
Di nava 6 mehan de 10 kesên ku leşkeriya Artêşa Tirk dikin mirin. Raporên leşkeriyê dide xuyakirin ku întihar kirine. Lê malbat qaîl nabin. Herî dawî Hamza Denîzê ji Mêrdînê, ewilê gotin ‘winda ye’ paşê li tuwaleta mescîdê xeniqandî hate dîtin
Hate îdiakirin ku leşkerê bi navê Hamza Denîz ê ji Mêrdînê ku 2 hefte beriya niha çûbû leşkeriyê, di tuwaleta mecsîdê de bi benê bota xwe, xwe daliqandiye. Rayedarên ku pêşiyê ji malbatê re gotin Denîz, winda bûye, pişt re li ser israrên malbatê gotin wî “Di tuwaleta mescîdê de înxîhar kiriye”
Di van rojên dawî de ji qişleyan zêde agahiyên “Întiharkirina leşkeran!” tê. Lê ya herî sostret jî ew e ku piraniya van leşkeran jî kurd in. Vê carê jî agahiya dawî ji Zonguldakê hat. Leşkerê bi navê Hamza Demîr ê 24 salî û ji Kerborana Mêrdînê ye tecîla xwe xira kir û 2 hefte beriya niha radestî yekîneya leşkerî ya li navçeya Devrekê ya Zonguldakê bû. Denîz gelek caran ji malbata xwe re telefon vekiriye û gotiye rewşa wî baş e, tu pirsgirêkên wî tune. Piştî 2 hefteyan cendirmeyekî pispor yê bi navê Raşît, 13’ê hezîranê saet di 10.00’an de ji bavê Denîz yê li Mêrdînê Murat Denîz re telefon vekir û jê re got ‘Kurê te saet 05.00’an heta niha winda ye, em difikirin ku firar kiriye.’
Li ser vê yekê bavê Hamza Denîz, ji kurê xwe yê din Halît Denîz ê li Stenbolê dijî re telefon vedike û ew agahdar dike. Birayê Denîz, Halît Denîz jî ji bo agahiyê bistîne ji yekîneya birayê xwe re telefon vedike. Cendirmeyekî pispor di telefonê de ji Denîz re dibêje ku birayê wî saet di 05.00’an de çûye mescîdê lê cardin ew nedîtine. Lê birayê Denîz ji bo agahî ji birayê xwe bigire bi israr lêgerînên xwe didomîne.
‘PIŞTÎ 7 SAETAN HATE DÎTIN’
Piştî 7 saetan, ji Denîz re hate gotin ku birayê wî întihar kiriye. Leşkerê li ser santrala telefonê ji Denîz re ragihandiye ku birayê wî di mescîda yekîneyê de bi benikên botê xwe xwe daliqandiye. Denîz, der birî ku piştî wî agahî girtiye xwestiye ji bo cenaze bigire biçe Zonguldakê lê rayedarên leşkerî ji wî re gotine, “Ne pêwîst e tu bê vir. Em dê cenazeyê ji bo otopsiyê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê. Hûn dikarin cenazeyê ji wê derê bigirin.”
2 ROJ BERÊ AXIVÎ BÛ
Halît Denîz, bi lêv kir ku 2 roj beriya bûyerê bi birayê xwe re axiviye û tu pirsgirêkên birayê wî tunebûye. Malbat dê piştî otopsiyê ji bo bûyer bê ronîkirin serî li ÎHD’ê bide.