Koma Komalên Kurdistanê piþtgirî da kampanyaya KON-KURDê
Geschrieben von DENIZ am Donnerstag, 14. Juli 2005
topicsBEHDÎNAN (14.07.2005) MHA- Serokatiya Desteya Rêvebiriya Koma Komalên Kurdistanê (KKK) diyar kir ku ewê jî dê piþtgiriyê bidin kampanyaya ku KON-KURDê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dabû dest pê kirin.
Daxuyaniya Serokatiya Desteya Rêvebiriya Koma Komalên Kurdistanê bi vî rengî ye: “Ev kampanya li hemberî komploya navnetewî di þerê þanaziya gelê kurd de qonaxeke nû ye. Di Serî de KONGRA-GEL û hemû sazî, rêxistinên di nava sîstema KKKê de cî digrin divê bi awayekî çalak bêþdarî vê kampanyayê bibin û lê xwedî derkevin. Missoger e ku gelê Kurd li her çar perçan û li derveyî welat dê bi hemû hîm û hêza xwe bêþdar bibe.
Di destpêkê de jî hemû rewþênbîrên li her çar perçeyan divê komiteyan ava bikin û li vê kampanyayê xwedî derkevin. Ciwanên Kurd ê lêheng, jinên Kurd bi þiklê gruban gund bi býn, tax bi tax, mal bi mal bigerin û îmzeyan kom bikin. Divê ti cihên ku kampanya li wan nehatibe meþandin nemîne.
Em wekî Koma Komalên Kurdistan bi hemû hêza xwe bêþdarî kampanyayê bibin û piþtgiriyê bidin. Herwiha ji ber dane vê kampanyayê em KON-KURDê silav dikin.
Êdî ne tevgera azadiya Kurd, ne jî gelê Kurd nema dikera bi sîstema Îmraliyê re bijîn. Ango ev kampanya îlankirina destpêkirina pêvajoya demokratîk a gelê Kurd û azadiya Rêber Abdullah Öcalan e. Heta encam were wergirtin kampanyayên cur be cur ê bi vê armancê dê werin li dar xistin. Gelê me dê dewlemendiya hêza xuluqkariya çalakiyan deyne holê.
Li ser vî bingehê banga me ewe ku her kesê welatparêz beþdarê vê kampanyayê bibe. Di sêrî de rewþenbîr û hemû saziyên din li vê kampanyayê xwedî derkevin û piþtgiriyê bidin. Em bang li gelê Kurd dikin ku bi giyana berxwedana 14ê Tîrmehê vê tekoþînê bilind bikin.”