
Komek nivîskar û rojnamevanên kurd bi boneya girtina rojnameya Ozgur Polîtîkayê, hikûmeta Almanyaya Federel þermezar kir û girtina Ozgur Polîtîkayê mîna darbeyek li dijî azadiya çapemeniyê ravekirin. Nivîskar û rojnamegerên kurd ên girtina rojnameya Ozgur Polîtîkayê þermezar kir, anîn ziman ku serdagirtina polîsên alman a li dijî saziyên kurd û girtina Ozgur Polîtîkayê dê mîna lekeyek reþ bikeve rûyê Almanyaya demokratîk.
Di daxuyaniya tê de hate destnîþankirin ku demokrasiya Almanyayê bi vê biryarê darbeyek mezin xwariyê, ev tiþt hatin gotin: "Ev êrîþa antî-demokratîk a li dijî rojnameyek rojane neyê pejirandin û divê ev biryar di zûtirîn demê de bê rakirin. Em dixwazin diyar bikin ku em piþtgiriyê didin nivîskarên nivîskarên rojnameyê yên di ser malên wan de hatiye girtin. Divê hemû hêzên alîgirên demokrasiyê berteka xwe li dijî vê biryara antî-demokratî bîne ziman."
Navê nivîskar û hind rojnamegerên daxuyanî weþandîn wiha ne: "Gunay Aslan, Ferda Cetîn, Îlhamî Yazgan, Kenan Azîzoglu, Kemal Kirac , Hasan Bîldîrîcî, Hayrî Argav, Aydin Dere, Selamî Înce, Huseyîn Narli, Mehmet Sahîn, Haydar Isik, Hacî Erdogan, Sînan Ozturk, Mahmut Onder, Mazhar Gunbat, Faysal Dagli, Mehmet Aktas, Resad Ozkan, Nebî Kesen, Huseyîn Elmali, Eyub Burc..."