REYHAN AKGUN AMED (DÎHA 03/02/05) - Girtiyên jin ên ku ji girtîgehê derketine, diyar kirin ku girtîgeh di hêla psîkolojîk de li ser wan tesîrek mezin kiriye û ji ber ku gelek caran rûmeta wan di girtîgehê de hatiye binpêkirin, dêrûniya wan xirab bûye. Girtiyên jin, dan zanîn ku veqetîna ji hevalên xwe tesîrer mezin li ser wan kiriye û ev veqetîn pir bi zora wan çûye. Yek ji girtiyan Arzu Demîralp, destnîşan kir ku wê di hundir de herî zêde bêriya temaşekirina rojê kiriye û hesreta vê yekê hestên wê kelogirî kiriye. Psîkîyatrîst Azîz Yaşan jî diyar kir ku pirsiyariya di Midûriyeta Ewlehiyê de û şert û mercên girtîgehê, bûye sedema derketina travmayên mezin û divê malbat alîkariya zarokên xwe bikin.
Herdem Kizilkaya, 27 salî ye û 8 sal di Girtîgeha Mîdyadê de maye û niha jî ji girtigehê derketiye. Kizilkaya, ji xala 168/2'an ku naveroka wê endametiya rêxistinê ye, di girtigehê de maye. Di 17'ê berfenbarê de tahliye bû. Kizilkaya, hestên xwe yên ji ber azadbûnê wiha anî ziman: "Ji bo ku azad dibî kêfxweş dibî, lê ji ber ku ji hevalên xwe yên ku te bi wan re 8 sal tiştan parve kiriye vediqetî, xemgîn dibî. Piraniya hestên min di hundir de man, yê hindik bi min re derketin derve. Min dixwest ku herim ser gora du hevalên xwe yên ku di dema Serokatî de bedenên xwe şewitandibûn. Lê mixabin, ji ber em êvarê di demên dereng de serbest berdan, min derfet nedît ku herim serdana gora wan. Lê pişt re çûm."
'Di navbera hundir û derve de cudahî tuneye'
Herdem Kizilkaya, diyar kir ku bi hêviya ku gelek tişt guherîne ji hundir derketiye lê dîtiye ku di navbera hundir û derve de cudatiyek tuneye. Kizil, li ser mercên di girtîgehê de rawestiya û wiha dom kir: "Kes, di nav çar dîwaran de be jî, di mercên cuda de be jî di hundirê xwe de guherînek dijî. Xweafirandina mirov, di destê mirov de ye. Merc hindik bin jî, hilberînerî di destê te de ye. Yê herî girîng ew e ku tû di mercên girtîgehê de jî bi herdu destan, bi jiyanê ve girêdayî bî. Mirov bi taybetî jî di hêla raman, psîkolojiyê de diguhere. Di demên dawî de ez ne bi sebir bûm, lê niha pir bi sebr im."
Nedihiştin ku em hevalên xwe bibînin
Kizilkaya, li ser nêziktayiya îdareya girtîgehê ya li hemberî girtiyan jî rawestiya û pirsgirêkên di girtîgehê de, bi gotinên wekî "Gelek caran, nedihiştin ku em hevalên xwe bibînin. Demên me yên herî xirab ev bûn. Di navbera me de dîwarek hebû û em nedigihîştin wan. Hevdîtina di navbera me de asteng dikirin. Psîkolojiya vê yekê jî pir kûr e. Dixwazî ku herî cem hevalên xwe, lê nikarî. Mirov encax dikare bi yekîtiya neteweyî vê dêrûniyê li ser xwe bavêje" anî ziman. Herdem Kizilkaya, li ser cudatiyên di navbera pergala qawîşê û û hucreyê de sekinî. Kizil got ku di pergala qawîşê de mirov, xweseriya mirovan ferq nake, lê di pergala hucreyê de çêtir ferq dike.
Bi nêrîna civakê ya li hemberî jinê re jî têdikoşî
Herdem Kizilkaya, li ser nêrîna civakê ya li hemberî jinê jî rawestiya û got: "Di binçav de, pergalek ku li hemberî jinê ye heye. Tabûyên demên berê hene û di jîyanê de, ji bo jinan pergalek pêk anîne. Ji ber ku vê yekê dizanin, bi taybetî jî di binçavan de bi vî awayî bi ser te de tên. Tabûyên ku gel ji bo jinê pêk aniye heye û yên ku ji aliyê jinê ve hatiye pêkanîn heye. Di girtîgehê de jin, psîkolojiya vê yekê pir dijî. Psîkologên girtîgehê, pirsgirêkên girtiyan çareser nedikirin. Tabûyên mezin, herî zêde ji aliyê girtîgehê de pêk tê anîn. Mînak; ji me re digotin 'hûn jin in, divê hûn wiha bikin wiha biaxavin' Ji ber ku girtîgeh, tabûyan pêk dianî, pirsgirêkên psîkoljîk jî zêdetir bûn. Em di nava psikolojiyek xirab de bûn. Tu xwe wek qirêjîbûyî hîs dikî. Ji ber ku girtîgeh, bi pergala serdestiya mêran hatiye avakirin, danezanên ku ji hêla meclîsê ve tên derxistin jî li gorî vê pergalê ye. Ji ber ku jin, zû serma digrin, îşkenceyên bi vî rengî li jinan tên kirin û ev jî dibin sedama derketina nexweşiyan. Di girtîgehê de tedawî bi serê xwe, pirsgirêkek mezin e. Bi taybetî jî nexweşiyên sîng, derdikeve holê. Ji ber ku ev nexweşî nedihatin tedawîkirin, ev yek dibû sedama derketina nexweşiyên din jî."
Kizilkaya, di dawiya gotinên xwe de, li ser tenêtiya di girtîgehê de jî rawestiya û wiha got: "Carek, li Girtîgeha Mêrdînê, di hucreyek de bi tenê mam. Tenêtiya mirov a di girtîgehê de pir zor e. Min bawer nedikir ku ezê zêdetir bijîm lê nirxên ku ez pê bawer bûm, ji bo min bûn hêzek."
'Daxwaza min a yekemîn temaşekirina rojê bû'
Yek ji girtiyên jin ku hema bêje heman derûniyê hîs kiriye jî Arzu Demîralp e. Ew jî ji heman xalê hatiye darizandin. Di girtîgehên wekî Bayrampaşa, Êlih û herî dawiyê jî Sêwazê de maye. Daxwaza wê ya yekemin, temaşekirina rojê bûye. Demîralp, hestên xwe bi gotinên wekî "Min dixwest ez li dema ku roj dertê û diçe ava, temaşe bikim" anî ziman. Demîralp jî li ser tesîra girtîgehê ya li ser mirovan rawestiya. Demîralp, got ku girtîgeh, herî zêde mirovên ku bi salan tê de dimînin, diguherine." Arzu Demîralp, herî zêde li guherîna mirovan gazinan kir û got: "Niha mirov, li gorî berê pir guherîne. Têkiliya di navbera mirovan de û ya bi têkoşînê re, bala min kişand. Ez ji ber vê yekê gelek xemgîn bûm." Demîralp, li ser guhertina cihê girtiyan û tesîra vê yekê jî rawestiya û van guhertinan wiha anî ziman: "Min ji girtîgehek sewqî yeka din kirin. Lê sewqa dawî pir giran bû. Ji ber ku min, vê derê nas nedikir. Ez nikaribûm lê adapte bibim û min bêriya hevalên xwe yên di girtîgeha din de dikir. Di hêla psîkolojîk û di hêla kesayetiyê de bandorek neyînî li mirovan dike. Lê yê herî girîng, hesreta hevalên xwe yên ku te li dû xwe hiştî ye."
Nexweşiyên girîng derdikevin holê
Demîralp, da zanîn ku girtîgeh, mirovan nexweş dike û got ku ev nexweşî herî zêde, yên mîde, ûr û rodî, ulser, bi taybetî jî nexweşiya çav û jînekolojîk in. Demîralp, destnîşan kir ku hindik be jî nexweşiya dil heye û wiha got: "Ji ber ku jiyana di girtîgehê de bi hevbeş e, nexweşiyên çerm jî dertên holê. Girtîgeh, tesîek cuda li jinan dike." Demîralp jî li pergala deshilatiya mêran a li ser girtîgehan gazinan kir.
Yek ji girtiyên jin ku hema bêje heman derûniyê hîs kiriye jî Bedîa Keskîn e. Ew jî ji heman xalê hatiye darizandin. Di girtîgehên wekî Konya, Uşak û herî dawiyê jî Muşê de maye. Bedîa Keskîn 33 salî ye û 9 sal û nîv di girtîgehê de maye. Keskîn, diyar kir ku mirov çi bike bila bike nikare jiyana ku li girtîgehê jiye di demek kin de ji ser xwe bavêje. Keskîn, destnîşan kir ku girtî 10-20 sal di nava lêhûrbûna ramanî de ne û ji qadên civak û jiyanê dûr in. Ji ber vê yekê piştî ku derkevin divê gel ji wan pir tiştên cuda nexwaze.
'Divê psîkolojiya girtiyan bi profesyonelî bê vekolînkirin. '
Bedîa Keskîn, da zanîn ku pêwîst e psîkolojiya girtiyên ku ji girtîgehê derketine, ji hêla psîkologên profesyonel ve bên vekolînkirin û wiha axivî: "Girtî di girtîgehê de, herî zêde ji kontrolkirin û lêgerîna peryodîk ku dihate kirin aciz dibin. Di van kontrolan de, psîkolojiya me xira dibû. Vê yekê jî êrîşên fîzîkî derdixist holê. Di giyana mirovan de dibû sedema hêrsoyîtî (gerginlik), bertekên zêde (tepki) û acizbûnê. Divê psîkolojiya girtiyan ji hêla psîkyatrîstên profesyonel vê bê vekolînkirin. Ji ber ku girtîgeh li dijî xwezaya mirovahiyê ye, li ser mirovan taxrîbatên psîkolojîk çêdike. Bi her awayî taxrîbat dike."
'Tacîza li ser jinan rûmeta jinan dixe'
Bedîa Keskîn, diyar kir ku hin girtiyên jin di dema pirsiyariya berî girtîgehê de ku rastî tacîz û tecawiza di bin çav de tên, rencîde dibin û psîkolojiya wan xira dibe. Keskîn, wiha axivî: "Tundiyek ku bi şêwazek zirav û ku belavî demek dirêj dibe, li ser girtiyan tê kirin. Ev yek jî polîtîkaya îdareya girtîgehan e. Xwarin û seata xwarina girtiyan jî girtîgeh diyar dike. Jinên girtî digel hemû texribatan de jî li ser piyan ma. Di taxrîbatên berê de bandora nêzîkbûyîna dogmatîk jî heye. Mirov di hêla sîyasî, cîvakî û psîkolojîk de têne sînorkirin. Ev yek jî di kesayetiyê de tengasiyek pêk tîne. Mirov xwe nikare adapte bike û hînê mercên girtîgehê bibin. Mirov herdem di bin tundiyek de ye." Keskîn, da zanîn ku wê deh sal berê tu carî bawer nedikir ku dê rojekî di bin bircan de li dengbêjiyê guhdarî bike û wiha got: "Piştî ku ez ji girtîgehê derketim, ez beşdarî mîhrîcanê bûm. Min di bin bircan de li dengbêjên kurd guhdarî kir. Ev dîmen li min wekî kartpostalekî dihat."
Psîkyatrîst: Girtî pirsgirêk û travmayên mezin dijîn
Psîkyatrîst Azîz Yaşan, li ser pirsgirêk û psîkolojiya girtiyan, diyar kir ku girtî herî zêde di pirsiyariyê de pirsgirêk û travmayên mezin dijîn û wiha axivî: "Girtiyên ku ji girtîgehê derdikevin, travmayên berî girtîgehê û pîştî ku ji girtîgehê derdikevin, dijîn. Ev travmayên ku derbas dikin jî dibe sedema stresê. Girtiyên ku nû ji girtîgehê derdikevin, nikarin adapte bibin û ji bo pêşerojê dikevin nava fikaran. Girtî dema ku di girtîgehê de ne, jiyana derve cûda xeyal dikin. Lê dema ku derdikevin, ji ber ku jiyanek din dibînin hêviyên wan dişkê. Girtiyên mêr ku ji girtîgehê derdikevin û ew dişînin leşkeriyê, zehmetiyên pir mezin dikişînin. Çimkî di navbera nirxên ku pê bawer in û çûna leşkeriyê de nakokiyek heye. Ji ber vê yekê jî travmayên pir mezin dijîn û heta mirinê nikarin vê tarvmayê ji ser xwe bavêjin."
'Divê cudahiya kesên ku ji girtîgehê derdikevin bê qebulkirin'
Psîkyatrîst Yaşan, destnîşan kir ku kesên ku ji girtîgehê derketine, pirsgirêka ahengê dijîn û wiha axivî: "Divê kesên ku ji girtîgehê derketine, di rehabîlîtasyonek bi bername û bi pergal re bên derbaskirin. Divê girtiyên mêr neşînin leşkeriyê. Beriya ku bişînin leşkeriyê, ew mirov divê pêşî bên tedawîkirin û demekî di nava civakê de bimînin. Dema ku wî bi lez bişînin leşkeriyê dê pirsgirêken mezin bijî. Ger ku malbat dixwazin alîkariya zarokên xwe bikin, divê wan bi cudatiyên wan mirovan qebûl bikin û li gorî wî bikevin têkiliyê. Malbat divê zarokên xwe nekin binê karên giran ên wekî zewicandinê. Dema ku malbat wisa bike, dê zarokê xwe winda bike. Pêdivî hebe divê malbat jî bi zarokên xwe yên ku ji girtîgehê derketine re tevli rehabîlîtasyonê bibin."