topics
Bi saya têkoþîn, berxwedan û fedekariya gelê Kurd û xwîna deh hezaran þehîd, çerxa dîroka Kurd a çepger êdî dest bi rastgeriyê dike. Hemû nirxên neteweyî yên ku di bin lingan de, hêdî hêdî dibin taca seriyan. Bêguman guherînên ku çend salên dawî di giyan û mêjiyê gelê Kurd de pêkhatin, di asta serdeman de ne. Têkoþîn, berxwedan û hewldanên gelê Kurd ên bêhempa dagirkerên welatê xwe jî diguherîne. Li Bakurê Kurdistanê heta pênc-þeþ sal berê, kaseteke Kurdî ku li malekê bihata dîtin, dibû sedema girtin û êþkenceyên giran. Êdî bi saya þaredariyên ku gelê Kurd anîne serî, li bajar û navçeyên Kurdistanê sedhezar tevlî konsertên hunermendên Kurd dibin. Ew hunermendên ku ji welatê xwe nefî kirî, ew hunermendên ku gelê wan bi hisreta wan û ew bi hisreta gelê xwe, yeko yeko diçin welatê þîrîn dilê xwe bi dilê sedhezaran re dikin yek û deþt û çiyayên Kurdistanê bi awazên Kurdî dihejînin.
Van hunermendên hêja Gulîstan, Zozan, Brader, Diyar, Xêro Ebas, Xemgîn Bîrhat, Ciwan Haco, Peywan Arjîn, Dilþad Seîd, Seîd Yûsiv, Kamkaran, Cejno, Xanemîr û yên din, Newroz û mîhrîcanên Bakurê Kurdistanê rengîn kirin. Em bi tevan þanaz in, lêbelê her tiþt bi vê rewþa li ber çavan naqede. Ango êdî barê van hunermendan barekî risasî ye. Pêwîste ji dermafê wî barî werin, bersiva vê hezkirin û hestên gel bidin û layîqî wî nirxen ku didin wan bin. Êdî tenê dayîna konsertan û gotina çend stranan, nabe bersiva hestên gel. Ez jî weke takekesekî ji vî gelê fedekar û stembar, dixwazim bangekê li van hunermendan bikim û hinek nêrînên xwe bi wan re parve bikim. Ev nêrînên min di heman demê de daxwaz, hêvî û awatên min in ku ez ê ji wan bikim. Ew dikarin van hêviyên min weke rexneyan jî bibînin.
Kî çi dibêje bila bibêje, piþtî hezar salan çar televizyonên Kurdî Kurdistan kirine yek perçe. Herwiha Kurdistan ne tenê Bakur e. Çi hunermendê me ku bi qerpika tembûra xwe girt bila tenê qesta Bakur neke. Ez bawer dikim ku hêviya hersê perçeyên Kurdistanê jî ji tevan hene. Bi taybetî Baþûrê Rojava di demeke wiha ku di bin zext û zorên rejîma Sûriyeyê de, dê bi çûyîna van hunermendên me moralekî mezin wergire. Çûyîna we ya Bakurê Kurdistanê bila bipîvan be. Newroz û Mîhrîcanan bixemilînin.
Lê ne bi vê þêweya ku hûn diçin û derdikevin ser dikê, çend stranan dibêjin û diqedînin. Pêwîste hûn bi hev re li nûjeniyan bigerin û bi stîlên cihêreng mûzîka xwe pêþkêþî gel bikin. Heger hûn li ser hev û bi awayek ketûber, ango mîna her car derkevin pêþberî gel û konsertên xwe bidomînin, li min bibûrin le hûn ê hin bi hin asta xwe bînin xwarê. Hêviya min ji we, wê hezkirina gel ku we di dilê xwe de vediþêre danexin.
Ji bo sedhezarên ku li pêþberî we, tenê stranan nebêjin. Hinek xalên girîng ku gel ji we bibîhîze, dê ji dehan pirtûk û sedan nivîsên di kovar û înternetan de bi bandortir bin. Lewra Pirtûk û nivîs encax bigihin hezar, du hezar kesan, lê hûn sedhezaran li xwe vedihewînin. Hêvî û awata min ji we eve ku hûn weke dîrûþm, li ser zimanê Kurdî rawestin û bi bîra gel bînin da ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Bawereya min eve ku ew gelê hewqasî ji we hez dike, dê biya we bike.
Tu caran ji bîra nekin ku ev rewþa pekhatî xewna hezar salan a gelê Kurd e. Ev xewna ku cirihayî, bi xwîna deh hezaran cangoriyên Kurdistanê ye. Bi xwînê Kurdên çar perçeyên Kurdistanê ye. Dema hûn derkevin ser dikê û hûn bistrînin, bila çavên we li wan çiyayên Kurdistanê yên bilind be. Bizanibin ku deviyek, darek, ribanekek, latek û berqefayek nemaye ku xwîna ciwanên me lê ne rijiyaye.
Bila ew hizra we ya li ser wan þehîdan bibe ajoya hestên we. Di xwe de û di mûzîka xwe de afirîner bin û tiþtên nû bidin vî gelê hêja û fedekar. Ez bawer dikim hingî hûn ê layîqî vî nirxê ku didin we bin. Serkeftina we serkeftina gelê Kurd û Kurdistanê ye.
www.rojev.com