BEHDİNAN 02.10.2007- Keça kurd Fatma Bozdemîr a bi qoda Çawre tê nasîn û ji Kerborana Mêrdînê ye û li Stenbolê di fabrîkaya tekstîlê de dixebitî û ji bo kîjan peywirê şandine Herêma Qadên Parastina Medya. Bozdemîr bi çi armancê hatiye qadên gerîla yek bi yek îtiraf kir.
Bozdemîr diyar kir ku li semta Haci Ahmet a Stenbolê tevli 6 kesan li malekê perwerdehiya ajaniyê dîtiye û wiha got: “Ji bo bi ajana bi navê Tanya (Gulşen Alturk) re bixebitim û jahrê ji wê re bibim, ez şandim Herêma Qadên Parastina Medya.”
Fatma Bozdemîr li semta Beyogluya Stenbolê tevlî malbata xwe rûdinê. Bozdemîr ji nava 4 zarokan, ew tenê keç e û ji bo alîkariya aborî bide malbata xwe li fabrîkaya tekstîlê 5-6 salan berê dest bi xebatê dike. Dema di fabrîkayê de dixebite kesekî bi navê Mehmet Koç nas dike. Dawiyê hîn dibe ku ev kes polîs e. Bozdemîr dibe evîndara wî û bi vî awayî demekê bi hev re digerin. Bozdemîr destnîşan kir ku kesê bi navê Mehmet Koç xwe wekî xebatkarê fabrîkayê da nasîn û dawiyê hîn bû ku ev kes polîs e. Bozdemîr da zanîn ku piştî vê yekê têkiliya xwe ji polîs qut nekiriye û wiha axivî: “Ji ber ku min têkiliya xwe ji wî qut nekir, demek şûn de bi darê zorê û bi tehdîdan min ajanî qebûl kir. Dawiyê ez birim malekê û li wir 6 ciwanên din ku ew jî kurd bûn perwerde dibûn. Ew kesên din jî bi heman rêbazê wekî min hatibûn xapandin û ketibûn tora polîsan.”
‘DEWLETEK LI PIŞT MIN HEYE’
Mehmet Koç xwe wekî karkerê fabrîkayê bi Bozdemîr dide nasîn. Piştî ku Bozdemîr hîn dibe ku ew kes polîs e, dixwaze jê veqete. Lê Koç Bozdemîr tehdîd dike ku ew ê zirarê bide malbata wê. Polîs demeke dirêj malbata Bozdemîr ji nêz ve dişopîne û wan tehdîd dike. Dawiyê Bozdemîr serê xwe li dijî tehdîda polîsan ditewîne û daxwazên wan qebûl dike. Bozdemîr got ku dema xwest jê veqete rastî tehdîdê tê. Polîs bi gotinên wekî; “Me carekê hev nas kir. Êdî tu nikarî ji me veqetî. Êdî tu ketiye nav destê me û tu nikarî bi rehetî ji me xilas bibî. Ez ne bi tenê me, dewlet li pişt min e. Em ê malbata te ji holê rakin. Em ê bavê te û birayên te bikujin”. Bozdemîr bi bîr xist ku çend caran bi wesayîtê hatin nava taxê û dixwestin wê bitirsînin û wiha berdewam kir: “Bi vî awayî ez tehdîd dikirim. Dixwestin ez bibim ajana wan. Digotin heke tu ajaniyê nekî em ê malbata te bikujin.”
‘DIVÊ TU TEVLI PKK’Ê BIBÎ’
Piştî tehdîd û şantajan ji Bozdemîr dixwestin ku ji bo wan bixebite. Bozdemîr li dijî vê tehdîdê digot; ‘Ez dikarim çi bikim.’ Bozdemîr wiha got: “Min dizanîbû ku ev kes polîs e û kesekî tarî ye. Min digot ez karker im, gelo ez ê çi bikim û der barê xebatê de agahiya min nîn e. Wî got ku ew ê min perwerde bikin û der barê xebatê de agahdar bikin. Bi awayekî vekirî digotin tu dê di nava rêxistinê de bibî ajana me. Dawiyê tevli rêxistinê bibe. Min got kîjan rêxistin wan jî bersiva PKK’ê da. Min ev daxwaza wan red kir. Gotin êdî tu hemû tiştê me dizanî heke tu qebûl nekî em dizanin em ê ji te çi bikin. Min got dest nedin malbata min û tiştê ku hûn dixwazin ez ê bikim. Gotin heke tu li gorî daxwazên me tevbigerî em zirarê nadin malbata te.”
‘NAVÊ TE ÊDÎ FÎDAN E’
fatma.jpgBozdemîr çîroka navê xwe yê Fîdan jî wiha dibêje: “Ji min xwestin ku ez biçim û cihê perwerdehiyê bibînim û hem jî 6 kesên dê bi min re perwerde bibin nas bikim. Piştî ku min daxwaza wan qebûl kir ji min re gotin ku maleke me li taxa Haci Ahmet a Stenbolê heye. Em ê li wê malê hin tiştan hînî te bikin. Di ser vê axaftinê de 2 roj borîn. Ligel Mehmet em çûn wê malê. Mal dîzaynkirî bû. Ji bo koma me mal hatibû amadekirin. Diyar bû ku ji bo serdemekê hatibû dîzaynkirin. Di dawiya perwerdeya komê de dê mal bihata valakirin. Piştî ku ez çûm em bi hev re ketin malê. Di hundir de 7 kesên din hebûn. Ji wana yek mirovê wan bû. Yek bi yek me silav da hev. Navên wan ez li wir hîn bûm. Min jî xwe wekî ‘Fîdan’ bi wan da nasandin. Ji min re gotin navê xwe yê rastîn nebêje kesê.”
‘CIWAN HEMÛ KURD BÛN’
Kesên li malê pir ciwan bûn. Bozdemîr destnîşan kir ku ew tev kurd bûn. Piştî pirsekê ez hîn bûm ku ew ê jî bi min re perwerde bibin. Bozmedîr wiha got: “Li malê kesên bi navê Xezal (Êlih), Hemîde û Pinar ( Agirî), Hamd (Sêrt), Sefkan (Qosera Mêrdînê) û Murat (Gevera Colemêrg) hebûn. Her 6 ajan jî kurd bûn. Min xwest ez hîn bim ku ew kî ne. Ji min re hate gotin ku koma bi te re perwerde bibe ev e. Ji me hate xwestin ku em di pêvajoya perwerdeyê de destekê bidin hev.”
SULEYMAN PERWERDE DIKIR
Bozdemîr diyar kir ku mala ku çûnê kesekî bi navê Suleyman jî hebû û ew ji aliyê wî ve hatin perwerdekirin. Her wiha di vê demê de di navbera wê û Mehmet Koç de nîqaş derket. Kesên di komê de dixwest ku Bozdemîr bi temamî ji malê bê derxistin. Li ser vê Bozdemîr wiha got: “Kesekî bi navê Suleyman bi min dan nasandin. Suleyman perwerde dida me. Mehmet diyar kir ku Suleyman jî hevalê wan e. Ew ê perwerdehiyê bide wan. Hate gotin ku perwede cidî ye divê li gorî quralên wê tevbigerin. Teklîfa pereyan li me dikir. Ji min xwestin ku ez bi temamî ji malbata xwe veqetin. Lê min ev qebûl nekir. Ez hem diçûm perwerdehiyê, hem diçûm kar û hem jî diçûm malê. Hê jî Mehmet Koç wekî evîndarê min nêzîkê min dibû. Lê min berê jî ew hişyar kir da ku wisa nêzîkî min nebe. Jixwe min li gorî şertên perwerdehiyê qebûl kir. Lê wî jî bertek nîşan dida. Nîqaşeke wisa di nava me de derket.”
LI DARISTANÊ TALÎMA ÇEKAN
Bozdemîr destnîşan kir ku perwerdehiya çekdarî li hêla Stenbolê ya Ewropayê di nav daristanê de dîtine. Bozdemîr diyar kir ku tu kes ji bo dengê çekan nehatin û ew hişyar nekirin. Ev jî dihat zanîn ku ev herêm jî di binê kontrola wan de bû.
MEH Û NÎV PERWERDEHÎ
Ji ber ku ew xwînsar bin pir wêneyên cenazeyan nîşanî me didan. Da ku em hînê kuştinê bibin. Bozdemîr wiha behsa propagandayê kir: “Bi propagandaya ‘ev qas gelê me dikujin, leşkerên me dikujin, ma ne guneh e, hûn jî herin li wir serkêşên wan bikujin da ku kes nemîne talîmatê bide. Dê bi vî awayî ‘rêxistina terorê’ ji holê rabe, gel rizgar be û leşker nemirin’ em dihatin xapandin. Digotin ku dema gerîlayên wan rêzeke leşkerên me dikuje û paşê ew tên terfîkirin û dibin payebilind. Me bi vî awayî meh û nîv perwerde dît. Di nava vê meh û nîvê de propagandayeke giran li me dihate kirin.”
DEMA TEVLIBÛNÊ HAT
Piştî ku jiyana Fatma Bozdemîr ev qas diguhere, her tim bi malbat û hevalên xwe yên kar re nîqaşê dike û navbera wan xira dibe. Hayê ajanên JÎTEM’ê Mehmet Koç û Suleyman jî ji van pirsgirêkan çêdibe. Ew jî li ser vê rewşê, biryar didin ku divê êdî Bozdemîr tevli gerîla bibe. Bozdemîr vê yekê wiha tîne ziman: “Ligel alozî û nexweşiyên di navbera min û malbata min de, di navbera min û patronên min de gihiştibû asteke nebaş. Carna min ji malbata xwe re digot ku ez ê ji malê birevim. Malbatê ez wekî keseke welatparêz dizanîm û texmîn dikir ku ez bi rêxistinê re di nava têkiliyê de me. Ez diçûm Newrozan. Malbatê digot qey ez ê tevli gerîla bibim. Min jî dixwest wisa bizanin. Mehmet Koç û Suleyman xwestin ku ez êdî tevli gerîla bibim.”
‘JI BO TANYA JEHRÊ BIBE’
Endamên JÎTEM’ê der barê Tanya de agahiyan didin Bozdemîr û bi awayekî zelal jê re dibêjin ku hedefa Tanya Cemîl Bayik e. Bozdemîr wiha got: “Hate gotin ku bi tenê armanceke Tanya heye û ew jî kuştina Bayik e. Jixwe jehrî dabûn min û dihate xwestin ku kadroyên pêşeng dê bi vê jehriyê bên kuştin. Bi vî rengî ew bi min dan nasîn. Piştre şişeyeke jehriyê dan min û ji min hate xwestin ku ez şîşeyekê bidim Tanya û yek jî ligel min bimîne.”
‘TELEFONA XWE NEDE KESÊ’
Bozdemîr piştre kesekî nas dike û bi alîkariya wî tevli refên gerîla dibe. Ji bo ku tevlibûnê pêk bîne diçe Wanê. Dema li Wanê ye, ajan Mehmet Koç bi telefonê bi wê re diaxive û wiha jê re dibêje: “Ev telefona ku min daye te biparêze. Bi tu awayî telefona te bila nekeve destê kesê. Ez bi israr vê yekê ji te dixwazim”. Li ser vê telefona Mehmet Koç, Bozdemîr jî biryar da ku wê telefonê biparêze. Bozdemîr wiha behsa mijarê dike: “Dema ez di rê de bûm, milîsê ku ez dibirim, telefona min dît. Ez jî mecbûr mam ku telefona xwe bişikênim. Piştî ku min telefon şikand ez derbasî qada gerîla bûm. Her du şîşeyên jehrê ligel min bûn. Ez çûm perwerdehiyê.”
MURAT HATE GIRTIN!
Bozdemîr diyar kir ku dema wê perwerdehiya şervanan didît, ew rastî Tanya an jî ajanekî din yên ku ew nas dikin nehatiye. Piştî perwerdehiyê rêveberî Bozdemîr dişîne tabûreke leşkerî. Dema li tabûrê ye, ajanê bi navê Murat (Cesûr) yê ku ji perwerdehiya Stenbolê nas dike dibîne. Ji derdorê pirsa ‘ev kes kî ye û li vir çi dike’ dipirse. Lê bersiva pirsê Bozdemîr ditirsîne. Ji ber ku Murat ji aliyê rêxistinê ve hatibû binçavkirin û ew girtî bû.
‘TANYA GIRTÎ BÛ MIN NAS KIR’
Dema ew hîn dibe ku ajanê bi navê Murat ku koda wî jî Cesûr e, hatiye girtin, tirseke mezin dikeve dilê Bozdemîr. Ji tirsa şîşeyên jehrê dişikêne û davêje. Bozdemîr wiha behsa tirsa xwe dike: “Ez pir tirsiyam. Ez poşman bibûm. Xofeke mezin ketibû dilê min. Min şîşeyek li cem xwe hişt. Ji ber ku dê li dû min hin ajanên din jî bihatana. Dema wan jehr ji min xwestiba, min dê çawa hesaba wê bida. Ji ber vê yekê min yek li cem xwe hişt. Ez çûm qadeke din. Lê yên piştî min bihatana li wir jî nebûn. Ji ber vê yekê min şîşeya duyemîn jî avêt. Min hewl dida ku her tiştî ji bîr bikim. Ez tevli jiyanê dibûm. Ez çûm tabûreke din û piştî hefteyekê ez hîn bûm ku Tanya jî hatiye girtin û ew li tabûra me girtî ye. Ew jî deşîfre bûbû. Jixwe fotografê Tanyayê jî nîşanî min dabûn. Piştî ku min ev yek jî dît, ez pir tirsiyam û min her tişt bi xwe îtîraf kir.”
‘TU DÊ BIÇÎ CEM TANYAYÊ’
Piştî ku zelal bû Bozmedîr dê tevli refên gerîla bibe, bi lez û bez behsa peywira wê tê kirin û plansazî tê çêkirin. Yek bi yek her tişt ji wê re tê gotin. Gelo dê bi kê re bikeve têkiliyê, dê çawa tevbigere… Ji Bozdemîr tê xwestin ku bi ajana JÎTEM’ê ya ji Wanê hatiye şandin ku navê wê Tanya (Gulşen Alturk) ye re bikeve têkiliyê. Bozdemîr wiha got: “Ji min re gotin ku ez ê li nav gerîla bi keçeke wanî ya bi navê TANYA re têkiliyê deynim. Ew beriya min çûbû. Ew Zîlana me ye. Ew bi me ve girêdayî ye û xiyanetê li me nake. Divê tu jî wek wê bî. Tu dê emanetekî bidî wê. Heta tu wî emanetî nedî wê tu nakevî nava tu hewldanan. Ew ê her tiştî ji te re bêje. Min dê ji Tanyayê re gotiba; ‘ez ji taxa Yeşil ot têm’. Silavên birayê me Mehmet hene ji te re. Dema min wisa bigota, wê dê ez nas kiribama. Min dê ji rêxistinê re gotiba ku ew xizma min e û min dê bi vê bahaneyê hevdîtin bi wê re çêkiriba.”
‘Di nava gerîla de tovê fesadî û nîfaqê biçînin’
Di perwerdeyê de propaganda dikirin. Bi propagandayê dixwest ka divê ew çi bikin. Piştî ku tevli PKK’ê bibin dê çi bikin ji wan re dihate gotin. Divê der barê de konsepta xwe pêşkêş dikir. Bozdemîr çend mînakên ku hînê wan dikirin jî wiha vegotin: “Di perwerdeyê de piştî ku em tevli PKK’ê bibin, ka em ê bi çi awayî tevbigerin, divê em li wir çi bikin hînê me kirin. Wek mînak ji me dixwestin ku em tim di nav rêxistinê de aloziyê derxin û tevliheviyê çêbikin. Herî zêde ji me dihate xwestin ku em nîfaq û fesadiyê li kadroyan bikin. Ji me dihate xwestin ku em di nav hewldaneke ku şikbariyê di nav rêxistinê de çêke de bin. Rêxistinê bi pirsgirêkên xwe re mijûl bikin û bala rêxistinê bikişînin ser meseleyên hundirîn û sivik. Ji me re dihate gotin ku pêlavên hevalan bidizin, cihên solên wan biguherînin. Dema pirsîn bikin stûyê yekê din.”
DIVÊ SERÎ LI SAZIYAN BIDIN
Bozdemîr diyar kir ku ew ji vê rewşê pir poşman e û ew bi darê zorê xistine vê tora xiyanê. Bozdemîr wiha dibêje: “Yên ku wekî ajanan tên perwerdekirin, hemû ciwanên kurd in. Heke ciwan bikevin van toran divê serî li saziyên sivîl û mafên mirovan bidin. Ez bang li keç û xortên kurdan dikim ku li dijî rewşên bi vî rengî serê xwe netewînin. Gelek sazî û komele hene û dikarin alîkariyê ji wan deran bixwazin. Bavê min û birayên min ji doza PKK’ê di girtîgehê de mane. Dijmin bizanebûn kesên welatparêz dixe tora xiyanetê.”
DOGAN ÇETÎN – ÊRÎŞ QOSER / ANF