(DÎHA22.09.2007) -Endamên Teþebusa Înîsiyatîfa Heskîfê, ji bo astengkirina Bendava Ilisu ku wê Heskîfa dîrokî di bin avê de bihêle, bang li rayedarên Almanya, Avusturya û Îsvîçreyê kir û xwest ku piþtgiriya krediyê paþve bikþînin.
Endamên Teþebusa Înîsiyatîfa Heskîfê, li ber Konsolosiya Almanyayê ya li Gumuþsuyuyê ye, daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta li serê wêneyên Heskîfê û nivîsa 'Krediya ku we daye û wê dîroka me tune bike, paþve bikþînin' hebû hat vekirin û dowîzên wekî 'bi krediyên ku hûn didin, wê dîroka me ya deh hezar saleyî tune bibe', 'Ji krediya ku ji bo tunekirina dîrokê hatiye dayîn re na', 'Heskîfê têk nebin' hatin rakirin. Rêveberên DTP, EHP, ESP, SDP, MKM jî beþdarî çalakiyê bûn û piþtgirî dan. Serokê Giþtiyê Sine-Sen'ê Yusuf Çetîn, di çalakiyê de li ser navê teþebusê axaftinek kir. Çetîn, diyar kir ku peymana dawî ya di navbera saziyên Almanya, Avusturya û Îsvîçre û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de, bi awayekî fermî pêk hatiye. Çetîn got ku bi van biryaran wê Heskîf û qada parastinê ardkeolojîk ya bi sedan di binê avê de bimîne.
'Divê Erdgona soza ku dabû Heskîfê, bicih bîne'
Çetîn, li ser keda ku di dîrokê de ji bo çêkirina Heskîfê hatiye dayîn rawestiya û wiha got: "Tayyîp Erdogan piþtî ku bû Serokwezîr, di axaftina ku li Êlihê kir de gotibû ku 'bajarê dîrokî Heskîf ku rêçên 40 þaristaniyan lê heye, wê ji bo Bendava Ilisuyê neyê fêdakirin.' Lê biryar hatiye girtin ku bêyî guhertinek bê çêkirin, projeya Bendava Ilisuyê were çêkirin." Çetîn, bang li Erdogan kir ku soza xwe bicih bîne.
'Kredî divê tavilê bêne rawestandin'
Di daxuyaniyê de, nameya ku ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Avusturyayê Wolfgang Schüssel, Serokwezîrê Îsvîçreyê Mortiz Leuenberger re hat þandin jî ji aliyê endamê înîsiyatîfê Medenî Kirici ve hat xwendin. Kirici bang li Almanya Avusturya û Îsvîçreyê kir ku piþtgiriya krediyê paþve bikþînin û proje tavilê bê betalkirin.
Endamên Teþebûsa Heskîfê ragihandin ku ji bo betalkirina çêkirina bendavê jî kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.