtir li zarokên xwe xwedî derkevin. Baştir wan bişopîne. Bila zarokên xwe, yekser bişînin gerîla. Di dewsa ku zarokên wan bi awayekî li dijî gerîla were bikaranîn, bila di nava gerîla de têbikoşe baştire. Lewma divê herkes di vî warî de bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin.`

‘Divê şer bi mêranî be’

Kalkan da xuyakirin, ku divê dewleta Tirk nebêje qey bi tenê ew dikare serî li van rêbazan bide. Kalkan bang li Îran û Tirkiyê kir ku dest ji van hewldanên xwe berde û axaftina xwe weha dewam kir: `Bi karên gelekî qirêj re mijûl dibin. Bi van mirovan re wiha nelîzin. Ev yek ne li gorî mirovahiyê ye ne jî li gorî ehlaqê ye. Ne mislimantî, ne sosyalîstî û ne jî karê demokratan e. Her weha bila xwe nexapînin ku bi tenê ew dikarin vî karî bikin. Ez gefê naxwim. Nabêjim emê jî heman tiştî bikin. Lê belê, eger bi vî rengî dewam bike hingî dibe ku rojekê hinek li hemberî wan jî bike. Ewqas sîxuran, komplo û çekên kîmyewî bikar tînin. Vê yekê herkes dizane. Eger hinek vê nakin, ne ku ji nezanî nakin. Ji ber ku van rêbazan weke rêbazên mirovahiyê nabînin. Lewma divê me bi vî rengî fêm bikin. PKK, gelê Kurd, gerîla bêçare nîne. Di destê gerîla de gelek derfet hene. Lê em rast nabînin, serî li van rêbazan bidin. Divê ev dewletên mijara gotinê jî dest ji van rêbazan berdin. Yên sûç bike, wê cezayê xwe jî bibînin.`

‘Hin çavsor hene’

Serokê Komîteya Parastina Rewa ya KCK`ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku armanca hevpar a sîxurên hatine nava wan derxistina bêbawerî û tevlîheviyê ye. Kalkan weha peyivî: `Armanca hatina wan pirr aliye. Armanca hemûyan lêxistina derbeyê ye. Hwl dan derbê li rêveberiyê bixin, perwerdeya şervanên nû sabote bikin û jiyana gerîla xera bikin. Ji sîxuran re dibêjin; Dîsîplînê xera bikin, diziyê bikin, jin û mêran berdin hev, gotgotan derxînin, yanî bi giştî bêbaweriyê biafirînin. Vê yekê bi sozên gelekî biçûk an jî bi gefan dikin. Hin ji wan gelekî profesyonelin jî. Hin tîpên çavsor hene. Vana gelekî baş hatine perwerdekirin. Ev kesên profesyonel jî ev xal destnîşan kirin: `Hûn li kû derê dibin bila bibin em li cem we ne, hûn di bin kontrola me dene. Eger hûn li gorî me tevnegerin, emê we tine bikin.` Her weha bi gefxwarina malbatan wan ditirsînin. Ji ber ku dilsoziya bi malbatê re di nava Kurdan de gelekî xurt e, ev gefxwarin rê li ber sîxurbûnê vedike.`

Turk û Haber Turk’ê ferma digirtin

Endama Komîteya Parastina Rewa û Komîsyona Lêpirsîna Sîxuran a HPG’ê Çinar Tolhildan û Fermandarê Biryargeha Xakurkê û endamê Komîsyona Lêpirsîna Sîxuran a HPG’ê Derwîş Siwar, mikurhatinên sîxuran nirxandin û da zanîn ku ji bilî hêzên leşkerî çapameniya tirk jî tevlî van karên qirêj bûye.

Endama Komîteya Parastina Rewa û Komîsyona Lêpirsîna Sîxuran a HPG’ê Çinar Tolhildan û Fermandarê Biryargeha Xakurkê û endamê Komîsyona Lêpirsîna Sîxuran a HPG’ê Derwîş Siwardan xuyakirin, ku êrişên şerê taybet ê bi rêya sîxuran hatine kirin nû nîne û destnîşan kirin, ku berê jî heman rê û rêbaz hatine bikaranîn.

‘Hewl dan hesta baweriyê bişkînin’

Endama Komîsyona Lêpirsînê Çinar Tolhildan da xuyakirin, ku piştî lêpirsînê sîxur yek bi yek derketine holê û destnîşan kir, ku kesên bi vî rengî di nava tevgera wan de nikarin xwe demeke dirêj rabigirin, di nava jiyana rojane de bi helwestên xwe xwe didin dest.

Tolhildan weha axivî: ‘Tevgera me bi hin taybetmendiyên xwe tê naskirin. Tevgera me xwedî rêbazeke jiyanê ye. Li gorî min, mijara ku dijmin fêm nekiriye û kifş nekiriye jî ev e. Xwedî pîvanê xweser e. Ev tevger, tevgereke ku li ser hin pîvanan dimeşe ye. Mirovên li nava vê tevgerê, heta dawiya temenê xwe ji hev bawer dikin e. Heta dawiya temenê xwe, xwe diyarî hevdu, rêxistin û gel kirin e. Û di nava ti civak û şoreşê de, hevalê mîna me yên xwe ji bo hev feda dikin nîne. Bi sîxuran xwestin, di nava tevgerê de rê li ber gumana veke, baweriya mirovan a ji hev bişkîne. Lê belê bi ser neketin. Çawa ku mirov di nava aveke zelal de tiştekî cûda bi awayekî zelal dibînin, ev sîxur jî di nava me de bi wî rengî kifş bûn. Sîxurên hatin herêma me, ji bo jiyana me nas bikin, gelek pirtûk xwendin, bi taybetî jî pirtûkên Rêbertiya me. Hewl dan ûslûb û nêzîkatiyên me fêm bikin. Li ser vê yekê gelekî perwerde dîtine. Lê belê li deverekê şaşiyê dikin. Mirovên xwe feda dikin, dikarin vê rêbaza jiyanê bi dest bixe. Lê belê yên bi dijmanî dikevin nava me, nikare li gorî vê jiyanê tevbigere. Ev karekî zehmet e. Hin xalên veşartî yên jiyana me jî hene û herkes nikare van nuqteyan fêm bike. Em di nav de ye, em nikarin kifş bikin, ma ewê çawa kifş bikin. Wekî din, hevalên li vê derê, hevalên ku xwe perwerde kirin e ye. Mîna ku dıjmin dibêje cahil, mirovên nezan nînin. Mirovên gelekî pêşketîne, ku dikare derdora xwe baş şîrove bike, mirovan di warê civakî de kifş bikin. Ji xwe sîxurên tên dibêjin: ‘Me nizanîbû, PKK rêxistineke ewçend ciddî û pêşketî ye.

‘Malbatên welatparêz tên hilbijartin’

Derwîş Siwar, der heqê sedemên birêxistinbûyîna xebatên sîxuriyê yên li herêma Kurdan eşkere kir û destnîşan kir, ku bi zanebûn ji bo vî karî malbatên şehîdan û malbatên welatparêz tên hilbijartin. Siwar weha peyivî: ‘Bêguman, gelekî balkêş e ku hemû sîxurên şandine vê derê Kurd in. Li dijî tevgera Kurd, ciwanên Kurd bikar tînin. Her weha, di dema hilbijartina van sîxuran de, bi tenê li Kurdbûna wan nehatiye nêrîn. Hîn bêtir malbatên şehîdan û welatparêz hatine hilbijartin. Ev yek bi zanebûn hatiye hilbijartin. Dixwazin, careke din Kurdan bîne pêşberî Kurdan.’

‘Sky Turk û Haber Turk fermanê didin’

Tolhildan axaftina xwe weha dewam kir: ‘Fermanên xwe jî dem bi dem werdigirin. Bi du awayî fermanan werdigirin. Ya yekemîn, bi rêya sîxuran fermanan dişînin. Ya duyemîn jî, bi rêya çaemeniyê fermanan ji van sîxuran re birê dikin. Bi nûçe û bernameyên di televîzyonê de vê yekê dikin. Bi taybetî, bi hin nûçeyên asparagas ji sîxuran re karê divê bikin, tê ragihandin. Navê van navgînên çapemeniyê jî di destê me de ne. Weke mînak Sky Turk û Haber Turk. Berî niha eger bala we kişandibe, hin nûçe hatin weşandin ku di nava PKK’ê de komkujiya hundurîn rû daye. Ev yek, di eslê xwe de peyamên hatine şandine. Sîxurên hatin zevtkirin, ev yek bi awayekî zelal anîn ziman. Ev agahî zelal e.’

‘Sîxurên wê werin hene’

Endamên Komîsyona Lêpirsînê Tolhildan û Siwar bang li gelê Kurd û bi taybetî jî ciwanên Kurd kir. Tolhildan û Siwar ji malbatan xwestin hişyar bin û ji ciwanan jî xwestin ku li dijî van dafan bi awayekî herî radîkal xwe biparêzin. Tolhildan bang li ciwanên ketine nava tevna sîxurê kir, ku dest ji vî karî berdin û eger pêwîst be serî li rêxistinên civakî yên sivîl bidin û eger pêwîst be werin Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê têbikoşin. Tolhildan got, ‘Navê hin ciwanan di destê me de ne, ku wê wan weke sîxur bişînin nava me, lê hînê nehatine. Yên tevlî vî karî bûne, divê bi leztgînî dest jê berdin. Ciwan jî, li dijî şerê giştî dikare têkeve pozîsyona parastina civakî ya giştî. Divê dû van bûyeran bernedin. Her weha hin dever hene, deverên fûhûşê. Dikarin van deveran teşhîr bikin û ji holê rakin. Divê ciwan êdî hîn radîkal bin.

Banga ji bo gel

Derwîş Siwar jî da xuyakirin, ku li dijî van êrişan tedbîrên wan hene, ji bo agahdarkirina civakê ew bi ser van rêxistinbûyîna ve çûne û wê di dema pêş de bi rê û rêbazên cûda bi ser van rêxistinbûyîna de biçin. Siwar axaftina xwe weha bi dawî kir: ‘Gelê me wê van dokûmanan bixwînin û li van dîmenan temaşe bikin. Wê der heqê rê û rêbazên dijmin ên xapandinê de bibe xwedî agahî. Haya gelek malbatan ji vê rewşê tineye. Divê gelê Kurd vê dorçêpandin û êrişên li hemberî xwe baş bibîne. Rêxistina me niha bi rêya çapemeniyê ev rewş ji raya giştî re eşkere kir. Her weha wê bi rê û rêbazên cûda bi ser van rêxistinbûyîna ve biçe. Tedbîrên me hene. Lê ya herî girîng hişyariya gelê me ye. Bi taybetî ez ji ciwanan re vê dibêjim: ‘Sîstemê refleksa şoreşger a ciwanan qels kiriye. Divê ciwan xwe ji deverên mîna cafeyên înternetê, deverên fûhûş, qûmar û hin qadên şahiyê vekişînin. Li dijî van deveran têbikoşin.’

Ji çar navendan tên birêxistinkirin

Endama Komîsyona Lêpirsînê Çinar Tolhildan jî da xuyakirin, ku di mikurhatinên sîxuran de derketiye holê, ev rêxistinbûyîn ji çar navenda ve tê meşandin û mîna rêxistinên biçûk jî xwe li her devera Kurdistanê bicih kiriye. Tolhildan diyar kir, ku der heqê van navenda de agahî di destê wan de hene û anî ziman, ku hin saziyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nava vî karî dene.

Tolhildan weha peyivî: ‘Yek ji van navendan Wan e. Yek jê Colemêrg, yek Amed û ya din jî Stenbol e. Cihê hin ji van navendan em dizanin. Ji van her çar navendan sîxur tên şandin. Mijareke din a balkêş jî ev e. Sîxurên ji van navendan ve tên şandin jî, têkiliya hemûyan bi hev re hene. Heman şîfre, heman rêyan bikar tînin, heman perwerdeyê dibînin. Weke mînak, jehrê didin sîxurek ji navendekê, jê dixwazin vê jehrê bide sîxurek ji navendeke din. Yên hatin nava me dan xuyakirin, ku di navbera JÎTEM û MÎT’ê de hin nakokî hene. Û dibêjin, ku ji ber vê yekê di hin karên xwe de biserneketine, lewma TÎT ketiye dewrê. Lê belê TÎT ji JÎTEM û MÎT’ê cûda nîne. Navê TÎT’ê li xwe kirine, lê belê vana endamên xas ên JÎTEM’ê ne. Û yên TÎT’ê birêve dibin jî payebilindên JÎTEM’ê ne. Di destê me de hin agahî hene. Em naxwazin vana niha eşkere bikin. Hin saziyên siyasî jî di nava vî karî dene. Vana hemû ji aliyê navendekê ve tên rêvebirin û ji navendekê fermanê werdigirin. Bİ DAWÎ BÛ...
5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: özel dosyalar: