Ji Çapemeniyê û Raya Giþtî re
Herêma Rojhilata Navîn di qonaxeke girîng re derbas dibe. Bûyerên diqewimin her roja derbas dibe nîþan didin ku helwestên antî demokratîk û netewparêzî fakturên bingehînin li herêmê rê nadin çareseriyê û rê li ber þer vedikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê rêyek bi tenê ya rast heye. Ew jî sîstema hemdem a demokratîk e.
Bi vê sîstemê hemû cihêrengiyên netewî û dînî ji hev re rêz digirin û bi hurmet in, pirsgirêkên xwe jî bi rêya diyaloga demokratîk çareser dikin.
Divê baþ were zanîn ku yek ji pirsgirêka bingehîn a pirsgirêkên li herêmê giran dike pirsgirêka Kurd e. Di rewþa heyî de dewletên pirsgirêka wan a Kurd heye, polîtîkayên wan ên zordestiyê li ser gelê Kurd zemîna sîstema antî-demokratîk xurt dike. Lê eger van dewletan pirsgirêka Kurd çareser bikin, wê ev yekê jî di demokratîkbûyîna van dewletan de roleke sereke bilîze. Ji ber vê sedemê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê li tevahiya herêmê jî bibe pêngaveke xurt a demokratîkbûyînê.
Me wek Tevger, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heta niha gelekî hewl da û pir fedekarî kir. Bi vê armancê Rêbertiya me gelek caran bang kir û proje çêkirin. Ji ber ku van hewldanên me bersiv nedîtin negihîþtin encamên berçav, lê belê ji bo pirsgirêk bikeve rojevê û baþ were fêmkirin, rê li ber pêþketin û xurtbûnê vekir. Bi taybetî li hemberî êrîþên dewleta Tirk ên ji sala 2003an virve berxwedana gelê Kurd mezin bû. Di vê pêvajoyê de li Tirkiyê pêvajoya þer berfireh bû. Li hemberî vê yekê jî, nemaze di van du salên dawî de hem di warê çalakiyên demokratîk de û hem jî di warê rêxistinî û tevgera gerîlla de pêngavên girîng hatin avêtin. Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd gihîþt wê astê ku bi awayekî ciddî sîstema îmha û înkarê ya li Tirkiyê tengav kir. Tevî vê pêngava gelê me li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de têkoþîna azadiyê ya li Rojhilat û Baþûr Rojavayê Kurdistanê jî dewletên Îran û Sûriyê têra xwe tengav kiriye. Bûyerên dawî yên li çar parçeyên Kurdisanê, kir ku Kurd bibin faktura bingehîn a bandorê li mêzîn û polîtîkayên hêzên navnetewî yên li herêmê bikin.
Di vê çarçoveyê de mijara têkilîdanînê bi Tirkiyê û Kurdan re ji bo herêmê bûye mijareke girîng. Di encama tevahiya van bûyeran de çareseriya pirsgirêka Kurd ketiye rojeva navneteweyî. Di vê çarçoveyê de ji bo çareseriya pirsgirêkê gelek hêzan daxuyanî dane û bang kirine. Di serî de bangawaziya Emerîkayê ya di salvegera 15'ê Tebaxê de, Komara Federal a Iraqê, Hukûmeta Herêmî ya Baþûrê Kurdistanê, hin hêz û saziyên navnetewî tevî derdorên demokratîk ji bo agirbestê yan jî sîlehdanînê bang kirine. Li Tirkiyê jî di serî de DTP, nivîskar, rewþenbîr, hunermend û derdorên bi berpirsiyarî radibin ji bo agirbestê bang kirine. Ji van hemû bangawaziyan hin bi rêya çapemeniyê hatine kirin û hin jî bi rêyên dîplomatîk gihîþtine aliyê me.
Di çarçoveya van bûyeran de Rêbertiya me li ser pêvajoyê hin daxuyanî dan û Tevgera me jî di çarçoveya perspektîfa Rêbertiya me de, di 23'ê Tebaxa sala 2006'an de bi armanca destpêkirina pêvajoyeke nû, 'ji bo pirsgirêka Kurd deklarasyona çareseriya demokratîk' weþand. Li ser vê yekê, hevdîtin û bangawaziyên bi armanca çareseriyê zêde bûne û ji bo serketina pêvajoya agirbestekê, xwegîhandina îmkanan zêdetir bûye. Rêbertiya me, ji bo Tevgera me di peyama xwe ya 7 Îlon 2006'an de ku hînê ji raya giþtî re nehatiye eþkere kirin banga agirbestê kir.
Li ser van hemû bûyer û pêþketinan, pêþî plansaziya Payîzê ya HPGê ku diviyabû di 15'ê Îlonê de pêngaveke mezin a eskerî biavêta hat rawestandin, li ser daxwaza Konseya Rêveber a Koma Komalên Kurdistanê di navbera rojên 24 û 25'ê Îlonê de Meclîsa Dema Navber a 1. ya Kongra Gel a Dema Yasayî ya Duyemîn pêk hat. Di civînê de endamên ji Dîwana Serokatiya Kongra Gel û Komîsyonên Herdemî, Konseya Fermandaran a HPGê, Komîteya Parastina Gel û Konseya Rêveber a Koma Komalên Kurdistanê amade bûn. Civîn li ser xalek bi tenê li ser bangawaziya Rêbertiyê pêk hat. Di encama guftûgoyan de civat gihîþt konsensusekê û biryarên li jêr da.
1- Me biryar daye, ji 01 Cotmeh 2006'an pêve pêvajoya agirbestê dest pê dike. Li gorî gavên bêne avêtin, bûyer û pêþketinan wê ev pêvajoyê dewam bike.
2- Eger bi armanca îmhakirinê bi ser hêzên me de neçin wê ti car sîlehê neyê bi kar anîn. Lê eger bi armanca îmhakirinê êrîþ bikin wê hêzên me jî bi her awayî xwe biparêzin.
3- Di vê pêvajoyê de hêzên HPGê ji bilî pêdivî û tedbîrên hewce wê nekevin nav ti tevgereke eskerî.
4- Li gorî vê biryarê, Konseya Fermanê ya HPGê wê pozîsyona heyî ya hemû hêzên xwe, þêwazê tevgera wan û plansaziya wan, li gorî rewþa agirbestê bi rêkûpêk bike.
5- Sazî, rêxistin û hemû kadroyên di nav Tevgera Demokratîk û Azadiya Kurdistanê de xebatên civakî, rêxistinî û siyasî dimeþînin, divê ji bo serketina agirbestê plansaziyên xwe yên xebat, çalakî û rêxistinî ji nû ve sererast û bi rêkûpêk bikin.
6- Ev biryar hemû hêzên di nava sîstema Koma Komalên Kurdistanê de cih digirin girê dide û berpirsiyar dike. Pêwîste ti kes nebe xwedî helwestek pêvajoyê tengav bike û divê her hêz ji bo serketina pêvajoyê hewl bide.
Piþtî vê biryardariya civîna me, Rêbertiya Koma Komalên Kurdistanê Rêber Apo di 27'ê Îlonê 2006an de carek din bangawaziya xwe ya ji bo agirbestê ji Tevgera me û raya giþtî re weha kir: Ji bo ev hemû bêne kirin, min berpirsiyariya xwe bi cih aniye û banga agirbestê li PKKê dikim. Pêvajoya vê agirbestê girîng e, lê têrê nake. Ya esas ji vê qonaxê û pêve gelek tiþtên bêne kirin hene.'
Bi vî awayî, biryara vê pêvajoyê ji aliyê hemû saziyên me yên netewî hatiye dayîn û bi civîna me re jî fermî bûye.
Biryara Rêbertî û Tevgera me daye, biryara hevpar a hemû hêzên me yên demokratîk û netewî ye. Ji ber vê yekê, biryar hemû hêzên demokratîk û netewî girê dide û berpirsiyar dike. Ji lewra hemû hêzên li derveyî sîstema me yên îdîa dikin ku bi navê Kurdan radibin û tevdigerin, divê ew jî li gorî vê biyarê xwedî helwest û berpirsiyarî bin. Bi taybetî jî hêzên çekdar ên dibêjin ku bi Rêbertiya me girêdayîne û xwe li derveyî vê sîstemê digirin, ferze guh bidin vê bangawaziyê. Naxwe divê were zanîn ku kesên bibin xwedî helwestek berovajî yanî zirarê bidin berjewendî û doza azadiyê ya gelê Kurd, wê Tevgera me li dijî wan di asta netewî de bibe xwedî helwest.
Gelê me yê têkoþîna azadiyê bi awayekî serketî, bi hewldan û fedekariyeke mezin pêþdebiriye, wê bi biryar xwedî li pêvajoya agirbestê derkeve û ji bo xeta yekîtiya azad û çareseriya demokratîk bigihîje serketinê, wezîfeya bikeve ser milan wê bi cih bîne. Di vê pêvajoyê de divê daxwazên demokratîk bi xurtî bêne ziman û îfadekirin, û gelê me biryardariya xwe ya di vê mijarê de û helwesta xwe ya li cem aþtiyê wek tercîheke xurt nîþan bide.
Ji bo pirsgirêk di nava sînorên Tirkiyê de li ser hîmê yekîtiya azad çareser bibe û rê li ber jiyana demokratîk vebe berpirsiyariya bikeve ser milên me, emê bi cih bînin. Lê belê gelê me, wê li dijî siyaseta îmha û înkarê bi ti awayî serê xwe netewîne, mîna di dîrokê de wê îro jî zanibe xwe biparêze. Ev gava me ji bo agirbestê avêtiye, li ser hîmê yekîtiyeke azad ji bo bi hevrebûneke mayînde ya her du gelan, dîrokî ye. Di rewþeke berevajî de wê li kesên dixwazin dijminahiyê bixin navbera gelan, kesên þer sor dikin, meyldarên netewparêz û þovenê rê vebe û meydanê ji wan re bimîne. Ji ber vê sedemê, divê hemû sazî û derdorên demokratîk, organên weþan û çapemeniyê, rewþenbîr, hunermend û hemû derdorên xwedî berpirsiyar ên biratiya gelan dixwazin xwedî li vê gava agirbestê derkevin û ji bo bigihîje çareseriyeke mayînde divê wek berê vala nesekinin, berpirsiyariya dikeve ser milên wan ferze bi cih bînin.
Hukûmet û artêþa Tirk divê êdî bibînin ku pirsgirêka Kurd bi rêbaza þîdetê çareser nabe. Jixwe ev yek pir hat ceribandin. Polîtîkayên 'yan îmha an jî înkar' gelên me pir êþandin û herêma me bêîstîqrar kir. Divê were dîtin ku eger Tirkiyê bikeve rêya diyalog û çareseriya demokratîk, wê li Rojhilata Navîn mezin bibe û balê bikiþîne ser xwe. Ji bo vê yekê jî agirbesta me îlan kirî firsendeke dîrokî ye. Pêwîste gav bi gav bersivên di cih de bêne dayîn.
Serketina pêvajoya agirbesta em îlan dikin, wê bi kêra gelê me yê li çar parçeyê Kurdistanê bê. Her roja derbas dibe hînê baþtir tê fêmkirin ku eger pirsgirêka Kurd li Tirkiyê çareser nebe, wê pirsgirêka Kurd bi awayekî rastîn li ti parçeyê Kurdistanê çareser nebe û wê destketiyên netewî jî mayînde nebin. Bi vê bîrûbaweriyê, di serî de PDK û YNK divê hemû hêzên Kurdistanî ji bo serketina vê pêvajoyê ya ji destê wan tê bikin.
Dewletên mîna Sûriye û Îranê ji bo rewþa têdene li dawiyê bihêlin, divê bi gelê Kurd re li hev werin û berê xwe bidin aþtî û demokrasiyê. Agirbesta em dixwazin pêk bînin, eger bi ser bikeve di serî de welatên em behs dikin, wê bandorek wer xweþ li herêmê bike, her kesê bêhna xwe bide.
Rojhilata Navîn a bigihîje aþtî û aramiyê, eþkere wê bibe garantiyeke mezin ji bo aramî û aþtiya global. Di serî de Emerîka, hêzên navnetewî eger ne bi rêbaza þîdetê di çarçoveya çareseriya demokratîk de nêzî pirsgirêka Kurd bibin, wê ji bo aþtiya global û herêmî encamên erênî bidin. Di vê mijarê de li hemberî îþaretên erênî, pêþdebirina me ya pêvajoya agirbestê wê gelekî baþ bi kêra pêvajoya demokratîkbûn û aramiya herêmê bê. Tevî ku rêya rêbaza çareseriya demokratîk û îmkanên diyalogê hene jî, rast nîne dewleta Tirk Tevgera me wek 'terorîst' nîþan bide û bi tenê bi þîdetê bi ser me de were. Dewleta Tirk, tevî ku ev þêwazê siyasetê bi dehan salane dimeþîne û gelek komkujî û surgûn û her wekî din kirine jî, ti encam bi dest nexistiye û girêka kor hînê þidandiye. Di vê çarçoveyê de divê Mekanîzmaya Sêalî ya dewletên ji bo PKKê koordînator wezîfedarkirine, armanca wan ne ew be ku Tevgera me wek ya terorê nîþan bidin û planên tasfiyekirinê bikin. Eþkereye rêbaza þîdetê ya di vî warî de gelekî hatiye ceribandin wê nebe çareserî. Rêya herî rast ew e, divê ev mekanîzma bi projeyeke çareseriya demokratîk pirsgirêkê bigire dest û meselê ji binî ve çareser bike. Pir girînge ku bi taybetî Emerîka û dewleta Iraqê ya pirsgirêka Kurd ji nêz ve nas dike û bi xwe jî di nav rewþek bi heman rengî de ye, lazime di vê gava agirbestê ya me avêtiye de roleke çareserker bigirin û bi kêr werin.
Tevgera Me bi vê agirbestê berpirsiyariya para wê dikeve bi cih aniye. Di vê çarçoveyê de em di serî de bang li wan hêzên dixwazin pêvajoya aþtiyê û aramiyê pêk bê û derdor û dewletên pêwendîdar dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Her weha gelê Kurd jî di navê de em bang li her kesî dikin ku ji bo projeyeke demokratîk a berjewendiyên wan lê digihêje hevdu, bixebitin û hewl bidin.
30 Îlon 2006
KKK
Serokatiya Konseya Rêveber