Feedback    Send News  
Languages
Sélectionnez la langue de l'interface:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Français

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Chapiteaux du Paix

DTK Democratic Autonomy

Guerre et Paix au Kurdistan


Le cessez-le-feu est terminé
Une nouvelle étape a commencé

Les domaines civiles dans la cible
de l Iran et de la Turquie

KCK Statement 5 points

Dossier IRAN

KNK

Ji Ocalan sertê makezagoneke demokratîk
Proposé par Tsiatsan le Jeudi, 29 Avril 2010
löjl
güncel  Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, diyar kir, ku bi sertê Makezagona Demokratîk, çêdibe pakêta guhertina Makezagonê were destekkirin.
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, hevdîtina xwe ya asayî, roja Çarsemê, bi parêzeran re pêk anî û pêsveçûnên girîng ên di rojevê de nirxand. Ocalan têkildarî Kurdan got, "Dibêjin ji niha û pê de bêyî ku pêwîstiya wan bi tu hêzan hebe, ew ê parastina xwe ya xweser bi pês ve bibin. Di sêrî de parastina xweser, dê giraniyê bidin qadên siyasî, civakî û çandî. Li her ciyê ku xwedî rêxistin in, li Sûrî, Îran, Îraq, Tirkiye, Ewrûpayê û li her ciyekî din rêxistinbûna xwe ya civakî, siyasî û çandî, ku parastina xweser jî hembêz dike, dê giraniyê bidin rêxistinbûnê. Ez vê yekê fam dikim. Yanî mîna berê dê bi tenê bi lêgerînên bo diyalogê yên siyasî ve bi sînor nemînin. Dê rêxistinbûna xwe ya civakî bi pês bixin, mîna tevnê, dê wisa bihûnin."

Ocalan diyar kir, heke mîna ku tê gotin, li her derê rêxistinbûna xwe bi pês bixin û hêza xwe ya demokratîk î xweser biafirînin, dê pêwîstiyeke wisa zêde bi BDP'yê nemîne.

'TERCÎHA ME NE SER E'
Ocalan têkildarî meyldariya aliyê Kurd a ji bo çareseriya astiyane jî nêrînên xwe derbirrî û bi gotina, 'Tercîha me ne ser e' helwesta aliyê Kurd rave kir. Ocalan têkildarî mijarê wiha axivî: "Heke di çareseriya Pirsa Kurd de riya diyaloga siyasî were vekirin, dê bersiva wê were dayîn, em ê bibersivînin. Destpêkirina pêvajoya diyalogê dê were wateya astengkirina rist û îhtimala pêvajoya ser. Berevajî wê yekê, tevî ku ne bijarka me ya sereke ye û em naxwazin jî, dê pêvajoya ser bi pês bikeve. Ez bi xetên qalind careke din destnîsan dikim. Pêkhatina hawîreke ser û pevçûnê dê ne tercîha me be, tistekî wisa nabe. Heke pêvajoya muzakere û diyalogê dest pê bike, dê rîska ser ji holê rabe. Bi vî rengî pêvajo reng e were bipêsxistin û guftûgokirina pêvajoyê dikare bikeve xeta xwe ya rastî. Dîsa di vê mijarê de gavên niyeta pak dikarin werin avêtin, sererastkirinên yasayî dikarin pêk werin û hin saredar dikarin werin berdan. Berevajî vê yekê, heke seqayeke tundûtûjiyê biafire, dê ji yên beriya niha cudatir, gelekî dijwar be. "

'TERCÎHA ME ÇARESERÎ YE'
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, bi israr destnîsan kir, ku tercîha wan çareserî ye û hewildanên ku ji bo vê yekê bi salan e têne mesandin jî wiha rêz kir: “Çi pêvajoya beriya Îmraliyê, çi jî di pêvajoya Îmraliyê de, ev 17 sal e ji bo çareseriya pirsê em hewildanên xwe didomînin. Tê zanîn beriya 17 salan min helwesta xwe ya stratejîk destnîsan kiribû. Ev helwest û biryareke stratejîk bû. Ev biryara min baweriya min a bi rêbazên astiyane û demokratîk ên çareseriyê bû. Ji wê demê heta niha, ji bo çareseriya pirsê ya bi rêbazên demokratîk û astiyane hewildan û keda me heye. Sala dawî jî, bi taybetî bi AKP'yê û dewletê re ji bo çareseriya pirsê hin hewildanên min çêbûn. Bi AKP'yê re 7 sal, bi gistî ev 17 sal e hemû hewildanên me bi awayekî yekalî bi pês ketin. Israra me ya di vê mijarê de li ber çavan e, tê zanîn. Lewma ez dubare dibêjim; divê ji bo çareseriya pirsê diyaloga siyasî û pêvajoya muzakereyan were destpêkirin. Divê bi muxatabên pirsgirêkê re pêvajo were bipêsxistin. Berevajî vê yekê, dê tundûtûjî û pevçûn derkeve pês û her kes ê di vir de winda bike. Di vê mijarê de, dibe ku pêsketinên erênî werin rojevê û dibe ku neyên jî. Heta serê havînê, dawiya Gulanê, serê Pûsperê, li gorî texmîna me, hin tist ê zelal bibin."

'JI BO PAKÊTÊ DESTEKA BI SERT'
Ocalan têkildarî pakêta guhertinên Makezagonê yên li parlemenê guftûgoyên li ser berdewam in jî nêrîna xwe derbirrî. Ocalan xwest destekdayîna pakêta Makezagonê bi sert be. Ocalan pîvan û sertên destekdayîna pakêta Makezagonê wiha rêz kir: "Destekkirina pakêta Makezagonê ya ku AKP’yê pêskêsî parlemenê kiriye, girêdayî sertekî ye. Beriya niha jî min behsa vî sertî kiribû. Bi sertekî çêdibe ev pakêt were destekkirin, ew jî ev e: Sertê Demokrasî û Mafên Mirovan. Mijara bingehîn a ku di vî sertî de cî digire jî, Makezagona Demokratîk e. Li Tirkiyeyê, hebûna makezagoneke demokratîk tistekî zarûrî ye. Di xebata Makezagonê de, pêwîst e ne bikevin rewsa statukoparêziyê ya CHP'yê û MHP'yê, ne jî bi lîstikên AKP'yê yên ku werin rojevê bixapin. Ji van cudatir, divê sêwazeke xwe biafirînin û wisa tevbigerin. Li gorî ruh û wateya makezagoneke demoktaîk tevbigerin. Heta ku Makezagona demokratîk pêk neyê, gelo wê çawa civakeke demokratîk were afirandin! Ev ya yekemîn û ya herî girîng e; afirandina makezagoneke nû û demokratîk. Li kêleka vê yekê, rewsa zarokan heye. Qanûna Terorê heye, divê ev qanûn were rakirin. Girtina saredaran û kadroyên BDP'yê heye, girtinên di çarçoveya operasyonên KCK'yê de hene. Divê hemû girtî werin berdan. Dîsa daxistina benda hilbijartinê, mijarên mîna sûdwergirtina ji alîkariya xezîneyê, divê tevan bi berfirehî helsengînin û werin sererastkirin. Lê xala herî sereke Makezagona demokratîk e. Xalên din jî dikarin di binê vê xalê re werin rêzkirin. Heke di vê çarçoveyê de baweriya wan hebe AKP dê gavên dilsoz bavêje, pakêta Makezagonê çêdibe were destekkirin. Di vê mijarê de, înisiyatîv bi gistî di destê wan de ye. Di vê mijarê de, hizra min ev e."

'DIVÊ LI ÎRAQÊ KONGRE PÊK WERE'
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, ku li ser mîsyona Kongreya Civaka Demokratîk jî bi berfirehî rawestiya, bang li gelê Kurd kir, ku li her çar parçeyan û ciyên ku lê dijî rêxistinbûna xwe xurt bike. Her wiha, Ocalan cudabûna KCK'yê û Kongreya Civaka Demokratîk jî sirove kir. Ocalan banga xwe ya bo kongreya li Îraqê careke din bi van gotinan derbirrî: "Pêsniyara li Îraqê lidarxistina Kongreya Neteweya Demokratîk dubare dikim. Ji bo vê kongreyê, ji her alî û ji her meyldariyê pêwîst e besdarî hebe. Belê ev Kongreya Neteweya Demokratîk e. Ne bi sêwaza konferansê, pêwîst e mîna kongreyê bigirin dest. Ji bo vê yekê jî, mîna ku min berê gotibû, bi 5 amûrên teorîk û 3 amûrên pratîk dikare kongre pêk were. Ev xal dikarin bibin amûrên kongreyê. Bi van divê biçin kongreyê. Heke wisa bigirin dest, dê ev kongre serkeftinekê derxe holê. Bi vê boneyê, careke din gelê me silav dikim."

'PKK GIHISTIYE ASTEKE BIHÊZTIR' ?
Ocalan têkildarî rewsa dawî ya PKK'tê jî nêrînên xwe derbirrî û destnîsan kir, ku PKK ji berê bihêztir bûye. Ocalanê ku hin kesên di têkosînê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî, wiha axivî: "Ciwanekî ku xwe li Yewnanistanê sewitandiye heye. Navê vî Siyar Bozkûrt e. Ji bo rewsa min xwe sewitandiye. Ev bûyereke kevn e, lê min nû bihîst. Ez gelekî xemgîn bûm. Ez wî hevalê ciwan bi rêzgirtin bi bîr tînim. Divê bîranîna Siyar Bozkûrt em bidin jiyandin. Di pirtûkan de, jiyana wî, bîranîna wî dikare bê jiyandin. Hevala Viyanê jî bi heman rengî çalakî pêk anîbû. Dema ku 3 mehan agahî ji min nehate standin, agir berdabû bedena xwe. Hevala ji basûrê Kurdistanê bû. Bi vê boneyê, ez wê jî bi bîr tînim. Dîsa ji Meletê Evrîm Alatas, Zeynebê û Muslum bi rêzgirtin bi bîr tînim. Ez hemû hevriyên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtin bi bîr tînim. Vedat Türkali û yên mîna wî dikarin hêzê bidin pêvajoyê. Ez silavên xwe ji wan re pêskês dikim. Tesbîta Ayse Hürê tesbîteke rast e. Ji ber ku gavên ji bo çareseriyê nehatin avêtin, PKK bihêztir bû. PKK gihistiya astekê, ku ji her demê bihêztir e. "

JI BO YÊN VEQETIYAYÎ BANGA VEGERÊ
Rêberê Gelê Kurd, Evdila Ocalan, banga xwe ya bi boneya Cejna Newrozê ya ji bo ku kesên ji têkosîne bi dûr ketî careke din vegerin nava refên tevgerê, careke din dubare kir. Ocalan ji bo kesên ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi dûr ketine ev bang kir: "Beriya niha, bi boneya 21'ê Adarê, Cewna Newrozê, ji bo kesên ku ji me qut bûbûn û veqetiyabûn bangeke min hebû. Ez li vir dîsa vê banga xwe dubare dikim. Dikarin me rexne bikin. Têkildarî min û nêrînên min jî dibe ku rexneyên wan hebin. Ev mijar dikarin werin guftûgokirin, tistekî xwezayî ye. Dikarin me rexne bikin. Dibe ku nakokiyên wan hebin, dibe ku hinek ji wan ji bo vegerê li benda banga min bin. Ez jî careke din ji bo yên ku bi sêwazekê ji me qut bûbin, lê bi rengekî tund neketibin nava nakokiyan, yên ku li ciyê xwe rawestiyan, bangê dikim. Divê pêvajoyeke guftûgoyê ya rast di nava xwe de bikin. Kombûna li dora tevgerê û hêzdayînê ji xwe re esas bigirin. Berevajî vê yekê, dê nikarin ji heqê pêvajoyê derên û dê bêne çewisandin. Ev pergas ê tevan bifetisîne. Lewma, divê ji nû ve besdariyê pêk bînin. Herî kêm divê xwediyê hewildanekê bin. Ez bang li tevan dikim, ên li Îranê, Îraqê, Sûrî û Ewrûpayê, ango li her derê, yên di vê rewsê de bila li derdora têkosîna me bicivin."
les 5 derniers articles
Options
Vote article
Score estimé: 0
Vote(s): 0

Prenez une seconde pour voter pour cet article:
Excellent
Très bien
Bien
Moyen
Mauvais

Liens connexes

L'article le plus lu à propos de güncel: