Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

Ji bo aştiyê hatin ji ber zilmê çûn
Geschrieben von admin am Dienstag, 20. Juli 2010
löjl
güncel Endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk yên ji Kampa Mêxmûrê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya xitîmî bê vekirin ji Deriyê Xabûrê hatibûn Tirkiyeyê ji ber ku gelek hevalên wan hatin girtin û pêkutî gelek zêdebûn neçar man û vegeriyan Mêxmûrê.
Endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk yên ji Kampa Mêxmûrê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya xitîmî bê vekirin ji Deriyê Xabûrê hatibûn Tirkiyeyê ji ber ku gelek hevalên wan hatin girtin û pêkutî gelek zêdebûn neçar man û vegeriyan Mêxmûrê. Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku piştî hatina komê hikûmetê ji bo çareseriyê tiştek nekir. Berdevkê Demî yê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Metîn Bakkalci, jî got ku ji ber vegera Koma Aştiyê gelek xemgîn e.

Koma Aşitî û Çareseriya Demokartîk piştî derbasî Tirkiyeyê bûn, ji aliyê bi sed hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêwazîkirinê, AKP’a ku her tim behsa “pêşîlêvekirin” û “aştiyê” dikir, xwe li vê yekê ranegirt, helwesta xwe di carekê de guhert. Piştî Koma Aştî û Çareseriya Demokartîk ya Qendîl û Mexmûrê, hikûmetê xwe neda ber karên pasaportê ya duyemîn Koma Aştiyê ya ku wê bi Ewropayê bihatina. Hikûmetê diyar kir ku “ketina Komên Aştiyê ya di Deriyê Sînor yê Xabûrê re, “normal e” û “hiqûqî ye”, li dijî rexneyên muxalefetê nerazîbûnên tund nîşan da. Dema qasidên aştiyê hatin girtin hikûmetê tu bertek nîşan neda. 4 jê zaroka 34 endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk, ku ji Qendîl û Mexmûrê li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê cotmeha 2009'an ji Deriyê Habûrê hatibûn Tirkiyeyê ji ber ku 10 endamên komê hatin girtin û der barê wan de gelek doz hatin vekirin, endamên komê dîsa vegeriyan Wargeha Maxmûrê. Vegera Koma Aştiyê îflaskirina polîtîkayên hikûmetê jî cardin  nîşan da.

HATIN GIRTIN
Di 6'ê nîsanê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 30 endamên Koma Aştiyê de bi daxwaza 490 sal ceza doz vekir. Di 16'ê nîsanê de endamê komê Lutfu Taş, di yekemîn danişîna 5'êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de 10 meh ceza girt. Dîsa di 1'ê hezîranê de berdevkê komê Mehmet Şerîf Gençdal, bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin. Endama komê Emîne Sigar, li Cizîrê di dema serlêdana pasaportê de hate binçavkirin û pişt re jî hate berdan. Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Caziye Kabul, Zehra Tunç, Sosîn Yaman, Lutfu Taş, Elîf Uludag, Mustafa Ayhan, Nurettîn Turgut û Huseyîn Îpek di doza ku der barê 17 kesan de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Metîn Bakalci got ku ji ber vegera koma aştiyê gelek xemgîn e û wiha axivî: "Ev kes ji bo aştiyê hatibûn. Ji bilî aştiyê tu daxwaza wan tune bû. Lê mixabin hikûmetê ji bo çareseriyê tiştek nekir."
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal ji bo çûyîna Qasidên Aştiyê wiha got: "Hikûmetê ji bo ewleyiya hatina wan tiştek nekir. Loma ev mirov hatibûn malên xwe. Em gelek xemgîn in."

Ji ber polîtîkayên AKP’ê çûn
Hevseroka KCD’ê û Qasida Aştiyê ya berê Yuksel Genç diyar kir ku got Qasidên Aştiyê ji ber polîtîkayên AKP’ê vegeriya ne û AKP nikare di daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd de kesekî îkna bike û samîmiyeta xwe nîşan bide. Endamê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê û Qasidê Aştiyê yê berê Seydî Firat diyar kir ku piştî Xaburê hedef hatin nîşandan ew ji kêfa xwe re ji çiyê nehatin, ji doza xwe bêzar nebûbûn an jî dev ji doza xwe bernedan û ew ji bo çareserî û aştiyê hatibûn.

Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç anî ziman ku ger qasid li cihekî neyê xwestin li wê derê namîne û   vegera qasidan polîtîkayên AKP’ê wekî sedem nîşan da û wiha got: “Hikûmetê bi nêzîkahiya xwe ve mecbûr hişt ku Qasidên Aştiyê vegerin. Ew mirov ji bo aştiyê bûn qasid. Ew qasid ji ber ku nehatin qebûlkirin paşve vegeriyan. Lê Hikûmeta AKP’ê nikare tu kesî ji bo qedandina şer, hatina aştiyê û bêdengkirina çekan de bibêje samîmî me. Nikare van daxwazan bîne ziman. Tu temînata vê ya hiqûqî, exlaqî û siyasî nemaye. AKP’ê pêvajo biriye serî.”

Genç anî ziman ku bi çûyîna Koma Aştiyê ya dawî ve firsenda dîrokî ji dest çû ye û Genç wiha got: “Êdî hukmê gotina ‘Bila PKK çekan dayne’ nemaye. Ger tehemula te ji hatina kesên te kirine penaber re jî tunebe, ji cihê ku banga wan aştiyê bibihîzî wan biavêjî girtîgehan wê demê çawa dê çek bên berdan.  Çareserî dê çawa pêk bê? Hikûmeta AKP û dewletê ji destpêka Xaburê heta niha bi nêzîkahiya xwe ve hatin mehkûmkirin û nepejirandina xwe ya komên aştiyê aşkera kiriye. Herî dawî bi gotina Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay ji bo hatina Xabûrê dibeje ‘qezaya rê ye’ û ev yek jî nîşan dide ku li cem hikûmetê tu wateya gavê aştiyê nîn in. Ji xwe hatina komên aştiyê heta niha pevçûn zêde dibin û hikumetê lezgînî daye polîtîkayên şer.”

HEDEF HATIN NÎŞANDAN
Endamê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Seydî Firat anî ziman ku hatina komê ji bo aştiyê û çareseriyê firsendeke dîrokî bû û dema kom hat armanca hatina xwe jî vegotin. Firat da zanîn ku li ser hatina komê gelek nîqaş çêbûn û Firat wiha axivî: “Kesên hatin ji bo ceza bixwin nehatin. Wekî qasidên aştiyê hatin lê li ser qasidan gelek zext û çanda lîncê hate meşandin. Der barê wan gelek doz hatin vekirin, 10 kes hatin girtin.”  Firat bi lêv kir ku Tirkiyeyê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd ji xwe re wekî pêvajoya xapandinê dibîne. Firat wiha got: “Ev mirov ji bo çareseriyê û ji bo aştiyê hatin lê hatin mexdûr kirin. Ji kêfa xwe re ji çiyê nehatin, ji doza xwe bêzar nebûbûn an jî dev ji doza xwe bernedan. Dewlet ji bo çareseriyê nêzîkahî nîşan neda û polîtîkayên şîdetê derxist pêş û operasyonên siyasî û leşkerî pêk anî.” Firat got zihniyeta heyî wateyê neda hatina wan û ew dê nikaribe sibê aştiyê jî bîne.
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 0
Stimmen: 0

Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema güncel: