WAN (DÎHA) - Di rapora ku ji hêla Komîsyona Lêkolînê ya Şemzînanê ya Meclîsê ve hatiye amadekirin de, agahiyên têkildarî kes û metodên ku JÎTEM'ê di çalakiyên xwe de bikar anîne hatin dayîn. Komîsyon, balê dikşîne ku di nav vana de pisporên qomputurê jî hene. Di raporê de tê diyarkirin ku JÎTEM'ê planên çalakiyan kiriye û di nav vana de çalakiyên li dijî Serokwezîrî û wezaretan jî hene. Di raporê de tespîta '2 bûyerên teqînê yên li Culemêrg û Amedê, ji bo ceribandinê pêk hatine' hate kirin.
Komîsyona Lêkolînê ya
Şemzînanê ya Meclîsê ku di bin
Serokatiya Mehmet Elkatmiş de hatibû amadekirin, raporeke der
barê îtirafkar Veysel Ateş ku navê
wî di bûyera bombekirina Pirtukxaneya Umut a
Şemzînanê de jî derbas dibe de, ji
3'yêmîn Dadgeha Cezayên Giran a
Wanê re şand. Komîsyonê, bi Yunus
Harputlu (Ozcan) ku ji 3'yêmîn pola Endezyariya
Kompîturê ya Zanîngeha Amerîkan
a li bajarê Gîrne ya Kibrisê hatiye
avêtin re, hevdîtin kiriye.
'Dema betal mam min sûcê
ragihandinê (bîlîşîm) kir'
Harputluyê ji komisyonê re daye
zanîn ku li Meletiyê jidayîk
bûye, zewiciye û keçek wî
heye, destnîşan kir ku dema hatiye Meletiyê,
bêkar maye loma dest bi kirina sûcên
zaniyariyê kiriye. Harputlu, da zanîn ku li Dadgeha
Asliye Ceza ya Meletî, dosyayên der barê
van sûcan de hene û van sûcan wiha
rêz kir: "Min, dosyayên
bîoterorîzmê ya aydî Wezareta
Parastina Newyork a Amerîkayê, bi riya
kompîturê kişand û firot
rêxistina terorîst a Hamasê (DGM'ya
Meletî dosyaya hejmar 2005/9). Min bi hesabên 11
banqeyan leyîst, min qartên krediyê
yên sexte çêdikir, min maîl
dişkandin, malperên web ên saziyan hacker dikir
(têk dibir) û van komputuran dixist bin qontrola
xwe û hwd. (3'êmîn Dadgeha Asliye Ceza),
ez ji ber vî sûca, 56 roj di
girtîgehê de mam û di
danîşîna yekemin de hatim tahliyekirin. Min 158
kartên krediyê yên Bonus card, Card
Fînans derdixist û min qet nasnameyê
nediguherand. (1'êmîn Dadgeha Asli Ceza ya
Meletî). Ez ketim nav agahiyên Serokatiya Kurmaya
Giştî (Ev tenê di asta
lêpirsînê de ma)."
'Pêşniyara 'vê
jîrbûna xwe ji bo JÎTEM'ê bikar
bîne' li min kirin'
Harputlu, daxuyand ku piştre bi riya serbazek û
çawişek pispor bi JÎTEM'ê re ketiye
têkiliyê û wiha dom kir: "Ji min re gotin
'Dawiya van karên ku tu dikî tûneye, tu
dê di girtîgehê de birizî, were
vê jîrbûna xwe di saziya me
JÎTEM'ê de bikar bîne. Wê
jiyana de tekûztir bibe û di hêla
fînansê de jî tengasî
nakşînî. Em heftiyek qewl didin te.' Min
vê pêşniyariya wan piştî heftiyek
pejirand û min şandin bal Midûrê Şaxa
Îstîxbaratê ya Fermandariya Alaya
Cendirmeyan a Elezîzê Burhanettîn
Şenlî ku Serdar bû wê demê.
Şenlî, ji min re got 'êdî tu dê
bi min re bixebitî' Karê ku ji min xwest
û yê ku min kir ev in ; Raporên
HTS'ê (Encamên Tespîtên
Pevragihandinê), kompîturên
aydê kesên taybet, sazî, komele
û partiyan hwd., hînkirina cihên wan a bi
sîstema kumandayê û kopîkirina
agahiyên di dest de. Kesên ku min li jor diyar
kiriye, min maîlên şexsî yên
kesan kontrol dikir û cihên wan kifş dikir. Min ji
wî û personelên wî re
fînansman peyda dikir. Min bi sûcdaran re
bazariyê dikir, pereyê ku dixwestin di hesaba wan
de nîşan dida û teyît dikir.
Min teqînekên C-4, li ser
notebookê kontrol dikir funyeyê diteqand. Min
kompîturên ku li yekîneyên
leşkerî têne bikaranîn birêve
dibir û kopya dikir. Min agahiyên tune, di
kompîturên sazî û
dezgehên ku wek tehdît didît de bicih
dikir, min nivîsên di peyama telefonên
dest de kopî dikir û bi riya
kompîturê dengê wan guhdarî
dikir. Tiştên ku niha min rêz kir, ne bi
zagonî bûn û xebera dozgeriyê
jê tunebû."
'Agahiyên ku min stend bi 3
îsraîlî re hate bazarkirin'
Harputlu, ragihand ku piştî
Elezîzê wî birine Fermandariya Tugaya
Navçeya ya Xozata Dêrsimê û da
zanîn ku li wir jî belgeyên sexte amade
kiriye. Harputlu, diyar kir ku ew wekî peywirdarê
telekomê bi fermandarên peywirdar dane nasandin.
Harputlu, wiha dirêjî da gotinên xwe:
"Min li Tugayê li ser yek telî, îbekek
(dîwarê ewlehiyê) ku hêza
wî 64 bît e bikar dianî. Niha
jî hemû komputurên wir, di bin
kontrolê de ne û hemû agahî
û sîstemên ragihandinê
têne kopîkirin. Serdar Burhanettîn
Şenlî bazara van agahiyan bi 3 kesên bi
navê kod Lena (jin) Alexander (mêr), Landy (jin) ku
bi eslê xwe îsraîlî ne re bazar
kir. Min van agahiyan li ser netbook PCI slot kart û qarta
Connet girtin. Di nava vê dema xebatên min de
Burhanettîn Bînbaşî bi van kesan re li
ser emaîlê danûstandinê dikir.
Ev maîl wiha ne ; Elzaly2323@yahoo.com, Telaly6262@yahoo.com,
Dyraly2121@yahoo.com. Burhanettîn Şenlî û
merivên wî, albayek, tumgeneralek û
korgeneralek serkêşiya vî karî dikin.
'Wê C-4'an li
Serokwezîriyê, wezaretiyan û
cihên darazê bikar baîna'
Harputlu, diyar kir ku xebatkarên
JÎTEM'ê jê xwestine ku
kumandayên ku pê bikaribin C-4'ê ji
dûrî ve biteqînin
çêke û wiha pê de
çû: "Ji min pergalek xwestin. Li gorî
vê pergalê, min dê li ser
notebookê 12 C-4'ên ku bi telefona dest ve hatine
girêdan çêkira, ev C-4 dê di
dema konferansê de biteqiyana. Divê di navbera her
du teqînan de 2 saniye derbas bibûya. Ez 6 meh
xebitîm û ev sîstem
çêbû. Wê vê
sîstema li Anqereyê li deverên
darazê, Serokwezîrî û
wezaretiyan bikarbianîna. C-4, ji depoya
muhîmatên leşkeriyê têne peyda
dikirin."
'Teqînên ji bo
ceribandinê li Amed û Culemêrgê
kirin'
Harputlu, ragihand ku 2 teqînekên ji bo
ceribandinê, li Amedê û di
servîsa dibistanê ya Culemêrgê
de bikar anîne. Harputlu, got ku van teqînekan
jî bi îtirafkarên PKK'ê didan
bicihkirin, lê qumanda di destê
xebatkarên JÎTEM'ê de bûne.
Harputlu, agahiya ku teqîna li Amedê pêk
hat û wesayîta DEHAP'ê zirar
dît da û van agahiyan da
komîsyonê: "Esas, di teqîna li
Amedê pêk hat de hedef, wesayîta
polîsên tevgera taybet bû. Lê,
dema wî şaş çêbû û
wesayîta DEHAP'ê zirar dît. Di
bûyera li Culemêrgê de jî
binesaziya telekomê hatiye bikaranîn û
piştî ku îtirafkar bombeyê bicih kir, bi
riya qulûbeya telekomê teqîn
çêkir. Bi kurtasî ev bûyer ji
aliyê PKK'ê ve nahatin kirin. Niha
kompîturên sazî û
partiyên ku ez dê navê wan bidim, bi
rêbazên îlegal têne
kontrolkirin. Bi taybetî jî
kompîturên serokatiyên navçe
û bajar ên DTP'ê yên li
bajarên wekî Elezîz, Dêrsim,
Amed, Wan, Şirnex, Mêrdîn, Culemêrg,
Çewlik, Êlih û Mûşê,
di bin kontrolê de ne."
'Wê mekanizmayan di
Serokwezîrtiyê û wezaretiyan de
bikarbînin'
Harputlu, di agahiyên ku daye de diyar kir ku ev
mekanîzmaya hatiye sazkirin bê pirsgirêk
dixebite û îdîa kir ku wê ev
mekanîzma li Enqereyê li
Serokwezîrî û wezaretan bikar
bînin. Harputlu, got ku xebatkarên
JÎTEM'ê bi Atabeyleran re di nav
şirîkayiyê de ne û wiha pê de
çû: "Ew jî, fermanê ji 3
yahudiyên ku min navê wan li jor da,
distînin. Di navbera wan û Atabeyleran de
têkilî heye. Îxbara
maîlê bi rastî ji
oislim@mynet.com'ê hatiye şandin, lê ji
hêla Ewlehiyê ve bi riya bernameya hîde
TP û cih û TP'ê şaş hatiye girtin. Serdar
Burhanettîn sedema encama fiyasko ya Atabeyleran wiha eşkere
kir; 'Di nava Ewlehiyê de rayedarên payebilind
ên bi cemaata nûr a Xoce (Fethullah Gulen) re
girêdayî hene , tezgaha wan heta krokîya
wan ji hêla polîsek ve hatiye xêzkirin
û hatiye belavkirin. Heke ew nehatina girtin, wê li
Enqereyê û
Başûrêrojhilatê
bûyerên ku mirov xemgîn bikin
pêk bihatina û wê biketina
stuyê PKK'ê. Hedefa Atabeyleran rasterast,
Birêz Serokwezîr e. Ev şixulên
têne kirin ji bo ewlehiyê, li herêma
cendirmeyê têne kirin."
'Îtirafkaran bombeyên destan
anî Şemzînanê'
Harputlu, îdîa kir ku bi darê
zorê senedên 250 milyar - 500 milyar jê
standine û 4 kaxizên vala pê dane
îmzekirin. Harputlu, van agahiyên dawê da
Komîsyona Şemzînanê ya
Meclîsê: "Ev pereyên ku ji bo van
bûyeran bikar tînin, pereyên ku ji bo wan
têne xwestin, bi kartên krediyê
yên sexte, pereyên li ser hesabên ku bi
nasnameyên sexte, li ser makîneya papaxan a bi
manyetîklî ku di qartên
danûstandinê yên mixazeyên
Afran YÎMPAŞ'ê de, hewale dikin. Karên
dawî ku ji min xwestin, ev bûn. Bi 5
nasnameyên sexte şirket vekim, bi van şirketan ji Banqeya
Cîhanê karta krediyê bistînim
(herî kêm 3 milyon euro). Min li
Elezîzê bi dikandarek dan nasîn, gotin ku
ev kar dê bi alîkariya kesê bi
navê kod Denîz ku bi eslê xwe ji
Îsraîlê ye çêbibe.
Ev xebatkarên JÎTEM'ê, dawiyê
ji ber ku min sîstema qumandayê ji wan re amade
kiribû, ji Çewlikê 5 milyar, ji
Dêrsimê 5 milyar û dîsa ji
Dêrsimê 5 milyar pereyê tirk, bi riya
PTT'ê şandin Meletiyê. Bombeya destan a
bûyera Şemzînanê jî, bi riya
îtirafkaran hate temînkirin."
08.10.2006