Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

Emîne Ayna: Heke hûn vî dengî nebihîzin ev gel di zane ka dê çareseriya xwe çawa
Nivîskar admin Dîrok: Şemî, 01. Adar 2008
löjl
kadýn DIHA 01.03.2008 Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna ku di mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Pirsûsê tê lidarxistin de axivî, diyar kir ku Serfermandarê Giþtî Yaþar Buyukanit, bi daxuyaniya xwe ya têkildarî operasyona dersînor, îtîraf kiriye ku bi operasyonan ev pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha got: "Ev bi salan e em vê yekê dibêjin. Ev gel dibêje êdî bes e. Vî dengî bibihîzin nexwe gel dizane ka dê çaseriya xwe çawa pêk bîne." Ayna, bang li Erdogan jî kir û got, "Erdoganê ku di firsendê de dilawertiya xwe nîþan dide, bi rastî jî heke çareseriya te hebe nîþan bide."
Mitînga bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji aliyê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ve li Navçeya Pirsûsa Rihayê bi beþdariya bi dehezaran jinan tê lidarxistin, bi axaftinan dom kir. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, di mitîngê de axivî li ser operasyona bejayî ku duh bidawî bû, rawestiya. Ayna, derbirî ku Tirkiyeyê operasyonek bejayî pêk anî û got ku ew ê PKK'ê bi qedinînin û ev tiþt gotin:

'Heke ev maceraperestî nebe çiye'

"Serokwezîr Erdogan, dema tezkere anî meclîsê, daxuyaniyek da û got 'em macereperest nîn in'. Pekî îro tiþta hatiye kirin heke maceraperestî nebe, çiye? PKK na qede. Wê demê çareserî operasyon nîn e. Duh Serfermandar daxuyaniyek da, piþtre jî got ku 240 gerîla kuþtine û 24 jî leþker hatin kuþtin. HPG jî dibêje 81 leþker û 5 gerîla. Kîjan dibe bila bibe, mirov mirin. Ha leþker ha gerîla, ciwan di 20 saliya xwe de mirin. Encama wê çibû bi sedan bombe û gule. Di destê we de ji bilî mirinê çi heye? Êdî bes e." Di vê navberê de axaftina Ayna, bi dirûþmên wekî, "Kujeyer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e" hate birîn.

Banga ji bo Erdogan: Heke çareseriya te hebe nîþan bide

Ayna, li ser paketên çareseriyê yên heta niha hatine derxistin jî rawestiya û wiha pê de çû: "Ev bi salan e, paketên veþarî yên hikûmetên li Tiriyeyê hene. Em nizanin di hundirê wan de çi heye. Piþtî her mirinê paketek heye. Ji her paketekê ji bilî derew, xapandin, çek, birçîbûn, xizanî û mirin çi derdikeve? Divê îro mirov bibîne ku tenê çareseriyek heye û ew jî guhertina mantiqa 'yeknavendîbûnê' ye." Ayna, bang li Erdogan jî kir û got, "Erdoganê ku di firsendê de dilawertiya xwe nîþan dide, bi rastî jî heke çareseriya te hebe nîþan bide."

'Serfermandar îtîraf kir'

Ayna, daxuyand ku Serfermandarê Giþtî Yaþar Buyukanit, bi daxuyaniya xwe ya têkildarî operasyona dersînor, îtîraf kiriye ku bi operasyonan ev pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha got: "Ev bi salan e em vê yekê dibêjin. Ev gel dibêje êdî bes e. Vî dengî bibihîzin nexwe gel dizane ka dê çaseriya xwe çawa pêk bîne."

'Divê hûn rastiyê bibînin'

Anya, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî ev tiþt gotin: "Divê nansaneme û perwerdehiya bi zimanê zikmakî di makezagonê de bê mîsogerkirin. Ev jî bi guhertina makezagonê pêkan e. Her wiha divê sererastkirin bên kirin ku gerîla tevlî jiyana civakî bibin. Dîsa divê þertên Girtîgeha Îmraliyê bêne sererastikirin. Kurdên li vî welatî dijîn, di mijara Birêz Ocalan de hesas in û divê hûn vê bibînin."

'Heta dengê me nebihîsin em nawestin'

Ayna, derbirî ku îro li meydana mirov tên pelçiqandin û pirsa "Hûn ne westiyan?" ji girseyê kir. Girseyê jî bi yekdengî bersiva "na" da. Li ser vê yekê Ayna wiha got: "Heta aþtî û çaseresî pêk neyê, heta ku Enqere û Wanshîngton dengê me nebîheze em na westin. Li çiyayên ku hûn operasyonan li dar dixin zarokên van mirovan hene."

Piþtî Ayna xwîxka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kurdî axivî û ev tiþt gotin: "Bila leþker û gerîla ne mirin. Ev 7 sal in em aþtiyê dixwazin. Bila kes nemirine êdî bes e."
Mitîng, bi stranên hunermend Rojda dom dike.

(xo/ru)
5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: kadýn: