DIHA (23.09.2007)- Di ser ser komkujiya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji aliyê polîs, gardiyan û tîmên taybet ve bi demir û kalasan pêk hat û di encamê de 10 girtî hatin kuþtin, 24 jî birîndar bûn re, 11 sal derbas bûn.
Dadgeha Bilind ji bo komkujiyê gotina, "Bi hovîtî û cinawirî hatiye kirin" bikar anî, lê heta îro jî edalet bicih nehatiye. Heke bersûcên komkujiyê cezayê herî zêde bigirin jî, ji ber efûya ku wekî 'Efûya Rahþanê' tê binavkirin, rojekê jî nakevin girtîgehê. Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku biryarek mehkumkirinê ku dê ji aliyê dadgehê ve bê dayîn, bi tu awayî wijdana civakê rehet nake û got: "Ji sala 1996'an heta 2007'an, di navberê de 11 sal derbas bûne û edaleta ku pêk nehatî heye. Ev birîna giran ku vê çalakiyê di hiþê civakê de hiþtiye, bi tu awayî nayê tamîrkirin."
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê piþtî Darbeya 12'yê Îlonê, carekedin bû cihê îþkence û qîrînan. Di 24'ê Îlona 1996'an de, bêdengiya li girtîgehê, piþtî demekê vediguherî komkujiyê. Roja hevdîtinê ya girtiyan bû û malbatên girtiyan ku bi zorê pereyê rê bidest xistibûn, dixwestin ku tiþtên bi xwe re anîbûn, bidin zarokên xwe. Gardiyanan ji bo ku bingeha komkujiyê amade bikin, piþtî ku bi girtiyan re nîqaþ da destpêkirin, ji maltayê paþve çûn û hemû derî hatin girtin. 30 girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin û 3 girtiyên ku li bendê bûn wan bibin revîrê, ne girtin koguþan. Koma girtiyan 5 saetan li korîdorek teng û dirêj hate rawestandin.
'Bi demir û kalasan li serê wan dixistin'
Saet derdora 14.30'an de ji deriyên bakûr û baþûr ên korîdorê komek polîs û tîmên taybet ku ji 70-80 kesan pêk dihat bi dengekî bilind dikevin hundir. Armanca wan birina girtiyan na, kuþtin bû. Komkujiya ku bi pilan dihate meþandin, pêk dihat. Her komek tîmên taybet û polîsan ku ji 4-5 kesan pêk dihatin, li ser serê girtiyekî kom dibûn û ji bo kuþtinê lêdixistin. Bi demir û kalasan li serê girtiyan dixistin û serê wan wekî ku perçe bikin, li dîwaran dixistin. Girtiyên din ên li koguþan ku ji mazgalan komkujî temaþe dikir jî, ji bilî berzkirina dirûþman nedikarî tiþtekî bikin.
Her tiþt ji bo 'welat' hatibû kirin
Polîs û tîmên taybet ên komkujî pêk anî, wekî ku serkeftinek bidest xistiye, bi dirûþmên "Her tiþt ji bo welat" û "Ya Allah Bîsmîllah Allah û Ekber" komkujî temam kir. Encama komkujiyê giran bû. Mehmet Aslan, Ahmet Çelîk, Edîp Derîkçe, Mehmet Nîmet Çakmak, Ridvan Bulut, Mehmet Kadrî Gumuþ, Erhan Hakan Perîþan, Cemal Çam û Hakki Tekîn ku serên wan bi demir û kalasan hatibûn perçiqandin, jiyana xwe ji dest dabû. 24 girtî jî birîndar bibûn. Hate xwestin ku ji birîndaran 14 kes ku Kadrî Demîr jî di nav de bû, li gel ku bi giranî birîndar bûn jî, sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê bêne kirin. Bijîþkê girtîgehê Serdar Gok, bi hinceta ku li pêþiya sewqkirina Demîr astengî nîn e, sewqkirin erê kir. Heta ku wesayîta sewqê gihîþtî Dîlokê jî îþkenceya li dijî girtiyan dom kir. Dema wesayîta sewqkirinê gihîþt Dîlokê jî, agahiya ku Demîr miriye hat. Ji girtiyan 2 kes jî rakiribûn Beþa Lênêrîna Giran.
Ji kujeran de cezayê wekî xelat hate dayîn
Piþtî komkujiya ku li tevahiya Tirkiyeyê deng veda û bû sedema nerazîbûnan, li 3'yemîn Dageha Cezayê Giran a Amedê, dest bi darizandina ku 29 leþker, 36 polîs ku di nava wan de leþker û polîsên payebilind jî hene, bijîþkek girtîgehê, 2 midûrên girtîgehê, 4 memûrên parastina înfazê bi giþtî 72 kesan hatibû kirin. Darizandina ku nêzî 10 salan dom kir, di 27'ê Sibata sala 2006'an de bi encam bû. Heyeta dadgehê der barê 3 bersûcan de biryara beraetê, ji bo 7 bersûcan bi hinceta dem di ser de derbas bûye dosya girt, der barê 62 kesan de jî bi sûcdariya "Bi qestî ji kesekî zêdetir mirov kuþtine" û "Peywîra xwe xirab bikar aniye" ji bo her yekî 5 sal cezayê girtîgehê û 3 sal jî, ji xizmetên cemaweriyê men kirin.
62 bersûcên ku her yekî 5 sal cezayê girtîgehê xwaribû jî, ji ber ku sûcê wan kiriye beriya 23'yê Nîsana 1999'an hatiye kirin, di çarçoveya Qanûna Serbestberdana bi Þert û Paþvexistina Cezayan a hejmar 4616 ku wekî 'Efûya Rahþanê' tê zanîn de, rojekê jî neketin girtîgehê.
Dadgeha Bilind: Komkujî bi hîsek hovane û cinawirî hatiye kirin
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ku li ser dosyayê lêkolîn kir jî, xwest ku biryar ji esasî bê xirabkirin. Teblîxname û dosyaya dozê ku serdozgeriyê amade kir, ji Daîreya 1'emîn ku dê lêkolîna temyîzê bike re hate þandin. Di teblîxnameyê de hate gotin ku ji bo bidawîkirina bûyera li cihê hevdîtana ziyaretvanan a girtîgehê pêk hatî, polîs û cendirmeyên bersûc ketina beþa ku girtî lê hatine girtin û mudaxeleyek ne li gorî giraniya talukeya dihat xwestin pêþî lê bê girtin pêk aniyê, hêzek zêde bikar aniyê û ev tiþt hatin gotin: "Wekî ku raporên otopsiyê de hatiye dîtin jî, li ser cihên wekî rû, ser û sing, bêyî ku cudahiya organên jiyanî bê kirin, gelek derp hatine lêdan, bi vî rengî rê li ber mirina 10 kesan hatiye vekirin. Hatiye fêmkirin ku bi vî rengî çalakî bi awayekî ku faîlên wan neyên zanîn û tu caran di wijdana civakê de neyê erêkirin, bi meylek hovane û hîsek cinawirî hatiye kirin."
Di teblîxnameyê de hate gotin ku divê bersûc li gorî xalên 450/3, 463 û 50'emîn sûcê "Bi hîsek cinawirî û îþkenceyê kuþtina mirovan" ê TCK'ya berê ya hejmar 765 binav dike, bên cezakirin. Li gorî vê yekê divê bersûc bi cezayê muebetê yê girtîgehê bêne cezakirin.
Dosya çû DMME'yê
Parêzerên gazinckeran (muþtekî) jî, ji ber ku doz demeke dirêj dom kiriye û nehatiye biencamkirin, doz bir Dadgeha Mafên Mirovan (DMME). DMME'yê doz qebûl kir û ji bo Tirkiye bersivê bide, pirsek ji 8 xalan pêk tê þand. DMME'yê di pirsên ku ji Wezareta Dadê kirine de, pirsa 'ji bo kesên serlêdan pêk aniyê, hemû riyên hiqûqa hindurîn bikar bînin, þertek taybet ku astengiyê derxîne heye an na?' kir. DMME'yê her wiha, li gorî xala 2'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), pirsa ka 'mafê jiyanê' hatiye binpêkirin an na û pirsa, "Bi taybetî mirina xizmên kesên serlêdan kiriye, li gorî paragrafên (a) û (c) yên PMME'yê, di encama zora ya pêwîst de pêk hatiye?" pirsî.
DMME'yê ji Tirkiyeyê ev pirs pirsîn:
* Piþtî bûyerên di 24'ê Îlona sala 1996'an de li Girtîgeha Amedê pêk hatine, kesên sax mane û serlêdan kirine, bi awayekî li dijî xala 3'yemîn a PMME'yê, ji ber derp û muameleya xirap a hêzên ewlekariyê, rastî îþkence an jî muameleya dermirovî an jî muameleya biçûkxistinê an jî ceza hatine?
* Li dijî muameleya dermirovî an jî cezayên biçûkxistinê, dema usul li ber çavan tê girtin, di lêpirsîna ji bo dozê ji aliyê meqamên hundirîn ve tê meþandin de, þertên di xala 3'yemîn (qedexekirina îþkenceyê) ya PMME'yê hatine bicihanîn?
DMME'yê her wiha pirs kir ka têkildarî bûyerê, li gorî xala 13'emîn a PMME'yê lêpirsînek bi bandor hatiye meþandin an na û ji Tirkiyeyê xwest ku têkildarî dozê mînakên hemû dosyayan biþîne.
Cezayê herî zê bigirin jî dê 'Efûya Rahþanê' dîsa wan xilas bike
Heke Dadgeha Bilin biryarê xirab bike û pêvajoya DMME'yê bi erênî bi encam bibe jî, berpirsyarên komkujiyê dîsa nakevin girtîgehê. Heke bersûc li gorî xala 450/3 a TCK'ya bi hejmar 765 bi sûcê, "Heke kuþtin, bi sevkirina hîsek cinawirî an jî îþkence bê kirin, kiryar bi bi cezayê girtîgehê yê muebetê tê mehkumkirin" binav dike, cezayê herî zêde jî bigirin, ji ber ku sûcê wan kiriye beriya 23'ê Nîsa 1999'an pêk hatiye, di çarçoveya Qanûna Serbestberdana bi Þert û Paþvexistina Cezayan a hejmar 4616 ku wekî 'Efûya Rahþanê' tê zanîn de, rojekê jî neketin girtîgehê.
'Di ser de 11 sal derbas bûne, ê edaleta pêk nehatî heye'
Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu ku asta doz hatiyê nirxand, diyar kir ku komkujiya di sal 1996'an de pêk hatî, yek ji komkujiyên herî mezin ên di dîroka nêz de, bi destê mirovan hatine kirin e. Tanrikulu, destnîþan kir ku beyana "Hatiye fêmkirin ku ev çalakî, bi terzekî ku wijdar, hest û zanîna hevpar a civakê tu caran na pejirîne, bi meylek hovane û hîsek cinawirî pêk hatiye" ya Daîra 1'eyîn a Dadgeha Bilin têkildarî dozê kiriye, gelekî girîng e û wiha dom kir: "Dadgeha Bilind jî bi vî rengî biryar da. Lê di navbera 1996 û 2007'an de 11 sal derbas bûn û hîn jî edaletek ku pêk nehatiye heye. Lewre ev edaleta dê pêk bê, biryara mehkumiyetê ya dê ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran ve bê dayîn, bi tu awayî wijdana vê civakê rehet nake. Birîna giran a vê çalakiyê di hiþê hevpar a civakê de hiþtiye tu caran nayê temîrkirin.
'Bû mînakek baþ ka îþkencevan çawa tên parastin'
Tanrikulu, bal kiþand ku heke li Amedê edalet pêk neyê, wijdana civakê tatmîn nabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku ev pêvajoya darizandinê nehatiye temamkirin û bi awayekî zanebûn hatiye dirêjkirin, bersûc cezayê herî zêde bigirin jî, ji ber 'Efûya Rahþanê' dê ev 72 polîs, cendirme û gardiyan bi tu awayî rojekê jî nekevin girtîgehê. Bûyer ev e, me wekî parêzerên mudahîl, bêyî ku daniþînekî piþtguh bikin, hewl da ku dozê civakê temsîl bikin. Ev doz di heman demê de, nîþan da ka bersûcên îþkence kirine, li dijî mirovahiyê sûç kirine, çawa ji parastinek hiqûqî feyde girtiye. Bi rastî jî, berscû ji bêcezatiyek mezin feyde girt."
(ru)
VELÎ AY