Feedback    Send News  
Languages
Select Interface Language:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu English

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/Peace Tents

DTK Democratic Autonomy

KCK Trial and Kurds

Human Rights Violations-Iran2011

Mass Graves In Turkey

Stop Isolation!


CHEMICAL WEAPONS

Children In Turkey 2010

Proposal for a Solution of Kurds

KCK Statement 5 points

Proposals for a Solution

The Special Forces Command

The Obscure History

Abdullah Ocalan : War and Peace in Kurdistan


Duran Kalkan: “Artêşa Tirk hewl dide ku leşkerê dîl bikuje”
Submitted by DENIZ on Saturday, July 16 2005
löjl
topics BEHDÎNAN (15.07.2005) MHA- Serokê Komîteya Parastina Gel a KKKê Duran Kalkan ragihand ku rewşa leşkerê ku li Dersimê ji aliyê gerîlayan ve dîl hatibû girtin baş e. Kalkan wiha got: “Ger Artêşa Tirk êrîşê neke û nekuje leşker di ewlehiyê de ye. Ji bo ewlekariya jiyana leşker jî divê operasyon werin rawestandin.”

Duran Kalkan di derbarê Coşkun Kırandı yê ku li Dersimê ji aliyê gerîlayan ve hatibû dîl girtin de ji MHAyê re axivî. Kalkan wiha dibêjê: “Kırandı rast e rast ne bi me re girêdayiye. Lê em pêşveçûna ji nêz ve dişopînin û dinirxînin, di derbarê bûyerê de em hewl didin ku agahiyan wergirin. Li gor wê jî emê helwesta xwe nîşan bidin.”

Duran Kalkan bal kişand ser şerê ku li Kurdistanê hatiye zêde kirin. Kalkan dibêjê bûyera li Dersimê jî perçeyek ji vê ye dibêje “HPG li ser rewşa leşkerê dîl daxuyanî dabû. Bi awayekî yekgirtî bi dest girtin girîng e. Saxleme, rewşa wî ya tendiristiyê baş e. Ti zehmetî ne jiyaye.” Kalkan diyar kir ku Artêşa Tirk di nava erîşên tund de ye û dixwaze lêşkerê dîl bikuje.

"Em nakin mijara bazariyê”

Kalkan nêzîkbûna gerîla wiha eşkere kir: “Bi zagonên navnetewî yê şer ve girêdayî ye. HPG di konferansa xwe ya meha Adarê de ev biryar wergirt. Heta niha jî li gor zagonên şer ê navnetewî şer da meşandin. Ji 1ê Hezîranê heta niha di eniya gerîla da ti binpêkirina van zagonan çênebûye.

Ger Artêşa Tirk ji bo kuştina leşker êrîşê neke û nekujê ew bi xwe di ehlehiyê de ye. Lê kiryarên Artêşa Tirk divê werin lêkolîn kirin. Ji birîna guhan heta ya seriyan, heya perçekirina cesedan. Bi dehan gule berdidin terman. Ango tiştekî ku nekirin nema ye. Lê bi rastî jî HPG pir bi hişyarî tev digere.

Em meyzênin ka pêşveçûn wê çawa bin. Di vê mijarê de hîna ti daxawziya me nîne. Helwesteke me wiha nîne ku em vê yekê bixin mijara bazariyê, an jî hinek armancên siyasî bi dest bixin. Em di nava berxwedanek parastinê de ne. Bila ev şer bi dawî bibe. Em dixwazin jiyaneke azad û demokratîk hebe. Ji bo gelê Kurd jî ji bo hemû gelên li Tirkiyê jî. Ji bo tevayê gelê Rojhilata Navîn jî daxwaziya me ev e.”

Kalkan destnîşan dike ku herkesê aşîtîxwaz, rewşenbîr demokrat, hunermend û tevayê gel divê hişyar be û helwesta xwe nîşan bide. Duran Kalkan wiha didomîne: “Di aliyê dî de jî ger pevçûn bi dawî nebin, ketina nava pêvajoya çareseriyê nebe û bi Serok Apo re diyaloga siyasî ya çareseriya demokratîk neyê dest pê kirin, bûyerên bi vî awayî dê zedetir bibin, ferehtir bibin. Ji ber vê yekê herkesek divê bi hişyarî nêzîk bibe.”

“Şerekî mezin tê meşandin”

Kalkan şer û helwesta Artêşa Tirk jî nirxand. Duran Kalkan dibêje li Bakûrê Kurdistanê şer hatiye dijwar kirin: “Arteşa Tirk û hikumeta Tirkiyê biryara bi şer têkbirinê wergirtiye. Artêş xwe bi giştî sewqê Kurdistanê dike. Ango tenê ne bi çend operasyona ye. Mirov dikare bêje şer tê meşandin.

Ji xwe fermandariya hêzên bejahiyê bi awayekî vekirî ragihandibû ku ewê êrîşên xwe berdewam bikin. Yanî derveyî têkbirina me an jî perçiqandina me ti fikarên wan ê dî nînin. Li hemberî vê yekê jî berxwedana gerîla jî zêde bûye. Di van her du heftêyên dawî de şer gihaşt asteke dî. Herkesek divê vê bizanibe.”

MHA NEWS AGENCY
last 5 Articles
Options
Article Rating
Average Score: 0
Votes: 0

Please take a second and vote for this article:
Excellent
Very Good
Good
Regular
Bad

Related Links