ANF 06.03.2008 Þeva Dingbêjên Jin ku di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Platforma Jinan a Êlihê ve hate lidarxistin, bi jinên ku salon tijî kiribûn demên hestyar dan jiyîn.
DOKH û Platforma Jinan a Êlihê, di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Sînamaya Yilmaz Guney þeva 'Dengbêjên Jin' li dar xist. Parlamentera DTP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Þaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan, Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Êlihê M. Þîrîn Tekîk, Endamê PM'ya DTP'ê M. Selîm Ozalp, Serokê Baroya Êlihê Prz. Sedat Ozevîn, Serokê Þaxa ÎHD'ê ya Êlihê Prz. Ferhat Bayindir, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din li dengbêjên jin guhdarî kir. Piþtî slayta ku jinan vedibêje, Koma Erbanê ya zarokan ku di bin banê Navenada Çand û Hunerê ya Bahar de xebatên xwe dimeþîne konser da.
Piþtre nivîsek ku jiyana hunermenda jin Eyþe Þan vedibêje hate xwendin û strana 'Lê lê dayê' ya ku Eyþe Þan ji bo dayîka xwe nivîsiye jî bi kesên li salonê demên hestewar da jiyandin. Dûre jinên dengbêj ku li dîvanê rûniþtîn, stiranên xwe gotin. Di bernameya ku heta derengiya þevê dom kir de, jinên dengbêj eleqeyek mezin dît.