BEXDA (DÎHA) - Nirxandinên Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê wêje, çand û hunerê de, di pirtûka bi navê 'Eduba' ya bi kurdî de kom bûn. Pirtûk, ji nivîsên Ocalan ên ku tê de rista çand, huner û wêjeyê ya di pêþveçûna þaristaniyê de dide nîþan pêk tê. Edduba, ji aliyê Weþanên Mezopotamya ve hate amadekirin.
Pirtûka ku navê wê ji erebî tê û wateya navê wê "Edeb" e, ji 12 beþan pêk tê. Di pirtûkê de sernavên wekî "Rojbûna Çand û Wêjeyê ya di Dema Þefaqê ya Mirovahiyê de", "Mêtînkarî Dijminê Hunerê ye jî", "Pêwîst e ku Navê Romana Kurdistanê Azadî be", "Zimanê Þoreþê Wêje", "Roman Bixwe Þoreþ e" û "Huner û Bazirganî" cih digrin. Wergera pirtûkê ji aliyê Polat Can ve hatiye kirin. Nivîskar Can, diyar kir ku Eduba, di zimanê sumerî de tê wateya akademiya wêjeyê. Polat Can got ku di van akademiyên girêdayî Zîgguratan de, ramanên teolojîk ên kûr hatine afirandin. Can, da zanîn ku ev peyv piþtre, di erebî de bi wateya edebê de hatiye bikaranîn û wiha dom kir: "Di roja me de jî heman peyv, ji Eddeb'ê, bû edebiyat."
'Pirtûkên Ocalan bi qasî ku tê xwestin ji bo kurdî nayên wergerandin'
Polat Can destnîþan kir ku çespandinên Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê wêje û hunerê de yên bêhempa hene. Can, diyar kir ku pirtûkên Ocalan bi qasî ku tê xwestin ji bo kurdî nayên wergerandin û vê yekê rexne kir. Can got ku mebesta wî ya derxistina pirtûkê, tijekirina vê valahiyê ye û da zanîn ku dê xebatên xwe yên der barê vê mijarê de bidomîne. Polat Can, di pêþgotina pirtûkê de jî wiha got: "Helbet, her þaristanî tenê li ser bingehên leþkerî, siyasî û aboriyê nehatine avakirin. Împaratoriyên ku tenê li ser van yekan hatine avakirin, zêde li ser lingan nemane û tevkariyek girîng jî nedane pêþveçûna þaristaniyê."