Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

Edaleta tirk çi diparêze?
Geschrieben von admin am Montag, 19. Juli 2010
löjl
güncel AW 19.06.2010- Sidika Platîn par ji aliyê hevserê xwe ve guhê wê hatibû jêkirin û rastî îþkenceyê hatibû. Dadgeha Malbatê ya Wanê biryar da ku Sidika teslîmî hevserê wê bike. Sidika Platîn dîsa rastî þîdeta hevserê xwe hat, niha li nexweþxaneyê ye û rewþa wê giran e
Li navçeya Saraya Wanê jina bi navê Sidika Platîn ku hevserê wê Farûk Platîn par guhê wê jê kiribû û îþkence lê kiribû, piþtî wî dîsa bi biryara dadgehê radestî hevserê wê hatibû kirin, dîsa rastî tundiya hevserê xwe hat. Rewþa Sidika Platîn xetereya xwe diparêze.
Di 25'ê îlona 2009'an li gundê Kapikoya navçeya Sarayê, jina bi navê Sidika Platîn, rastî lêdana hevserê xwe Farûk Platîn hatibû. Farûk Platîn guhê hevsera xwe jê kiribû û bi lêdanê ew anî bû ber mirinê. Piþtî bûyer hatibû bihîstin jina rastî tundiyê hatiye, li mala stargehê hatibû bicihkirin û piþtî 45 rojan ji aliyê Dadgeha Malbatê ya Wanê ve dîsa radestî hevserê wê hatibû kirin. Sidika Platîn ku ev 10 sal in zewicî ye û 3 zarokên wê hene, piþtî ku ji hevserê wê re hatibû radestkirin, dîsa bi lêdana hevserê xwe hate ber mirinê. Rewþa Sidika Platîn ku niha li Nexweþxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzucu Yilê ya Wanê tê dermankirin xetereya xwe di parêze û tu agahî jî ji Farûk Platînê ku piþtî bûyerê reviyaye nayên girtin.

'BERPIRSYAR DADGEH E'
Seroka Komeleya Jin, Zarok û Pêþvebirina Têkiliyên Malbatê, Nûjenkirin, Parastin û Hêzkirinê ya Sarayê Hamîde Yenî, têkildarî bûyêre nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: "Kesên ku destûr dane Farûk Platîn, destê xwe dihejîne û ji dadgehê derkeve berpisiyarê vê bûyerê ne. Eger wê demê guh dabûna gotinên me îro ev tiþt nedihat jiyîn. Em dê wekî saziyên jinê vê bûyerê biþopînin."

XWEDÎ LÊ DERNEKETIN
Platîn ku rastî îþkeceyan hovane hatibû li Stargeha Jinan a Walîtiya Wanê hatibû bicihkirin.  Hevserê wê Farûk Platîn 6 meh cezayê ji mal durxistinê girt. Jina ku rastî îþkenceyê hat bi zarokên xwe re li stargehê ma û digot ku ez dixwazim dest ji hevsrê xwe berdim û digot ez venagerim. Lê mixabin tiþtekî balkêþ derket holê.  Dadgeha  Hiqûq a Asliyeyê Sarayê  ligel ku hevserê wê 6 mehan ji mal dûr xistibû jî ew dîsa þand cem hevserê wê. Dema ku Sidika di stargehê de bû parêzerê hevserê  wê her tim diçû serdana wê. Dixwest ku Sidika ji vê gilîkirinê vegere. Lê Sidikayê nedixwest ji vê biryara xwe vegere. Mixabin dema ku bi malbata xwe re jî hevdîtin pêk anî malbata wê jî zarokên wê qebûl nekir û li ser vê yekê  neçar ma ku ji vê biryara xwe vegere. Sidika neçar ma ku vegere ew mala ku lê îþkence hatibû kirin. Her wiha dewlet û saziyên jinan jî li dijî vê bê deng man û rasterast ew terkî mirinê kirin.

ÇI BÛBÛ?
Li gundê Kapikoyê ya Sarayê di 25'ê îlona 2009'an guhê hevsera xwe Sidika Platîn jê kiribû û ew anîbû ber mirinê. Farûk Platîn piþtî demek kin dibin çav de mabû, hate berdan. Walîtiyê, Sidika Platîn jî xistibû bin parastinê de. Piþtre jî Dadgeha Malbatê ya Wanê 6 meh cezayê ji malê dûrxistinê da Farûk Platîn û Platîn jî dîsa radestî hevserê wê hatibû kirin
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 5
Stimmen: 1


Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema güncel: