Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

KURD DÊ XWE BIPARÊZIN
Nivîskar admin Dîrok: YekŞem, 25. Tîrmeh 2010
löjl
güncel Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK’ê der barê bêedaletiyên ku li Bakûrê Kurdistanê tên jiyîn 8 xalên maf, peywir û cezayê weşand. Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK’ê ji kurdan xwest ku bila rêveberiya xwe biafirînin û bangî kurdan kir heta bêedaletî xilas bibe bila têkoşîna xwe bidomînin.
Dîwana Edaletê a Bilind ya KCK’ê bibîrxist ku li dijî kurdan êrîş, kuştin, reşkirin, nîjadperestî, girtin û zext pêk tên û Artêşa Tirk ‘Peymana Navneteweyî ya Cenewreyê’ tune dihesibîne û îşkenceyê cenazeyê gerîlayan dike. Her wiha Dîwana Edaletê diyar kir ku Artêşa Tirk cihên ku sivîl lê dijîn bombe dike û zirarê dide sivîlan û daristanan dişewitîne û eko-sîstema Kurdistanê xirab dike.

Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK’ê bibîrxist ku bi taybet jî bi destê AKP’ê ve polîtîkayên komkujiya çandî tên rêvebirin û belavkirin. Dîwana Edaletê da zanîn ku AKP li dijî kurdan polîtîkayên qirêj dide meşandin û wiha hate gotin: “Bi dehan car polîtîkayên AKP û Dewleta Tirk hatine deşîfre kirin û ev polîtîkayên qirêj gelek caran aşkera tê meşandin.” Dîwana Edaletê bûyera Şemzînanê bombekirina pirtûkxaneya Umutê bi bîrxist û hat gotin ku dewlet cihê kesên ku bombe avêtine ceza bike dîsa ceza dane mexdûran û gel. Dîwana Edaletê kuştina Ugur Kaymaz, zarokên kurd yên hatine qetilkirin, Aydin Erdem, Şerzan Kurt, Mustafa Dag û Mahsum Karaoglanê ku di meşa Amarayê de hatin qetilkirin bibîrxist û diyar kir ku dewlet bi kêfî tevdigere kengê bixwaze di kûçeyê de îşkenceyê gel dike û kengê bixwaze diçe ser malan de digire û gel binçav dike.

Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK’ê diyar kir ku dewlet siyasetmedarên kurd digire dixe rêzê û bi weşandina dîmenên wan ve rûmeta gel re dilîze. Dîwana Edaletê polîtîkayên qirêj yên dewletê yên wekî, sixûrtî, fihûş, tiryak, bênasnamekirinê pêş dixe û li dijî kurdan bi taybet jî ‘Tîmên Taybet’ bi destê AKP’ê ve di civîna dawî de hatine peywirdarkirin. Hat gotin ku AKP li Kurdistanê şerê taybet dide meşandin. Edaleta Dîwanê da zanîn ku AKP li Kurdistanê kurdên ku qasî cem xwe dike li dijî gelê kurd bi kar tîne û ji bo vê yekê hemû rêbazan diceribîne û ji bo vê yekê bi taybet jî xizaniya kurdan bi kar tîne û krediyan ve gel girêdayî xwe dike û wiha hate gotin: “AKP hestên kurdan yên olî yê paqij îstîsmar dike. Di serî de dibistanên leylî yên dewletê ve zarokên kurdan dide asîmîlekirin. Zimanê kurdî li her derê bi qedexeyan ve rû bi rû dimîne.”

MEŞRUIYETA WAN NEMAYE
Dîwana Edaletê bibîrxist ku bi milyonan kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derdikevin lê Dewleta Tirk û AKP li dijî vê xwedî derketinê li dijî Ocalan kampanyaya reşkirinê didin meşandin. Hat gotin ku AKP li Kurdistanê polîtîkayên dagirkeriyê dide meşandin û wiha hate gotin: “Bi paketa makezagona dawî ve kurdan tune dihesibînin. Meşruiyeta sereke ya dewletê ew e ku edalet û duzena civakê bi cih bikin. Lê dewlet û hikumeta AKP bi kirinên xwe ve dibin sedema bêbawerî, bêedaletî û kaosa civakî. Ji ber vê yekê li Kurdistanê meşruiyeta dewletê û AKP’ê nemaye. Li gorî normên gerdûnî û peymanên navneteweyî û Danezana Edaleta Civakî ya KCK’ê ev kirinên dewleta tirk û AKP’ê sûc in. Li Kurdistanê li dijî van zorbeyan mafê hemû alîgirên demokrasiyê yê yaptirimê heye.” Dîwana Edaletê ya Bilind a KCK’ê ji kurdan xwest ku bila rêveberiya xwe biafirînin û bangî kurdan kir heta bêedaletî xilas bibe bila têkoşîna xwe bidomînin.

8 xalên maf û peywirê

1 – Li dijî polîtîkayên şîdetê û kirinên dewletê di hemû qadan de mafê kurdan yê xwe parastinê derketiye holê. Ji bo vê yekê divê gelê kurd têkoşîna ku daye destpêkirin bilindtir bike. Di Danezana Edaleta Civakî ya KCK’ê di xala eleqedar de tê gotin ku ji çalakiyên protestoyê heta parastina esasî li her derê berxwedan bê pêşvebirin. Divê rêxistinkirinê kûr bikin û li her derê belav bikin.

2 – Ji ber ku dewleta îradeya kurdan nasnake û bi kurdan re rûnanê kurd hatine wê astê ku bi îradeya xwe ve xwe rêvebibir. Divê kurd li gorî vê yekê li ser esasa xweseriya demokratîk li dora rêxistinbûyîna xwe bibin xeleq û rêveberiyên xwe yên esasî biafirînin.

3 – Li dijî kurdan komkujiya çandî, kuştin, qirkirin operasyon pêk tên û li dijî van zextan mafê xwe kurdan yê xwe parastinê derketiye holê. Di vê rewşê de HPG bikeve parastina aktîf û ji ku kurd hebûna xwe biparêzin ev sekneke di cih deye.

4 – Kesên ku li Kurdistanê piştgiriyê didin van polîtîkayên dewletê û AKP’ê sûç û îxanetê dikin. Hebûna gelekî li dijî berjewendiyên xwe malbatî bi kar anîn sûçê mezin yê mirovahiyê ye. Kesên ku ferq nekirine, hatine xapandin bila demildest xwerexnedayîna xwe bidin û ji van polîtîkayan dûr kevin. Ger li Kurdistanê bi ev qas vekirî polîtîkayên komkujiya civakî bê meşandin û li dijî kesên ku bi zanebûn xwe dixin amûrê şerê taybet yê dewletê AKP’ê mafê HPG’ê cezayê heye.

5 – Li dijî kesên ku hevkariya şerê taybet yê AKP û dewleta tirk dikin mafê gel yê yaptirimê bidin wan kesan heye. Divê gelê kurd ji wan kesan re têkilî birîna xwe heta bi kar anîna mafê xweparastina esasî xwedî seknê be.

6 – KCK berpirsyariya tu çalakiya HPG’ê ya ji xeta parastina meşrû derkeve nagire ser xwe û meşrû nabîne

7 – Di serî de mafê NY û YE’yê û hemû kesên li dijî demokrasiyê hesas in heye ku li dijî Dewleta Tirk ya ku li dijî gelê kurd van polîtîkan dimeşîne zextan bide meşandin. Divê ev hêz bi aborî û ambargoyên leşkerî ve ji bo çareseriyê zorê bidin dewleta tirk. Ger hevkariya dewleta tirk bikin ev tê wateya înkarkirina xwe.

8 – Maf û berpirsyariya Saziyên Mafên Mirovan, Saziyên Civakî, hemû derdorên demokrat heye ku bi çalakiyên xwe yên protestoyî ve zext û bêedaletiya li dijî kurdan tê meşandin teşhîr bikin. Li ser vê esasê zorê bidin Dewleta Tirk.
5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: güncel: