Li Swêdê, di konferansa mamosteyan ên kurd de, mamosteyên kurd hatin cem hev. Di konferansê de ku li bajarê Swêdê Goteborgê destpêkir û 2 rojan dewam bike, 57 mamosteyên kurdî û 3 rêveberên dibistanê amade bûn.
Axaftina vekirinê ya Konferansê ku ji ber þert û mercên neyînî yên hewayê dereng destpê kir, ji aliyê Mudurê Daîreya Perwerdeya Zimanê dayîkê yê Belediya Goteborgê Raîja Enckell û Mudûrê Navenda du-ziman a belediya Vesteros Joachîm Gotz ve hat kirin.
Di konferansê de ku wê pirsgirekên mamosteyên kurd û perwerdeya zimanê kurdî werin gotûbêjkirin, Mudurê giþtî yê pêþxistina Dibistanên Swêdê Mats Wennerholm jî wê axaftinekê bike.
Ji organîzatorên konferansê Haydar Dîljen diyarkir ku li Swêdê, 200 mamosteyên kurd û 7 hezar xwendekar hen in û got, "eleqeleya ji zimanê kurdî re, her ku diçe zêde dibe." Dîljen anî ziman ku ev yek mirovan keyfxweþ dike û got, "qedexeyên li ser perwerdeya kurdî wê werin gotûbêjkirin."