
Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî, ji gel xwest li
hemberî êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyên nerazayiyê
yên girseyî li dar bixin.
Di vê navê de, Wezîrê Karên Dereke yê Îraqê, Hoşyar Zêbarî, tevî ku ji Îranê xwest ew dawiyê li êrîşên xwe bîne, di heman demê de, ji Îranê re soza xwe ya têkoşîna li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd nû kir.
Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê, Dr. Kemal Kerkûkî, ku fikarên xwe yên der barê êrîşên Îranê û bêdengiya Hukimeta Îraqê de ragihand, ji hemû civaka Kurdistanê xwest, ku bi çalakiyan nerazayiya xwe derbibirrin.
Kerkûkî bal kişande ser topbarana Îranê ya ku bi taybetî li herêma Hecî Umranê berdewam e û bûye sedema zerardîtina gundiyên herêmê û ji ber topbaranan neçar mane gundên xwe biterikînin.
Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê bang li Îranê jî kir, ku ew hewil bide pirsgirêkan di çarçoveya diyalogê de çareser bike û îdiayên ku dibêjin, topbaran bi agahdariya berpirsên Hukimeta Herêma Kurdistanê pêk tên jî red kir.
Li aliyê din, hate zanîn, ku Wezîrê Karên Dereke yê Îraqê, Hoşyar Zêbarî, ku Kurd e, tevî ku bi riya têlefonê fikarên xwe yên der barê topbaranê de ji Wezîrê Karên Dereke yê Îranê, Manûçer Mutekî re ragihandiye û xwestiye Îran rêzê li serweriya axa Îraqê bigire jî, lê wî dubare ji Îranê re got: "Em soza xwe ya têkoşîna li hemberî terorîzmê nû dikin." Û bi awayekî sergirtî mukur hat, ku wan soz daye Îranê, ku li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tevbigerin.
ANF