
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, diyar kir, heke pêşî li çareseriya demokratîk neyê vekirin, wê şerekî di asta şideta navîn de pêk were.
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, hevdîtina xwe bi parêzerên xwe re pêk anî û guhertina qismî ya Makezagonê nirxand. Ocalan diyar kir, ku guhertin ne ji bo Makezagoneke Demokratîk e û AKP destê xwe nade ruh û cewherê Makezagona 12’ê Rezberê û wiha got: “Va ye xuya dike, pêşniyara derbasbûna demê ya ji bo darizîna derbekarên 12’ê Rezberê ji holê radike jî qebûl nekirin. Dîsa guhertinên ji bo zarokan nekirin.”
Ocalan li ser îdiayên wekî BDP bi helwesta xwe xizmeta xeta MHP û CHP’yê dike jî wiha got: “Xizmeta xeta wan?! Çawa dibe xizmeta xeta CHP û MHP’yê? Ma nayê zanîn, yên ku têkoşîna herî dijwar li hemberî xeta CHP û MHP’yê dimeşînin em in? Ev îdiayeke vala, şaş û tiştekî necidî ye.”
Ocalan girîngiya siyaseta bi prensîb derbirrî û got: “Heke bi prensîb nebin, wê bibin xizmetkar. Dema ku di zanînên civakî de bûyerek tê nirxandin, mirov wê demê na, rojane na, ji bo demeke dirêj difikire û hesab dike. Ev aliyê zanyarî yê mijarê ye.”
Ocalan derbirrî, ku di mijara Makezagonê de, mirov dikare serî li gel bide û got: “Wê gel rastiyê bibîne. Li holê, şerê 2 hêzên olîgarşîk heye. Em ê nebin aliyekî vî şerî.”
‘DERFETA SIYASETÊ HEYE’
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, destnîşan kir siyasetmedarên Kurd gotina demokratbûna Tirkiyeyê baş fam nekiriye û wiha got: “Min got, demokratiya Tirkiyeyê bikin. Ev gotina min nayê wateya ku mafên Kurdan neparêzin. Min got, di vê çarçoveyê de mafê Kurdan biparêzin. Heke neteweperestiya Kurd bikin, ew yek ê bandoreke nerênî bike û wê we bifetisîne. Lê tiştên ku min gotin nekirin. Nekarîn yekîtiyeke demokratîk ya watedar biafirînin.”
Ocalan di vê niqteyê de kêmasiya komên çepgir jî derbirrî û destnîşan kir, ku li gorî wî, hê jî li Tirkiyeyê derfeta meşandina siyaseta li ser bingeha demokrasî, ked û çînê heye.”
Ocalan wiha dom pê kir: “We nekarî siyasetê berfireh bikin. Hûn teng man. Heke hûn di demokratiya Tirkiyeyê de bi ser biketana, wê dengê we benda ji sedî derbas bikira. Ji bo baş bicîanîna pêwîstiya siyaseta demokratîk ez gelek caran axivîm. Min got, akademiyên siyasetê damezirînin. Lêbelê wekî ku min xwestiye we tiştek nekiriye. Divê wateya êrîşa li hemberî Ehmed Tirk, armanca wê û kî daye kirin were zanîn û famkirin. Ev tiştên organîze û bi pîr û pergal in. Bi van êrîşan dixwazin bitirsînin û bikişînin ser xeta xwe.”
‘DEWLETÊ VEDIXWÎNIM CIDIYETÊ’
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, hişyariyên xwe yên ku pêşeroja Tirkiyeyê eleqedar dikin careke din derbirrî. Ocalan da zanîn, ku ew fermanan nade, tiştekî wiha exlaqî nabîne û wiha dom kir: “Hefteyên li pêşiya me krîtîk in. Min berê gotibû, qonaxa sêyemîn bi dawî bûye. Ez dewletê vedixwînim cidiyetê. Ji vir bang li birêz Serokwezîr dikim. Hêza wî têr nake, an îradeya wî nîne, nizanim. Heke pêşiya siyaseta demokratîk venebe, wê ji vê yekê her kes ziyanê bibîne. Va ye dîsa dibêjim. Bila paşê nebêjin, Apo negot. Va ye tê gotin, heke çareserî pêk neyê, wê şer û tundûtûjî pêk were. Heke şerê bi şideta asta navîn pêk were, wê bikaribin bi hezaran kesan destgir bikin. Heta dikarin bigirin jî. Divê gelê me ji niha ve tedbîran bigire. Ez ji vir işaretê bi metirsiyên dema nêzîk dikim.”
Ocalan derbirrî, ku ew encax dikare di çarçoveya siyaseta demokratîk de nêrînên xwe yên ji bo çareserî û diyalogê derbibirre, lêbelê berpirsiyariya çareseriyê davêjin ser milê wî.
Ocalan wiha domand: “Min hemû tiştên pêwîst derbirrîn. Şertên min ên li vir têne zanîn. Hê ji min çi hêvî dikin? Divê her kes bikaribe biryara xwe bi xwe bigire û bi xwe pêwîstiya wê bi cî bîne. Li vir, garantiya jiyana min nîne. Bila vê rastiyê bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Min ji bo aştî û çareseriya demokratîk gelekî hewil da. Lêbelê niha em li noqteyeke cuda ne. Divê her kes bi xwe biryara xwe bigire.”
‘AKP JI PARTIYEKÊ PÊŞTIR BLOQEK E’”
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, beriya ku tespîtên xwe derbibirre, bi bîr xist, ku AKP nikare xwe bi awayekî zelal bi nav bike. Ocalan diyar kir, ku hê gelek aliyên tarî yên AKP’yê hene, lêbelê ew bi rûdanên rojane hin tespîtan dike. Tespîtên Ocalan ên der barê AKP’yê de wiha ne: “AKP ji partiyekê pêştir bloqek e. AKP di nava hemû tiştên ku diqewimin de ne aktorek e, bi tenê fîgurek e. Di damezirana wê de, bandora serdestiya klasîk ya Îngilîzan heye. Di heman demê de, bandora Emerîkayê jî û li Îsraîlê jî, ya Ehûd Barak heye. Li aliyê din, piştgiriya Erebistana Siûdî jî heye.”
‘AKP LI PEY SIYASETA TESFIYEYÊ YE’
Ocalan derbirrî, ku AKP ji aliyê siyasî, civakî, çandî, aborî û ji hemû aliyan ve hewil dide di siyaseta tesfiyekirinê de bi ser bikeve û wiha dom kir: “Di nava saleke dawî de, 1500 BDP’yî hatin girtin. Di nava van de, jin û zarok jî hene. Dema ku ev qas jin, zarok, siyasetmedar û kadroyên BDP’yê li girtîgehê bin, wê çawa siyaset bê meşandin? Zêdetirî 400 zarok û zêdetirî 100 jin girtî ne. Armanca benda hilbijartinê ya ji sedî 10, bi tenê girtina pêşiya BDP’yê ye. Qanûna alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyên siyasî jî, ji bo ku BDP jê sûdê negire, nayê guhertin. Dîsa bendavên ku li herêmê têne avakirin û wê bêne avakirin hene. Bi tenê li Şirnexê, 12 bendavan ava dikin. Bendava Ilısuyê heye. Armanca van ne aborî ye. Bi bendava Ilısuyê wê 190 gund di binê avê de bimînin. Ev talankirina xwezayê ye. Aliyê leşkerî yê van bendavan jî heye. Aliyê li hemberî gerîla û çandê jî heye.”
'DESTEKKIRINA AKP’YÊ XWEÎNKARKIRIN E’
Ocalan derbirrî, ku di rewşa îro de destekkirina AKP’yê xweînkarkirin e û AKP ne ji dil e û got: “Partiyeke ku di nava 9 rojan de dikare gelek xalên Makezagonê biguherîne, dema ku bixwaze, dikare qanûnan rihettir biguherîne.”
Ocalan destnîşan kir, ku yên divê vê rastiyê bibînin BDP'yî ne û got: “Heke vê nebîne, wê hurmeta li hemberî wê kêm bibe.” Ocalan ji Kurdan xwest di hevdîtinên tûra duyemîn yên guhertina qismî ya Makezagonê de bi hişyarî tevbigerin. Ocalan da zanîn, ku di çarçoveya siyaseta demokratîk de dikarin bi CHP û MHP’yê re hevdîtinan pêk bînin.
Ocalan bi bîr xist, ku wî gelek caran şans daye AKP’yê, lêbelê jê tu tişt derneketiye, di encamê de gihiştine îro û wiha pê de çû: “Va ye rênexşeyê nadin. Ez avêtime vê çehlê. DTP girtin. Qedexe anîn. Operasyon pêk anîn û tînin. Bi hezaran hevalên me li girtîgehan in. Ez niha dipirsim. Ev êrîş û zext di dema serdestiya Ergenekonê de, ku AKP dibêje, min tesfiye kiriye, di vê astê de pêk hatin? Na, pêk nehatin. Armanca her duyan jî tesfiyekirin e. Lêbelê AKP bi awayekî metirsîdartir dilîze.”
HOVÎTIYA TECAWÛZÊ YA LI SÊRTÊ
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, ji bo skandala ku li Sêrtê derketibû holê, gotina ‘hovît’yê bi kar anî.
Ocalan bal kişande ser rola dibistanên şevînî ya di hovîtiyê de û wiha got: “Li Dibistanên Şevînî yên herêmê, nêzîkî 10 hezar zarokên Kurd hene. Li van dibistanan, zimanê zikmakî yê zarokan qedexe ye. Wan ji dê û bavên wan qut dikin, ji zimanê zikmakî qut dikin û asîmîle dikin. Wateya qirkirinê civakî ye, jinavbirina civakekê ji aliyê fizîkî, çandî, zimanî û sosyolojîk ve ye. Li dibistanên şevînî, zimanê zarokan ê zikmakî didin jibîrkirin û zimanekî din bi wan didin fêrkirin. Ev awayekî eşkere komkujiya çandî ye.”
Ocalan derbirrî, ku dewletê ev hovîtî pêk aniye û AKP jî hewil dide bûyerê bincil bike û wiha axivî: “Waliyê Sêrtê dibêje, li dewsa ku zarok keviran bavêjin, bila fihûşê bikin. Ev îspat dike, ku dewletê ev hovîtî pêk aniye.”
Ocalan ev yek wekî teqtîkeke şerê taybet ê dewleta Tirk nirxand û got, dixwazin çanda Kurdî biçûk bixin. Ocalan bi bîr xist, ku dewlet dixwaze berxwedana gelê Kurd têk bibe, bi hesasiyetên Kurdan bilîze û ji hemû Kurdan xwest li hemberî vê lîstika dewletê helwestê daynin. Ocalan derbirrî, ku di şexsê zarokên Kurd de ev tecawûz tecawûza li hemberî hemû Kurdan e û got: “Ez vê di wateya berpirsiyariya civakî û rûmetê de dibêjim. Divê Kurd qiyametê rakin.”
BANGA KONGREYA NETEWEYÎ
Ocalan bal kişande ser siyaseta tesfiyekirina tevgera azadiya Kurd a li Başûr jî û derbirrî, ku seraktorê van polîtîkayan jî AKP ye. Ocalan bi bîr xist, ku dewleta Tirk lêgerînên xwe didomîne, lêbelê ew texmîn nake gelê Başûr piştgiriyê bide dewleta Tirk. Ocalan beşdariya jinan bo Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a li Amedê û pêşniyara ku konferans sala bê li Başûr pêk were, erênî nirxand. Ocalan pêşniyara Kongreya Neteweya Demokratîk a Kurd li hev kom bibe, careke din derbirrî û got: “Kongreya Civaka Demokratîk di vê çarçoveyê de dikare bi HAK-PAR û KADEP’ê re çavpêketinan bike.”
PEYAMA 1’Ê GULANÊ
Rêberê Gelê Kurd, bi boneya 1'ê Gulanê jî wiha got: “Ez bi sosyalîstên demokrat ên ku bi rastî jî li dijî sîstema kapîtalîst in, di nava piştgiriyê de me. Ez ê vî aliyê xwe timî biparêzim. Bi vê boneyê, 1'ê Gulana her kesî pîroz dikim û silavên xwe dişînim.”
Ocalan ji xwediyên nameyên kesên ji girtîgehên Mêrdîn, Sêrt, Tekîrdax, Îzmîr, Amed, ji Taxa 5 Nîsanê ya Amedê û ji gelê Sêrt, Qerekose û Avkevirê re jî silavên xwe şand.
Ocalan behsa rewşa tenduristiya xwe jî kir û wiha got: “Pirsgirêkên tenduristiyê wekî berê didomin. Vê pêlê, êşa pişt jî dest pê kir. Gava ku rûdinêm û radibim, pişta min diêşe. Dîsa çavên min hinekî sor dibin. Gava ku li ronahiyê dinihêrim, zehmetiyan dikişînim.”